Di malpera rizgarî.com-ê da nivîseke Lokman Polat ya gelkî xweş heye. Polat, di nivîsê da qala serpêhatiyeke xwe ya Stenbolê dike.
Serpêhatiyeke pir xweş û pir manîdar e.
Dibe ku ji xwendevanên vî quncikî hinekan ew nivîs(Cîhan guherî lê çepên tirk negehurîn)nexwendibe.
Ez dixwzim îşev jî li ser mijara vê nivîsa Lokman Polat rawestim.
serpêhatiya Lokman Polat, rastiyeke pir tarajîkomîk e...
Lokman Polat li Stenbolê li herêma Beyogluyê dema diçe weşanxaneya Komalê rastî çend keç û xortên ku him belavokan belav dikin û him jî qelem û kaxet di destên wan da ji xelkê îmzeyan top dikin tê.
Ji wî jî îmzeyekê dixwazin.
Ew jî ji wan dipirse, dibêje hûn ji bo çi îmzeyan top dikin?
Xort jî dibêjin, ew li dijî emerîka top dikin. Daxwaza wan ew e ku ”leşkerên Emerîka ji Tirkiyê biteqize here.”Li ser vê, Lokman jî dibêje:
”Hûn viya dixwazin, ez jî dixwazim ku artêşa tirk ya dagirker ji Kurdistanê biteqize.”Lokman dibêje, dema wî ha got:
”Çavên herduyan biloq(beloq) bûn û bi tirs li derûdorê nêriyan. Min ji wan re got, Binêrin hûn li dij leşkerên orduya Amerîka derdikevin. Çend leşkerên wan li Edanê – încirlikê ne-, hûn dixwazin wan biqewirînin, lê leşkerên orduya tirk li bakurê Kurdistanê xirabiyên nedîtî pêk tînin, hûn bêdeng dimînin. Pêşî li dij dagirkeriya dewleta Kemalîst û leşkerên artêşa hov yên li bakurê Kurdistanê derkevin, paşê jî li dij yên Emerîka derkevin.”Herdu xortên belavokê didin wî li hember van gotinên Lokman dişeqizin û bersîvê nadinê.
Dûra ew ji yê xort ra dibêje, ”tu dişibî kurdan, gelo tu kurd î?”Xort dibêje, ”erê ez kurd im.”Li ser vê bersîva yê xort, Lokman dibêje:
”Baş e, tu kurdî çi karê te di nav rêxistina sosyal şovenên çepê tirkan de heye? Rêbaza vana Kemalîzm e û sosyal şovenîzm e.”Bersîva xort pir samîmî ye, dibêje:
"Ez zanim dîtin û ramanên wan şaş in, lê ez ji bo vê keçikê di nava wan de me."Lokaman dom dike, dibêje:
”Min li keçikê nêrî, keçeke gelek xweşik, bedew û spehî bû. Dema min çavên wê yên şîn dît, min texmîn kir ku keçik jî ne tirk e. Min ji yê xort re got:
”Binêr, ev keçik jî tirk nîne. Miheqeq ji neteweyeke dine.”
”Yê xort got :
”Belê ew tirk nîne, çerkez e.”
”Dilê yê kurd ketibû keçika çerkez û ji bo wê çûbû beşdarê vê rêxistina sosyal şoven bûbû.”
Lokman dibêje, belavoka belav dikirin, Yyji bo çil saliya damezrandina Dev – Genc-ê bû û di bînî da îmzeya ”Halk Cephesî – Enîya Gel” hebû.
Weke hûn jî dibînin, dilê yekî kurd ketiye keçeke çerkez û ji bo ku xwe bigihîne keçikê çûye ketiye nava rêxistineke tirk û bûye tirk.
Keçik çerkz, lawik kurd, lê herdu jî dev ji netewa xwe berdane û bûne tirk û ji bo azadiya Tirkiyê li dijî Emerîkayê belavokan belav dikin.
Bêguman ev bûyera Lokman qal kiriye ne bûyereke îstîsna ye û cara pêşî ye ku tiştekî wiha tê meydanê.
Helbet nimûneyên wiha pir in, bi milyonan keç û xortên kurd û neteweyên din ji ber sebebên gelkî cuda dev ji nasnameyên xwe yên netewî berdane û bûne tirk û ji bo tirakan dixebitin.
Ma ne Komara Tirkiyê jî eynî bi vî rengî, ji teref gel û kadirên ne tirk ve ava bû û dûra ew jî ketin bin destên tirkan.
Trajediyeke pir mezin e, kesên ku Komara Tirkiyê ava kirin yek jî ne tirk bû, hemû jî ya kurd, çeçen, çerkez, boşnak, laz, gurcî, arnawit û ji hin miletln din bûn.
Van miletan ji tirkan ra dewletek ava kirin û xwe jî kirin koleyê tirkan.
Nimûneyeke wiha li dereke din ya cîhanê tuneye, dibê dîrakzan û civaknas vê yekê analîz bikin.
Dewletek bi destê xelkê ji miletekî din ra tê avakirin, dîrok, ziman, edebiyat jî hewetineê; di van waran da jî em rastî navê tirkekî nayên.
Di van waran da jî piraniyeke mezin xerîb in.
Loma jî, xortekî kurd ji bo keçeke çerkez bûye tirk, esas tiştekî pir ne ecêb e, ji ber ku Komara Tirkiyê jî bi vî şiklî ava bûye.
Ez çi bibêjim, çansê mêrikan heye, bi milyonan însan ji ber sebebên cihê cihê bûne tirk û dibin tirk...
Ma îro serokê kîjan partiyê tirk e?
Yek jî ne tirk e, hemû jî ji miletên din in, lê bêyî kurdan hemû jî xwe tirk dihesibînin û eslên xwe înkar dikin.
Herê welle xalo,
SvaraRaderaHinek ji bo Tarkan, hinek (ango bi mîlyonan) ji bo Galatasarayê bashqanê sererd u binerd, hinek ji bo tirkbuna eslê sayin bashqanê Atatürkçî, hinek ji bo manken u artîstên tirk yên tazî u qehpik, hinek ji bo chend lîrayên tirkan, hinek ji bo zewacekê, hinek ji ber kompleksên xwe yên kurdbunê, hinek ji bo siyasetmedarên bê exlaq u diz ...
Heger siyasetmedarên kurd bi vê ehmeqiyê rêberiyê bikin, ewê halê vî mîlletî jî her tim ev rezalet be.
Îcar devling ketiye u tencika xwe dîtiye.
Li welatên pêshketî tu rêber nikare li gorî kêfa xwe mesajan bide, bide jî roja din wî li shuna xwe didin runishtandin. Divê hemî mesaj u fikrên wî bi fikrên netewî u mîllî hatibim honandin, yanî mejbur e berjewendiyên netewê li ser hemî kes u sazgehan bigire. De carê jî li bashqanê qure u pozbilind binêrin. Bîst pênc sal in eynî tirshik u megalomanî. Welatek wêran bu, milletek hate helandin, hê jî kevirek nehatiye xelas kirin. Hê jî nikarin bêjin ku em mafê perwerdehiya zimanê xwe dixwazin. Navê vê jî kirine siyaseta mezin. Tew tew tewwwww!
Bila xwedê milletên din ji bashqanên weha aqil bi kup biparêze!
Silav u rêz
Pîran Tîr