Li cîhanê hin gotinên wisa hene ku ketine her zimanî, di her zimanî da tên bikaranîn û hema hema her kesî bihîstiye û bikar tîne.
Ji van gotinan yek jî gotina ”Don Kîşot/ Don Quijote” û Don Kîşotî ye.
Weke tê zanîn Don Kîşot, navê romana meşhûr ya Miguel Cervantesê îspanî ye. Romanê navê xwe ji navê qeheremanê xwe girtiye.
Ez bawer dikim gotina ”Don Kîşot” û Don Kîşotî” ewê bi riya zimanê tirkî ketibe zimanê kurdî yê rojane.
Di zimanê tirkî yê rojane û siyasî da maneya gotina ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” negatîv e.
Don Kîşot(Don Quijote)kesê xeyalperest, dîn, heyranê navê xwe, qure, kêmaqil, merivê bi siya xwe ra şer dike, bêyî ku hewce be xwe nîşan dide û li pey qehremaniya erzan e.
Di zimanî tirkî yê rojane da dema yek qala armanc û îdîaleke mezin bike, jê ra dibêjin, ”Don Kîşotiyê neke”, yanî tiştê ne mimkûn, tiştê derî aqilan nebêje, neparêze…
Lê ez îro fêr bûm ku di ziman û lîterarura îspanî da gotian ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” ne negatîv e, pozîtîv e.
Vê danê sibehê dema ez diçûm ser qanala TRT6-ê riya min bi qanaleke TRT-ê jî ket, nuha nayê bîra min kîjan kanal bû, dikane TRT Int be.
Min dît jineke tirk li meydana dîrokî ya bajarê Cervantes, li Alcalá de Henares xwe daye kêleka heykelê Don Kîşot û Sancho Paza û qala Cervantes û romana wî Don Kîşot dike.
Ji axaftinên xanimê bêtir, mîmarî û dîmenên bajêr bala min kişand û min qanal neguherand, min bîstekê lê guhdarî kir.
Xanima tirk li wê meydana bajêr ya meşhûr çû çayxaneyê rûnişt û bi nivîskareke ciwan ya îspanî ra li ser Cervantes û Don Kîşot hinekî sohbet kir.
Ji xanima îspanî ra qala meşhûriya gotina Don Kîşot kir, got, li Tirkiyê kesên Don Kîşot nexwendibin jî navê Don Kîşot bihîstine û di jiyana rojane da jî pir tê bikaranîn.
Got, mesela ji kesên xeyalperest, macaraperest, ne biaqil, dîn ra dibêjin ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotiyê” neke.
Jinika îspanî got, di zimanê îspanî da maneya Don Kîşot, û Donkîşotiyê ne negatîv e, pozîtîv e.Di zimanê îspanî da Don Kîşot, qehremanekî xwedî îdîal e, li pey avakrina cîhaneke xweş û adil e, merivekî xêrxwaz û dilbirahm e.
Bi van gotinên xanima îspanî ra mejiyê min çelqiya, min got law hela bala xwe bidinê, van tirkan Don Kîşot çawa belovacî kirine, çawa herimandine.
Don Kîşotê xwedî îdîal, heqnas, adil, dilbirahm û qehremanê li pey avakirina dinyayeke hîn baştir, kirine merivekî dîn û macarapereset, yekî ku li pey nav û şohreta xwe ye.
Û me kurdan jî gotina Don Kîşot, di eynî maneya negatîv da tirkan girtiye û em jî di vê maneya negatîv bikar tînin.
Tirk, miletekî ne serîhildêr e, ne têkoşer e, ne li pey guherandinê, şoreşê û îdîalên mezin e.
Ji wê bêtir tirk miletekî ”esker e”, ji emir û bindestiya artêşê û dewletê hez dike, naxwaze li dijî zulm û neheqiyên artêşê û dewletê derkeve, têkoşîne bide, guherandinê bixwaze.
Loma jî ji kesên xwedî îdîal, xwedî wîzyon, kesên şoreşger hez nakin, ji wan ra dibêjin Don Kîşot, yanî dîn, kêmaqil û xeyalperest…
Û loma jî rabûne Don Kîşotê qehremanê armancên mezin li gor felsefa tirk ya oportunîst, pasîvîst û emirqûlîtiyê guherandine, kirine tiştekî din.
Ji xwe ji ber vê felsefeya emirqûlîtiyêye ku di sedsala bîstûyekê da jî tirk bi milet û siyasetmedarên xwe ve hîn emireriyên artêşê ne, li gor generalan Tirkiye hîn qişlayeke leşkerî û miletê tirk jî hîn hemû leşkerên wan in, hîn bi vî çavî li milet û siyasetmedaran dinêrin.
Û ronakbîr û edîbên miletekî hewqas reben û ruhê koletiyê helbet ewê Don Kîşot tahrîf bikin, îdîalîzmê bikin xeyalperestiyeke vala û qeheremaniya ji bo cîhaneke hîn baştir jî bikin dînîtî û şerê bi aşên bê re…
Li gor tê gotin, kitêba Miguel de Cervantes Don Quijote, li cîhanê kitêba herî zêde tê tercumekirin.
Û hinek rexnegir Don Kîşot, weke romana pêşî jî qebû dikin.
Loma jî min xwest ez bizanibim gelo cara pêşî, bi temamî û ji eslê wê, Don Kîşot kînga tercumeyî tirkî bûye?
Li gor agahiyên di Googlê da min bi dest xistin, beşê kitêbê yê yekem di sala 1605-an da li Îsipanyayê çap bûye, di 1612-an da tercumeyî îngilîzî, di 1614-an da tercumeyî fransî, di 1888-an da tercumeyî swêdî û ji orjînala wê û bi temamî jî cara pêşî di sala 1996-an da yanî piştî çapa Don Kîşot ya pêşî bi 391 salî tercumeyî tirkî bûye.
Çapên berî 1996-an ne bi temamî û ji zimanên din bûne.
Yanî Don Kîşotê ku tirk hewqasî qalê dikin û tahrîf kirine, hîn 13 sal berê bi şiklekî temam tercumeyî tirkî bûye.
Wey mala Xwedê ava be…
De îcar hûn ji xwe ra hesab bikin.
Cervantes merivekî pir enteresant e, pir dîtiye û pir jî kişandiye. Di sala 1575-an da ji alî keleşên(korsanên)deryayê yên cezaîrî va tê girtin, dikeve destê osmaniyan û weke kole tê firotin.
Tam 5 salan, heta 1580-î li Cezaîrê weke kole dijî. Çend caran dixwaze bireve lê tim tê girtin û dûra bi pereyekî zêde tê kirîn û diçe Îspanyayê.
Û dûra jî vê berhema xwe ya nemir ji însaniyetê ra dihêle.
* Don Quijote
Xalo,
SvaraRaderaMijare te ya îro gelekî hunerî u chandî bu yaw. Bi xwedê apo, ez îro qet nebe hînî chend haydariyên dîrokî u fikreke zanyarî bum. Ê tabî canim, ji tirkan bêtir kî dikare bibe qehpe babam. Yanî xalo te careke din li xelkê alemê nîshan da ku ji vê shansê min bi rastî jî ti pox dernakeve. Min jî berî chend salan ew romana bi tirkî xwandibu u bi têra xwe bubum ronakbîr ellaxîme kîtabîme. Lê min aniha carekê lê nêrî ku ev werger di sala 1992an da wekî chapa 3. hatiye belav kirin di nav Weshanên Sosyal-ê da.
De were jî hêrs nekeve. Lê êdî ez nikarim bi tirkî bixwînim. Ji ber ku min berî char salan biryar girt ku ez ê ti careke din bi tirkî rojname, kovar u pirtukekê nekirim u hew. Welle bi navê kalikên xwe kim, ez ê heta dawiya jiyana xwe jî peymana xwe xera nekim. Ez bawer dikim wergera bi kurdî jî derketiye. De bila bi destura xwedê be, ez vê tirrê ji wan tirkên qewad ra nehêlim, lewra ez ê wê wergera kurdî bibînim u bikutim tirkan.
Sayin cîgerlerim, yê-ya ku bi kurdî pirtukekê dixwîne, bi navê hemî melayîketan be ku zimanê kurdî dikute zimanê kunekên heram tirkan.
Bi silav u milav
Beranê Meletiyê
Apo, ma kê dîtiye ku tirkan di nav dîrokê da ji barbariyê tishtekî bash kiribin. Hertim wêran u talan u kushtin u shewitandin u wesselam.
SvaraRaderaHelbet ku diz nikarin hestên mîrza Don Kîshot fam bikin. Jibo vê aqil u huner u terbiyeya zanînê divê.
Nivîske têr u tîjî bu xalo.
Silav u hurmet
Qijikê Dêrsimê
Ji bo ku we nivîs ecibandiye ez kêfxweş bûm.
SvaraRaderaEz ne şaş bim ev roman tercumeyî kurdî jî bûye. Ji kîjan zimanî û kê wergerandiye nuha nayê bîra min. Lê bi qasî di bîra min da maye ewê ji tirkî be. Xwedê bike werger ji eva dawî ya temam be.