30 september 2010

Ji qerezî xwendevanan ra çar saliya bloga min pîroz be!

Ev dinya wiha ye, merivê feqîr û bê desthilat kes ne bi şîna wî dihese, ne jî bi şahiya wî.
Tam ev sê sal in ku ez vê bloga xwe ya -Hindik-Rindik- dimeşînim, sibe dikevim sala xwe ya çaran.
Û min ev yek çend roj berê bi ber guhên xwendevan xist jî, min got di 30-ê îlonê da sê salên min diqedin, ez dikevim sala çaran.
Di van sê salên borî da nexweşî, hin rewşên taybet û 5 hefteyên rêwîtiya Kurdistanê ya îsal ne tê da, hema hema min her şev meqaleyek û carnan jî du meqale nivîsîne.
Min nuha bala xwe dayê heta nuha li ser hev min li dora 1000 nivîs nivîsîne.
Esas nivîsên min nivîsîne ji vê hejmarê jî zêdetir in, lê dema min kompîtora xwe nuh kir gelek nivîsên min xera bûn.
Û bersîvên name şiroveyên xwendevanan jî ne di nava vê reqemê da ne, ez hejmara wan nizanim.
Yanî bi kurtî di van sê salên buhurî da tu çi bigrî min her şev, bi rengekî bênabên miheqeq tiştek nivîsîye.
Êrê ev ne karekî pir mezin e, bi vê yekê min tu kela fetih nekriye, lê kesên bi karê nivîsê mijl dibin dizanin ku bi kêmasî ev ne karekî hewqasî hêsa ye jî, jê ra îstîkrar û disîplîn lazim e.
Bêguman kesî zor nedaye min, kesî ez îcbarî vî karî nekirime, ez bi daxwaza dilê xwe dikim.
Ji ber ku kêfa min jê ra tê, ji ber ku ez vî karî li ser xwe weke wacibekî însanî û kurdayetiyê dibînim.
Ê wê demê mesele çi ye?
Mesele, ez dixwazim îşev hin gilî û gazinan ji xwendevanan bikim.
Min wisa hêvî dikir ku îro qet nebe 2-3 kesê bibêjin, Zinar, çar saliya bloga te pîroz be…!
Lê tobe heram, ne yek…
Çimkî ez ne merivekî meşhûr im, ne xwedî hêz û îmkan im, ji min av germ û sar nabe....
Loma jî tu sebeb tuneye ku bloga min were bîra însanan...
Heta nuha bêyî Zinar Ala, yek xwendevanî jî şiroveyek nenivîsîye, ji min ra meylek neşandiye, negotiye, ”Zinar, 4 saliya bloga te pîroz be”!
Tenê Zinar Ala, çend roj berê bi min ra hevpeyvînek kir û îro di malpera xwe da weşand...
Mala wî ava û gelek sipas ji bo vê qedirzaniya nîşanî min da.
Xwedêgiravî gelek “xwarzê”, “birazê” û xwendevanên ku kêfa wan ji nifîsên min ra tên hene, lê yek benîademî jî negot, ”Zinar, çarsaliya bloga te pîroz be, ji bo vê xebta te, em te pîroz dikin…”
Bêguman bi mesajke wiha tiştek li min zêde nabe, barê min siviktir nabe, lê axir gotina xweş, xweş e, dilê meriv xweş dike, meriv dibîne ku însan, civat qedir didin karê meriv…
Lê mixabin ev kultur û adet li ba xwendevanên kurd hîn tuneye, tu çi bikî jî kes ji te ra nabêje ”sipas”!
Diyar ji bo vê jî hîn wexta lazim e.

Li jêr ez hevpeyvîna ku Zinar Ala bi min ra kiriye û lînka malpera wî pêşkêşî we dikim.
Kerem bikin:

- Gelo boçûna avakirina blogekî ji ku hat?Tu rastiyê dixwazî çêkirina bloga ”Hindik –Rindik” tesadufî bû.

Di nivîsa xwe ya pêşî da çêbûna bloga ”hindik-rindik” bi kurtî min wiha aniye zimên.
Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyam û virda ye min dixwest ez ji xwe malperekê çêkim.
Lê ji ber ku ez merivekî pir klasîk, paşda mayî û nezanê teknîk û pêşketinên nuh im, loma jî min nikanîbû ji xwe ra tiştek li hev ragirta.
Min ji çend heval û hogiran alîkarî xwest, lê netîce neda. Mala gişan ava be, kesî negot na, lê tu malper jî çê nebû.
Dawiya dawî, rojekê di rojnameya METRO da ez rastî îlanekê hatim. Di îlanê da digot ”di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog.”
Min got wele ji min ev ”loto” ye. Min di dilê xwe da got, hema ez çuqasî nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim…
Lê gotin û kirin ne yek e, bawer bikin min hemû zanîn û hunera xwe lê da, lê ez dîsa jî bi ser neketim.
Ez biserneketim lê min hêviya xwe wenda nekir, min dev ji xeyala ”ezê jî rojekê bibim xwedî malper/blog” berneda.
Weke hêvî min di dilê xwe da veşart…
Çimkî ez dizanim ji bo ku meriv bikanibe bigihîje hedefên ne mimkûn, tiştên qedexe, ser qotê çiyayên bilind, welatekî azad, baqê guliyan û himêza yarê dibê meriv xwedî xewn û xeyalên mezin be…
A ev xewn û xeyala min ya ku ez jî rojekê bibim xwedî blog, di şeva 30 saliya damezirandina DDKD-ê da birast geriya.
Di şevê da desadufen min ev xeyala xwe ji Nîhatê swêregî ra got. Min jê ra got, ”ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?”
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
“Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.”
Û roja din (30/9-07)gava min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîs bû û ew jî hema min tavilê zend û bendên xwe vemalt û nivîsa xwe ya pêşî nivîsand.
A çîrok û serpêhatiya bloga min wiha ye.

- Ev bûne sê sal hûn bi awakî çalak weşanê dikin, gelo birêvebirina blogekî tiştekî hêsan e?Rast e, min 3 sal li pey xwe hîştin û piştî 5 rojên din ez dikevim çar saliya weşana xwe.
Di destpêkê da min digot ezê hefteyê carekê ya jî carnan binivîsim. Lê piştî nivîsa xwe ya pêşî bi çend saetan min tiştekî din nivîsî.
Û ji wê rojê heta nuha, nexweşî û nelimalbûn ne tê da, hema hema min her şev maqeleyek nivîsîye.
Li ser hev heta nuha min tam 960 meqale nivîsîne.
Yanî ez her şev, di ber bersîvên xwendevanan ra nivîsekê jî dinivîsim, heger şevekê nikanibim binivîsim, roja din hewil didim du nivîsan dinivîsim.
Birêvebirina blogekê heger meriv ji xwe ra bike kar û bi çavekî cidî lê binêre bêguman zor e, ne karekî hêsaye.
Ji ber ku dibê tu her roj nivîsekê ya jî tiştekî kin, dirêj binivîsî û bersîva şirove û meylên xwendevanan bidî.
Yanî dibê xwendevan bizanibin ku tu her roj bloga xwe nuh dikî, tu nivîsekê, tiştekî dinivîsî.
Dana vê baweriyê gelkî girîng e, şertê mezinbûn û serkeftinê ye.
Ev yek ne ji bo blogê tenê, ji bo her karî wiha ye, dibê meriv xwedî îstîkrar be û zû neweste.
Ku ne wiha be di ziyareta xwendevanan da jî îstîkrar çênabe, kes nizane gelo tu yê îro tiştekî binivîse ya na?
Loma jî hin îstîsna ne têda ez her şev meqaleyekê dinivîsînim.
Û ev kar jî helbet na karekî hêsa ye, dibê tu jiyana xwe ya sosyal her roj li gor wê eyar bikî.
Lê heger meriv guh nede ”îstîkrarê” û kînga dilê meriv xwest, besta meriv lê hat meriv binivîse ne zor e, rehet e.

-Xwînerên bloga we bi awakî dîrket şîroveyên xwe diweşînin, ma hûn ji hin şîrove û rexneyên xwîneran aciz nabin?Heqaret û xeberên şexsî ne têda, ez ji tu rexneyê aciz nabim û dibê meriv nebe jî. Ne rast e ku meriv ji fikir û dîtinên cuda aciz bibe.
Çend tiştên biçûk ne têda heta nuha di nabê min û xwendevanan da tu bûyereke ne xweş neqewimî ye.
Xwendevanên min hemû jî li hember min nazik û hurmetkar in, piraniya wan bi sifetê ”apê Zinar” û ”xalê Zinar” xîtabî min dikin.
Tenê çend caran hin xwendevanan ji hin şexs û partiyan ra hin gotinên ne xweş gotin, min ew nivîsên wan avêtin, loma hin ji wan ji min aciz bûn û hinek jî pir hişk xeyidîn…
Lê bi giştî heta nuha pir baş derbas bûye û hemû xwendevanên min jî qedir û qîmetê didin ked û xebata min.
Kurd ne bêwefa ne, ked û federakriya min înkar nakin, qedir didinê…

-Rûpela we di facebook de heye, we çend nivîs jî li ser facebookê weşandibû, gelo hûn vê tora civakî çawa dinirxînin?Weleh weke çîroka blogê, çîroka ”facebookê” jî rojekê bi tesadufî hevalekî(Heyder Diljen) ji min ra qala başiya wê kir, got Zinar, ”facebook” nihmetekî bêhempa ye, dibê tu di zûtirîn wextê da ji xwe ra ”facebookekê” çêkî…
Li ser vê pêşniyara Heyder, bi alîkariya jineke misrî ya li ciyê karê min, ez bûm xwedî facebook.
Û ez jê gelkî memnûn im.
Facebook, alaveke(hacet, alet)sosyal ya pir bi feydeye, bi saya vê alavê li seranserê cîhanê meriv dikane xwe bigihîne gelek dost û hevalên xwe û têkiliyên xwe yên rojane pê ra bidomîne, hestên xwe pê ra par bike, li risman temaşe bike, li klîpan guhdarî bike…
Heçî teknîk e ez zêde jê fêm nakim, lê min tu zirara wê jî nedîtiye, belovacî wê, min gelek feydeya wê dîtiye.
Li gor dibêjin nuha di înternetê da tora/şebekeya sosyal ya herî zû û pir mezin dibe facebook e, li dora çarîk milyar însan facebookê bikartînin.
Û her ku diçe ev hejmar zêdetir jî dibe.
Lê Internet, facebook ji her kesî bêtir feydeyê digihîne miletê kurd. Bi saya vê teknîka nuh ya danûstendinê ya cîhanî kurdan hemû sînorên di nabêna xwe da rakirin û xwe gîhandin hev.
Nuha bi riya vê facebookê ji her çar perçeyên Kuristanê bi milyonan kurd gav û saetê xwe digihînin hev û bi hev ra dikevin danûstendinê, lehçe û devokên hev fêr dibin, ji hevûdu haydar dibin
Lê ya herî girîng jî di serî da kurdên bakur, bi sedhezaran kes kurdî fêr dibin, xwendin û nivîsandina kurdî fêr dibin.
Heger ne ev teknîk bûya bi milyonan kurd ewê tu carî hewce nedîtana, mecbûr nebûna ku kurdî bizanibin.
Lê di facebookê da ji mecbûrî fêrî kurdî dibin û piştî ku carê fêr dibin êdî tirsa wan dikşkê û dom dikin.
Nuha di facebookê da bi dehan, belkî jî bi sedan malperên kurdan yên li ser dîrok, ziman, muzîk, edebiyatê yên xurrî bi kurdî hene.
Di van malperan da kurd şiyar û perwerde dibin, xwe nas dikin.
Ji bo kurdan ev îmkan û şoreşeke pir mezin e, vê îmkanê kurd bêtir nêzî hev kirin, zanîn û şiûra wan ya netewî xurt kir.
Yanî bi kurtî ez dikanim bibêjim ku di dîrokê da ev cara pêşî ye ku teknîk, pêşketineke gerdûnî feydeyê digihîne yekîtî û şiyarbûna kurdan ya netewî.

-Hûn xebata ragehandina kurdî di înternetê de çawa dibînin?Weleh ez ji bo hemû kurdan nikanim tiştekî bibêjim, lê heçî kurdên bakur (Kurdistana Tirkiyê)in li gor miletên din pir lawaz e. Ji ber ku tîcaret, profesyonelî tuneye, însan bi fedekariyên şexsî hin tiştan dikin.
Ev jî têrê nake, ji bo ku em kurd jî weke miletên din vê teknîkê bikar bînin, dibê meriv bi profesyonelî kar bike û bikanibe jê nan bixwe.
Mesela hîn jî sermiyandar, tacirên kurdan bi kurdî dest navêtine vê teknîkê, dibê ew jî dest bavêjinê.
Bikaranîna vê teknîkêhîn di çarçeweya siyasî û întellektuelî da ye. Dibê ev sînor firehtir bibe.

- Piştî sirguniyike demdirêj hûn di havîna bihorî de çûbûn Kurdistanê, hûn dikarin hinekî behsa hestên xwe derbarê vê serdanê bikin?
Weleh Kurdistan pir xweş bû, muhteşem bû, her kes, her tişt hatibûn guhertin, hemû bajar mezin û xweşiktir bûbûn.
Li gor 30 sal berê gel bêtir şiyar bûbû û bûbû kurd.
Weke berê êdî kes ji pûlis û leşkerên tirkan neditirsiya û bi çavê dijmin lê dinêrî, wan jî xwe di ewlehiyê da his nedikir.
Toleransa înssan ya li hember hev zêde û Qelîta jiyanê bilintir bûye, însan baştir û xweştir dijîn.
Li her bjarî, lê bi taybetî jî li Amedê feqîriya beşekî civatê pir berbiçav e, lê bi giştî însan dewlementir bûne, li gor berê pere li ba milet pirtir e.
Meriv xwe di xewnekê da his dike, ji kêfan meriv serxweş e û nizane ku li ku ye…
Ji ber ku cara pêşî ye, însan pir qedrê meriv digrin û meriv ezîz û beldilkê milet e, meriv ji dest hev digrin.
Raqib û dilnexwazên te yên berê jî bi hezkirin nêzî meriv dibin, qedir û qîmetê didin meriv.
Ev yek welêt jî û însan jî bi meriv şîrîntir dike.
Tiştê herî xweş, ji nişka ve meriv dibe ”xal” û ”apê” birek însanên ku berê tunebûn, fena kesê ku ji nişka ve dewlemend bibe, meriv xwe wisa his dike.
Axir dema ez kurt û kurmancî bibêjim, her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû, nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe...
Dema meriv ji derve dihere hebûna pûlis û leşkerên tirkan û ala wan ya sorsorkî ku li her derê li ba dibe, pir bala meriv dikşîne û bîna meriv teng dike.
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî ”kêm” bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.

-Hûn li gelek bajaran jî geriyan, we rewşa ziman Kurdî û rewşa Kurdan bi gîştî çawa dîtibû?
Kurdî hîn bi temamî nemiriye, kesên bi kurdî dizanin hîn pir in, l,ê roj bi roj kêmtir dibin.
Li hemû bajarên Kurdistanê(Riha, Amed, Wan, Belîs, Gewaş, Çaldiran, Bazîd, Tetwan, Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Dêrik, Wêranşar, Swêreg)yên ku ez lê geriyam, ez tenê bi kurdî peyivîm û ji ber vê yekê jî gelek qedir û qîmet dan me…
Yanî dema meriv mîvan be, weke turîst bi kurdiyeke paqij dipeyive însan qedirekî zêde didin meriv.
Lê ew bi xwe, di nava xwe da bi kurdî napeyivin, dema tu bepeyive bersîvê bi kurdî didin, lê ew bi hev ra napeyivin.
Ev yek pir xerab e.
Û ya din jî zarok û cîlên nuh radibin, bi taybetî keçik ya bi kurdî nizanin, ya jî napeyivin.
Zarok bi hev ra bi tirkî dipeyivin, li gor law û keçan, keç bêtir hewesê li tirkî dikin.
Yanî heger kurd di demeke kin da mafê perwerdeya zimên bidest nexin pêşeroja kurdî ne baş e, tahlûke pir mezin e.
Ji ber ku zarok êdî bi kurdî napeyivin, dema cîlekî ziman dewrî cîlekî din nekir, berdedwamî çênebû rojek tê ziman dimre....
Ev tahlûke ji bo zimanê kurdî heye.
Xebat û şiyarbûna heye têr nake, pêşketin pir mezin û bi lez e, meriv nikane bi bend mendên ji çamûr û xilikan rê li ber vê aşîta rabûye bigre, ev yek ne mimkûn e.
Dibê zarok bi zimanê kurdî mezin bibin....
-Birêz Xamo, gelek spas ji bo bersivandina pirsên me.Sipas ji bo te jî…

6 kommentarer:

  1. Çarsaliya avakirina bloga nivîskar Zinarê Xamo li gelê Kurd pîroz be. Di vê rewşê dijwar wiha ku zimanê me tê de derbas dibe, çapkirina bi kurdî karekî gelek pîroz e. Ji ber wê bloga we wê fêdeyeke mezin bide nifşên, nifşên nuhatî yên ji tîpên kurdî hez dikin û dixwazin ji ezmûna (tecrubeya) we sûd werbigrin.

    Gelek silav û rêz ji bo we

    Zinar Ala

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar! Ku derengbejî pîrozkirin li pîroznekirinê çêtire.
    Çarsalîya bloğa "HİNDİK-RİNDİK" pîroz û bimbarek be. Ew ğeyret û xebata Xalê min jibo me tembel û teralan dibe teşwîkeke mezin. Di malpêra "radyomedya.net" ê de di heftekî anjî di mehekê de nivîsekê dinîvîsim. Înşaallah ew ğeyret û hasasasîyeta weya nivîsa ê ji mere jî bibe mînakek ê.
    Bi silaf û rêz.REHAWÎ

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas Zinarê jêhatî û xwarziyê min ê giranbiha.
    Bi meyl û silavên xwe we ez kêfxweş kirim.
    Rast e,bi derengî be jî pîrozkirin ji pîroznekirinê çêtir e.
    Kurd dibêjin, "bira avis be bira bi derengî be."

    SvaraRadera
  4. Mamo!
    3 slaiya bloga te piroz be.

    SvaraRadera
  5. Witam wszystkich na tej stronie!
    Cieszę się mogąc was tu spotkać!
    Postaram się udzielać :)
    Na razie!
    ---
    [url=http://akcesoria.do.pedicure.makijaz123.com/13/]akcesoria do pedicure[/url]

    SvaraRadera
  6. It's really a great and useful piece of information. I'm happy that you simply shared this
    helpful info with us. Please stay us informed like
    this. Thanks for sharing.

    my web blog; cellulite treatment reviews

    SvaraRadera

PARVE BIKE