Şûbeya KURDî-DER a bajarê Geverê, ji gelê Geverê xwestiye ku ji nuha û pêda di tîcareta nava bajêr da, dema kirîn û firotinê da her kes zimanê kurdî bikar bîne, kurdî bikin zimanê bazarê û tîcaretê.
Biryar û daxwazeke pir baş e û di cî da ye.
Esas biryareke pir dereng mayî ye, ev biryar dibê ji zûda hatiba stendin û bicihanîn.
Ji xwe gava her kurdê bîrewer ji tenga xwe ve vê biryarê bide û di jiyana xwe da bicîh bîne mesele qediyaye.
Erê ev yek ne çareserî ye, kurdî ji xetera mirinê xelas nake, lê dîsa jî ji rewşa îro çêtir e.
Bi kêmasî zarok heta temenê dibistanê ewê bi zimanê kurdî mezin bibin.
Yê min ev bi kêmasî 30 sal in ku ez vê prensîbê dimeşînim, bi kesên kurdî zan ra tu carî bi tirkî napeyivim.
Îsal havînî dema çûm Kurdistanê jî min dîsa ev prensîba xwe meşand, ez li her bajarî, li her derê, bi her kesî ra bi kurdî peyivîm û baş jî meşiya.
Û ji ber vê kurdperestiya min jî her kes kêfxweş dibû û loma jî gelek qedir û qîmet didan min.
Yanî hinekî jî di destê me da ye, heger em bi îstîkrar bin em dikanin gelek tiştên baş bikin.
Nuha dibê ne Gever tenê, li hemû bajarên Kurdistanê kurd û rêxistinên wan vê biryarê bigrin û têxin jiyanê.
Di serê da BDP dibê biryareke wiha bigre û ji hemû endam û alîgirên xwe bixwaze ku her kes vê biryarê bicih bînin.
Heger em bi hev ra, li çarşî û bazarê bi kurdî bipeyivin dewlet nikane tiştekî bike, nikane rê li ber me bigre.
Ev yek di destê me da ye.
Yanî hin tişt hene ku em bi xwe dikanin bikin, ji bo vê yekê destûra dewletê ne hewceye.
Ji xwe heger dewlet bibîne ku kurd dev ji zimanê xwe bernadin, bi hev ra û bi zatokên xwe ra bi tirkî napeyivin wê demê ji mecbûrî ewê dev ji siyaseta asîmîlekirina kurdan berdin.
Lê nuha kurd bi xwe vê hêviyê didin dewletê, dewlet dibîne ku kurd bere bere dev ji zimanê xwe berdidin û asîmîle dibin.
Bala xwe bidinê bi peydabûna tevgera Kurdî-Derê, bi bilindkirina daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dewlet ketiye panîkê, nizane çi bike û çi tedbîrî bigre.
Heger PKK û BDP bi rastî jî bi şiklekî cidî li vê meselê binêrin dikanin pir cî li dewletê teng bikin.
Ziman, weke zarokan pêşeroja miletan e, miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve, baş nehebîne nikane bibe xwediyê pêşerojeke ewle jî.
Ziman, xerc û çîmentoyê miletbûnê ye, çavkaniya şiûra netewî û kultura netewî ye...
Û ji xwe yê ku heta nuha kurd li ser nigan hîştiye ziman e, loma jî tirk êrîşa herî mezin tînin ser zimanê me, dixwazin wî biqedînin.
Li hemberî vê êrîşê, dibê em jî herî bêtir vê cepheya xwe xurt û saxlem bikin û biparêzin...
Kurdên welatparêz û bi xîret, rica min ji we kurdî bikin zimanê bazarê, zimanê tîcaretê, zimanê rojane, zimanê siyaset û edebiyatê...
Tirkî, tenê bi tirkan ra û bi kesên kurdînezan ra bipeyivin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar