Rojekê gur ji kanîya perrê gund av vedixwar, bala xwe dayê
wa ye berxek jî hinekî jê wê de, ji erqa kanîyê avê vedixwe. Gur çer çav li
berx ket, nêt lê xera kir, ji xwe re got:
- Ji bo şîva min a îşev ev berx ewê gelkî xweş be. Lê ji bo ku ez wî bixum dibê
ez maneyekê, sebebekî bibînim. Ne xwe xelkê min neheq bike.
- Ero yê li dera hanê! Ma tu çima ava min şolî dikî? Te bi
wan nigên xwe yên pîsikê qilêrî ava min kiriye gerrek, êdî nayê
vexwarin.
Berx matmayî ma, bi dengekî hêdî û liberger ji gur ra
got:
- Ez uzrê xwe dixwazim, min efû bike! Lê ez qet fêm nakim,
ez çawa ava te şolî dikim? Çimkî tu li ser kaniyê yî û av ji ba te bi alî min
de diherike. Av ji vir naherike ba te. Lema jî li vê jêrê, li ser vê erqê ez çi
bikim jî ava te şolî nabe.
Gur ji van gotinên berx gelkî aciz bû û bi hêrs jê ra
got:
- Dev ji quretiyê û van gotinên vala berde! Ji xwe berê ez
ji van quretiyên te berê heta ber dev tije bûme. Baş tê bîra min, salek berê jî
te dîsa li hember min bêedebiyek wiha kiribû, nuha jî va ye tu vê bêedebiya xwe
dubare dikî.
Berxê reben bi tirs got:
- Salek berê ez hîn ji diya xwe nebûbûm, lema
jî ne mimkûn e di nabêna û min û te de tiştekî wiha qewimî
be.
Gur awirê xwe bêtir tûj kir, got:
- Ji bo min qet ne girîng e tu kînga ji diya xwe bûyî. Heger
ne tu bû, wê çaxê qey bavê te bû. Ji bo vê yekê jî ji bo min qet ferq
nake. Min carê biryara xwe daye ezê te bixum. Te fêm kir?
Û tu nemabû xwe çindî ser berx bike, şivanek û kûçikê xwe ji
hember da hatin. Gur ziravqetîyayî bû, revî revî ji wir revîya û berx jî xelas
bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar