31 mars 2010

Zimanê ku zarok pê nepeyive dimre

Kurdîzanê Emerîkî yê bi nav û deng, Dr. Michael Chayet, di derbarê pêşeroja zimanê Kurdî da bi ”fikar û nîgeran” e.
Chayet, di rojnemeya Hewlêrê da gotiye, eger rewş wiha bidome kurmancî ewê bimre, divê Kurd sûdê ji serpêhatî û tercûbeya cihûyan werbigrin û zarokê xwe kurdî bikin, ji ber ku zimanekî zarok pê neaxive dimre.

30 mars 2010

Ev biryar tam li gorî şan û şerefa "edaleta tirk"e

Dadgeha Cezayê Giran a 5-emîn ya Diyarbekrê ji bo ku kevir avêtine ji pûlisan da 81 sal ceza daye 6 zarokên kurd.
Bi rastî jî biryareke ku tam li gor şan û şerefe ”edaleta tirk”e.
Ancax biryareke wiha bi dewleteke wiha keve…
Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse, îro li Diyarbekrê celseya dawî ya 6 zarokên kurd bû û dadgehê ceza li zarokan barandiye, tam 81 sal ceza daye 6 zarokên kurd.
Li gor îdîa pûlis, li Şirnexê di meşekê da van 6 zarokên girtî ku salên wan di nabêna 15 û 18- an da ye xwedêgiravî kevir avêtine ji pûlisên tirk û wesayitên wan da.
Di çavê dewletê da helbet ev sûcekî pir mezin e.
Dewlet naxwaze zarokên kurd ji biçûkaniyê da fêrî liberxwedan û serîhildana li hember hêzên dewletê bibin.
Dixwzin bi cezayên wiha giran ji nuha da zarokan û malbatên wan çavtirsiyayî bikin.
Dibê kurd fêrî liberxwedanê nebin.
Ev siyaseteke dewletê ya netewî ye.
Loma jî ”dadgeha” sîstema kemalîst wek ku van zarokan çek bikar anîbin û heryekî pûlisek kuştibe ceza li wan barandiye.
Heyete dadgehê, ji sûcên cihê cihê li her zarokekî 13 sal û 6 meh cezayê hefsê birîye.
Û dûra jî, ji ber biçûkiya zarokan û sergiraniya wan ya di dadgehê da cezayê heryekî daxistiye 7 sal û 5 mehan.
Xêra Xwedê, dibê meriv ji dadgehê ra li çepikan xwe(!)
Li hember sûcekî hewqas giran,(avêtina çend keviran ji pûlis û panzêrên wan da)cezayekî hewqas sivik?
Tenê 7 sal û 5 meh ceza?
Bi rastî jî ne tiştek e, dibê zarok bikin dawet û diyên wan jî ji kêfan destên xwe hine bikin….
Kurdino, ev dewlet ne bi dadgehan tenê, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, ji sîstema huqûqî, meclîsê, pûlisan, artêşê bigre, heta bi zanîngeh û çapemenîyê li dijî miletê kurd e, bi çavê dijmin lê dinêre.
Li Tirkiyê qanûn û normên cezê ji bo tirk û kurdan cihê cihê tên bikaranîn, ji bo tirkan bi hawakî, ji bo kurdan bi hawakî ye…
Wek tê dîtin, zarokên kurd yên di bin 18 salî ra ne didageha zarokan, di ya cezayê giran da tên mahkimekirin û ji ber ku kevir avêtine ji pûlisan da her zarokekî 13 sal û 6 meh ceza danê, lê qatilê Hirant Dînk, weke zarok tê qebûlkirin û di dadgeha zarokan da tê dadgehkirin.
Ev jî nîşan dide ku ev dewlet çuqasî li dijî miletê kurd e.
Heta nuha li gelek bajarên Tirkiyê belkî bi sedan carî “zarok” û mezinan ne tenê kevir, bi kêr û satoran, bi şeşderban êrîş birine ser kurdan û ew lînc kirine.
Lê dîsa jî dadgehê heta nuha cezayekî wiha giran nedaye kesî.
Dewlet, ji bo ku zarokên tirk êrêşî bibin ser kurdan, wan gurgîn û xelat dike, lê zarokên kurdan jî ji bo 2-3 kevir avêtine ji pûlisan da bi dehsalan ceza dike.
Ev jî nîşan dide ku dewlet li hember kurd û tirkan wek hev tevnagere, zarokên tirk ji xwe û yên kurd jî weke neyarê xwe dibîne...

29 mars 2010

Gefên vala

Ewrûpî bi piranî wiha ne, heta ku meriv pê li nasira wan neke, yanî heta ku zirara wan tê tunebe tu carî xwe nakin destiyê kêrê, dengê xwe nakin, li hember zulm û neheqiya herî mezin jî xwe kerr û lal dikin.
Lê gava zirar bigihîje menfeeta wan, a wê gavê di cî da demokrasî tê bîra wan û ji nişkave dibin demokrat, rastgo û heqnasên temam û herî mezin.

28 mars 2010

Berberiya kurdan ya li hember hev zirareke mezin da miletê kurd

Heta ku netîceyên hilbijartinên Îraqê yên resmî nehatibûn eşkerekirin berpirsiyar û serokên kurdan pir xweşbîn(optumîst)dipeyivîn, digotin me ji sedî 23-24-ê dengan girtiye û bi vî hawî jî di meclîsê da 64 kursî saxlem kirine.
Lê nuha bi îlankirina netîceyên resmî ra derdikeve ortê ku ev herdu texmînên serokên kurdan jî şaş bûne.

27 mars 2010

Min ji vê şêla Leyla Zana tiştek fêmnekir

Nivîskarê rojnameya Vatanê Rûşen Çakir, di nivîsa xwe ya 23-ê mehê da qala çavdêriyên xwe yên Newroza Diyarbekrê dike.
Çakir dibêje, tiştê herî bêtir ew xeyalşikestî kiriye Leyla Zana bûye.
Leyla Zanayê di Newroza par da berê bi kurdî û dûra jî bi tirkî pir bi "pîvan" peyivîbû û mesajên pir baş dabû serokwezîr Erdogan.

26 mars 2010

Zalim rûşuştî ne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser perwerdeya zimanê zikmakî yên tirkên li Almanyayê dijîn daxuyanîyek daye rojnameya hefteyî ya alman Die Zeit-ê û gotiye:
”Li Tirkiyê kolejên alman hene. Çima ewê li Almanyayê kolejên tirk tunebin? Almanya ji hewcedariya di vî warî da hîn bêhay e. Însan dibê berê hakimê zimanê diya xwe, yanî hakimê tirkî bin. Lê çi mixabin ku di realîteyê da tiştekî wiha tuneye.”Gotinek heye, dibêjin, lawo nuha yê ji dînê min ra xeber dide, misilmanekî temam bûya…

25 mars 2010

Heryek ji bo tiştekî bûye tirk

Di malpera rizgarî.com-ê da nivîseke Lokman Polat ya gelkî xweş heye. Polat, di nivîsê da qala serpêhatiyeke xwe ya Stenbolê dike.
Serpêhatiyeke pir xweş û pir manîdar e.
Dibe ku ji xwendevanên vî quncikî hinekan ew nivîs(Cîhan guherî lê çepên tirk negehurîn)nexwendibe.
Ez dixwzim îşev jî li ser mijara vê nivîsa Lokman Polat rawestim.
serpêhatiya Lokman Polat, rastiyeke pir tarajîkomîk e...

24 mars 2010

Bi minasebeta wefata Seîdê Kurdî bîranîneke wî

Çendakî berê di malpereke Ruhayê ya radyoyê da(radyomedya)ez rastî bîranîneke gorrbuhştê Mele Seîdê Kurdî hatim.
Nivîs(ya jî bîranîn) li ser hevdîtineke di nabêna Mele Seîdî Kurdî û wezîrê karê ewlehî yê Dewleta Osmanî Şefîq Paşa da ye.
Bîranîn, wî(Seîdê Kurdî) bi xwe qal kiriye û weşandiye.

23 mars 2010

Civata dejenere...

Çend dost û hevalan heq dane nivîsa min ya do, ku min Aynur Dogan xanima stranbêj rexne kiribû.

Ji dêlî ku ez yeko yeko bersîvên wan bidim, min got ya çêtir ew e ku e ez li vir çend gotinan bibêjim.

Bi baweriya min dibê meriv biwêribe ji başan ra bibêje BAŞ û ji xeraban ra jî bibêje XERAB!

Ger ne wiha be baş û xerab weke nîsk û nokan tev hev dibin, meriv nizane kîjan nîsk e, kîjan nok e û kîjan jî birinc e?


Dibê meriv vana li bêjingê xwe.

Di her warî da dibê meriv li bêjingê xe.

Di siyasetê da, di nivîskariyê da, di muzîkê da, di huner da.

Axir di her warê jiyanê da.

Kî ji çi fêm dike, dibê li ser wê mijarê raweste û krîtîk bike.

Ne rast e ku hema her kesê ku bikanibe bibêje "lêlêê, lolooo" û "ez reben im, ez reben im" bibe stranbêj û hunermendê/hunermenda kurd.

Kê çi da me dibê em pê razî nebin û nedin ser serê xwe, êdî ew dem û dewran derbas bûye.

Dibê di xizmetê da jî kalîte hebe.

Heger nivîsên min li gor hinekan bê kalîte ne, kurdiya min xerab e, tûrikê min vala ye, gotineke min ya ez bibêjim tuneye, dibê xwendevan biwêribe viya bibêje û nivîsên min nexweîne.

Bi derewan pesnê min nede.

Ya jî ji bo ku ez bi kurdî dinivîsim devê xwe negre û ji min ra li çepikan nexe.

Kesî ji bo nivîsandinê zor nedaye min, ez bi dilê xwe dinivîsim.

Heqê min tuneye minetan li kesî bikim.

Ev yek ji bo her kesî wisa ye.

Bi kurdî nizane bira nebe siyasetmedar û stranbêj.

Çimkî ev herdu sinet jî bi ziman û zanînê dibe.

Heger ewê bibe serokê miletê kurd, dibê zimanê vî miletî bizanibe, bi zimanê wî pê ra bide û bistîne.

Heger kurdbûn û ziman ne mihîm be, wê demê meriv dikane gelek tirkên dostên kurdan yên gelkî jêhatî îtxal bike û bike serok, rêber û berdevkê miletê kurd.

Yanî weke lîstikvanê futbolê bikire, îtxal bike...
Heger ewê bibe dengbêjê miletê kurd, berî her tiştî dibêbê zimanê kurdî û gotinên stranan baş fêr bibe.

Ma we cara dîtiye ku dengbêjê miletekî bi zimanê xwe nizanibe?

Bi vê nezaniya xwe ya zimên û hûnerê, weke tirkan ew jî muzîka kurdî xera dikin.

Binêrin, li gor kanalên tirkî pir kêm li telewîzyonên kurdî tên temaşe kirin.

Çima ?

Ji ber ku kalîte tuneye, ziman xerab e, mijar ne aktuel û balkêş in û gelek sebebên wiha.
Loma jî milet lê temaşe nake.

Dema kalîte bilind bibe, ziman rast were peyivîn, muzîk bi rastî muzîka kurdî be, miletê lê temaşe bike, lê guhdarî bike; edebiyat be ewê bixwîne.

Neyse ez kin bibirim, bi rastî jî do Aynûr Dogan pir xerab bû, him kurdî nizanîbû û him jî repertuara wê pir xerab bû, te digot qey Ne Newroz e, şîn e...

Welhasil em kurdên Tirkiyê pir dejenere bûne, weke soleke ku deform bûbe, me orjînalîteya xwe wenda kiriye...

Em ne tam kurd in, ne tam tirk in, loma jî Xwedê jî nizane em çi ne...

22 mars 2010

Em kurdên Tirkiyê ji miletbûnê dûr ketine...

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku ezê herim şahiya Newrozê li Aynûr Doganê û li muzîka îranî guhdarî bikim.
Ez gelkî tije bûme, dibê ez ji we ra îşev qala ”dengbêja kurd ya bi nav û deng” Aynûr Dogan xanimê bikim.
Li gel ku berf û bahoz bû, me rabû ji malika xwe da rê em çûn.
Bilêtên xwe me du roj berê bi riya înternetê kirîbû.
Konserê saet di 19-an da dest pê dikir.

21 mars 2010

Newroza we pîroz be!

Gelî dost û hevalan, di serî da, berî ku ez qala tiştekî diin bikim, Newroza we û ya hemû gelê kurd pîroz be!
Bi hêviya ku emê Newroza bê li Kurdistaneke azad pîroz bikin...
Ji bo dîtina welatekî serbixwe û miletekî azad, yekîtiya xwe xurt û xebata xwe jî geş bikin...
Nuha jî ez dixwazim li ser pîrozkirina Newrozê ya dewleta tirk çend peyvan bibêjim.
Min nuha di kanaleke TRT-ya Tirkiyê da dît ku dewlet jî Newrozê bi şiklekî resmî pîroz dike.
Kenê min hat, komediyeke temam bû.
Tiştekî xwe, yê miletê tirk nîşan nedidan, tiştên qirgiz, ozbek, turkmen û azeriyan nîşan didan, bi kultur û adetên wan xwe qure dikirin, digotin, mêze em jî Newrozê pîroz dikin....
Ez fêm nakim dewleteke, miletek çawa dikane xwe hewqasî bike pêkenînê alemê.
Kultur û adeteke wan ya pîrozkirinê tunye, lema jî feqîran nizanin çi bikin û çawa pîroz bikin. Lê biryar ew e ku vê cejnê ji kurdan ra tenê nehêlin.
Ji qerezî kurdan ra, ji bo ku kurd tenê pîroz nekin ev çend sal in ku dewlet jî Newrozê bi şiklekî zorakî û netabiî pîroz dike.
Pîroz dike bira bike, em nabêjin ji ber ku kurd Newrozê pîroz dikin dibê tu miletekî din pîroz neke.
Tiştekî wiha ehmeqiyeke mezin e.
Lê dema meriv cejnek pîroz kir, dibê ew adet û ew kultur li ba meriv hebe, meriv kanibe di wî warî da tiştekî nîşan bide.
Li ba tirkan ev tuneye.
Îcar ji ber ku li ba wan ev adet û kultur tuneye û loma jî nikanin weke miletê tirk adet û berhemeke Newrozê pêşkêş bikin, ji dêlî vê diçin ban gurûbên qirgizan, turkmenan, ozbekan û azeriyan dikin, wan derdixin telewîzyon û şahiyan, bi wan Newrozê pîroz dikin.
Îro jî dîsa wer kirin, folklor û babetên pîrozkirina gurûbeke qirgiz ya jî ozbek nîşan dan, rebenan bi pîrozkirina wan xwe tatmîn dikirin...
Sosireteke wiha li tu dera dinyayê tuneye, ew bi xwe nizanin pîroz bikin, diçin ba ”merivên” xwe dikin, dibêjin mêze, merivên me jî Newrozê pîros dikin û ev jî îspata wê ye ku miletê tirk jî Newrozê pîroz dike.
Nuha kesî negotiye tirkmen, azerî, qirgiz, ozbek, tacîk, îranî, afganî Newrozê pîraz nakin, ev adet li ba kurdan tenê heye.
Kesî tiştekî wiha negotiye.
Tiştê em dibêjin adeta pîrozkirina Newrozê li ba tirkan tuneye, heger heye kerm bikin, bi xwe pîroz bikin, ne bi qirgiz û ozbekan...
Kurd serê hezarsalan e ku vê cejnê pîroz dikin, Ehmedê Xanî nêzî 300 sal berê di destana Mem û Zînê da qala Newrozê dike, Mem û Zîn di cejna Newrozê da hev û du dibînin.
De îcar heger tiştekî we jî heye, kerem bikin nîşan bidin, bi adet û kultura xelkên din cejneke li ba we tune nekin ya xwe, şerm e, kultur û adetên xelkê ne yên meriv in, meriv bi yên wan nikane pesnê xwe bide, bibe xwedî adetekê.
Dibê ez zû rabim herim Newrozê, li Aynûrê û çend xaninmên faris guhdarî bikim. Îşev hin kurd û îranî bi hev ra Newrozê pîroz dikin....

20 mars 2010

Rûvî neçû qulê rabû hejek bi dêla xwe va girê da...

Min îro belayek din ji xwe ra vekir, blogg ne bes bû, min ”facebook” jî lê zêde kir…
Dibêjin rûvî berê nediçû qulê rabû hejek jî bi dêla xwe va kir…
Îro Heyder Diljen û xanima xwe hatibûn Stockholmê, telefon kir, mel i bajêr hevdu dît….
Piştî vexwarina qahwê me sohbet germ kir, yek ji vir, yek ji wir, mijar hat ser çûna min ya welêt.

18 mars 2010

Benîştê dînan ji lîtirê ye

Li Stenbolê yekî tirk her roj çûye li qahwexaneya yekî kurd rûniştiye û çayek vexwariye.
Lê her car jî xwestiye heqê çayê nede û here, heta ku ji xwediyê çayxaneyê sîleyek bi tîn nexwariye heqê çayê xwe nedaye.
Carek, du car, sê car, rojekê yê kurd gotiye:

17 mars 2010

Extiyarî "demsaleke" bi kovan e

Hûn rastiyê dixwzazin min nizanîbû extiyarî(kalî, pîrî)tiştekî hewqasî ne xweş û bi derd û kul e.Di xortaniya xwe da min nizanîbû ku extiyarî hewqasî bi gelş û zahmet e. Ez ji extiyariyê qet neditirsiyam.
Lê nuha ez dibînim ku extiyarî ”sinetekî” gelkî zor e, ji bo ku tu qudûmşikestî û ziravqetyayî nebî, ya dibê tu guh nedî tu tiştî, ya jî dibê tu xwedî îrade û baweriyeke pir mezin bî.

16 mars 2010

Roja ku jahrî bi ser kurdan da barandin

Di dîroka miletê kurd da 16-ê adarê, yanî îro rojeke pir xembar, rojeke reş û şînê ye.
Rejîma Saddamê dîktator di 16-ê adara sala 1988-an da bajarê Helebçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.
Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kesî jî birîndar bûn û seqet man.

15 mars 2010

Bi vî aqilî em nagihîjin hevalan...

Tim wiha dibe, aqilê kurdan dûra tê serî; piştî ku hasil diçe mûsil û êdî derenge e, bi xwe dihesin.
Diayr e di hilbijatinên Îraqê da jî wiha bûye.
Heta nuha hîn tiştekî resmî tuneye, lê j ido da ye di hin malperên kurdan da li ser kursiyên kurdan bidestxistine gelek speklasyon tên kirin.
Li gor xebera malpera Rûdawê, li Kerkûkê 98 hezar dengên lîsteya Goran, Komel û Yekgirtû ya Îslamî şewitîn.
Ji ber bêtifaqî û zêdebûna lîsteyan, dengên kurdan ji hev belav bûne û ji ber vê yekê jî kurdan li deverên negirêdayî Kurdistanê û Bexdayê bi kêmanî 6 parlamenter wenda kirine.
Heger lîsteya Goran, Komel û Yekgirtû ya Îslamî bi lîsteya Hevpaymaniya Kurdistanê ra tifaq bikirana û bi yek lîsteyê têketana hilbijaatinan li Kerkûkê kurdan ewê 2 kursiyên din jî bidestxista.
Û ne li Kerkûkê tenê, li herêmên din jî netîce ewê gelkî baştir bûya.
Lê bi taybetî jî Kerkûk ji bo kurdan gelkî girîng bû û meriv hêvî dikir ku kesên ku xwe ji PDK-ê û YNK-ê bêtir neteweparêz dibînin, dibê ev netîce texmîn bikirana û menfeeta netewî di ser menfeeta gurûbî ra bigirtana.
Lê hezar mixabin ku wiha nebûye.
Li parêzgeha Diyalayê li gor texmînên ne resmî, Kurdan 2 kursî misgor kirine. Ji van yek, PDK-ê û yek jî YNK-ê girtiye.
Û hemû rayên Goran, Komel û Yekgirtû ya Îslamî jî bi avê da çûne.
Yanî feyde gihîştiye ereb û tirkmenan.
Berpirsiayarekî PDK-ê yê hilbijartinan gotiye:
“Heger kurd li parêzgeha Diyalayê yek lîste bûna ewê 3 kursî qezenc bikirana û îhtîmala girtina kursiya çaran jî hebû. Lê hemû dengên Goran, Komel û Yekgirtû ya Îslamî vala çûne.”
Hema li kerkûkê tenê 98 hezar dengên kurdan bi kêrî tiştekî nehatiye.
Li Kerkûkê ji bo girtina her kursiyekê 47 hezar û 500 deng pêwîst in
Lê li gor beyana ku berpirsiryarekî Komîsyona Hilbijartinan daye Rûdawnetê, Goran 37 hezar, Yekgirtû ya Îslamî 43 hezar û Komel 16 hezar û Lîsta Qela jî 2 hezar deng girtine.
Û li gor van dengan, ji wan yek jî nekare kursiyekê misoger bike. Bi vî awayî jî Lîsta Iraqiye ku Eyad Elawî serokatiya wê dike, bi 252 hezar dengan bûye yekem û lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê jî bi 223 hezar dengan bûye lîsteya duyem.
Yanî heger ev agahdarî rast be, kurdan bi destê xwe li Kerkûkê Eyad Elawî kirine yekem.
A dibê meriv siyasetê wiha bike, hêza xwe perçe bike û dijimin bike yekem. Çi baş, çi baş…
Û navê vê jî siyaseta ji bo meiletê kurd e….
Heger kurd yek lîst bûna, ew dengên ku Goran, Komel û Yekgirtû nedişewitîn û Kurdan ewê 8 kursî û tirkmen û ereban jî bi hev ra ewê tenê 4 kursî qezenc kiribana.
Berdevkê PDK-ê Cafer Îminkî gotiye, li Bexda û Selehadînê jî ji ber zêdebûna lîsteyan hemû dengên kurdan şewitîne.
Herbijî (!)
Cafer Îmînkî dibêîje, hêzên kurd şaşiyke pir mezin kirin ku li herêmên veqetandî neçûn tifaqê.
”Wiha baş bû li Kurdistanê her partiyek bi bi lîsta xwe ya taybet di hilbijartinan de beşdarî bikira, lê li deverên veqetandî û Bexdayê lîsteyeke me hebûya û hilbijêran jî dikanîbûn di nav lîsteya hevbeş da hevrikiyê bikin, wê demê dengê tu aliyekî kurdî ji bo aliyekî ereb nediçû.”
Min di serî da got, aqilê kurdan tim dûra tê serî…
Ez hêvî dikim ku ev reqemên îro tên gotin hemû ne rast bin û kurd çend parlamenterên din derxin.
Lê bi taybetî jî rayên ku kurd li Kerkûkê bigrin û kursiyên bidestxin ji bo pêşeroja Kerkûkê pir girîng e, di dereceya referandûmê da ye.

14 mars 2010

Îcar ev ji me kêm bû!

Par, piştî Newrozê hevalekî ji min ra gotibû, wî di şahiya Newroza Diyarbekrê da ”al û bandrola homoseksulan” dîtiye, lê min jê bawer nekiribû.
Min gotibû ne mimkûn e, miheqeq bandrola komel ya jî rêxistineke din e, qey şibandina rengên ala kurd.
Lê nuha ez dibînim ku yê şaş ne ew heval, ez bûme.
Tiştekî pir ecêb e, di nava 30 salî da civat ji ku hatiye ku?
Guherandinên di nava hezarên salan da çênebûn di nava van 20-30 salên dawî da çêbûn.
Li gor malperên Kaos GL, Avestakurd û Lotikxanê, hin jinên kurd yên homoseksuel bi navê Hevjîn LGBT(lezbiyen, gay, bîseksuel, transeksuel)li Diyarbekrê bi bandrola xwe beşdarî meş û çalakiyên 8-ê Adarê bûne.
Herçiqas hin kes li heberî beşdariya wan derketiye jî, lê pere nekiriye, Hevjîn LGBT 3 rojan beşdarî hemû çalakiyan bûye.
Endamên Hevjînê di çalakiyan da helbest xwendine û stran gotine û heta di dema meşê da hin jinan wan ra li çepikan jî xistine…
Dema min xeber xwend, min ji çavên xwe bawer nekir, ez matmayî mam.
Min nizanîbû ku li Kurdistanê jî jinên kurd bi vê ”nexweşiya Rojava û demokrasiyê” ketine û ketine vî halî…
Ez bi xwe bawer nakim ku hemû ”homoseksuel”, lezbiyen ji diya xwe ”homoseksuel” û lezbiyen dibin û loma dibin homoseksuel, ez viya weke dejenerasyon û nexweşieyeke bajarvaniyê û civatên pêşketî dibînim.
Li gundan tiştekî wiha tuneye, kes nizane lezbiyenî, homoseksuelî çi ye...
Li Ewrûpa bi sedan gelşên din hene ku di civatên me da hîn nayên nasîn.
Yanî şert, derûdor, zor, bêçaretî mirov dixe wî halî û dûra jî dibe weke mode û kulturekê, şiklê jiyanekê û bere bere zêde dibe…
Bi her însanî ra aliyê ”nêr û mê”, jin û mêrîtiyê heye, lê bi hin kesan ra dikane aliyek pir xurt û aliyê din jî zeîf be.
Ev mimkûn e.
Lê ev nayê wê maneyê ku însan ji diya xwe ”lezbiyen, gay, bîseksuel, transeksuel” dibe.
Helbet hin kesên nêrmo hene, ew tiştekî din e, bi emeliyetê dikanin bigihîjin cinsiyeta xwe ya rastîn.
Bi demê ra hin tiştên qedexe, ne normal û nayê qebûlkirin jî dikanin bibin normên kulturî û ji alî civatê ve werin qebûlkirin.
Mesele li civatên Xerbê(em bibêjin li Swêd)seksa berî zewacê pir normal e, keç û law mehê bi yekî/yekê ra bijîn jî normal e, dê û bav nikane îtîraz bike, civat qebûl dike.
Yê qebûl neke ne normal û paşdemayî tê dîtin.
Lê li civatên Şerqê û li Kurdistanê têkiliyeke wiha ne normal e û îro ne mimkûn e.
Bêguman li Xerbê jî ev yek ji destpêkê da ne wiha bûye, bi demê ra çêbûye û hatiye gihîştiye vê qonaxê.
Homoseksuelî li her dera dinyayê hertim hebûye, lê ne bi vî şeklî, ev yek berhem û fenomeke bajarvaniyê û pêşketina demokrasî ye.
Demokrasiya pêşketî li Ewrûpayê lê bi taybetî jî li Swêd û li hin welatên din wisa kiriye ku êdî malbata klasîk li ber ber mirin û nemanê ye û ev kultur û jiyana abnorm(nexwezayî, nenormal) roj bi roj bi pêş dikve, fireh dibe.
Civatên xerbî ji sadetî û paqijiya jiyana însanên me didexisin, dixwazin em jî weke wan bibin û weke wan bijiîn.
Dema li Swêd zarokên me wek yên wan najîn, diqeherin, bi wan pir zor tê, diwazin em û zarokên me jî şiklê jiyana wan qebûl bikin.
Xwezî vê jiyana "abnorm"li welatê me jî dest pê nekira, lê mixabin wa ye kiriye û wê roj bi roj firehtir bibe.
Sî çel(30-40)sal berê li Kurdistanê eroînkêşî û bikaranîna narkotîkayê di dereceya sifirê da bû, lê îro li gelek deveran gelşeke cidî ye.
Pir ne dûr, 70-80 sal berê civata Swêd jî weke civata me xerîbê jiyaneke wiha bû, heger hin kesên homoseksuel hebûna jî ew îş pir bi dizî dikirin, homoseksuelî şerm û eybeke pir mezin bû, însann bi dizî digirt.
Lê îro li Swêd her babet homoseksuelî bûye tiştekî pir normal, kesê vê jiyanê normal nebîne, vê kulturê normal nebîne anormal e, ne medenî ye.
Dema ev kultur bi pêş dikve û di nava civatê da weke jiyaneke normal tê dîtin, însan êdî rehet tecrûbe dikin, fena ku narkotîkayê, cixarê, alkolê biceribînin, wê jî tecrûbe dikin.
Dema kêfa wan jê ra nehat dev jî berdindin, îcar ya din diceribînin.
Mesela li Swêd gelek kes hene piştî ku bûne bav û diyên çend zarokan û şûnde xwedêgiravî bi ”homoseksueliya xwe hesiyane û bûne homoseksuel.
Ez qet ji bîr nakim, hevînekê keçeke hevaleka min a kar mektebê şandibûba me, ewê du hefteyan li ba min kar bikira.
Rojekê nizanim çawa bû em li ser homoseksueliyê û tiştên wiha peyivîn. Min got ez li dij im û bawer nakim ku homoseksuelî tiştekî genetîk e, hemû homoseksuel ji diya xwe homoseksuel dibin.
Li ser vê, keçika 15 salî ji min ra got, ”apê Zinar, tu çawa dizanî şaş e, ne baş e, dibê tu berê tecrûbe bikî, dema kêfa te jê ra nehat, wê demê tu dikanî bigihîjî baweriyekê.”
Min got keça min, ma ev sol e ku ez prova bikim?
Welhasil li gor wê, dibê berê min herdu "têkilî" jî biceribanda û dûra biryara xwe bida, hela ka kîjan baş û xweş e...
Yanî dixwazim bibêjim, piştî demekê êdî tê wê nuxteyê ku meriv dikane ”rast û çep” lêxe, herdu cinsan jî tecrûbe bike û dûra biryara xwe bide.
Li Swêd dema yek wiha bike di civatê da kes îşê xwe jê nayne, ev yek jê ra nabe gelş û kêmasiyek şexsî.
Loma jî însan bi rehetî dikanin herdu şiklên têkiliyan jî tecrûbe bikin.
Azadî, demokrasî tiştên pir baş in û dibê meriv biparêze û pêşda bibe. Lê weke hertiştî, hin gelşên demokrasî bi xwe ra tîne jî hene, dibê em viya jî bizanibin.
Nimûneyên cîhanê ji bo me kurdan tecrûbyeke pir baş e, dibê em civatên Xerbê baş nas bikin û ji bo civata xwe jê ders û tecrûbeyan bigrin, vî şiklê jiyanê weke normalîteyekê nebînin û serbestiya van têkilyan neparêzin.
Lê ne bi zorê û şîdetê, bi fikir li dij bin...

13 mars 2010

Tiştên ku tirk li me yasax dikin dibê em wan bi israr bixwazin

Do di malpera Netkurdê da li ser avabûna ”sendîkayên kurd” xebereke pir balkêş hebû.
Di xeberê tê gotin ku sendîkayên tirk ji bo ku ”Kurd Îş” ên kurdan jî çênebin, yanî ji bo ku karkirên kurd jî xwe weke kurd û di mistewa welat û netewî da organîze nekin zorê didin hukûmetê.
Tê gotin ku ji nuha da tirs û xofeke pir mezin ketiye dilê rêvebirên sendîkayên tirk ku ewê çawa bikanibin li bakurê Kurdistanê rê li ber avabûna sendîkayên kurd bigrin.
Li Tirkiyê li gorî ”Qanûna Sendîkeyan” ji bo ku sendîkayeke cihê were avakirin dibê li tevayiya Tirkiyê ji sedî 10-ê wê biranşê endamê sendîkaya nuh bin.
Yanî di vir da jî weke baraja partiyên siyasî, li hember kurdan baraja ji sedî 10 heye.
Lê bi qebûlkirina qanûnên nuh ra ev rewş ewê biguhere.
Nuha li Tirkiyê di çarçeweya pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpyê da qanûnên sendîkayan tên guhertin û qanûnên nuh çêdibin.
Di reşnivîsa pêşniyara qanûna nuh da mecbûriyeta rêjeya ji sedî 10-ê endametiyê tê rakirin.
A vê yekê, hinavê serokên dendîkayên tirk qetandiye.
Û loma jî ji bo ku ev rêjeya sedî 10 ranebe, sendîkayên tirk zorê didin hukûmetê, dibêjin bira ev rêje weke xwe bimîne.
Yanî bi gotineke din, ji bo ku kurd nikanibin sendîkayên xwe ava bikin, dibê li pêş wan astengên qanûnî hebin.
Berpirsiyarên sendîkayên tirkan bala hukûmetê kişandine ser vê meselê, gotine, ”dema rêjeya sedî 10- rabe wê demê ewê li Kurdistanê sendîkayên kurdan yên bi navê ”Kurd-Îşê” ava bibin û weke partiya kurdan BDP-ê, ewê jî bibin tevgereke siyasî.”
Li Tirkiyê rastiyek heye, çi rast, çi çep û çi jî dîndarên tirkan, hemû jî dixwazin ku kurd nebin xwedî rêxistin û dezgehên xwe yên cihê û netewî ava nekin.
Çimkî ew baş dizanin ku dema kurd komele, sendîka û partiyên xwe, yanî di her warê civakî da rêxistinên xwe ava bikin, ev yek ewê bere bere bîr, hest û şiûreke netewî bi xwe ra bîne û bibe bingehê daxwazên serxwebûnê.
A ji ber vê yekê bû ku çep, rast û dîndarên tirk di salên 60 û 70-î da li dijî organîzebûna kurdan ya cihê bûn, li dijî komeleyên xortên kurdan DDKO, DDKD û partiyên kurdî bûn.
Çepên tirk, ji kurdên ku di salên 60 û 70-î da komele û partiyên cihê avakirin ra digotin ”milîyetçî” û cudakar…
Lê heger îro li Kurdistanê biçekî be jî bi kurdan ra hest û şiûrekî netewî çêbûye û doza serxwebûn û azadiya xwe û welatê xwe dikin, ev yek berhemên komele, partî û hemû rêxistinên kurdan yên cihê ye.
Heger hin ronakbîrên kurd di salên 60-î û 70-î da fikra rêxistinên cihê di nava xortên kurd da belav nekirana û partî û komeleyên kurd ava nekirana bêguman kurd ewê îro di rewşeke gelkî xerabtir da bûna.
Loma jî dibê em îro gelkî qedrê wan kesên ku pêşengiya vê fikrê kirina bigrin û pir sipasdarên wan bin.
Tiştek pir vekirî û zelal e, dema em bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin, ewê edebiyata kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Lê dema em bi tirkî bipeyivin û binivîsin, ewê kurdî bimre, ziman û edebiyata tirkî bipêşkeve.
Heger em ne bi tirkî, bi kurdî muzîkê çêkin, ewê muzîka kurdî şax bide û bipêşkeve.
Lê heger em bir tirkî muzîkê çêkin, wê demê ewê muzîka kurdî çênebe û ya tirkî jî bipêşkeve.
Heger em tîmên kurdan yên topê û hercûreyê sporê çêkin û di wan da bibin rêvebir û lîstikvan, ewê spora kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Lê dema em tim di taximê tirkan da bilîzin, bêguman ewê spora tirkan bipêşkve û tucarî ya kurdan çênebe.
Heger em bi kurdî rojnamevaniyê bikin, ewê rojnamevaniya kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Heger em radyo, telewîzyon, sînema, tiyatro, bale, opera, welhasil em çi bi kurdî çêkin, ewê ew beş, ew sinet û hunera kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Û eksê wê jî xizmeta ji muzîk, sinet, edebiyat û hunera tirk ra ye.
Heger piştî salên 80-î hin kurdên dûrbîn, neteweperest û kurdperwer bi israr xwe nedana nivîsîna bi kurdî îro ewê li Kurdistana bakur belkî yek roman û berhemeke edebî ya kurdî tunebûya.
Berî salên 1980-î li Kurdistana bakur hema hema yek berhemeke kurdên bakur bi kurdî tunebû, tiştên îro hene hemû jî berhemên xebat û keda çend kesên kurdperwer in, bi saya israr û xebata wan zimanê kurdî bi pêş ket, kurdî bi milet şîrîn bû û dûra jî kitêbxaneya kurdî bû xwediyê belkî bi hezaran kitêb.
Dîsa heger di salên 60-î û 70-î da hin kurdên bîrewer û kurdperwer xwe ji tirkan û xebata bi wan ra qut nekirana KDP, KÎP, TKSP, KUK, DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP, KDP, HAK-PAR û hemû partiyên din ku nuha navên wan nayê bîra min çênedibûn û îro kurd li Kurdistanê nedibûn xwediyê tevgereke netewî ya xurt, xwediyê 100 belediye û 20 parlamenteran.
Ez bawer dikim ne hewceye ez zêde dirêj bikim, ez dixwazim bibêjim em çi biçînin emê wiya jî biçinin.
Yanî heger em di baxçeyê xwe da kulîlkan biçînin, wan avdin, berkol û eşêv bikin, bêguman baxçeyê me ewê bi gul û çîçekên rengo rengo bixemile.
Lê dema em bibin baxçevanê baxçeyê xelkê, wê demê jî ewê baxçeyê xelkê geş û xweş bibe û emê jî tucarî nebin xwedî bexçe.
Û ji ber ku tirk viya dizanin, dizanin ku dema kurd bibin xwedî radyo, telewîzyon, edebiyat, sîneme, tiyatro, bale, opera, spor, komele, sendîka û partî, zû dereng rojekê ewê bibin xwedî dewlet jî, miheheq ewê doza dewletê jî bikin.
A ji ber vê yekê ye sendîkaciyên tirk yên rast, çep û dîndar ketine panîkê û dixwazin hukûmet rêjeya 10-ê raneke, destûrê nede sendîkayên kurd.
Baş e dibê em kurd çi bikin?
Em kurd jî dibê di sendîka û partiyên kurd da israr bikin...

11 mars 2010

Meclîsa Swêd jî Qetlîama Ermeniyan qebûl kir

Piştî Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê, îro jî Meclîsa Swêd li gel hemû gef û tehdîdên Tirkiyê pêşniyara Qetlîama Ermeniyan qebûl kir.
Parlamentoyê qebûl kir ku bûyerên di sala 1915-an da qewimîn û nêzî milyonek û nîv êrmenî û bi dehhezaran jî suryanî, asûrî, kildanî û pontus(rûmên herêma Derya Reş)hatin kuştin qetlîam e yanî jenosîd e.
Ev pêşniyar ji sala 2008-an da ye di rojave meclîsê da bû û îro li ser hat peyivandin û dûra jî dengdan çê bû.

Roja 11-ê Adarê bû rojeke netewî

Îro 11-ê adarê ye, di dîroka kurdan, lê bi taybetî jî di ya kurdên başûr da rojeke pir girîng e.
Di 11-ê adara 1970-î da kurdan piştî şerekî pir dijwar û dûr û dirêj rejîma Îraqê mecbûr kir ku bi kurdan ra rûne û mafên wan yê netewî qebûl bike.
Li ser navê kurdan Mele Mistefa Barzanî di 11-ê adara 1970-î da bi dewleta Îraqê ra rûnişt û peymana ”xutmuxtariyetê/Otonomiyê” îmze kir.
Bi vê peymanê, cara pêşî kurdan li Îraqê mafê otonomiyê bi dest xistin.
Lê weke tê zanîn ev maf dûra di sala 1975-an da bi ”Peymana Cezaîrê” ji kurdan hate stendin û şer dîsa dest pê kir.
Liberxwedan û şer heta sala 1991-ê dom kir. Di dawiya Şerê Xelîcê, di sala 1991-ê da Kurdistan ket bin parastina Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê.
Di sala 1992-an da cara pêşî kurdan hilbijartdineke giştî pêk anîn û nûnerên xwe hilbijartin û parlamentoya xwe avakirin.
Li gor 18-19 sal berê rewşa kurdan nuha gelkî baş e. Statuya başûrê Kurdistanê êdî ne otonomî, federasyon e.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji nuha û pêva roja 11-ê adarê ewê weke rojeke netewî û tatîlê be.

10 mars 2010

Careke din li ser programa Kevî

Di nivîsa xwe ya 4-ê mehê da(Şeveke xembar) min qala programeke Kurd 1-ê (Kevî)kiribû û li ser û zîrekî û edîbiya zimanê Rûken Bagdû Keskînê jî min ev rêzên jêrîn nivîsî:
” Piştî xeberên swêdî min kanala Kurd 1-ê vekir, programa Kevî hebû, Rûken Bagdû Keskîn dipeyivî.

09 mars 2010

Kurd ji netîceyên hilbijartinên Îraqê memnûn in

Bi qasî ku ji netîceyên hilbijartinên Îraqê û beyanên hin berpirsiryarên kurdan fêm dike, kurd ji netîceyên hilbijartinan memnûn in.
Berî hilbijartinan Celal Talebanî di beyanek xwe da gotibû, kurd bi kêmanî ewê 60 kursiyan bidestxin.
Di nivîsîek xwe da min ev texmîna Talebanî jî dabû.
Wisa xuyaye ku texmîna Mam Celal rast bûye.
Li gor texmînên ne resmî PDK-ê 33, YNK-ê 13, Goran 11, Yekgirtû 5 û Komelê jî 2 kursî bidest xistine.
Ev jî li ser hev dike 64 kursî, yanî 4 kursî jî ji texmîna Mam Celal zêdetir. Lê texmîn ew e ku bêyî van 64 kursiyên misogerkirî, kurd dikanin 2 kursiyên din jî qezenc bikin.
Wê demê dibe 66 kursî.
Wek tê zanîn di hilbijartinên giştî yên 2006-an da Kurdan di parlamantoya Îraqêda 53 kursî bi dest xistibûn.
Di vê hilbijartinê da di nabêna 11 û 13 kursiyan da zêde dikin. Û ev jî hejmareke ne hindik e.
Lê ji hemûyan girîngtir ew e ku kurd ji netîceyê razî ne û li gor hilbijartinên 2006-an hêza xwe zêde kirine.
Tiştekî din yê herî girîng, kurdan li Kerkûkê jî serkeftineke pir baş bidest xistine, ji 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistine.
Siyasetmedarê serbixwe û namzedê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Mehmûd Osman, di derbarêvê serkeftina kurdan ya li Kerkûkê da beyanek daye ajansa AKnewsê û gotiye:
”Ev encama ku kurdan li Kerkûkê bi dest xistiye nîşan dide ku di referandûma diyarkirina çarenivîsa Kerkûkê da kurd ewê piranî bin. Pêwîst e ku kurd planekê amade bikin da ku feydeyê ji vê encamê bigrin.”
Bêguamn tiştê Mahmûd Osman dibêje rast e, kurdan di hilbijartina berê da jî piraniya kursiyên parêzgeha Kerkûkê girtibûn û wa ye îcar jî ev yek dubare kirine.
Dibê kurd ji vê serkeftinê sûdeke siyasî jî bigrin.
Li gorî encamên nefermî lîsteyên kurdistanî ji 12 kursiyên Parêzgeha Kerkûkê 7 kursî garantî kirine.
Herçiqas netîceyên resmî hîn diyar nebûne lê li gel vê jî kursyiyên lîsteya Goranê bidestxistine ez matmayî hîştim.
Wisa xuyaye ku Goran li herêma Silêmaniyê ji YNK-ê xurttir e. Min bawer nedikir ku ewê bi qasî YNK-ê raya bigre.
Lê wa ye bi qasî YNK-ê girtiye. Li gor texmînên ne resmî YNK-ê 13 û Goranê jî 11 parlamenter derxistine.
Pir ne dûr e ku di rojên pêş da Goran ji YNK-ê bibihure jî.
Ev aliyekî meselê ye, lê aliyê din jî siyaset e Goran e, gelo Goran ewê siyaseteke avakar û milî bimeşîne ya jî siyasetke sekter, reaksiyoner û li ser esasê dijminatiya bi YNK-ê PDK-ê ra bimeşîne...
Ev gelkî girîng e, ez hêvî dikim ku berpirsiyarên Goran di vê dema nazik da siyaseteke bi mesûlîyet bimeşînin û nekevin şaşiya berberiya bi hêzên kurd ra.
Siyaseteke wiha dikane kurdan bîne hember hev û ji dijmin ra jî fersend û îmkanên destdirêjiyê peyda bike.
Ji bo xizmeteke hîn baş û civateke hîn şefaf li Kurdistana Bbaşûr hebûna mixalefetê pêwîst e û pir baş e, lê ne mixalefeteke ku tenê ji bo dijayetiyê û teşxeleyê hebe...

08 mars 2010

Ez jî îro bûm "femînîst"

Dixwazin bawer bikin ya nekin, piştî vî temenî û vê riya spî ez jî îro ”hatim rê” û bûm ”femînîst”!
Hûnê bibêjin çawa û bi çi hawî?
Hema ez ji we ra kurt û kurmancî bibêjim: min îro baqek çîçek kirî û wek mêrekî ”modern” anî da xanimê û dûra jî bi kibarî û evîndariya xortekî dilzîz jê ra got
 ”Xanim, 8-ê Adara te pîroz û bimbarek be!”

07 mars 2010

Hilbijartineke dîrokî

Li seranserê Îraq û Kurdistanê bi milyonan hilbijêr îro çûn ser sindoqan û ji bo pêşeroja welatê xwe dengên xwe dan.
Li gor raporên çavdêrên hilbijartinan him li Îraqê û him jî li Kurdistanê rêjeya beşdariyê gelkî bilind e.
Ez hêvî dikim ku bi rastî jî rêjeya hilbijartinê bilind be û bi taybetî jî li Kurdistanê.

06 mars 2010

Çend hestên tevlihev...

Jiyan kin e, wê li gor dilê xwe bijî...
Mêr be, cesûr be, ji bo azadiya xwe û welatê xwe têbikoşe, bindestiyê qebûl neke, evîndarê azadiyê be.
Cesaret dostan, tirsonekî neyaran ji te re peyda dike…
Ji hezkirinê nedirtse, ji kûrayiya dilê xwe hez bike; ji welatê xwe, ji evîndara xwe, ji dost û hevlên xwe.
Li hember dost û hevalên xwe dilpak be, bêhesab, bêkitab, bêhîle û bêxurde be, rastgo be…
Derewan neke, ji derewan hez neke û ya herî mihîm jî nebe hevalê virekan, çimkî ”ker ji keran fêrî tîzikan û tir û fisan” dibin…
Bi serketinekê ra dîn nebe, xwe wenda neke, bi têkçûnekê ra jî nebe teyrê baskşikestî, qudûmşikestî nebe.
Dikane her ketinek rabûneke wê û her rabûn jî ketineke wê hebe...
Ji ken jî ji girî jî, ji dilşadî û xemgîniyê jî netirse, ji însan ra carnan ken, carnan jî girî, carnan dilşadî û carnan jî xemgînî hewceye.
Tujî jî û şîranî wisa ne, ew jî du tamên jiyanê ne, bêyî wan jiyan xikûxag e, ji tamkirina herduyan jî netirse.
Ji hesretê nefret neke, jiyana bêhesret weke birinca rijî ye, bêtam e. Hesret, agirê evînî û hezkirinê gurtir dike, bi xêra wê meriv dixwaze xwe bigihîne biskên yarê û kolanên welatê xwe…
Jiyan bê pere nabe lê nebe êsîr û tajiyê peran. Di xortaniyê da zêde guh nedê, di kalîtiyê da piçekî dstê xwe lê ragire.
Gotina xwe tu carî texsîr neke, dema wezna wê hat bibêje. Lê jibîr neke ku meriv ne tenê ji peyva xwe ya ”gotî”, meriv ji bêdengî û peyva ”negotî” jî berpirsiyar e.
Ji bo nivîsîna derbarê hestên xwe da cesaret lazim e, vê cesaretê nîşan bide, hestan di hundurê xwe da genî neke.
Ji bo serkeftina sibe, karê xwe îro baş bike.
Kalîtî jiyanê bi meriv şîrîn dike, loma jî di kalîtî û pîrîtiyê da qedrê jiyanê bizane, rojên xwe vala neborîne.
Xwedî fikir û bîrûbawerî be, bira çewt bin, tişt nabe, ji bêfikriyê çêtir e. Merivê bêfikir weke keştiya bêpûsûleye.
Tu çuqasî ”mezin” bî jî tim nefsbiçûk be, egoîzim ji meriv ra dijmin û nefsbiçûkî jî dostan çê dike.
Comerdî ji çikûsiyê çêtir e, heger ji te tê di evîna xwe da, di perê xwe da, di gotin û destê xwe da comerd be.
Ji deynan hez neke, wek pêşiyên kurdan gotine, ne deyndar û ne jî maldar be, ya na tu dikanî ”him malê xwe û him jî hevalê xwe wenda bikî.”
Heroj nebe tiştekî din, lê ji guherandinê jî netirse, çimkî ”tenê mirî naguherin.”
Ne tima be, çavê xwe zêde bera meqam û malê dinyayê nede, heyraniya herduyan jî dikanin te rezîl û riswa bike, li ser ser te pir buha rûne.
Jiyan bi rastî pir tevlihev e, meriv çi bike jî nikane bêqusûr û bi temamî rast bike, miheqeq ewê şaşî û kêmasîyê bike, lê ya girîng ew e ku di taliya emrê xwe da meriv keda xwe neke keda bersîs û bi avê da bernede...
Camêrekî emerîkî gotiye, "jiyan zimanekî biyanî ye, herkes çet dipeyive."

05 mars 2010

Rojên dîrokî...

Di dîrokê da hin roj hene nabe ku meriv wan bibîr neyne ya jî wê rojê qala tiştekî din bike.
Îro û sibe rojeke ji wan rojan e.
Îro di dîroka kurdan da ji rojan rojeke serihildanê ye, roja "Raperîn" û têkbirina nêrî dîktatoriya saddam e.
Û di 6-ê adara 1975-an da jî gelê kurd rûbirûyî îxaneta "Peymana Cezaîrê" bû.

04 mars 2010

Şeveke xembar

Îro piştî kar dema min berê xwe damalê, li gel ku sar û serma di bin sifirê ra 7-8 derece bû û bayekî sar dihat jî, lê dîsa min qet ne sar bû, kêfa min li cî, beden û dilê min germ bû.
Wendabûna ”solan”, derd û belayên dinyayê min hemû ji bîr kiribû, dabûn alieykî û ez tenê li tiştên baş û ”ger” û seyrana xwe ya sibe difikirîm.
Ez û xanim emê sibe herin li fîlmekî komedî(Bavo) temaşe bikin, Rojen do bi şev ji me ra cî veqatand.

03 mars 2010

Abûqatê Ocalan: Leşkeran em bikaranîn.

Abûqatê Abdullah Ocalan Îrfan Dundar, di rojnameya Sabahê da ji Hazal Ateşê ra gotiye, ”di wan rojên ku amadekariya darbeya Balyozê dihate kirin, Ocalan bi zanebûn hate tecrîtkrin û bi saya vê jî li Kurdistanê rewşeke aloz û tevlihev hate peydakirin.”
weke tê zanîn, di sala 2003-an da dema ku artêşê xwest li hember hukûmeta AKP-ê bi navê ”Balyoz/Zomp” darbeyeke leşkerî bike.
Lê darbe jî di şertên aram da nabe, dibê tevlihevî, kaos û şer hebe, bûyerên mezin biqewimin.
A ji bo peydakirina tevlihevî û kaoseke wiha mezin, leşkeran birayara gelek provakasyon û cînayetan girtiubûn.
Ji bombekirina mizgeftan bigre, heta bi gulebarankirina çend qahwexaneyan û xistina balefireke Tirkiyê ya şer, ewê gelek bûyer û cînayet bikirana.
A tam di demeke wiha da abûqatên Ocalan, li ser hev beyanên provakatîv û tahrîkkar dan û miletê kurd anîn galayanê, daxistin kolanan.
Li gel ku yên nedihîştin kes here ba Ocalan û digotin ew di tecrîtê da ye(bi îhtîmaleke mezin tecrtît jî derew bû, ji bo ku tevlihevî çê bibe wisa digotin)leşker bûn, lê dîsa jî hedefa çalakiyan hukûmet bû.
Nuha baş eşkere dibe ku ji sala 2003-an û virda ye leşkeran xwestiye dest deynin ser hukum, lê nikanîbûne.
Û ji bo ku bikanibin dest deynin ser hukum û darbeya xwe bi heq nîşan bidin, xwestine li Tirkiyê û li Kurdistanê rewşeke kaotîk peyda bikin û dûra jî hukûmetê bixînin.
Û PKK û DEHAP jî hatin lîstika abûqatên merivên dewleta kûr û miletê kurd rakirin ser piya û bi vî rengî jî pir hindik bûn aletê plana leşkeran.
Heta nuha ev, di mistewa îdîayê da bû, lê bi eşekerebûna belgeyên ”darbeya Balyozê”ra êdî hertişt li ber çavan e û loma abîqat jî êdî qebûl dikin.
Dundar bi van gotinên jêr li xwe mukur tê û dibêje:
”Di nabêna 2002-2003-an da dema ku haziriya darbeya Balyozê dihat kirin, destûra çûna me ya Îmraliyê nedan. Nehîştin 104 rojan em bi Ocalan ra hevdîtinê pêk bînin. Weke abûqat em çûn herêmê û me rewş ji xelkê ra got. Bûyer mezin bû, însan daketin kolanan. Armanca wan ew bû ku li herêmê tevliheviyê derxin. Em jî bûn aletê vê. Di Balyozê da raste rast em bikaranîn.”
Dundar dibêje, ”di nabêna çileya pêşîn(meha donzdehan) ya 2002-an û adara 2003-an da ku li gor gotinan amadeyiya darbeyê kirine, tam di wê demê da Ocalan 14 hefteyan girtin tecrîdê.”
Îrafan Dundar dibêje, ”nigekî plana Balyozê di ser Îmralî û kurdan ra derbasî jiyanê bûye” û dûra jî wiha dom dike:
”Armanca wan derxistina tevliheviyê bû, di vir da jî biser ketin. Li kuçe û kolanan xwepêşandan zêde bûn. Di wê tarîxê da me proses fêm nekir. Em bûn aletên tiştên qewimîn.”
Tiştê xuyaye heta nuha jî PKK-ê ev plana leşkeran ş merivên dewleta kûr baş fêm nekirye, ez hêvî dikim ku ji nuha û pêva fêm bike.

02 mars 2010

Keçên Culemêrgê li hember keçên tirk şov kirin

Keçên Culemêrgê li hember keçên tirk bûn agir û pêt û weke kevir û kuçikan gol bi ser wan da barandin.
Hêza Culemêrgê ya Jinan(Tîma Jinan ya Futbolê), li hember Tîma Mêrsîn-Tarsûsê ya Jinan şov kir, keçên kurd bûn agir û pêt û weke zîpikê gol bi ser tîma tirk da barandin, maç 23-0 qezenc kirin.
Ez bawer nakim li cîhanê heta nuha di maçekê da skoreke wiha hatibe şikandin, 23-0, ne karê aqilan e.
Lê diyar e keçên kurd pir bi xîret bûne, xwestine heyfa bav û kalan ji wan hilînin.

01 mars 2010

Tirk ji Olîmpiydê destvala vegeriyan

Di Lîstikên 21-emîn Olîmpiyada Zivistanê ya li bajarê Kanadayê Vancouver da Tirkiyeyê yek madelye jî negirt û dîsa ji par ra bû welatê yekemîn.
Patenciya bûzê Tugba Karademîra ku hêviyeke tirkan ya herî mezin bû û jê hêviye zêr dikrin, di patînaja artîstîk ya jinan da bi zorê ket rêza 21-ê û tenê mafê beşdarbûna pêşbirka serbest bi destxist.
Tugbayê, di programa serbest da 129, 54 pûan girt û di nava 24 sporciyan bû ya herî dawî.

PARVE BIKE