Gelî xwendevana îşev min mazûr bibînin, ez nuh(saet 23:00)gihîştim mal û loma jî îmkana min a ku çavê xwe li malperan bigerînim û tiştekî binivîsim tuneye.
Nuha saet yanzdê şevê ye û ez sibê saet di şeşan da radibim.
Dema ez bêxew dimînim îcar li ciyê kar bawîşkan li ser bawîşkan tînim û xanimên swêdî jî ji vê yekê gelkî aciz dibin û min rexne dikin.
Dibêjin tu bi şev çi dikî?
Ez rebenê Xwedê newêrim rastiyê jî bibêjim, ji mecbûrî mijarê diguherim û qala tiştekî din dikim...
Hevalekî min ji Kurdistanê hatibû, ez îro çûm ziyareta wî, min bîstekê lê guhdarî kir.
Ji ber ku di nêzîk da ezê jî herimwelêt, loma jî hewcedariya min bi gelek agahdarî û ”dersê” heye.
Tu carî zirara zanînê tuneye, meriv çi bizanibe li karê ye, rojekê dikane bi kêrî meriv were.
Hevlê ku min îro dît ev cara duyeme diçe Kurdistanê.
Cara pêşî ji meth û sena xweşiya welêt, başiya hevalan û gotinên şekirokî devê wî nediket hev, hema pesnê xweşikiya Kurdistanê û dost û hevalan dida.
Kurdistan buhuşta ruyê erdê bû, Diyarbekir bajarê vê cîhanê yê herî xweşik bû, dost û hevalên dîtibû ji xwe kes di ser wan ra tunebû, hewqasî baş, hawqasî baş bûn ku meriv dixwest nexwe, venexwe û hema bi şev û roj li ba wan razê û ji xwe ra li wan guhdarî bike.
Her ku wî qala xweşikiya Kurdistanê, mezinbûna Amedê, comerdî û qedirşînasiya dost û hevalan dikir ji heyecanê xurîkiyê digirt bedena min, şorik ji devê min diçû, min dixwest hema ez rabim û bi peyatî berê xwe bidim Kurdistanê…
Welahsil, digot Zinar, dîtin û gotin weke hav nabe, dibê tu herî bi çavên serê xwe bibîne birê min...
Lê îcar min bala xwe dayê kêr devê wî venake, êdî weke berê ne hewqasî pesnê Kurdistanê dida û ne jî yên hevalan, ji hisiyatê bêtir qala hin rastiyên xembar dikir.
Hevalê min î delal îcar ji pesnan bêtir qala, feqîrîyê, bêkariyê, birçîbûna milet û serdestiya tirkî û cankêşiya kurdî dikir.
Got, min xwest ez herim bi şev li Mêlikahmedê bigerim, lê birayê min nehîşt, got tahlûkeye, ewê te bişîlînin, li te xin.
Yanî bi şev gera li Mêlikahmedê pir tahlûkeye…
De îcar were nemre, were neqehere…Axir bi kurtî, hevalê min ê delal û ezîz vê carê bêtir qala bûyer û çavdêriyên ne xweş kir.
Helbet ez jî pê ra xemgïn bûm…
Min di dilê xwe da got, xwezî min lê guhdarî nekira…
Dema meriv bûyer û serpêhatiyên tahl û xembar dibihîze hastên meriv jî serobinî hev dibe.
Haaa di vê nabênê da dibê ez qala tiştekî din yê girîng jî bikim…
Min do orjîna “berata” xwe, yanî biryara mahkimê ya muhrûrîzemanbûna doza xwe jî girt.
Hevalekî din 3-4 roj berê bi xwe ra anî bû.
Me li wir soza hevdîtinê dabû hev, mala wî ava, ew û xanima xwe jî ji bo xatirê min hatin wir.
Heta nuha orjînala biryara dadgehê li ba min tunebû, di dema çûnê da dibê di bêrîka min da be.
Hevalê nuhhatibû ne bes bû, wî jî gelek çavdêriyên wî tesdîq dikir, digot “tabî, wisa ye, hertişt guheriye, aqilê meriv disekine…”
De neyse, baş xerab emê xwe lê biqelibînin, hela ka Xwedê çawa dike.Wek dibêjin, dibê ez jî herim bi çavên serê xwe bibînim....
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar