Rojekê dema rûvî ji xwe ra li nêçîrekê digeriya, bala xwe dayê birrek qazên tu dibê ecêb li mêrgê xwe dane kêleka hev.
Kêfa rûvî hat, tama devê xwe xweş kir, ji xwe ra got:
- Baş e, wa ye qismetê min hat ber nigê min. Tu dibêjî qey giş ji bo min kom bûne. Ezê têkevim nav û têr bixum.
Dema qaz pê hesiyan rûvî qerde qerde xwe nêzî wan dike, giş li hev kom bûn û ji tirsan bû qaqeqaqa wan. Lê dereke pê da biçûyana û xwe xelas bikirana jî tunebû. Lema jî hustuyê xwe li ber rûvî xwar kirin û gotin:
- Em ketine bextê te, tu yê me nexwî, em gune ne.
Lê rûvî yekî zalim bû û rica û bergerê lê tesîr nedikir. Bi awirekî tûj bi qazan da xeyidî, got:
- Qet li ber min negerin û tu rica micayê jî ji min nekin. Efûya we tuneye, ezê we hemûyan bixum.
Li ser van gotinên rûvî, qazeke biçûk got:
- Piştî ku te biryara xwe daye tu yê me gişan bixwî, wê gavê destûrê bide, berî mirina xwe em dua xwe ya dawî bikin. Dema em dua xwe ya dawî nekin, emê gişê gunehkar bimrin. Ev yek ji bo te jî ne baş e. Tu yê gunehkar bibî. Bihêle em berê dua xwe bikin, dûra tu kanî li gor dilê xwe me yeko yeko bixwî.
Rûvî got:
- Baş e, ez vê reca we qebûl dikim. Zû dua xwe bikin. Karê min heye, ez nikanim zêde bipêm.
Qaza serî dest bi duayek dirêj kir: Qaa qaa, qaa qaaa…
Dû ra jî yeka din eynî wek wê dest bi dua xwe kir, qa qa qa,qaaa...
Û yeka din û yeka din û yeka din...
Welhasil hemûyan bi hev ra kirin qaa qaa qaa qaaa…
Û dirêj kirin û dirêj kirin.
Rûvî her çiqas çend caran got, zû dua xwe biqedînin jî, wan guh nedayê û “qaqe qaqa” xwe domandin.
Bi vî hawî dengê qazan çû gund. Rûvî hew carê bala xwe dayê wa ye yek ji hember da kûçikê wî li pê û ber bi wan ve tê. Rûvî fêm kir êdî nikane tu nêçîrê bike. Ji qazan ra got:
- Heyran dua we jî gelkî dirêj ajot, karekî min heye, dibê ez herim, ez nikanim zêde bipêm.
Û dûra jî got xirp û baz da û qaz jî bi vî hawî ji mirinê xelas bûn.
Dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ku qaz rûvî dibînin, tim dest bi wê dua xwe ya dirêj dikin: Qaaa qaaa qaaa qaaa…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar