22 juli 2010

Barê Amedê pir giran e

3
Saet li dora dehê şevê em gihîştin balafirxaneya Ameda xopan.
Me walîzên xwe girt û bi dilşadiya ku em gihîştine axa Kurdistanê ji balafirxaneyê derketin der.
Li der du birayên min(Fûad û û Faîk)û çend dost û heval(Halîm Îpek, Baran Vûral, Zîwer û Adnan Ozbîngol)li bende me bûn.
Bi hesret û kêfxweşiyeke mezin me hevûdu himêz kir û dûra jî em li wasiteyên xwe siwar bûn û ketin riya malê.
Tiştê di bîra min da maye Amed gelkî germ bû, lê dilşadiya gihîştina welêt û dost û hevalan dilê min germtir kiribû.
Gava em gihîştin mal, kokima diya min li kolanê li bende me bû. Fena her dem dîsa weke baranê hêsir barand.
Em derketin jor, malbat li me kom bû, kêf û dilşadiya hevdudîtinê ji çavên her kesî difûriya.
Min û xanimê hin kes nas dikir, lê Serhat û Rojan kes nas nedikirin, kî dihat ew maçî dikirin, rebena matmayî mabûn.
Me şevbêrka xwe heta destê sibê domand.
Sibehê em rabûn berê çûn ser gora bavê min û dûra jî ser ya Wedat Aydin.
Ji bo ku em dara ser gora bavê min av bidin diya min bîdonek vala dabû destê me, li ber devê goristanê kaniyek hebû, me xwest bîdona jê tije kir. Lê 4-5 zarokên li ser kaniyê tavilê rahîştin tenekên xwe yên berê dagirtî û bi teqala me ketin, gotin emê av bidin.
Herçiqas min got heyra ne hewceye, vaye ava me heye pere nekir, bi me ra meşiyan.
Her tenekeyek belkî 20-30 lîtir av têda bû, teneke ji wan girantir bûn, lê dîsa jî radikirin û ji me nediqetiyan.
Temenê wan di nabêna 7-10 salî da bûn, gişan jî digot “xalo ezê lêkim”...
Me dît nabe, ji neçarî me ava hemûyan qebûl kir.
Em çer ketin hundur goristanê (Şehîtlixê) ji ber derî û ji nava daran çend jinên feqîr û du mele jî bi pey me ketin, pîrekan pere dixwestin û melan jî digot emê li ser gorê Yasînekê bixwînin.
Li ser gorrê em, çend jinên parsek, zarokên avfiroş û du mele li hev kom bûn, zarokan av li darê dikir, jinan pera dixwestin, melan jî dua dikirin.Gotin û rica “me rehet bihêlin” pênc pere nedikir, dua meleyan, teqîna tenekeyan û liberger û lûbilûba pêrekên parsek ez matmayî hîştibûm, min nizanîbû çi bikim.Nedihîştin em weke malbat bi hev ra rismekî bikşînin, tim li dora me bûn, sahneyeke pir ne xweş û pir û trajîk bû.
Neyse me hevûdu razî kir û em ji wir çûn ser gorra rahmetî Wedat Aydin.Li wir jî eynî sahneyê tekrar kir.
Erebeyek birayê min ya xerxûte hebû, me li ber goristanê park kir. Bi parkkirinê ra 7-8 zarokên pir biçûk(bawir dikim hinekên wan ancax 6 salî hebûn) li dora erebeyê kom bûn, gotin ji bo ku hinek erebeyê xera nekin emê nobetê bigrin.
Min got kuro heger hûn xera nekin kes xera nake, lê guh neda min, hevûdu nîşan dan û gotin ”apo, xalo, e viya ewê çixîz bike” û yê din jî digot, “na ewê bike”, dibê ez nobetê bigrim.
Min dît heger em li hev nekin bi rastî jî ewê erebê perçe bikin. Loma jî min got, were ez rismê we bikşînim.
Kêfa wan hat, li hev kom bûn, min rismê wan kişand.
Yek jê veqetiya, got, dibê tu yê min tenê bikşînî. Min got baş e û min rismê wî kişand.
Li ser vê, dudiyên din jî xeyidîn, gotin dibê tu yê me jî bikşînî.
Min ji tirsa yê wan jî kişand.
Dûra yekî got, "ka rismê min… "
Min got kuro ez nuha nikanim risim bidim te, ezê dûra têxim înternetê, hûnê meşhûr bibin, dinyayê we bibîne.
Ez serê we neêşînim em gelkî ketin gewriya hev, me bi zor û bela me xwe ji nav lepê wan xelas kir.
Lê meleyek(min jê pirsî got ez lîcî me) ji me neqetiya, bi me ra hat ser gorra Wedat û bû pilepila wî, dest bi duakirinê kir.
Min got xoce mala te ava, ne hewceye, ez jî dikanim bixwînim lê qet guh neda min, dua xwe domand.
Dema emê bi rêkevin ji mecbûrî dibê me tiştek bidayê. Ji ber ku hîn roja min ya pêşî bû, loma jî di bêrîka min da perê Tirk tunebû. Min ji birayê xwe Faîk ra got, Faîk, hela tiştekî bide wî. Li ba Faîk jî perê hûr tenê lîrayek(5 kr swêd)hebû, derxist dayê.
Gava mele dît ku lîrayekî Tirk e, gelkî aciz bû, perê me got vir û avêt û dûra jî şiva di destê xwe da li darê xist, tu nema ku li serê me xe, û pişt ra jî bi hêrs got, ”ez ne parsek im, ez mele me, yaziklar olsun(şerm e, şerm e)ji wera” û bi qehr çû...
Em sê rojan li Amedê man.
Tiştê bala min kişand, Amed pir û pir mezin bûye, belkî bi sedhezaran gundî ketine bajêr.
Bêyî Deriyê Mêrdînê, Mêrgahmedê û derûdora dortyolê min dereke Amedê nas nekir
Meriv li her derê zarokên avê, dendika û tiştmiştên din difroşin dibîne. Kesên parsê dikin û zarokên kuçan pir in.
Ji ber ku pir germ e heta derengê şevê piraniya însanan li derve ne, li parka ne. Bi roj di binê her darekê da, hema li ku piçek sî hebe miheqeq çend însan xwe di binî da vezelandine ya jî dendikan çerez dikin.
Meriv ji kincên wan û ji girêdana wan fêm dike ku hemû jî gundî ne. Ne ku xaniyên wan tunene, li kuça mane, ji ber ku hundur xaniyên beton weke himamê dikele û ya din jî fêrî jiyana hundur(apartman) nebûne.
Loma jî piştî 10-11-ê sibê bi sedhezaran însan lê bi taybetî jî jin û zarok xwe davêjin parkan û binê daran û hetanî derengê şevê li wir wexta xwe diborînin.
Berî salên 1980-î li Amedê di nava bajêr da dar û park pir hindik bûn. Lê nuha bi dehan, belkî bi sedan parkên pir mezin çêbûne û li her dera bajêr dar hatine çandin, tu kolan û ziqaqa bê dar, bê hişnayî tuneye.
Di vî warî da meriv dikane bibêje ku hemû belediyên Amedê xizmeteke pir baş kirine.
Beyî van xizmetan ji bo alîkariya bi malbatên koçber, jin û zarokên wan ra, bi kesên seqet ra jî belediyan çend ciyên din yên pir mezin û hêjayî teqdîrê vekirine û di van avahiyan da xebat û xizmetên pir û pir baş dikin.
Ez çûm ji van li du heban geriyam. Herdu jî pir muhteşem bûn.
Sibe jî ezê çavdêriyên xwe yên Amedê bidomînim.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Welle te zimanê kurdî ji bîr kir. Bi fikra min divê te dîtinên xwe yên di derbarê zimanê kurdî da jî gava li balafirgeha Stembol-ê daketî, dest pê bikira u binivîsiya...

    Silav u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Di derbarê rewşa zimên da ezê îşev û di nivîsên din da dîtinên xwe bibêjim.
    Meriv dikane bibêje kurdan weke milet dev ji zimanê xwe berdane û tirkî kirine zimê xwe yê dayikê.
    Li Kurdistanê kesên bi kurdî dizanin hîn pir in, lê jimara wan roj bi roj kêm dibe. Zarok kêm bi kurdîdizanin.

    SvaraRadera
  3. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera

PARVE BIKE