Li ser daxwaza serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, KCK-ê îro bi daxuyaniyekê agirbesta ku di 31-ê mehê da qediya heta hilbijartinên 2011-an dirêj kir.
Vê biryara KCK-ê di çapemeniya tirk û kurd û di nava hemû derûdorên kurd yên siyasî da olaneke baş da.
Gelek derûdor û rêxistinên kurdan piştgirî dan vê biryara KCK-ê û her wisa xwestin ku dewlet jî ji alî xwe da vê atmosferê baş binirxîne û hin gavên pozîtîv bavêje.
Serokê KADEP-ê Şerafetîn Elçî, dirêjkirina bêçalakiyê wek gaveke erênî dît û xwest ku hikûmet jî bersiveke erênî bide vê biryara KCK-ê.
Elçî got:
“Divê gotin û kirinên ku vê atmosfera erênî sabote bikin, neyên kirin. Hêvîdar im ev pêvajo baş bê nirxandin, hemû kes bi awayekî herî baş berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Serokê Giştî yê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel jî wek Elçî biryara dirêjkirina bêçalakiyê ya KCK-ê bi kêfxweşî pêşwazî dike û ew jî dibêje ku ”ev yek ji bo Tirkîyeyê fersend e.”
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Galîp Ensarioğlu jî biryara KCK-ê pozîtîf dibîne û di beyana xwe ya di AKnewsê da dibêje, ”dirêjkirina agirbesta KCK-ê ”jestekî” baş e, nuha jî dora “jestê” ya hikûmetê ye,” dibê hukûmet jî gavekê bavêje.
Altan Tan jî di beyana xwe ya AKnewsê da piştgiriyê daye biryara KCK-ê û ji dewletê jî hin daxwazan di cî da kiriye.
Altan Tan dibêje:
”Divê girtiyên KCK-ê serbest bêne berdan û bendava hilbijartinê jî bê daxistin. Divê efûyeke giştî ya siyasî bê derxistin. Her wiha pêwîst e pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Di vî warî de divê hikûmet bi lezgînî gavan bavêje. Ger hikûmet bi awayekî lezgîn gav neavêje, wê çaxê mirov nikare behsa niyateke baş bike. Pêwîst e Tirkiye makeqanûna nû zû çêbike. Qet nebe divê prensîbên makeqanûna nû aşkera bike. Perwerdehiya bi kurdî jî tê de, ‘ger bêje ezê piştî hilbijartinan çêbikim’ jî divê aşkera bike. Ku hikûmet niha tu tiştekî neke û tu tiştî deklere neke, wê çaxê xelkê dixapîne.”
Bi rastî jî wisa ye, heger ne xapandin e, heger ne derew e dibê hukûmet jî ji nuh da tiştên ewê bide, gavên ewê bavêje eşkere bike.
Dema hukûmet bi şiklekî resmî tiştekî deklere neke, wê demê nêta hukûmetê ya çareserkirina meselê bi riyeke aştî tuneye, xapandin û mijûlkirin e.
Lê siyaseta xapandinê jî şaş e, ev mesele bi dirêjkirinê, bi xapandinê, bi derewan ji ortê ranabe, kurd dev ji têkoşîn û daxwazên xwe yên netewî bernadin.
Heger hukûmet îcar jî vê merheleyê heder bike û serî li hin taktîkên xapandinê xwe, serîhildana kurdan ewê berfirehtir bibe.
Meriv hêvî dike ku hukûmet vê yekê bibîne...
Ji xwe daxwazên KCK-ê yên ji hukûmetê jî wek yên Altan Tan rêzkirine daxwazên pir sivik in, ji daxwazên miletê kurd yên çareseriya esasî gelkî dûr in…
PKK jî dibêje, dibê operasyonên leşkerî û siyasî werin rawestandin, siyasetmedarên kurd werin berdan, rewşa APO baştir bibe û îmkana beşdariya pêvajoyê jê ra were dayin, komîsyonên makezagonê û ya lêkolînên heqîqetan werin avakirin û benda hilbijartinê jî ji sedî 10-a were daxistin.
Ev çend car in Aysel Tugluk weke nabênçî diçe ba Ocalan û tê. Tugluk îro jî çû Îmraliyê û piştî vegerê beyanek da çapemeniyê.
Li gor beyana Aysel Tuglukê, Ocalan îcar nêta dewletê cidî dibîne û dixwaze ku gel jî piştgiriyê bide hewildanên hukûmetê.
Ocalan gotiye:
”Wî bi dewletê ra hevdîtineke pir cidî û pir girîng pêk aniye û ji merheleya diyalogê derbasî merheleya hevdîtinan bûye.”
Dîsa li gor Tuglukê, Ocalan gotiye, esas dewlet dixwaze riya aştiyê û çareseriyê bidomîne, lê belê hêzên siyasî yên weke MHP û CHP nahêlin û astengan derdixin.
Ez hêvî dikim ku ev gotinên Tuglukê û texmînên Ocalan yên derbarê ”cidîbûna dewletê” da hemû rast bin û kurd xeyalşikestî nebin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar