02 oktober 2010

Nimûneyeke balkêş li ser halê kurdên di nava tirkan da dijîn

Hevalekî min ev sê heftebûn çûbû welêt, di vegerê da riya xwe bi Mêrsînê û Anqereyê jî xistibû.
Do ez çûm balê, ji min ra bîstekê qala çavdêriyên rêwîtiya xwe kir.
Ji bo fêmkirina dijminatiya tirkan ya li hember miletê kurd qala bûyereke pir balkêş kir.
Gava meriv bûyerên wiha dibihîze meriv fêm dike ku ev revok û mahcirên Balkanan çiqasî ji kurdan dibehecin, çiqasî neyartiya kurdan dikin…
Çimkî ji birçîna û ji ber tepa xelkê reviyane û hatine ketina nava mal û milkên hip û hazir û bûne desthildar.
Hevalê min ji bo kirîna kitêbekê li Mêrsînê çûye çarşiyeke bi navê ”Forum Shopping Center”, li wê centrûmê çûye dikaneke kitêbfiroş.
Ciyekî pir mezin bûye, seriyekî wê hebûye seriyek tunebûye.
Piştî ku kitêba xwe dîtiye, çûye kasê û perê xwe daye û dû ra ji ber meraqê ji xortê kitêbfiroş ra gotiye, ”ma kitêbên we yên bi kurdî jî hene?”
Xortê kitêbfiroş bi dengekî pir hêdî gotiye, deqîqeyekê ezê binêrim û dû ra jî ji pişt dezgehê derketiye û çûye ba hevalê min, ew hinekî xewle kiriye û dîsa bi dengekî pir hêdî bi kurdî di orta xwe û wî û da jê ra gotiye:
-Keko tu kurd î?
Hevalê min gotiye:
-Belê ez kurd im.
Li ser vê, îcar li bajarê wî pirsiye, hevalê min gotiye ez ”licî me.”
Piştî vê bersîvê, xortê kitêbfiroş jî gotiye, ew jî kurd e û nisêbînî ye û piştra jî gotiye:
-Keko kurdiya çi halê çi, bi hêl nepeyive, bira dengê te neçe kesî, yên dora te hemû faşîst in, bibihîzin ku tu kurd î ewê belayekê bînin serê te…
Li ser vê şîreta xortê kurdê nisêbînî, hevalê min yê ”nerehet” bi saxî û silametî, bêyî ku hinek bi kurdbûna wî bihesin ji kitêbfiroşxaneyê derdiketiye û ruhê xwe xelas kiriye…
Bifikirin, li bajarekî wekî Mêrsînê ku nêzî nîvê nufûsa wî kurd in, li kitêbxaneyeke bajêr ya herî mezin yek weşan, yek kitêbeke bi kurdî jî nayê firotin, newêrin bifroşin.
Û bira firotina kitêbên kurdî li wir bimîne, ji bo ku te li kitêbeke kurdî pirsiye bela jî dikane were serê te, ji bo vê hinek jî dikanin li te xin.
Û bi sedhezaran kurd li vî bajarî, bi vî miletî ra dijîn!
Ev nimûne bi serê xwe tenê dereceya neyariya tirkan(esas ya mhcirên) ya li hember miletê kurd nîşan dide.
Û di demeke wiha de ev tişt dibe, xwedêgiravî kanaleke dewletê ya ku 24 saetan bi kurdî weşanê dike heye, li gor qanûnan kitêb, rojname û weşanên bi kurdî serbest in.
Lê dîsa jî pere nake, qanûnan serbest kiriye, lê milet serbest anke...
Ez bawer nakim ku ev yek tenê mexsûsî bajarê Mêrsînê be, bi baweriya min belkî li hin derên Stenbolê, Anqerê û Îzmîrê ne tê da, lê li hemû bajarên Tirkiyê rewş wiha ye.
Li Trabzonê, Samsûnê, Gîresûnê, Orduyê, Edîrneyê, Çanekaleyê, Balikesîrê, Konyayê, Yozgatê, Bursayê, Aydinê, Manîsayê û Afyonê jî kêm zêde rewş ev e, kes newêre weşaneke bi kurdî bifroşe.
Û li van bajaran hemuyan jî bi milyonan kurd dijîn, li wan deran xwedî kar û îş in, ji mecbûrî bi van kesan ra, di nava van faşîstan da dijîn…
Dema ez li vê rewşê, li halê kurdên di nava van gur û keftaran da dijîn difikirim, ez pir xemgîn dibim.
Ez ji xwe ra dibêjim gelo vana çawa dikanin vê nîjadperstiya hewqas barbar, hewqas dirinde tehamul bikin?
Dibe ku hin kes mecbûrb in nuha li wir bimînin, lê yên ne mecbûr in çawa û çima tehamulî vê zulmê dikin aqilê min nagre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE