12 augusti 2010

Kurd bere bere fêrî siyasetê dibin

Dibê em kurd baş bizanibin ku dewlet bi xwe, bi rehetî mefekî herî biçûk jî nade me kurdan, dibê em zorê bidin dewletê, dewletê mecbûr bikin.
Yanî dibê em li bende û hêviya gavavêtina dewletê nemînin, dibê em ”navika” xwe bi destê xwe bibirin.
Ji bo bidestxistina her mafî, teşxele û şerê çekdarî nelazim e, hin tişt hene meriv dikane bi riya xebat û têkoşîna legal û siyasî jî bidest xe.
Yanî dibê meriv daxwazên xwe li ser dewlet û hukûmetê ferz bike, emirwaqîbûnekê peyda bike.
Siyaset û xebata siyasî ev e.
Serokê belediya bajarê mezin (Amedê) Osman Baydemîr, di vî warî da îro numûneyeke baş nîşanî kurdan daye.
Osman Baydemir, ji bo ku li pirsgirêkên taxan gudarî bike bi muxtarên gundên girêdayî navenda Amedê ra civînek li dar xistiye.
Baydemîr û seroka belediya Baxlera, li pirs û daxwazên muxtarên tax û gundan guhdarî kirine.
Muxtaran ji Baydemîr û Yuksel Baranê xwestine ku li gel navê tax û gundan yên bi tirkî, navên kurdî jî bêne nivîsîn.
Muxtaran gotine, ji ber ku her kes navên kurdî bi kar tîne. Baydermîr jî soza bicîanîna van daxwazan daye muxtaran û gotiye di rojên pêş da ewê tabelayên navên kurdî yên tax û gundan daliqînin.
Çiqas xweş, çiqas baş…
Dibê wiha be, dibê em daxwazên xwe gav bi gav bînin rojevê û dû ra jî têxin pratîkê.
Û bi vî rengî jî li ser dewletê emirwaqiyekê peyda bikin.
Îro tabeleyên bi kurdî ye, sibe ewê tiştekî din be.
Ji bo vê gava hêja ez belediyeyên BDP-ê û herdu serokên wan, Osman Baydemîr û Yuksel Baranê ji dil û can pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku ev gava belediyeyên Baxlar û Amedê ji bo muxtar û belediyeyên Kurdistanê yên din jî bibe nimûne û emsal û ew jî li bajar, tax û gundên xwe eynî gavê bavêjin û biryarên wiha bigrin.
Baş tê bîra min, berê me her tişt li hêviya Kurdistana serbixwe hîştibû, me serê xwe bi tiştmiştên wiha biçûk ra qet nediêşand, me nedigot dibê em muxtarî û belediyeyên Kurdistanê bidestxin.
Tiştên wiha ji me ra pir biçûk û bêfeyde dihatin, me qet tenezulî bidestxistina muxtarîyetan û belediyan nedikir.
Çend belediyên ku di salên berî 1980-î da ketin destê kurdan jî ne bizanîn û netîceya siyasetekê bû, xêra hin kesên kurdperwer bûn ku dixwestin bibib serokê belediyan.
Yanî ne partiyan, wan partiyên xwe mecbûrî piştgiriyê kirin.
Lê îro rewş belovacî vê ye, pir hindik êdî kurd jî fêrî siyasetê bûne, loma jî êdî ji bo bidestxistina dezgeha herî biçûk jî li hember dewletê siyasetê dikin, dixwazin li Kurdistanê unîteya herî biçûk jî bidestxin.
Heger hîn li her derê ne wiha be jî axir ê dibê wiha be, dibê kurd nehêlin muxtariya gundekî jî têve destê partiyên tirkan, yên dewletê.
Dibê em talibê îdarekeirina welatê xwe bin, bi vî çavî li xwe û xebata xwe binêrin.
Her çiqas îro em sedîsed ne serbest bin jî lê dibê em van dezgeh û unîteyan ji serbestî û azadiya xwe û ya welatê bikar bînin.
Heger li Kurdistanê bi sedan belediye û muxtarî têkevin destê kurdan û kurd jî ji van dezgeh û saziyan bi hostayî feydeyê bibînin, ev yek ewê rizgabûna kurdan nêzîktir bike.
Riya serxwebûn û azadiya kurdan ne riyeke repûrast e, têda gelek fetlok, xaçerê û vîraj hene, dibê em kurd van fetlok, xaçerê û vîrajan jî bikar bînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE