Ahmet Kekeç, di quncikê xwe yê îro da li ser Kemal Kiliçdaroglu nivîseke pir xweş, bi navê ”Durist lê tirsonek” nivîsî ye.
Kekeç dibêje, piştî nivîsa wî ya li ser Kemal Kiliçdaroglu, Kiliçdaroglu bi telefonê lê geriyaye û bi wî ra ”sohbeteke dirêj, xweş û bi berhem kiriye.”
Kekeç di nivîsa xwe da bi zimanekî kibar û nerm dibêje Kiliçdaroglu xwediyê du şexsiyetên cuda ye.
Yek, Kiliçdarogluyê durû ye, tiştan ne li gor baweriya xwe, lê li gor tiştê jê hatiye xwestin diparêze, tiştê dibêje û dike tiştek e lê tiştê jê bawer dike tiştekî din e.
Yanî bi gotineke din, merivekî durû, virek û bêşexsiyet e, li gor şertan û wezîfeya girtiye ser milê xwe reng diguhere.
Loma jî Kekeç dibêje:
”Pêwîst e ku meriv Kiliçdaroglu bike şexsiyet:
Yek, Kiliçdarogluyê siyasetmedar e, ji ber ku wisa pêwîst e wisa dipeyive, lê belê ji te, ji me, ji her kesî baştir dizane ku me sele ne wisa ye. Gava hûn vî Kilişdaroglu dibînin birevin… Heger di destê wî da dosye hebe bersîvê nedinê, heta nehêlin bira nêzî we bibe…
Dudu, Kiliçdarogluyê însan…Bi vî Kiliçdaroglu ra hûn dikanin her tiştî bipeyivin, her tiştî pê ra par bikin…Heta hûn dikanin pê ra bibin heval. Bi nezaket, bi hestiyarî û xemxuriya xwe ewê we bi xwe va girê bide…”
Bi rastî jî Ahmet Kekeç, li ser şexsiyeta Kiliçdaroglu tahîleleke pir baş û di cî da kiriye.
Ji xwe heger Kiliçdaroglu ne merivekî wisa durû bûya, li meclîsê ji Onur Oymen ra li çepikan nedixist, li Dêrsimê ji bo ku dilê milet xweş bike nedigot bira Oymen Îstîfa bike, dûra li Anqerê nedigot tiliya AKP-ê û DTP-ê di vê bûyerê da heye û herî dawî jî qetlîama bav û kalên xwe nediparast, nedigot şertên wê demê wisa dixwest, li welatên din jî bûyerên wisa bûne, di dema şoreşê da tiştên wisa dibin…
Ancax merivekî durû, bêşexsiyet dikane di nava çend rojan da weke gogercînên teqle hewqas teqle bavêje.
Li gor felsefeya piraniya siyasetmedarên tirk, siyaset firekî ye, xapandin e, ji bo ku meriv îşê xwe bimeşîne û bigihîje armanca xwe ”derew” normal e.
Kemal Kiliçdaroglu jî ji vê ekolê terbiya xwe girtiye û di vê mektebê da perwerde bûye.
Li ba siyasetmedarên tirk mefhûma herî kêm exlaq e. Loma jî derewkirin, çerxkirin, gotina xwe xwarin, xapandin, bêşexsiyetî, dizî, rişwet, delalî û gelek tiştên wiha li ba siasetmedarên tirk pir normal e.
Di çapemeniyê da rojê derweke wan derkeve jî ne xema wan e, ne şerm dikin û ne jî ruyê wan sor dibe.
Di çapemeniyê da rojê bi dehan, belkî jî bi sedan nivîs û şirove li ser Kilaçdaroglu tên nivîsî û kirin, kî di dewsa wî da bûya nuha ji zû da îstîfa kiribû û çûbû li mala xwe rûniştibû.
Lê ew nake, bêyî şerm û fedî her roj diçe civîn û panêlan, beşdarî minaqeşeyan dibe, li gel ku li her derê jî tê qewirandin, nahêlin bipeyive.
Lê qet ne xema efendî ye, ew her karê xwe didomîne…
Kekeç ji bo Kiliçdaroglu gotiye, "Durist lê tirsonek"e. Ez dibêjim, him ne durist e û him jî tirsonek e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar