23 juli 2010

Di nava zarokan da kurdî li ber tunebûnê ye

4
Ez sê caran çûm Amedê û li ser hev hefteyekê lê mam. Min hema hema hemû derên dibê meriv bibîne dît û lê geriyam.
Li Amedê gelek aşxana, qahwexane, park û derên pir xweş û modern vebûne, gelek bîna, xan, dêr û mizgeft tamîr kirine.
Û meriv dihere ku, her der tije ye, tu dibêjî qey însan barî ne, li her derê însan li binguhê hev dikevin.
Jiyan 24 saetan berdewam e, bajar tu carî ranakeve, hertim şiyar û qelebalix e, tu dikanî destê sibehê jî here li Orman Parkê rûne û çay û qahwê vexwe.
Mistewa û qelîteya serwîsê pir bilind û paqij bûye.
Ev yek ne li Amedê tenê, li her dera Kurdistanê wiha bûye, bajar bi giştî mezin bûne, milet dewlementir bûye û girêdayî vê, qelîteya xizmet û servîsê jî pir bi pêş ketiye.
Ji ber ku em di orta havînê da çûbûn loma jî germa Amedê nedihat kişandin. Ev gelşek bû.
Vê yekê nedihîşt meriv hertim derkeve der û têra dilê xwe bigere.
Bêyî germê tiştê li amedê meriv herî bêtir nerehet dike piranî û mezinayiya alên tirk û terorîzekirina jetên tirk yên şer e.
Bi şev û roj, bi wext bê wext jetên şer pir nizm û bi dengekî pir bilind di ser bajêr ra difirin û meriv ji guhan dikin.
Ev bi serê xwe zulmeke pir mezin e, her kes jê gazinan dike, lê kes nikane tiştekî bike.
Tiştê din yê li Amedê bala meriv dikşîne li hin herêman xort û zarokên serxweş û narkoman, feqîrî, zarokên tiştfiroş û pirbûna kesên parsek in.
Erê berê jî kesên xizan hebûn, lê ne bi vî rengî û hewqas zêde.
Dewletê bi hezaran kurd û zarokên wan kirne "parsek..."
Zarokên boyaxçî, dismalfiroş (selpak) û avfiroş li her derê derdikevin hember meriv û ji meriv naqetin, meriv him xemgîn û him jî nerehet dibe.
Piştî demekê êdî meriv ”bêûjdan”, ”bêmerhemet” hereket dike.
Heger meriv ji her zarokekî dismalekê bikire ez bawer dikim dibê meriv tim bawilekê bi xwe ra bigerîne.
Vana jî hemû zarokên gundiyên koçber bûne, yanî mexdûrê dewletê ne. Dewletê gundên wan şewitandiye û dê û bavên wan jî bi çolan ketine.
Yanî kesên di bajaran da feqîr ketine û ketine bin nigan gundiyên ji ber terora dewletê koçber bûne, ne bajarî ne.
Kesên bajarî kêm kes halê wan xerab e, bi piranî halê hemûyan jî pir xweş e. piraniya wan di 45-50 saliya xwe da teqawit(emeklî) bûne û di bera jî karekî, du karê din dikin.
Heta bigihîje esanaf jî teqawit bûne, him ji ”Bagkûrê” meaş digrin û him hî kar dikin.
Tiştê din yê li Amedê(esas li hemû Kurdistanê)bala meriv dikşîne mirina zimanê kurdî ye, dema meriv li Amedê digere wek ku meriv li bajarekî Tirkiyê be, li her derê bi tirkî tê peyivandin, tek tûk dengê kurdî dikeve guhê meriv.
Zimanê bazarê û danûstendinê tirkî ye, gundî, bajarî, feqîr dewlemend her kes bi hev ra tirkî dipeyive.
Lê dema meriv bi kurdî bipeyive her kes bersîva meriv bi kurdî dide.
Ez bi xwe li Kurdistanê gelkî geriyam, çûm Amedê, Ruhayê, Mêrdînê, Midyadê, Nisêbînê, Wêranşarê, Swêregê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Bazîdê, Gewaşê, Çaldiranê, bi rê da, di texsî, otobozan da, li otêlan yanî li her derê bi kurdî peyivîm û li her derê jî bersîva min kurdî dan.
Û ne tenê bersîv, ji br ku em bi kurdî dipeyivîn gelkî qedrê me girtin, li çend ciyan fêkî û şîrînî belaş îkramî me kirin.
Lê kurdên welê xwe bi xwe, heta kesê herî siyasî û zana jî li bazarê, di danûstenên xwe da bi kurdî napeyive, guh nade zimên.
Kurdî li Kurdistanê bûye zimanê turîstan, gava ”turîstên” weke me bi kurdî bipeyivin kêfa wan tê û qîmetê didinê, lê ew bi xwe napeyivin.
Wek min got, mezin hîn kurdî dizanin, yanî kesên kurrdîzan hîn neqediyan e, lê temen her ku biçûk dibe kurdî jî nayê zanîn, diqede.
Yanî di nava zarojan da kurdî êdî qediya ye.
Berî salên 1980-î heta 5-6 cîlan(nifşan) jî di bajaran da zimanê malê nedibû tirkî, gundiyên diketin bajêr tavilê dest bi tirkî nedikirin.
Lê nuha li Amedê, li Wêranşarê û li derên din jî gundiyên 5 sal berê, deh ssal berê ketine bajêr bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin.
Ev rewş jî nîşan dide ku heger kurd di demeke kin da mafekî, statuyeke resmî bi dest nexin kurdî miriye.
Di nava bajarên ez lê geriyam li Dêrik û Wêranşarê kurdî zêde bû, bi taybetî jî Dêrik. Li Wêranşarê li hin kolanên gundiyan tenê kurdî bû, lê li bi piranî tirkî bû.
Li Amedê er deriyê Xana Hesenpaşa yekî tizbîfiroş heye, min gulika tizbiya xwe li wî da çêkirin.
Dema ez pêra bi kurdî peyivîm gelkî kêfa wî hat, got ji ber ku tu bi kurdî dipeyive(ez û xanim jî bi kurdî dipeyivîn)ez ji te pera nagrim. Min jî got, ji ber ku tu qedir didî kurdî ezê zêde bidim û min bi zor 5 lîre dayê.
Dûra jî min got, çima hûn Diyarbekirî bi hev ra tirkî dipeyivin? Ev çev çend roj in ez bala xwe didimê her kes bi kurdî dizane.
Got ji sedî pênce sûcê zaza ye û ji sedî pênceyî jî ji ehmeqiya me ye. Got zaza naxwazin bi kurmancî bipeyivin û kurmanc jî bi zazakî nizanin, loma jî zimanê me dibe tirkî.
Di vê tesbîtê da para rastiyê pir e, dema herdu serî yek lehçeyê nepeyive ziman otomatîkman dibe tirkî.
Li marketekê ez bi keçika tezgahtar ra bi kurmancî peyivîm, got ez bi kurdî nizanim. Dema min got tu çima nizanî, got, ez ”zaza”me.
Li ser vê mazereta wê, min got bi zazakî bersîva min bide, ez bi zazakî dizanim. Lê bi zazakî jî nizanîbû. Tesadufen Heyder Diljen jî li wir bû, ew ket nabêna me, got tişt nabe...

Sibe ziyareta Mala Dengbêjan û sohbeta bi seyda M. Emîn Bozarslan ra.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Pishtî van agahdariyên te yên li ser zimanê kurdî ez pir xemgîn bum, pir êshiyam. Êdî ez destê xwe ji kurdî dishom u ez ê di jiyana xwe ya mayî da careke din jî bi kurdî ne bipeyîvim u ne jî binivîsim.

    Ev nivîsa min ya dawiyê ye. Êdî pênc qurush qîmeta milletê kurd jî li ba min tun e. Chiqas werin kushtin ewqas jî ez ê kêfxwesh bibim.

    Bila xwedê serokên ehmeq nede tu milletekî din!

    Spas ji bo nivîsa te xalo. Bash li xwe mêze bike.

    Bila xwedê bi te ra be u bimîne di xweshiyê da.

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Pîran Tîrê hêja ez qala van rastiyan dikim ji bo tu û hemû kurdên kurdperwer bêtir qedir û qîmetê bidin zimanê xwe, ne ku devjêberdin.
    Xeyd, "destjêşuştin" û nepeyivîn ne tu rê û xelasîye.
    Kes ji bo kesî ne kurd e û bi kurdî napeyive, her kes mesûlê xêr û gunehê xwe ye.
    Li hember rewşeke wiha kambax wezîfe min û te ne terkkirina zimanê kurdî ye, belovacî wê bêtir nivîsîn, peyivîn û xebat e.
    Dema tu bi kurdî nepeyivî, nenivîsî tu yê tenê dilê dijmin şad bikî û kêfa wan bînî.
    Dewlet dixwaze hemû kurd wek te wiha bixeyidin û dev ji kurdî berdin.
    Tu bi ya xalê xwe dikî tu yê dev ji vê "biryara" xwe berdî û bêtir li kurdî germ bibî...

    SvaraRadera
  3. Kekê Zinar, te bi çaveki vekirî û baş li rewşa welêt mêzekirî ye. Belê tesbîtên te rastin. Ziman hilqitî ye mixabin.Ev têkçûyîne ke goreyî min. Zêde na 20 sal şûn da êdî kesên bi Kurdî biaxivin nayê dîtin. Ev sosret e, tişteki ecêbe Kurd heye lê Kurdî tune ye. Ez di vê derheqê de rêxistinên Kurda tawanbar dibînim, çimkî di seri de gotin " zimên ne girînge, tişta muhîm ev e em ji hev fêm bikin û bes!" Ji xwe re sîstem û tevgera Kemalistan kirin mînak, bi tevgera Kurdewarî ne meşîyan mixabin.
    Silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim.
    Tevger Çekdar

    SvaraRadera

PARVE BIKE