Di nivîsa xwe ya sê roj berê da(3/5)da min gotibû ku bi pêşkêşkirina daxwaznameya paseportê ez gaveke din jî nêzî welêt bûm.
Îro min paseporta xwe girt û kire bêrîka xwe.
Xanimê û zarokan ferman rakiribûn, digotin havîn e ewê dor neyê me, loma jî dibê em nehêlin roja dawî, rojekê berî rojekê miracaet bikin û paseportên xwe têkin bêrîka xwe.
Weke miracaetê, girtinê jî tu wext negirt, di nava çend deqîqeyan da dor hate min û min çû paseporta xwe û ya lawikê me yê biçûk girt.
Êdî ma çûyin...
Yê gundî her roj ji jina xwe ra digot:
- Xanim, weleh bê hesp nabe, dibê em ji xwe re hespekê bikirin.
Wiha digot, lê bira kirîna hespê li wir bimîne, feqîro pere tunebû ku kerekê jî bikire.
Rojekê dema çû bajêr, bi rê da ji xwe ra nalek dît. Gelkî kêfxweş bû. Gava ji bajêr vegeriya bi kêfxweşiyeke mezin ji jina xwe ra got:
-Jinê, min ji te ra nedigot karê Xwedê qedandin e, a vaye min nalek dît, here were ma hespek û sê nal…
Weleh me jî paseport û bilêtên xwe kirine bêrîkên xwe, maye xerciyê çûyinî, ji wî ra jî Xwedê mezin e.
Wek mêrikê gundî negot, ”karê Xwedê qedandin e”, qey ewê jî biqede…
Ku wiha dom bike, emê xwe zû bigihînin welêt.
***
Lêwik ji diya xwe pirsî, got:
- Dayê, tu bi qedrê Xwedê dikî, te heta nuha çend mêr kirine ?
Diya wî got:
- Dudu ji Silîva,
sisê ji mala kirîva,
yek Evdoyê guhşelte
û yek jî rahmetiyê bavê te,
law welleh destê diya te di hevîr da ye,
çend çirtik pirtikên di ber ra û ser ra jî hene,
lê ew jî nayê bîra diya te…
***
Mufrezeyeke eskerên Tirk li hêla Culemêrgê digrin ser gundekî. Piştî ku malan yek bi yek saxî dikin, êvarî diherin mala muxtêr.
Piştî şîvê, yuzbaşî dixwaze here daşirê –evdesxanê,tuwaletê- Muxtar, gundiyekî pê re dişîne der. Gundî dide ber yuzbaşî, diherin ji nav gund derdikevin, diçin nava erdekî beyar û ji yuzbaşî ra dibêje:
-Kerem ke, tu dikanî li vira bike!
Yuzbaşî dibêje:
-Ev çi hal e, ma qey evdesxaya we tuneye?
Yê gundî dibêje:
-Na tuneye. Em destava xwe li çolê dikin.
Yuzbaşî dibêje:
-Hûn jî pirr reben mane yahu..!
Li ser vê, gundî jî dibêje:
-Rast e, ji xwe heger em reben nemana nuha me yê destava xwe di nava erdê we de bikira…
***
Kalekî Kurdê ji Amûdê bi otobozê diçû Şamê. Bi rê da ji çentê xwe kitêbeke kurdî derxist û dest bi xwendinê kir. Yê li kêleka wî Baasiyekî temma bû. Di bin çavan ra li kitêba di destê kalo da nerî. Gava dît ku kitêb ne bi erebî ye, ji Kalo pirsî:
- Apo, ma ev kitêba tu dixwînî bi çi zimanî ye?
Kalo got:
-Bi kurdî ye.
Yê Baasî got:
- Apo, dewleta we tuneye, ma tu yê xwendina kurdî çi bikî?
Apo got:
- Ez bi dora serî, ku li vê dinyê ji min ra lazim nebû, ewê li wê dinyê ji min ra lazim bibe. Çimkî li Cinnetê her kes îfada xwe bi zimanê diya xwe dide.
Yê baasî dev ji Apo berneda, got:
Le ku tu çûyî Cahnimê?
Apo di bin çavan ra lê nêrî gût:
-Ê li wir jî bi erebî tê peyivandin û bi erebî jî ez berê dizanim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar