Esas min nedixwest ez qala teslîmbûna "gurûbên aştiyê" bikm.
Ji ber ku "teslîmbûn" hema tiştekî ne xweş e, bi min zor tê.
Û ev jî ne bes e, di ser da qurretiyên tirkan meriv dibehejîne, meriv dîn û har dike.
Lê li gel vê jî min xwe ranegirt, min xwest çend gotinên nermik û bêzirar bibêjim. Ji bo ku kes nebêje di rojeke wiha da Zinar newêrîbû dengê xwe bikira.
Ez zêde dirêj nekim, du grubên ”aştiyê” yên ku li ser daxwaza Ocalan, ji Kampa Mexmûrê û Qendîlê birê ketibûn, vê sibehê ji deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Tirkiyê bûn û xwe teslîmî dewleta tirk kirin.
Herdu gurûb li ser hev 34 kes in, 8 kes ji Qendîlê û 26 kes jî ji Kampa Mexmûrê ne.
Van herdu ”gurûbên aştiyê”, nameyeke ji 9 madeyan pêk tê ku ewê bidin serok û birêvebirên hukûmet û dewletê bi xwe ra anîne.
Tê gotin ku endamên gurûbê name li ser sînor teslîmî raydarên tirk kirin.
Gurûb, li ser sînor ji alî bi dehhezaran kurd ve bi zilxit û coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Fena ku serkeftineke pir mezin bi dest xistibin û gel jî bi coşeke mezin ev zafer pîroz dikir.
Piştî derbasbûnê, endamên herdu gurûban jî birin qereqola cendirmeyan. Li vê qereqolê ji alî 4 dozgerên ku ji Diyarbekrê hatibûn tayinkirin dest bi girtina îfadeyên wan hate kirin.
Hêvî û daxwaza PKK-ê, DTP-ê û hin kurdên din jî ew e ku hemû ferdên gurûban serbest werin berdan.
Lê di vî warî da hîn tiştekî zelal tuneye, dewletê şêla xwe hîn diyar nekiriye. Belkî jî qanûnê nîşan bide.
Bibêjin qanûn çi be dibê ew were kirin.
Û qanûn jî em dizanin ku girtin e, hefs e...
Lê îhtîmal heye ku kesên di gurûba Mexmûrê da serbest berdin, lê rewşa 8 gerîllayên di gurûba Qendîlê da hewqasî ne rehet e.
Dewlet dixwaze ew bibêjin, ”em xwe teslîm dikin û dixwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Heger wiha bikin, bêguman dewleta tirk ewê gelkî kêfxweş bibe, lê ewê bibêje ”ev têr nake, dibê hûn hemû werin xwe teslîmî edaleta tirk bikin…”
Lê di beyan û nameya gurûban da tê gotin ku ”ew ji bo poşmaniyê xwe teslîm nakin û naxwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Ev şêl jî ne li gor dilê dewletê ye.
Heger li pişt vê ”teslîmbûnê” sozek, lihevkirinek tunebe pir xerab e, tu feydeya kurdan tê tuneye.
Di zindanên dewleta tirk da ji bo kurdan hertim cî pir e, weke yên berê ewê van jî têxin qulikê û 10-15 salan tê da birizîne.
Jixwe 2-3 kesên ji gurûba 1999-an hîn jî di hefsê da ne, hinek tê da mirin.
Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne Ocalan be, hin hêzên din li pişt vê gavê bin.
Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...
Welle xalo, ez dibêm sayin Evdille Pasha careke din kirin dafikê. Bêguman hercarê jî dewleta tirk bi têrî propaganda xwe dike. Tirk jî dizanin ku, heger îro nebe, sibe, sala tê, yan jî pishtî deh salan dê bi lîstikê koka PKK-ê bînin u di vê navê da jî bi siyaseteke gemartirîn zimanê kurdî bi temamî asîmîle bikin. Li vir berê jî gelekî caran hatibu gotin, pêwîstiya dewleta tirkan bi 5-10 salên din heye jibo vê yekê. De bila sayin Shêx Evdilleh Pasha u murîdên wî chîroka xwe ya dema neolîtîk dubare bikin u bisekinin, mezinahiya Shêxê xwe bidin.
SvaraRaderaChîroka te dîsan tuj bu xalo. Bila xwedê pishta te bi hêztir bile haaa :-).
Silav u rêz
Zarayê Kurdîjen
Xalo,
SvaraRaderaAha va ye îro Beshîr Atalay rabu u got, "ew kesên ku hatine percheyek ji plana me ye u ne jibo banga Evdilleh hatine. Dê di pêsherojê da jî 100-150 kesên din jî bi tevî grupên pichuk werin."
Xuya ye dewleta tirkan careke din Evdille Pasha u PKK anî lîstikê. Helbet dibe ku li Bashur kesên ku ji PKKê veqetiyane bînin Tirkiyê u vê jî jibo propagandaya xwe bi kar bînin u tesîreke psîkolojîk li ser kurdan u PKKê bikin. Ez dibêm dê ji PKKê parî bi parî veqetînin, dixwaze bila deh salan bajo, jibo wan xem nîne. Ê tabî dê aniha Evdo u PKK bêjin ew li hemberî niyeta me ya bash bi sextekarî tevgeriyan. Êêê siyaset chi ye? Ma kijan ker nizane ku di siyasetê da tenê berjewendiyên mîllî muqaddes in, kîjan ker nizane bi xwedê?!
Bi rastî jî heta ku Evdilleh di nav PKKê da neyê tasfiye kirin, yan jî nemire, PKK nebe partiya kurdan ya pirrdengî, jê ra xelasî tune. Êdî pêwîstiya dewletê bi PKKê nemaye, PKKê bi kar u barê xwe ya 35 salên borî bingeha miletê kurd xera kir, asîmîlasyona ku tirkan nekarî di hezar salan da pêk bînin, bi dil u can anî shunê. Ango mîsyona PKKê ji zu va derbaz bu u aniha jî dê dawiya PKK were.
Mirov nabe tasheron, ango mirov wekî tsheron tê ser dinê!
Bi xêr u silamet be!
Qijikê Dêrsimê
I really like your blog and i really appreciate the excellent quality content you are posting here for free for your online readers. thanks peace sandro
SvaraRadera