Dibêjin malan bar kiribûn zozanan, kerekî piştkurmî bi tenê li şûna waran mabû. Kerê piştkurmî ji xebat û barkişandinê xelas bûbû û ji xwe ra rehet kiribû. Ji bo ku ji xwe ra mêrgeke baş bibîne, lê biçêre ket rê û çû. Pir çû hindik çû, rastî beranekî hat. Berên got:
-Birakê ker, ma tu wiha diçî ku?
Ker hêrs bû û got:
-Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Beran li hemberî vê qehra ker şaş ma û got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sênîyeke ceh li ber, tu diçî ku?
Berên got:
- Kero, kerê kurtanzer, sênîyek ceh li ber, tu diçî ku?
Ker got:
- Ez li mêrgekê digerim.
Berên got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Ez dibim, çima nabim?
Ker û beran ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, rastî dîkekî hatin. Dîk got:
- Birakê ker, ma tu wiha bi ku da diçî?
Ker qeherî û got:
- Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Dîk şaş ma, got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sênîyek ceh li ber, tu bi ku da diçî?
Dîko got:
- Kero, kerê kurtanzer, sênîyek ceh li ber, tu bi ku da diçî?
Ker got:
- Ez ji xwe ra li mêrgeke baş digerim.
Dîk got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Ez dibim, çima nabim?
Ker, beran û dîk bi hev ra ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, bi rê da rastî kîroşkekê hatin. Kîroşkê got:
- Birakê ker, ma tu wiha bi ku da diçî?
Ker dîsa hêrs bû, got:
- Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Kîroşk matmayî ma, got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sênîyek ceh li ber, tu bi ku da diçî?
Kîroşkê got:
- Kero, kerê kurtanzer, sênîyek ceh li ber, tu bi ku da diçî?
Ker got:
- Ez ji xwe ra li mêrgekê digerim .
Kîroşkê got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Dibim, çima nabim.
Ker, beran, dîk û kîroşk bi hev ra ketin rê û çûn, ji bo ku ji xwe ra mêrgekê baş bibînin.
Pir çûn, hindik çûn, dawiya dawî rastî mêrgekê hatin. Çend rojan ji xwe ra di nav çayir û çîmenên mêrgê da têr çêriyan û kêf kirin.
Rojekê ker hevalên xwe li dora xwe civandin û ji wan ra got:
-Welle zirra min hatiye û ez hew kanim xwe ragirim, dibê ez bizirim.
Dîk, beran û kîroşk li ber geriyan, jê ra gotin:
- Ma tu dîn bûyî çi yî? Tu yê ji bo çi li ciyê rehetîyê bizirî? Em bi zor ji xwe ra li vir sitirî ne. Dema tu bizirî, li van der û doran gur pir in, ewê bi me bihesin û werin me bixun
Ker got:
- Nabe, carê zira min hatiye, gerek ez bizirim.
Kirin nekirin, nexistin ser ker. Ker got, dinya jî xera bibe, ezê bizirim. Û ji nişka ve serê xwe bilind kir û ziriya û ziriya û got:
- Hîîîr! û hîîîr! û hîîîr!
Çend gur ji wir dibihurîn. Zirîna ker tavilê çû guran. Guran guhên xwe mûç kirin û ji hev ra gotin:
- Ev deng wek zirra kerê ye, gelo dengê wî ye?
Gurekî got:
- Hûn li vir bisekinin, ezê herim saxî bikim û werim.
Gurên din gotin:
- Baş e.
Gur qerdeqerde çû, bala xwe dayê wa ye ker di nava çayir û çîmenên mêrgê da diçêre. Dema çavên wî li ker ket, xwe ranegirt, sebir nekir ku here xeberê bide gurên din. Hema ji par ra xwe çindî rahnê kerê kir.
Dema wî xwe ji par ra çindî ker kir, serê wî ket nava her du rahnên ker. Û ker her du rahnên xwe(şeqa xwe)wek mengeyekê li hustiyê gur jidandin û berneda. Beran jî hat, ew jî bi seriyan kişya gur.
Kîroşêkê gava gur di vî halî da dît ziravqetiyayî bû û berê xwe bi çolê da kir û baz da.
Dîk qet haya wî ji tiştekî tunebû, nikilê xwe li erdê dixist û ji xwe ra kurm dixwarin, carnan jî bang(azan) dida.
Ker û berên hingî li gur xistin ew gêj kirin û ji taqet da xistin. Paşê gur bi zor û bi halekî pir xerab serê xwe ji nava şeqa ker xelas kir û bi lez çû xwe gîhand hevalên xwe.
Guran bi meraq jê pirsîn, gotin:
- Bira, ma te çawa kir? Maşlê te têr xwar?
Gurê reben, bi zor ji mirinê xelas bûbû, bi helkehelk got:
- Tew qal nekin! Gava ez çûm gîham wan,
Yekî di cî da serê min kir nav du latan,
Yekê din hate min bi mîkut û gopalan,
Yekî tirba min dikola
Yekî jî gazî û hawar bire malan.
Li ser vê serpêhatiya gur, gurê din jî tirsiyan û êdî xwe nêzîkî ker, berên, kîroşkê û dîk nekirin, revî revî ji wir çûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar