Ji mecbûrî mijaran dixim rêzê, bûyerên rojane digrim pêş û li ser dinivîsim û yên din jî, yên ku tu carî ”kevn” nabin dihêlim rojeke din.
Sê roj berê(pitirpêr)rojbûna Celadet Elî Bedirxan bû, min xwest li ser vî welatperwerê hêja û merivê mezin çend gotinan bibêjim lê wê şevê min pê ra negîhand.
Ez dixwazim nuha di vê nivîsê da çend gotinan bibêjim.
Hema hema hemû malperên kurdan rojbûna Celadet Elî Bedirxan pîroz kirin û li ser jiyan û xebata wî gelek tişt gotin û weşandin.
Wek tê zanîn Celadet Elî Bedirxan, 117 sal berê di 26ê nîsana 1893a da li Stenbolê hate dinê û di 15ê temûza 1951ê da, di netîceya qezayeke bêyom da li Şamê, di dema avdana erdê xwe da ket bîrê û wefat kir.
Bêguman kurd çuqasî pesnê Celadet Elî Bedirxan bidin û wî bi
hurmet û bi mînetdarî bibîr bînin jî hindik e.
Ji ber ku Celadet Bedirxan û piraniya ferdên malbata wî, di têkoşîna kurdan ya netewî da him roleke sereke lîstine û him jî ji miletê xwe ra gelek xebatên dîrokî û bêhemba kirine.
Rojnama kurdî ya pêşî Kurdistan(1898-1902)ji alî ferdên vê malbetê va(Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirhan)ve hatiye derxistin, elîfbeya kurdî ya latînî jî ji alî Celdet Bedirxan ve hatiye çêkirin.
Van herdu tiştan jî di dîroka kurdan ya kulturî û edebî da valayiyek pir mezin dagirtin û di prosesa netewebûna kurdan da roleke pir mezin lîstin.
Kurd kirin xwedî rojname û elîfbayeke tekûz.
Çêkirina elîfbeya kurdî ya latînî ne karekî hêsan û tiştekî biçûk e, bi vê elîfbayê deriyekî mezin li ber edebiyat, ziman û kultura kurdî vebû.
Bi saya vê elîfbeya Celadet Bedirxan, edebiyata kurdî bi pêş ket, kurd bûn xwedî rêziman, kovar û rojname û lehçeyên kurdî jî nêzî hev bûn.
Rûniştina li ser sifreyeke hazir rehet e, lê ji sifirê destpêkirin û xuliqandina tiştan wisa ne rehet e, jê ra zanîneke kûr û jîrîtiyeke mezin lazim e.
Celadet Bedirxan, di demeke dîrokê ya pir krîtîk û nazik da kêmasî û hewcedariya miletê kurd ya herî girîng dît û ji bo temînkirina vê hewcedariya girîng ket nava xebatê û ji sifirê berhemeke bêhempa xuliqand, miletê xwe kir xwedî elîfba û rêziman...
Xwedê kir ku Celadet Bedirxan, di saxiya xwe da miletê kurd kir xwedî elîfbeya latînî û bi xêra hebûna vê elîfbayê rê li ber pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata kurdî vekir.
Heger Celadet Bedirxan ev elîba çênekiribûya û pê çend kovar û rojname dernexistiba, gelo nuha ewê halê kurdan çi ba?
Belkî kurd îro hîn jî ne xwediyê elîfbayeke latînî ya miştereke bûn û ji her serîyekî dengek derdiket û çend elîfba li piyasî hebûn.
Loma jî tiştê Celadet Elî Bedirxan da miletê xwe tiştekî pir mezin e, miletê kurd ji analfabetiyê xelas kir.
Heger elîfba latînî tunebûya Hawar, Ronahî û Roja Nû jî ewê tunebûna,Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û bi dehan nivîs berhemên din jî îro ewê tunebûna.
Ji ber ku nivîskar û şairên wê demê hemû jî netîce û berhemên xebata Celadet Bedirxan in.
Bêyî hebûna elîfbeya Celadet Bedirxan, kitêbxaneya gelê kurd îro ewê gelkî feqîrtir bûya.
Çend kes hene, di dîroka kurdan da rolên pir mezin û girîng lîstine, bi saya xebat û berhemên wan miletê kurd bûye xwedî edebiyat, dîrok û zimanekî nivîskî.
Mesela dema meriv ji edebiyat û tarîxa kurmancan berhemên Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirxan û berhemên kurdên Kafkasan derxe gelo weke milet ewê çi yê me bimîne?
Qet tiştek jî namîne…
Ewê bibe weke dareke bêber, bê fêkî…
Heger kurd, qismê kurmanc îro xwedî edebiyat, dîrok, roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, malper û gelek tiştên din in, hemû bi xêra Celadet Bederxan û çend kesên weke wî ne.
Bêyî xebat û berhemên van çend kesan
nuha kurd ewê di rewşeke gelkî xerabtirda bûna…
Ji ber ku yê miletan dike milet edebiyata wan e, berhemên wan yên nivîskî ne.
Loma jî meriv çuqasî sipasî van camêran bike jî hindik e, bi xêra berhemên wan, em îro di nava miletên dinyayê da ne destvala û ne hustuxwar in….
Mala Celadet Bedirxan û hemû gorbuhştên ku min navên wan li jor nitirandin ava be, ji bo ku wan em kirin xwedî klasîkên kurdî,Mewlûda Kurdî, rojnameya Kurdistan û elîfbeya kurdî.
Piştî wefata Mîr Celadet, cenazeyê wî li Gorristana (Qebristana) Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veşartin.
Li ser kêla/kevirê gorra Mîr Celadet Elî Bedirxan ev helbesta jêr ya heval û dostê wî hêja Qedrîcan hatiye kolan:
Mîrê Kurd
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet
Fedakar, xwediyê hîmmet
Cendekê wî di vir de bin ax bû
Giyana wî bilindî asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebedîye.
Bi hurmet bibîr tînim
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar