Vê êvarê gava min komputera xwe vekir, min dît ku yekî bi navê ”bekir” dixwaze bi riya Messengerê bi min ra têkiliyê deyne.
Ji ber ku wî tiştek negotibû û min jî ew nas nedikir, min got na û daxwaza wî red kir.
Pişt ra dema ku min li e-mailên ku ji min ra hatibûn nêrî, min dît ku eynî merivî e-meyleke din û numreya telefonekê jî şandiye û gotiye telefonî vê numreyê bike, "Zeher" dixwaze bi te ra bipeyive.
Navê gotibû ji Wêranşarê navê hevalekî min ê ku ez gelkî jê hez dikim bû.
Ez fêr bûm ku yê mesaj şandiye lawê hevalê min e.
Min tavilê telefon kir, yê bersîv da ew hevalê min bû.
Dema min got, ”ez Zinarê Xamo” me, hestên kêfxweşiya wî min ji dengê wî derxist.
Em herdu jî pir û pir kêfxweş bûn.
Piştî çend lêpirsîna hal û xatir, dora hat ser mesela esasî, got:
-Tu çawa tê Wêranşarê û min nabînî? Min digot belkî heta tu min nebînî tu yê neçî. Min bizanîbûya tu li kîjan bajarî yî ezê bihatama wir.
Bi rastî jî hevalê min di gazinên xwe da ji erd heta bi asîman bi heq bû, dibê min ew bidîta û min bi dil û can dixwest wî bibînim jî.
Û pir baş tê bîra min ku min lê pirsî.
Lê nizanim çawa bû, min ji bîr kir, min ew nedît.
Jixwe ez li Wêranşarê jî li ser hev pir nemam, carê 3, rojan, carê du rojan û cara dawî jî dîsa 3 rojan mam.
Û vê jî têr nekir.
Hûn rastiyê dixwazin di vê çûna xwe da ez weke mirîşka gêj bûm, ji kêf û heyecanê min nizanîbû ez li ku me…
Min hemû dost û hevalên ku min dixwst ez wan bibînim nedîtin û loma jî gelek kes ji min xeyidîn. Li welêt ji bo ku ez neçûbûm ba wan, hin hevalan telefon kirin û gotin em ji te xeyidîne.
Dû ra li Stenbolê hin heval hatin bîra min, min telefonî wan kir û got wele vaye ez li Stenbolê me, li ser rê me, dikim herim.
Ew jî gelkî xeyidîn, yên li Stenbolê bûn yek şeva dawî hat me bi hev ra xwarinek xwar û yek jî dema rêketinê hat balafirxaneyê, ez pir mahcûb bûm.
Ji ber ku di ser ra gelek sal derbas bûbûn, loma jî hemû dost û heval nedihatin bîra min û loma jî ez li hemûyan negeriyam.
Û ev jî bû sebebê gelek gilî û gazinan.
Hafiza(bîr) tiştekî pir ecêb e, meriv dixapîne.
Mesela çend caran hin heval hatin ba min, lê min ew nas nekirin, qala hin bûyeran kirin ew bûyer nehatin bîra min.
Û ev yek jî li ba wan hevalan dibû sebebê ”sarbûnê” û xeyalşikestinê.
Ez gelkî mahcûb dibûm.
Mesela ez îşev jî pir şermezar bûm, min fedî kir…
Bi rastî jî ez nizanim çima û çawa bû ku min ev hevalê xwe ji bîr kir, min ew nedît.
Esas berî çûyinê dibê meriv not bigre, merivê kê bibîne, here ku û çi bike?
Min bi xwe li Wêranşarê jî çend ciyên ku min digot dibê ez bibînim nedît.
Min digot ezê herim gundê Eyûbnebî bibînim, min ji bîr kir.
Hafiza gelekê caran bi meriv ra bêbextiyê dike, meriv fedîkar û şermezar derdixe, tiştê şaş bi meriv dide gotin, meriv ”derewçîn” derdixe.
Loma jî dibê meriv baweriya xwe zêde bi hafizayê neyne, ji hafizayê bêtir baweriya xwe bi nivîsê bîne.
Mesela kultura notgirtinê, rojnivîsê li ba me kurdan qet bi pêş neketiye, "arşîva" me serê me ye...
Di nava kurdan da di warê nivîsên "rojane" da Necmetîn Buyukkaya îstîsnayekî pir mezin e. Dema meriv kitêba wî(Kalemîmden sayfalar)dixwîne meriv heyran dibîne, ew ji bo dîroka kurdan jî belgeyek pir hêja ye.
Lê swêdî ne wek me kurdan e, kultura nivîsandina notên rojane pir xurt e, bi taybetî jî li ba jinan ev adet û kultur hîn xurttir e.
Di bêrîk û çenteyên piraniya swêdiyan da defterên rojnivîsan hene, ku ew tunebe di kompîtorên xwe da dinivîsin.
Çend sal berê (ez bawer dikim di nabêna 1999-2003-an da bû)min rojane nivîsîn, lê dû ra min dev jê berda, min ne weke tiştekî xwezayî û ji dil, wek barekî û bi zor dikr, kêfa min jê ra nedihat û loma jî min dev jê berda.
Lê nuha ew hîn jî di kompîtora min da hene.
Dema ez teqawit bûm, ezê lê binêrim, hela ka wê demê ez çi fikirî me û min çi nivîsî ye?
Ewê pir balkêş be.
Ji ber ku êdî ne hafiza, lê belge yê bipeyive….
Xwezî min bikanîbûya dom bikira…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar