Dibêjin rojekê rûvîyekî fenek bi dizîka çû nêzî maleke li perê gund. Li pey nêçîrekê bû, dixwest xwe bigihîne pîna mirîşkan.
Rûviyê me yê fenek bala xwe dayê wa ye dîkekî biçûk yik û tenê li ser dîwarê hewşê lûsiyaye. Rûvî tama devê xwe xweş kir, ji dîk ra got:
- Ez kanim ji te ra sond bixum, bavê te yê rahmetî ne tê da, li vê dinyayê tu dîkê herî çeleng û bedew î. Di jiyana xwe da min tu carî dîkekî wek te xweşik nedîtiye.
Lê ez nizanim gelo dengê te jî wek te xweş e ya na?
Min bavê te yê rahmetî baş nas dikir, li vê cîhanê deng di ser dengê wî ra tunebû. Li hemberî wî, tu dîkî newêrîbû azan bida. Ez bawer nakim li dinyayê meriv kanibe dengekî wek yê wî xweş û zelal dîsa bibihîze. Axxx, axxx, bira te bizanîbûya çi deng li ser rahmetî bû!
Li ser van pesnên rûvî, dîk xwe gij kir û got:
-Wele dibêjin dengê min jî gelkî xweş e. Heger wexta te hebe ezê çend dengan azan bidim, xêra xwe guhdarî bike. Hela ka dengê min jî bi qasî yê bavê min ê rahmetî xweş dibe ya na?
Rûvî ji kêfan ra careke din dora devê xwe alast, got:
-Wele wexta min zêde tunebû, lê ji bo xatirê rahmetiyê bavê te, ez nikanim ji te ra bibêjim na. Çimkî rahmetî bavê te dostekî min yê gelkî baş bû. De kerem bike, ez li te guhdarî dikim...
Dîk bi dilşadiyeke mezin xwe gijomijo kir, baskên xwe çend caran li hev xist, herdu çavên xwe girtin û dû ra jî bi dengekî bilind dest bi azandanê kir.
Rûvî dema dît ku dîk çavên xwe girtin, hema xwe çindî ser kir, bi qorikê girt û baz da.
Qîjînî bi dîk ket.
Bi qîjîniya dîk ra xwediyê malê bi rûvî hesiya. Mêrik hema rahîşt misasekê û da ser pişta rûvî.
Rûvî baz da û wî jî da dû. Li pey rûvî, bi rûvî da qîriya, got:
-Law rûviyê şekalan, dizê mirîşk û hêkan, zû dîkê min berde, ya na ezê te bikujim.
Rûvî guh neda fortên mêrik û dîk berneda, beza xwe domand. Zanîbû mêrik nagihîjê.
Lê mêrik jî ji dû rûvî neqetiya, rûvî çû û wî jî da dû. Di wê qereperê da dîk ji rûvî ra got:
-Ez di dewsa te da bûma, minê jê ra bigota, ji dû min vegere, ew qismetê min e. Dema tu jê ra wiha bibêjî ewê ji pey te vegere.
Gotinên dîk ketin serê rûvî û devê xwe vekir ji bo ku ji mêrik ra bibêje “ji dû min vegere...!”
Lê çer devê xwe vekir, dîk got, pirrr û ji devê wî firiya, çû li ser qotê darê venîşt. Rûvî şeqizî, di ciyê xwe da sar bû û bi hêrs ji xwe ra got:
-Heq û misteheqê min e! Min devê xwe venekira ev yek nedihat serê min. Careke din dinya jî xera bibeb ez devê xwe venakim
Deng çû dîk. Dîk li ser darê keniya, got:
-Min jî çavên xwe negirta te nikanîbû ez bigirtama. Careke din ez jî çavên xwe nagirim...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar