06 mars 2010

Çend hestên tevlihev...

Jiyan kin e, wê li gor dilê xwe bijî...
Mêr be, cesûr be, ji bo azadiya xwe û welatê xwe têbikoşe, bindestiyê qebûl neke, evîndarê azadiyê be.
Cesaret dostan, tirsonekî neyaran ji te re peyda dike…
Ji hezkirinê nedirtse, ji kûrayiya dilê xwe hez bike; ji welatê xwe, ji evîndara xwe, ji dost û hevlên xwe.
Li hember dost û hevalên xwe dilpak be, bêhesab, bêkitab, bêhîle û bêxurde be, rastgo be…
Derewan neke, ji derewan hez neke û ya herî mihîm jî nebe hevalê virekan, çimkî ”ker ji keran fêrî tîzikan û tir û fisan” dibin…
Bi serketinekê ra dîn nebe, xwe wenda neke, bi têkçûnekê ra jî nebe teyrê baskşikestî, qudûmşikestî nebe.
Dikane her ketinek rabûneke wê û her rabûn jî ketineke wê hebe...
Ji ken jî ji girî jî, ji dilşadî û xemgîniyê jî netirse, ji însan ra carnan ken, carnan jî girî, carnan dilşadî û carnan jî xemgînî hewceye.
Tujî jî û şîranî wisa ne, ew jî du tamên jiyanê ne, bêyî wan jiyan xikûxag e, ji tamkirina herduyan jî netirse.
Ji hesretê nefret neke, jiyana bêhesret weke birinca rijî ye, bêtam e. Hesret, agirê evînî û hezkirinê gurtir dike, bi xêra wê meriv dixwaze xwe bigihîne biskên yarê û kolanên welatê xwe…
Jiyan bê pere nabe lê nebe êsîr û tajiyê peran. Di xortaniyê da zêde guh nedê, di kalîtiyê da piçekî dstê xwe lê ragire.
Gotina xwe tu carî texsîr neke, dema wezna wê hat bibêje. Lê jibîr neke ku meriv ne tenê ji peyva xwe ya ”gotî”, meriv ji bêdengî û peyva ”negotî” jî berpirsiyar e.
Ji bo nivîsîna derbarê hestên xwe da cesaret lazim e, vê cesaretê nîşan bide, hestan di hundurê xwe da genî neke.
Ji bo serkeftina sibe, karê xwe îro baş bike.
Kalîtî jiyanê bi meriv şîrîn dike, loma jî di kalîtî û pîrîtiyê da qedrê jiyanê bizane, rojên xwe vala neborîne.
Xwedî fikir û bîrûbawerî be, bira çewt bin, tişt nabe, ji bêfikriyê çêtir e. Merivê bêfikir weke keştiya bêpûsûleye.
Tu çuqasî ”mezin” bî jî tim nefsbiçûk be, egoîzim ji meriv ra dijmin û nefsbiçûkî jî dostan çê dike.
Comerdî ji çikûsiyê çêtir e, heger ji te tê di evîna xwe da, di perê xwe da, di gotin û destê xwe da comerd be.
Ji deynan hez neke, wek pêşiyên kurdan gotine, ne deyndar û ne jî maldar be, ya na tu dikanî ”him malê xwe û him jî hevalê xwe wenda bikî.”
Heroj nebe tiştekî din, lê ji guherandinê jî netirse, çimkî ”tenê mirî naguherin.”
Ne tima be, çavê xwe zêde bera meqam û malê dinyayê nede, heyraniya herduyan jî dikanin te rezîl û riswa bike, li ser ser te pir buha rûne.
Jiyan bi rastî pir tevlihev e, meriv çi bike jî nikane bêqusûr û bi temamî rast bike, miheqeq ewê şaşî û kêmasîyê bike, lê ya girîng ew e ku di taliya emrê xwe da meriv keda xwe neke keda bersîs û bi avê da bernede...
Camêrekî emerîkî gotiye, "jiyan zimanekî biyanî ye, herkes çet dipeyive."

2 kommentarer:

  1. Maşellah, xalê min hema hema, bi temamî disturê dînê îslamê nivîsîne. Xalo Xwedê zane te li medresê jî xwendîye. Gellek spas ji bo van şîretên teyê giranbaha.
    Bi silaf û rêz
    REHAWÎ

    SvaraRadera
  2. Ez bawer dikim min felsefeya "marksîzmê" û ya "îslamê" hinekî tevhev kiriye. Yanî pir hindik min ji herduyan jî para xwe girtiye.Lê heger "destûra dînê îslamê" ev be pir baş e.
    Ez neçûme medreseyê lê min Quran xitim kiriye û Mewlûda Kurmancî xwendiye.
    Axir "destûra" kîjan dînî û kîjan felsefeyê be jî şîrhelalî, rastgoyî, dilpakî û heqnasî wesfên baş in.

    SvaraRadera

PARVE BIKE