Ev çend car in di kanala Kurd1-ê û TRT6-ê da ez li programa karkirên demsale, temaşe dikim.
Do bi şev min dîsa di TRT6-ê da li programeke wisa temaşe kir.
Cî, îcar Qirixana qeza Hatayê bû û milet gizêr top dikir.
Li gor agahiya çawîş, 40-50 malbat bûn û hemû jî merivên hev û ji derdora Swêregê û Wêranşarê bûn.
Li ser pirsa xortê programçêkir, milet got, ew 5 meh in ku ew li wir dixebitin, gizêra top dikin.
Ew kar biqede, ewê îcar herin pembo…
Pembo biqede, ewê herin findiqan….
Findiq biqedin ewê pûrtuqalan…
Û ew jî biqede ewê nizanim herin ku û ku…
Weke makîneyên kar, dema li derekê kar biqede, dibin dereke din, karekî din, îcar li wir pê kar dikin.
Vî şerê 30 salî mixabin însanên kurd jî wisa kiriye, ew xistine dewsa makîneyan, piştî ku tirkek karê xwe pê diqedîne, dûra yekî din tê dibe, îcar ew karê xwe pê dike, dema wî jî karê xwe pê qedand, îcar yekî din tê dibe, îcar ew pê karê xwe dike…
Weke însan ez bi xwe bi vî halî kurdan pir û pir muteesîr dibim û pê diqeherim, lê ez çi bikim, çavê felkê kor be, tiştek ji destê min nayê.
Di dema hevpeyvînê da milet got, ev 5 meh in ku ew neçûne malên xwe, wer li wir in.
Xortê hevpeyvîn dikir matmayî ma û got, wê demê hûn cara naçin malên xwe, gundê xwe…
Bersîva însanan pir tarjîk bû, gotin rast e, em naçin, ku em herin emê birçî bimînin.
Gotin, çimkî li welatê me, li gundê me kar tuneye, ji mecbûrî em tên van deran û di vî halî da dijîn…
Yanî nanê wan bûye xezal û ew jî bûne tajî, wer li pê ne…
Hemû jî di şertên pir xerab da dijîn, li çolê, di nava erdan da, çend paç bi hev va kêl kirine û tê da dijîn.
Bi şiklekî her tiştî mehrûm û bêpar…
Di hin programên din da hin malbatan digotin bi salan e ku ew neçûne welêt, malbatên xwe nedîtibûn.
Wê rojê karkirekî ruhayî got, berî ku em werin vira bibînin, me digot belkî vanderan cinet e û welatê mej î cehnime ye.
Lê piştî ku me hat dît, me fêm kir ku em şaş bûne, vira cehnima û welatê me jî cinet bûye…
Di dema min da jî hin kes havînê diçûn Edenê pembo ya jî karekî din û piştî 2-3 mehan paşda vedigeriyan.
Lê ne bi vî rengî bû, nuha tiştê meriv dibîne, heger ne bi milyonan be, bi sedhezaran kurd ketine halekî pir xerab û ji tirkan û dewleta tirk ra bûne makîneyên kar û bi pereyekî pir hindik di şertên ne mirvovî da dixebitin.
Feqîrî, xizanî bêguman berê jî hebû, lê ne bi rengî bû.
Milet nuha bi erdê va zeliqî ye,weke xizanên li Hindistanê û Afrîka Başûr, di nava pîsiyê da, bêsitare, ji hemû xizmetên însanî û sosyal bêpar in dijîn.
Musebîbê vê rewşa kambax ya van însan bêguman şer e, terora dewletê ye.
Dewletê bi vê siyaseta valakirina gundan û terorîzekirina kurdan, xwest ”avê li ser mêsî bimiçiqîne” û di netîceyê da bi milyonan însanên kurd mecbûrî koçkirina bajarên xerbê bike û li wir bihelîne.
Nêt û hesabê dewletê tê zanîn, em dizanin ku dewlet naxwaze destê alîkariyê dirêjî kurdan bike û wan ji vê sefaletê xelas bike.
Lê dibê PKK û BDP, di vî warî da xwedî siyaseteke konkret bin.
Him di warê siyasî da û hinm jî di warê aborî da, dibê hewil bidin ku însanên kurd hewqasî jî nepelçiqin, hewqasî jî marûzî heqaret û zulmê nebin.
Ev grûb mexdûrî vî şerî ye, dibê PKK û BDP, ji bo ku van însanên xwe ji vî halî xelas bike, xwedî program û projyekê be.
Dema meriv halê wan zarokan, wan jinan û wan însanan dibîne, kezeb li meriv diperite, kurd ne musteheqî vê jiyana sefîl in, dibê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd liv ê trajediyê temaşe nekin.
Ji bo dawîlêanîna çûna xerbê dibê hin gav werin avêtin, dibê însanên kurd hewqasî jî neyên pelçiqandin, hewqasî jî neyên rencîde kirin.
Hêza bûye sebebê vê netîceyê, dibê berpirsiyarî û mesûliyeta xwe bicî bîne, dibê nehêle tirk vê heqaretê li însanên wan bikin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar