03 juni 2011

Ez xwe digihînim Diyarbekrê

Hemît Kiliçaslan ez li munîbusê kirim û çû. Rêwiyan hêdî hêdî ciyên xwe girtin. Jineke ciwan li pişt min siwar bû. Sê zarokên wê hebûn, du keçik û lawikek. Ew jî rûniştin. Keçika mezin(9-10 salî) li kêleka min rûnişt.


Şufêr ket hundur û ji jinikê perê zarokan jî xwest. Jinikê got birê min îdare bike, weleh perê min tuneye.


Şufêr got, xweha min, ez nikanim sê zarokan belaş bibim, yekî bigre himêza xwe, lê herduyên din cî girtine, dibê tu perê wan bidî.


Şufêr bi heq bû, lê jinikê jî hustuyê xwe xwar dikir û digot perê min tuneye, îdare bike…


Du rêwî jî li ber deriyê munîbusê sekinîbûn, şufêr dixwest wan li dewsa zarokan bide rûniştandin. Ji zarokan ra digot, rabin li pey bisekinin.


Guhdarîkirina lavayên jinikê ez êşandim.


Min hêdîka ji şufêr ra got, zarokan ji ciyê wan raneke, ezê perê wan bidim. Li ser vê gotina min hinekî şaş ma. Min perê bilêta herdu zarokan dirêjî wî kir û got kerem bike.


Keçika li kêleka min ji fediya xwe tevda û soromoro bû. Diya wan jî bi dengekî hêdî û matmayî sipasî min kir, got Xwedê ji te razî be.


Piştî çend deqîqeyan munîbûsa me bi rê ket û me berê xwe da Diyarnekira xopan.


Gava em li Diyarbekrê li xeracê daketin, ew jinik hat ba min û dîsa gelkî sipasî min kir.


Gava meriv bi bawil ji otoboz ya jî munîbusan dadikeve şufêrên texsiyan tavilê li dora meriv kom dibin.


Îcar jî wiha bû.


Ez li texsiyekê siwar dibimû berê xwe didim taxa Dîcle Kentê mala diya xwe.


Min berê xeber dabû diya xwe, gava texsî digihîje ber malê ez dibînim ku diya min wa ye li jêr rûniştiye, li bende min e.


Em diherin jor. Xweha min Cemîle ji Wêranşarê û keça wê Xurbet jî ji gund hatine.


Bi dîtina wan ez gelkî kêfxweş dibim.


Piştî xwarinê diya ji min ra dibêje, li Qerejdaxê merivekî me miriye, ku ez jî bikanibim herim serxweşiya wan ewê baş be.


Ez dibêjim baş e û em li hev dikin ku sibe ezê texsiyekê bigrim û ez û wê emê herin şînê.


Ez ji xwe ra dibêjim ezê herim çend saetan rûnim û dû ra vegrim.


Bi vê nêtê, serê sibê ez û diya xwe û xwarziya xwe Xurbet em diçin ser dikandarê gund, çewalek birinc û 2 kilo çay dikirim û li texsiya xwe siwar dibin û diçin gundê Zinarcankê.


Dinya sar e, şilî û şepelî ye, baranek pir dibare. Rê pir ne xerab e lê baranê gelek der xera kiriye.


Texsiya me diçe li ber çandira şînê disekine. Dema dibînin yê hatiye ez im şaş dimînin, çûk û mezin her kes tên ba me, xêrhatinê didin me.


Yek ne têda, ez kesî nas nakim. Xwe yeko yeko bi min didin nas kirin. Gava navên bavên xwe dibêjin ez bavên wan nas dikim.


Em diçin hundur çandirê. Çandireke mezin e, hundur tije însan in. Sobe dadayî ye. Ximîna baranê ye.


Ez ji şufêr ra dibêjim bimîne emê bîstek din herin.


Dema vê yekê dibihîzin diqeherin, dibêjin çûna çi halê çi... Ev sîûdusêsal in me tu nedîtiye, tu lawê rîsipiyê me yî, ma tu yê çawa terka şîna me bikî û herî. Dibê tu wek rîsipiyekî me heta roja dawî di şînê da rûnî.


Piştî hinek sohbet ez bala xwe didimê heger ez israr bikim û herim, hatina min ewê bibe xerabî û têkeve eleyhê min. Bi şiklekî cidî wê ji min bixeyidin. Loma jî ez ji şufêr ra dibêjim here. Şufêr diçe û ez û diya xwe dimînin.


Roja din diya min jî neheret dibe, em wê dişînin mal.


Bi nêta ku ezê 2-3 saetan rûnim û rabim ez çûbûm, lê ez tam çar roj û 3 şevan di hundurê wê çandirê da mam.


Weke hertiştî kultura şînê jî gelkî hatiye guhertin. Qey ji ber ku dema hilbijartinan bû û çûn û hatin jî rehet bûye, rojê bi sedan însan dihatin û diçûn.


Şev nîvê şevê vizeviza erebeyan bû li ber çandirê disekinîn.


Berê nas û dostên meriv dihatin şîna meriv, lê nuha kesên n enas jî tên, dibêjin em ji filan partiyê ne.


Berê însanan fatîheyek dixwendin û diqediya. Lê nuha ne wihaye, kesên tên propagandeya xwe dikin. Bi taybetî jî kes û hêzên îslamî yên nêzî AKP-ê û cimeta Gulen bi rengekî profesyonel digerin û di şînan da propagandeya xwe dikin.


Carnnan dor nedihat wan, berî rabûnê yekî mele digot, emê rabin, lê heger destûra we hebe em jî dixwazin li ser rahmetî çend gotinan bibêjin û dû ra jî dest pê dikirin mesele dirêj dikirin.


Di wan çar rojên di şînê da min gelek însan dîtin û li gelek kesan guhdarî kir, gelek tişt bihîstin.


Tiştê min dît piraniya gundiyan dewlemend bûnbûn, piranî xwedî erebe bûn. Li gor qal dikirin erdê herî xerab jî bûbû zêr û pere dikir. Dewlet teşwîqê dide kesên xwedî erd û vê yekî jî piraniya gundiyan dewlemnd kiriye.


Kesê berê ne xwedî hespekê bû, nuha erebeyeke nuh di binî da bû. Min carê got, xwendin û nivîsandina we tuneye, we ehliyet çawa girtiye, giş bi min keniyan, gotin ew jî gotin e….


Tiştekî din yê bala min kişand, xebata AKP-ê û hêzên Îslamî bûn, li gel ku gund gendekî BDP-ê bû, lê dîsa jî qefle bi qefle dihatin şînê.


Ev xebata bi organîze meriv ditirsîne.
Rojan çaran, piştî xwendina Mewlûda Kurmancî çandira şînê radikin û destûrê didin min jî ku herim Diyarbekrê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE