Li gelek bajarên Tirkiyê êrîş û terora li hember zextên xwendekarên kurd roj bi roj zêde dibin.
Li gelek bajarê Tirkiyê faşîstên tirk bi xweşbîniya pûlisan her roj êrîşê dibin ser xwendekarên kurd û nahêlin herin zanîngehê û têkevin îmtîhanan.
Tokat jî ji van bajaran yek e. Xwendekarên li Tokatê jî dixwînin ji ber van êrîşên faşîstan nikanin herin dibistanê û têkevin îmtîhanan.
Çend roj berê(21-ê gulanê) faşîstan du xortên kurd yên bi navê Denîz Aktop û Can Akyurek bi kêran giran birîndar kirubûn.
Lê li gel vê jî, hêzên ”ewlekariyê” ji dêlî ku êrîşkarên faşîst bigrin, piştî derketina ji nexweşxaneyê, xwendekarên kurd girtine bin çavan.
Xwendevan û weliyên kurd dibêjin, xwendekarên kurd nikanin herin dibistanê, ji ber ku ewlehiya wan tuneye.
Ne pûlis û ne jî îdareya dibistinê li hember faşîstan tu tedbîrê nagrin û destegê nadin xwendekarên kurd.
Wisa xuya ye ku armanca hemûyan ew e ku xwendekarên kurd dibistanan biterikînin.
Îcar tiştê pûlis û îdareya unîversîteyan naxwazin bi xwe bikin, bi hêzên faşîst didin kirin, wan dajon ser xwendekarên kurd.
Esas li Tirkiyê êrîş ne li hember xwendekaran tenê ye, li her derê li hember miletê kurd e, tirk tehamulî hebûna kurdan nakin, naxwazin kurd li bajarên wan bijîn, bixwînin û bixebitin.
Ev gelkî vekirîye.
Lê mixabin kurd hustuyê xwe xwar dikin û bi israr naxwazin vê kîn û nefreta tirkan ya li hemberî xwe bibînin.
Her ku tirk wan terorîze dikin, li wan dixin, ew hîn bêtir qala ”biratiya tirk û kurdan” û jiyaneke bi hev ra dikin.
Ev siyaset şaş e û dibê siyasetmedarên kurd dev jê berdin.
Baş e çare çi ye, dibê kurd çi bikin?
Bêguman bersîva vê pirsê ne hêsa ye.
Ji ber ku bi milyonan kurd li Xerbê, di nava tirkan da dijîn, hemû li wir xwedî îş û kar in.
Heta gelekên wan ji mecbûrî li wir in û şert û îmkanên wan yên vegerê tunene.
Ev rast e.
Lê li alî din, gelek kurd jî dikanin vegirin welatê xwe, bes venagerin….
A berî her tiştî, dibê ev kurdên dikanin vegerin welatê xwe.
Xwendekarên ku dikanin li Kurdistanê bixwînin dibê neçin li Tirkiyê nexwînin û tehamulî vê zulmê û barbariyê nekin.
Dibê êdî em fêm bikin ku tirk bi çavên neyaran li me dinêrin.
Meriv çuqasî mecbûr bibe jî meriv naçe xwe navêje bext û mala neyarê xwe. Dema meriv xwe avêt mala neyarê xwe, wê demê meriv her babet muamelê û zulmê jî qebûl dike.
Bi koçkirina nava bajarên tirkan, kurd viya dikin, ji tirkan ra dibêjin, serê me û şûrê we...
Ev şaş e, qebûlkirina zulmê ye.
Dibê kurd êdî li jiyaneke bê tirk û Tirkiye bifikirin, xwe fêrî viya bikin, ji dêlî bindestî û xulamiya ji tirkan ra, berê xwe bidin welatê xwe, li welatê xwe, li bajar û gundê xwe li kar û riya debarê bigere, li wir bixwîne...
Lê ji bo vê jî helbet di serî da dibê meriv di warê rûhî da xwe ji tirkan qut bike, ji zimanê wan, muzîka wan, fîlmê wan, welhasil her titşê wan.
Çawa ku tirk, tu tiştê me qebûl nakin û ji tu tiştê me hez nakin, dibê em jî bi eynî rengî tu tiştekî wan qebûl nekin û hez nekin.
Çare ev e, dema yekî bi çavê neyar li min nêrî, dibê ez jî bi eynî çavî û bi eynî hestan lê binêrim.
Kurdan gotiye, dest dest dişo, dest vedigere rû dişo.
Zulm, teror, tirs û xofa dewlet û civatê gelek mirovên kurd bêşexsiyet û durû kiriye, tu carî newêre dirist û rastgo be, tu carî newêre ya dilê xwe bibêje, dema bibêje tê lînckirin.
Heger ne her kes be jî, lê gelek kes dikanin vê zulmê qebûl nekin, gelek xwendakar dikanin li zanîngeheke welatê xwe bixînin.
Li din jî dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurd li hember van êrîşên ser kurdan dengê xwe bêtir bilind bikin û siyaseteke hîn aktîvtir bimeşînin û ji hukûmetê jî tedbîrên cidî bixwazin.
Li hember van êrîşan dibê civata kurd rabe ser nigan û vê zulm û terorê bi kîtleyî protesto bikin. Bi vê yekê ra dibê kurd daxwaza veqetandinê bêtir bidin pêş, madem ku ew naxwazin bi me ra bijîn, wê demê emê veqetin.
Dibê em viya bibêjin.
Heqê wan tuneye vê zulmê li me bikin, dibê em bi şîdet, bi çalakiyên mezin li dij derkevin û vegera welatê xwe ji xwe ra bikin hedef…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar