31 oktober 2009

Razîkirina însanan gelkî zor e

Razîkirina milet gelkî zahmet e, meriv çi dinivîse miheqeq hinek xwe dixeyidînin û dibêjin "ma ev çi nivîse?"

Tiştê kes jê naxeyide û ji ber wê gazinan ji min nake pêkenîn in, heta nuha tenê ji ber wan kesî ez nedame ber kevir û kuçan û xwe ji min nexeyidandiye.

Ji bo ku ez îşev jî hin "neyaran" ji xwe ra çê nekim ez du pêkenînên li ser Xwedê dinivîsim. Ez bawer dikim bîna wî ji însanan firehtir e...

Xwedê daEhmed rojekê li bajêr rastî hevalekî xwe tê. Dibîne ku wa ye motorsîkletke weke bûkekê di bin daye. Matmayî dimîne, dibêje.
-Lawo te ev motorsîkleta nuhûtop ji kuderê anî?
Ew jî dibêje:

-Min dûa kir, Xwedê da min.

Ehmed jî merivekî saf e, bawer dike û roja din diçe mizgeftê. Destên xwe vedigre û dest bi dua dike, dibêje:

-Ya Rebî tu motorsîkletekê bide min, ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min… Dema ew vê dua dike, yê li kêlekê dibihîze, ew jî dibêje:

-Ya Rebî tu solekê bidî min, ya Rebî tu solekê bidî min….
Ehmed ji vê dua mêrik gelkî aciz dibe, êrîşî mêrik dike, wî ji mizgeftê derdixe der, jê ra dibêje:

-Zû ji vir her e û serê Xwedê tevlihev neke, ew nuha motorsîkleta min çêdike, piştî ku qedand tu dikanî werî û sola xwe jê bixwazî.
Û dûra jî vedigere ciyê xwe û dîsa dest bi duayên xwe dike, dibêje:
-Ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min jî, ya Rebî tu motorsîkletekê nuh bidî min jî…
Carê bala xwe didê ku zilamê wî wa ye dîsa bi paş da hatiye û li quncikê hember dua dike.
Ehmedê gelkî aciz dibe, diçe ba mêrik û jê ra dibêje:
-Lawo tu bela yî tu çi yî? Ne tu be ne sola te be! Ha ji te ra here ji xwe ra cotek sol bikire û îşê min xera neke...
Piştî ku mêrik perê xwe digre û dihere, ew dîsa destên xwe vedigre û dibêje.
-Xwedayê mîhrîban û dilovan, va ye em dîsa tenê man, tu motorsîkleteke nuh bide min jî...

Zebeşê XwedêYekî gundî rojekê xwest li erdê xwe ji xwe ra zebeşan biçîne. Lê bala xwe dayê ku erdê wî zêde bi kevir e, paqijkirina tevayiya erd zahmet e.
Loma jî rabû nîvê erdê xwe paqij kir û nîvî jî wer hîşt. Û ji xwe ra got, bila perçê paqijkirî yê min be, ji ber ku min tê da tab xwariye û yê bi kevir jî para Xwedê be... Û dû ra jî dendikên xwe çand.

Li bîstanê xwe pir miqate bû, her roj bi dûzan av dida, eşêf û berkol dikir û baş lê dinêrî.

Û erdê Xwedê jî hema bi çavê suxrê û êretî lê dinêrî, zêde av nedida û baş jî lê mêze nedikir.

Dema zebeş çêbûn yên wî hemû kurmî derdiketin û yên Xwedê jî hemû bûbûn weke goman û weke şekir jî şîrîn bûn.

Rojekê rabû du zebeş ji bîstanê Xwedê dizî û berê xwe da malê. Bi rê da baraneke pir dayê, bi kûzan ji asîmanan royî erdê dibû. Ji bo ku zêde şil nebe, xwe avêt hundur mizgeftê.
Dema ket hundur mizgeftê, îcar jî zîpikê dest pê kir, her hebeke zîbikê bi qasî gûzekê mezin bû, weke ku kevir û kuç bi ser banê mizgeftê da bibare, dengekî bi xof derdixist...

Feqîro gelkî tirsiya, serê xwe berbî jor ve bilind kir û bi dengekî fedîkar ji Xwedê ra got:

-Dee deee, hela ji bo du zebeşan tu mala xwe xera nakî...

30 oktober 2009

Devê Davutoglu jî negeriya bibêje Kurdistan

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wezîrê pêşesaziyê Zafer Çaglayan û heyeta karsazan ya gelkî qelebalix(80 kes)piştî Basrayê derbasî paytexta Kurdistana başûr Hewlêrê bûn.
Heyeta tirk li Hewlêrê ji alî kurdan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Ev serdana Ahmet Davutoglu bêguman ji bo kurdan serkeftineke mezin û gaveke gelekî girîng e.
Ji ber ku tirkan heta nuha nedixwestin hukûmeta kurdan nas bikin û têkiliyên dîplomatîk bi wan ra deynin.
Ev cara pêşîye ku Titkiye di asta wezîrtiyê da Kurdistanê ziyaret dike û bi şiklekî resmî bi kurdan ra rûdine.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên başûr bi zîrekî û bi siyaseteke bi sebir, siyaseta tirkan ya înkar û îmhayê û hemû xetên wan yên sor û zer têk birin û ew mecbûrî siyaseteke realîst kirin.
Davutoglu li Hewlerê bi xaliya sor ji bal serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê nû Dr. Berham Salih û heyeteke gelkî fireh ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinan, Davutoglu û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civînê da serok Barzanî got, ew ziyareta heyeta Tirkiyê weke gaveke gelkî girîng dibîne û li ser vekirina sefaretxaneyê jî wiha got:
”Biryara Tirkiyê ya vekirina seferatxaneya li Hewlêrê ji bo herêmê pêşketineke pir baş e. Weke Rojhilatanavîn em di pêvajoyeke pir hesas ra derbas dibin. Ji bo aştiyê li Rojhilatanavîn roleke Tirkiyê ya girîng heye. Em têkiliyên bi Tirkiyê ra pir girîng dibînin. Di têkiliyên bi Tirkiyê ra Kurdistan wezîfeya pirê dibîne.”
Barzanî, di derbarê hewildanên Tirkiyê yên ji bo mesela kurd jî got, ew hewildanên serokwezîr Erdogan yên ji bo çareserkirina mesela kurd pir baş dibîne û ji bo vê yekê jî wî pîroz dike û pîrozbahiyên xwe dişîne ji Tirkiyê ra. Serok Barzanî got, ”Ew piştgiriya şîdetê nakin, ”gavên tên avêtin baş dibînin” û ew hêvî dikin gelş werin çareserkirin û ”xwîna birayên me kurd û tirkan nerije.”
Davutoglu jî di axaftina xwe da qala avakirina Rojhilata navîn û avêtina hin gavên cesûr kir.
Lê weke hemû tirkan Davutoglu jî di axaftina xwe da pir kitim bû, zimanê wî jî negeriya bibêje kurd û Kurdistan.
Tirkiye wezîrê xwe yê derve dişîne Kurdistanê û biryar daye ku li Hewlêrê sefaretxaneyê veke.
Ev tê wê maneyê ku ew Kurdistana Federe û hukûmeta kurd nas dike û pê ra têkliyên dîplomatîk datîne.
Lê li gel vê jî Davutoglu naxwaze navê Kurdistanê bikar bîne, bi zimanekî rehet nabêje miletê kurd, ji dêlî vê va dibêje ”ew iraqiyan weke merivên xwe dibîne, ew li Îraqê ”tu ferqê naxin nabêna gurûbên etnîkî, tirk, kurd û ereb ji bo wan yek e” û ”kesê nikanibe fîtneyê têxe nabêna wan û bakurê Îraqê.”
Însanek ancax dikane hewqasî dilnexwazê miletî be, nîjadperest û ne medenî û li hember yê hember xwe bêhurmet be.
Ji alî serokwezîr û seokkomarê herêma Kurdistanê bi xaliya sort ê pêşwazîkirin, alaya Kurdistanê û ya Tirkiyê bi ser erebeya wî va dibe, lê dîsa jî navê Kurdistanê bikar nayne, dibêje ”bakurê Îraqê.”
Kurd û Kurdistan bûye kabûs û ezraîlê tirkan, j iwan wetnê dema bibêjin Kurdistan, Tirkiye ewê nemîne û tirkên mahcir û dewşîrme jî ewê ji ber hev da bikin.
Lê kurd bi sebir in, bi vê israrê û siyaseta bi îstîkrar tirk heta vira anîne, qet şik tuneye Dawutoglu di serdaneke xwe ya din da ewê weke efendiya bibêje Kurdistan jî…
Nuha gotin hinekî pê giran tê, dixwazin bi texsîdan qebûl bikin.
Lê li alî din, li hember vê şêla tirkan dibê kurd bêdeng nemînin, nerehetî û aciziya xwe nîşan bidin, vê şêla berpirsiyarên tirk ya li dijî prensîb û qaîdeyên dîplomasiyê qebûl nekin.

Fanatîzim

Xwarina pir zêde meriv nerehet dike, zikê meriv diêşîne.
Vexwarina pir zêde serê meriv diêşîne, meriv serxweş dike.
Û dîndariya pir zêde jî meriv ji kor dike, ji rastiyê, ji realîteyê, ji hiş û şiyana hizirkirinê dûr dixe, dike fanatîk.
Û fanatîzim jî şêl û haletekî pir xerab e, meriv ji îradeye nirxandinê, ji bikaranîna aqil bêpar dihêle, ji bînfirehî û xweşbîniyê dûr dixe.
Kesên fanatîk weke robêtên ne ji vê serdemê hereket dikin, fena ku ne ji vê cîhanê bin, pêşketinên civakî, şertên nuh wan alaqedar nake.
Ji bo kesên fanatîk tenê dîtin, bawerî û nirxên ku ew jê bawer dikin rast in, loma jî dibê hemû însaniyet van dîtin, bawerî û nirxên wan bikin taca serê xwe û jiyaneke li gora van nirxan, li gora vê baweriya dînî bidomînin.
Fanatîzim celebekî dînîtiyê ye, loma jî meriv nikane doza şiyana nirxandinê, doza tevgere biaqil l iwan bike.
Dîn, li her derê dîn e, ha li gundekî çola Yêmenê û ha jî li paytexta Swêd li Stockholmê jê ra qet ferq nake.
Ji ber ku ne fedî dike û ne jî bîrî başî û xerabiyê dibe, jê ra her der teyşta dayika wî ye, li herderê dikane ardê xwe li moxilê xwe, aqilê wî yê kêm jê ra çi emir bike, bêyî ku guh bide der û dora xwe wisa hereket dike.
Do danê êvarî li Stockholmê ez ji termînala(xeraca)otobozan derbas dibûm. Ji nişka ve ji milê min ê çepê giriyê zarokekî bi ber guhê min ket.
Min berê xwe bi wî alî da kir.
Bi dîmenê min dît ra ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir…
Tiştê min didît, tebeyak, mêr bû jin bû ne diyar bû, di nava çarçefeke qûl î reş da li ber cama termînalê pişta wê/wî bi rêwiyan û kesên diçin û tên da bû, di camêra li der dinêrî. Du zarokên biçûk jî(yek 2 salî û yek jî 3-4 salî)li erdê, yê biçûk digriya.
Ji ber ku pir nêzê camê bû û pişta xwe jî bi riya çûyin û hatinê da kiribû, loma jî pêşiya wê xuya nedikir, meriv tenê ji para didît.
Min meraq kir, ji bo ku ruyê wê bibînim ez çû kêlekê û min ji pê ra bala xwe da ruyê teba, qijika reş.
Bi dîtina ”rû” ra matmayina min zêdetir bû.
Çimkî bira xuya kirina rû/wec li wir bimîne, çavên tebaya li ber min jî ne xuya bûn.
Xêliyeke reş bera ser ruyê xwe da bû weke qijikek mezin ya bi xof, di orta derya milet da di ser çêlika xwe ra sekinîbû.
Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku milet zêde şoke neke, netirsîne pişta xwe bi riya çûn û hatinê da kiribû, bi sedan însan di pişt wê ra diçûn û dihatin.
Tiştê min û bi sedan kesî didît tiştekî pir absurd, pir nelirê û dûrî aqil û îzanê bû, dîmenekî dînîtiyê bû.
Li Stockholmê li termînala merkezî qûqlayeke reş di nava milet da sekinîbû û kesî nizanîbû ew însan e ya na.
Û du zarok jî li erdê, ki ber qûqla reş digriyan û dixwestin ku çarçefa reş wan rake û têke himêza xwe.
Lê qûqla reş xwar nedibû û ranedihîşt zarokan…
Ji ber çi sebebî dibe bira bibe, ez fêm dikim ku hin jin serê xwe digrin, xwe dipêçin ya jî mecbûrî vê lixwekirinê dibin.
Lê ne bi vî rengî…
Girêdana serî, lixwekirneke hinekî girtî me qebûl e, lê ne ku têkeve nava çewalekî reş û zarokên meriv jî çavê meriv jî nebîne.
Geleo zarokan di wê kêliyê da çi his dikir, çi difikirîn?
Belkî giriyê wan jî ji tirsa bû, ew rewş protesto dikirin , digotin, dayê tu çima wiha dikî, em dixwa ruyê te, çavê te bibînin...
Lê fanatîzma dînî ev yek li zarokan qedexe kiye...
Tu dînî, tu pêxemberî û tu kitêbeke miqedes sosireteke wiha li ser însan ferz nekriye, ev îcad û zirdîniyeke hin kesên fanatîk û nexweş e.
Fanatîzim însanan ne tenê ji aqil û ji şiyana hizirkirinê, ji însaniyetê jî dûr dixe, dike pêkenîn.
Xwedê meriv ji her babet fanatîkiyê biparêxe...

28 oktober 2009

carnan dil heye lê taqet tuneye

Bixwedê îşev jî di çapemeniya tirk û kurd da tiştekî zêde bala min nekişand, dilê min nekeliya ser tu mijarê.
Jixwe dema ez bêtaqet bim di hilbijartina mewzûyê da ez pir hulhulî dibim, bi tu mijarê nayêm serî.
Îşev jî rewşa min ew e, ez hinekî bêtaqet im, nuh hatim mal û hûn rastiyê dixwazin serê min jî gelkî diêşe.
Loma jî hemû malper li ber çavên min weke leylanê hêl dibin û ez dikim nakim nikanim baş bixwînim.
Li dîsa jî xeberekê bala min kişand û gelkî jî kêfa min anî.
Dibê ez bi kurtî qala wê bikim.
Parlamentoya Kurdistanê, îro hukûmeta Dr.Berham Salih bi piraniya dengan qebûl kir.
Di kabîneya nû de ji bilî serokwezîr Dr. Berham Salih û cîgirê wî Azad Berwarî, 20 wezîr hene.
Li gor hatiye gotin lîsteye Civata Wezîran ji PDK-ê û YNK-ê pêk tê.
Kabîneya Şeşem ya Hikûmeta Kurdistanê li hemû miletê kurd pîroz û bimbarek be.

DostJi kalê xwedî tercûbe pirsîn, gotin:
Kalo li vê dinyayê çend şikil dost hene?
Kalo keserek kûr kişand û rêz kir:
-Dost heye, weke nan e, weke xwarinê ye, weke avê ye, tu her roj lê digerî...
Dost heye, weke derman e, gava tu nexweş dikevî tu lê digerî.
Û dost jî heye, weke nexweşiyê ye, ew li te digere, te dibîne…
“Dostê” weke nexweşiyê tunebe çêtir e, qenekê meriv nexweş nakeve...

CiwanîSofî piþtî ku riya xwe kur kir û şûnda, xwe da ber neynikê û bi fort ji xanima xwe ra got:
-Xanim, tu dibînî, sibehan piştî ku ez riya xwe kur dikim û şûnda ez deh salan ciwantir dibim.
Xanim keniya û got:
-Ê ku ne derew e rast e, bi şev jî riya xwe kur bike. Qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê, fêda wê bigihîje mej î…

BerazXwendevanekî dibistana Îmamxetîbê ji bo ku bibe îmamê camiyê ketibû îmtihanê. Pirs hemû nivîskî bûn. Xort bersîvên hemû pirsan rast da û kaxeta xwe teslîmî mamoste kir.
Lê li gel vê jî mamoste pûanek baş nedayê. Vê yekê bala mamosteyekî din kişand û ji hevalê xwe ra got:
-Bersîvên wî hemû rast in, tu çima heqê wî dixwî û pûanên kêm didê?
Mamoste ji hevalê xwe ra got:
-Tu nizanî ew çi beraz e, bersîvên wî rast in lê baweriya wî bi yekê jî nayê.

QezaLi Stenbolê texsî li yekî kal qelibî, tu namabû ku bike nanik. Lê di ser da şufêrê texsiyê serê xwe di pacê ra derxist û bi mêrik da qîriya, got:
-Sûcê te ye, ev bîst sal in ku ez şufêr im lê yek carê jî min qezayeke wiha nekiriye.
Kalo li erdê bi dengekî jar bersîv da, got:
-Ê ez bi qurbana serî, ez jî ev 8o sal in ku dimeşim, lê tu carî qezayeke wiha nehatiye serê min.

Ji bavê xwe bipirseLawikê biçûk bi heyecan ji diya xwe pirsî, got:
-Dayê, mamostê me dibêje em ji zuriyeta meymûnê ne, ma rast e?
Dê hinekî fikirî û dûra got:
-Here ji bavê xwe bipirse, ew malbata xwe çêtir nas dike.

27 oktober 2009

Ji bo xatirê "Xewnên Zîvîn"

Girtina nemeya pêşî ji dildara xwe çi kêf û heyecanê bide xortekî 18 salî, xwendina helbestên Fatma Savcî xanimê jî eynî heyecanê dide min, her cara ku ez dixwînim dilê min dîn û har dike, ez salên borî, porê sipîbûyî, çavên zelûl, ruyê qermiçî, pişta xûz û devê kox ji bîr dikim û weke xortekî ji nişka ve dil li min radibe pêdarê û meydanê ji min dixwaze.
A nuha, piştî xwendina çend rûpel ji ”Xwenên Zîvîn”, ji zêrzemiya dilê min daxwazeke kûr bilind bû, ji min ra got:
”Xwezî te jî kanîbûya hest, xeyal, xewn, hesret û dîtinên xwe wisa xweş, wisa nazenîn û wisa bi fesal bianiya zimên.
Û ev ne cara pêşî ye ku ev hest bi min ra çê dibe, her cara ku ez helbestên kêfa min jê ra bê û ez jê hez bikim bixwînim, pinpinîka şairiyê tê li ser keviya dilê min vedine û çavan bi min ra qurç dike, îlhamê dide min, min tahrîk dike…
Lê şikir ji Xwedê ra ku ez tu carî ne guh didim dilê xwe û ne jî xwe bi ber teqala wî dixim.
Çimkî ez dizanim, dema ez bidim dû û gura wî bikim ewê min bibe li çiya û baniyan biqewimîne û perîşan bike, min bike pêkenînê xelkê.
Kitêba Fatma Savci ya pêşî, ”Gulên Qasid” min xwendibû û di semînerekê da pê dabû îmzekirin jî.
Lê ya duyemîn bi destê min neketibû.
Do êvarî gava min li posta xwe nêrî û kitêba Fatma Savcî ”Xewnên Zîvîn” dît ji kêfa ez firiyam.
Ji bo ku ez bizanibim çi nivîsîye, min bi meraq û heyecan rûpela pêşî vekir û teksta wê xwend.
Ez nizanim gotin çawa di devê şairan da hewqas xweş dibin.
Gotiye:
”Bo mamoste Zinarê Xao, yê ku dilê xwe bi ser milkê welêt ve kirye berbejn…”
Piştî xwendina Çend helbestan min ji xwe ra got:
Xwezî ev dil şair ba, bira tûrê parsê li mil ba
û ew jî ji heft ciya qul ba
bira doşega min erd ba
orxana min ezman ba
û balgiyê ber serê min jî kevir ba...
Zarokekî li şîr ji pêsîra diya xwe çuqasî hez bike ez jî ji kurmancî hewqasî hez dikim.
Lê bi taybetî gava ez şiirê dixwînim û li muzîka klasîk guhdarî dikim ev hezkirina ji kurmancî qat bi qat zêde dibe.
Kurdan zimanê pexşanê(nesrê)kirine gêrmiya gavanan, meriv tu kêf û zewqekê jê nagre, lema jî xwedê kir ku helbest heye.
Malperên kurdî ji xwe zimanê kurdî rezîl û riswa kirine, tu dibêjî qey hemûyan ji bo xerakirina kurdî qela xwe kirine yek.
Her sinet piştî demêkê tê fêrbûn, mesela meriv piştî çend sal xwendin tibê diqedîne dibe tixtor, dibe mamoste, mihendiz û wekî din.
Yanî çi kar, çi sinet dibe bira bibe, piştî demekê meriv fêr dibe û dûra dibe hoste, tuxtor û nizanim çi...
Lê nivîskarên piraniya melperênn kurdan bira fêrbûn li wir bimîne, sal bi sal bi paş da diherin, tu carî naqedînin, tim şagirtên nuh in.
Dibê meriv misîn bide destê wan û bişîne avê...
Yanî roj bi roj bêtir korfahm dibin.
Roja pêşî di kîjan nuxtê da bûn îro jî hîn li wir in, hîn şagirtên nuh in...
Loma jî xwendina kurdiya malperan tu zewqekê nade min.
Dimîne çend kesên romannivîs û çîroknivîs, xwedê kir ku ew hene, nexwe halê kurdî ne tu hal e.
Min Xewnên Zîvîn îşev neqedand, lê tiştê min xwend ez gêj û sermest kirim.
Ez bawer dikim ewê neheqî be ku ez we jî ji vê tamê mehrûm bikim. Kerem bikin hûn jî tama dilê xwe hinekî xweş bikin.

”Min got, dostê min, dilê min çar kendalên tik û tenê, …
Çar rojên girtî, çar şervanên bê welat e…
Çar hecîreşkên baskokirî ye…
Nizanim bi kîjanê ji wan, bi çi awayî ji te hez bikim…
(…)
Ez şîrava gurzeyên gulan nareşînim ser porê te…
ne gulek im, tu bilbilê dilê xwe pê şa bikî…
ne kenekî bê girî me ku tu laşê xwe li wê mişextiya sar li ber germ bikî…

”Beytikên li bajaran birçîmayî, difirin ser destên min, firîkên genim hêvî dikin ji min…
Çiqas bêjim belaş e.. guhên min, vê gavê zinarekî li qutba ye…
Lê nizanim çawa dibihîzim, dengê hezkirinekê…
Dostek li mişextiyê, dengê xwe tevlî mijangên bayê dike…”

”Min niha dîsa sar e, gelekî dicemidim xoşewîstê min. Bilezîne, sînga xwe, wê hêtûna hezar salî bide ber dilê min…”

26 oktober 2009

Ez ne mirîd im ku ji her tiştî ra serê xwe bileqînim

Xwendevanekî ”navnediyar” nivîsa min ya do rexne kiriye.
Diyar e rexnegirê min, min ji nêz ve nas dike, dizane ez diçim ku û ”îlhama dîtin û ramanên xwe” ji ku digrim.
Lê çi heyf ku wî, xwe bi min û bi xwendevanan nedaye nasîn, ew cesareta medenî nîşan nedaye.
Ev jî nîşan dide ku rexnegirê min ji dîtin û şêla xwe pir ne piştrast e, pir ne bawer e.
Tiştê xerîb, rexnegirê min di rexneya xwe da tim pronoma(cînavê) pulural(pirhejmar)bikar aniye, ji dêlî ku bibêje ”te” wiha gotiye, ” tu ne bawer bû”, dibêje ”we” ya jî ”hûn” û hwd.
Ez ne partî me û ne jî gurûb im û min bi kesên din ra jî li ser vê mijarê tu beyaneke mişterek nedaye.
Di vî quncikî da min çi nivîsî be, min bi navê xwe nivîsîye, îmzeya kesekî din di bin nivîseke min da tuneye.
Loma jî min tu mane neda gotinên weke, ”Kesî ji we ne bawer bû”, ya jî “Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Min xwe fêm kir, lê yên din kî ne?
Dibê meriv bi gotinên gurover û bêedres xelekê rexne neke, ev tiştekî ne xweş e û şêla mirovên tirsoneke.
Heger fikrekî te heye û tu dixwazî hinekan rexne bikî, kerem bike bi navê xwe û bi navê yên din dîtinên xwe bibêje û rexne bike.
Wiha rasttir û baştir e.
Dema dîtinên konkret werin rexne kirin, însan jî dikaninn xwe biparêzin, nexwe kes nagre ser xwe.
Li gor hevalê rexnegir ez ji hatina ”komên aştiyê” û pêşwazîkirina wan ”weke tirkên nîjadperest” gelkî aciz bûme. Û dûra jî gotiye:
”Mixabin, ez dibînim tu, xwarziyên te, û hin kurdên ku ji berê de di siyasetê de îflas kirine, êdî zarokên wan jî guh nade wan, jî bi vê yekê aciz in.”
Ji ber ku ez ne berdevk û abûqatê ”xwarziyên” xwe û hin kurdên di me, loma jî ez nikanim li ser navê wan tiştekî bibêjim.
Lê li ser navê xwe ezê çend pirsan ji rexnegirê xwe bikim.
Berî hertiştî bi buhatanan û bi avîtina çamûrê nabe, dibê tu îspat bikî, nimûneyekê nîşan bidî, min li ku û çawa û di kîjan nivîsa xwe da xwe weke tirkên nîjadperest aciz kirye?
Li ser hatina gurûbên aştiyê heta nuha min tam çar nivîs nivîsîne. Nivîsên min li ber destê te ne, kerem bike numûneyeke dijayetî û aciziya min nîşan bide.
Dema meriv însan bi dijayetî û diminatiya hêzekê îtham kir, dibê meriv bi delîl û îspat bipeyive, îthamên vala û buhtan ne karê însanên cidî ye.
Li hember dewleta tirk, min tu carî dijminatiya PKK-ê, DTP-ê û hêzeke din ya kurd nekiriye û nakim jî.
Lê li ser bûyeran fikir û dîtinên min hene, ji bo ku PKK, DTP û hêzên li hember dewleta tirk biser kevin ez fikrê xwe dibêjim.
Çimkî ez ne siya kesî me.
Di nivîsa xwe ya 17-ê mehê da(Kurd dîsa dikin bibin "Qasidê Aştiyê")li ser hatina gurûban min wiha gotiye:
”PKK-ê bi vî navî di sala 1999-an da jî dîsa li ser daxwaza Ocalan ji Ewrûpa û çiyê du ”gurûbên aştiyê” şandibûn Tirkiyê.Weke tê zanîn ew teşebusa PKK-ê bi rengekî pir trajîk qediyabû, ez ditirsim ku îcar jî bi rengekî pir komîk biqede.Lê li gel vê jî ez ji dil û can hêvî dikim ev tirsa min ne li cî be, tiştê hat serê grûba pêşî neyê serê wan û siyaseta Ocalan rast be û feydekê bigihîne miletê kurd.”
ji ber ku ez têkçûna PKK-ê û DTP-ê weke têkçûna tevgera kurd ya netewî dibûnim, loma jî di vî warî da ez xwedî fikir û dîtinim, ez naxwazim ev hêza xuluqîye heder bibe û têkve xeteke şaş.
Di nivîsa xwe ya di 19-ê mehê da jî min hêvî kirye ku bêyî Ocalan, hin hêzên din jî li mpişt vê însîyatîvê hebin. Di wê nivîsa xwe da li gel hin şik û metirsiyan, min gotiye:
”Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne ya Ocalan be, hin hêzên din jî li pişt vê gavê bin.Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...”
Û di nivîsa xwe ya dawî da jî(21/10-09)li ser serbestberdana 34 kesan min wiha gotiye:
”Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
”Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.”
Weke tê dîtin, di hemû nivîsan da ez dixwazim ku PKK bi vê însîyatîfê bi ser keve û tiştê li zirara miletê kurd neke.
Ku ezê nikanibim viya jî nebêjim wê demê ez mirîd û şelafekî PKK-ê me, wezîfa min tenê çepik û serhejandin e.
Weke însan fikir û dîtinên min hene, ji tiştên baş ra dibêjim baş e û pesnê wan didim, piştgiriyê dikim û ji tiştên şaş ra jî dibêjim şaş e, rexne dikim, dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye, ev şêla merivekî bi şexsiyet û xwedî fikir e.
Her kes dizane ku ez ne li dijî serkeftina PKK-ê û DTP-ê me û tu carî jî ne li dij bûme.
Rexnegirê min ji bo ku hinekî din jî xwe têxe çavê PKK-ê û eferimekê ji hin kesan bigre, bi şiklekî bêbinake buhtanan li min dike, dibêje ”
”Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Rexnegirê min di vir da dîsa cînavê ”we” bikar aniye, gotiye çima ”we” rehetsiz” dike.
Weleh kê nerehet dike nake ez nizanim, tu pir jêhatiyî navê wan bibêje em jî xêra te wan kesan nas bikin.
Lê herçî ez im, min qet û qet nereht nake, bîlekis min kêfxweş dike. Û heger ûjdanê te hebe(lê tuneye)tu jî baş dizanî ku serkeftina PKK-ê ya li hember dewleta tirk min ”rehetsiz” nake.
Lê ev nayê wê maneyê ku PKK çi bike weke te ezê jiê ra li çepikan xim.
Ma geleo vê PKK-ê heta nuha qet şaşiyek, çewtiyek nekiriye?
Bêguman kiriye, çimkî heta nuha bi dehan car ”Serok” û PKK-ê xwe rexne kirine, gotine me filan şaşî kir, me hevalên xwe kuşt, me nizanim kîjan tişt kir ne rast bû û her wekî din.
Gelo heta nuha te yek carê jî rexneyeke vekirî û bi navê xwe li PKK-ê û ”Serok” girtiye?
Heger te girtiye bibêje ERÊ, li filan derê!
Heger te nekirye çima û navê vê bêdengiya te çiye?
Wek min got, serkeftina PKK-ê û tu hêzê, min nerehet nake, heger min ”rehetsiz” bike, wê demê ez dijminê miletê kurd im, ez hevalê dewleta tirk im û naxwzim kurd biserkevin.
Kî dibe bila bibe, ji PKK-ê bigre, heta bi dîndarên kurdan, ez dixwazim zora dewleta tirk bibin.
Ev yek min pir dilşa dike…
Loma jî min hertim serkeftina PKK-ê, DTP-ê û hemû kurdan ya li hember dewleta tirk weke serkeftina xwe û miletê kurd û têkçûna wan jî weke ya xwe û ya miletê kurd dîtiye.
Lê ji bo ku PKK, DTP û kurd li hember dewleta tirk biserkevin, zora vê dewleta zalim û xwînxwar bibin, ez merivekî xwedî fikir û dîtin im, ez ne mirîd û siya kesî me, dema hewce be dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye…

25 oktober 2009

Di siyasetê da ne pêşwazîkirina bi sedhezaran, netîce mihîm e

Siyaseta PKK-ê û DTP-ê ya van rojên dawî navê kitêba Lenîn, ”Gavek bi pêş da du gav bi paş da” anî bîra min.
Bi anîna 34 kesên ji Kampa Mexmûrê û çiyayê Qendîlê gavek bi pêş da avêtin û bi hela helayeke bêmane û şiklê pêşwazîkirina xwe jî du gav bi paş da avêtin.
Ê yanî bû çi?
Û me çi bi dest xit?
Li gor beyana Zubeyir Aydar, çûyîna koma aştiyê ya ku ewê di 28-ê mehê da ji Ewropayê biçûya texîr kirine, yanî çûyina gurûbê heta demeke ne diyar hatiye bipaşxistin.
Halbû biryar ew bû ku ev gurûb jî di 28-ê cotmehê da ji Ewrûpayê biçûya.
Lê ji ber şiklê pêşwazîkirina herdu gurûbên pêşî, muxalefetê û çapemeniya tirk ya faşîst û berdevkê artêşê bi demagojî û ajîtasyoneke nîjadperest ajotin ser AKP-ê û cî li hukûmetê teng kirin.
Li ser vê, hukûmetê jî li hember kurdan, PKK-ê û DTP-ê dest bi uslûb û zimanekî pir êrîşkar û nîjadperest kir.
Loma jî çûna gurûba Ewrûpayê nuha hatiye rawestandin.
Hukûmet jî ev du sê roj in êdî zimanê gefan û şer bikar tîne, serokwezîr û wezîrê hundur tiştên gelkî ne xweş ji bo PKK-ê û DTP-ê dibêjin û kurdan dehdît dikin.
Di siyasetê da ne nêt, netîce hesab dibe.
Nêta meriv çi dibe bira bibe, dema meriv di tevgera xwe da li karê derneket maneya xwe ew e ku meriv siyasetek şaş meşandiye.
Dema meriv tiştekî dike, dibê meriv kar û zirara xwe hesab bike. Tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Nuha bi wê pêşwazîkirina bi sedhezaran PKK-ê, DTP-ê û miletê kurd çi kar kir, çi bi dest xist?
Qet…
Bira kar li wir bimîne, di ser da meriv dikane bibêje ku zirar jî daye ”pêvajoya” ku PKK-ê daye ber xwe.
Ez nizanim çima lê tim wiha dibe.
Her cara ku rewş hinekî baş dibe, qala lihevkirinekê, riyeke aştiyane tê kirin, tu hew mêze dikî ya çend leşker tên kuştin, ya jî bûyereke din ya pir ne xweş rû dide û hertişt dîsa diçe qeysa berê.
Îhtîmal heye ku îcar jî wisa bibe, ev hewildanên nuh jî weke carên berê rawestin.
Lê dikane nebe jî, ev yek bi qasî hukûmetê di destê PKK-ê da ye jî.
Siyset hinekî jî sinetê bidestxistina tiştê ne mimkûn e, dema meriv di siyaseta xwe da tiştekî pir zor, ne mimkûn bi dest nexist ya jî zirar jê dît, ev tê wê maneyê ku meriv li ser riyeke şaş e.
PKK-ê û DTP-ê bi anîna 34 kesên ji başûrê Kurdistanê hukûmet û dewleta tirk, rast derew mecbûrî hin sozan, hin tawîzan kir.
Carê negirtina endamên gurûbê ji bo PKK-ê û DTP-ê serkeftineke mezin bû, dibê ev serkeftin di cî da nehata heder kirin.
Lê mixabin şiklê pêşwazîkirineke bêfeyde bû sebeb ku hukûmet û dewlet dev biguherin û qala vegera nuxteya serî bikin.
Veger li gor peymanekê nebûye ku em bibêjin dewlet nikane dev biguhere û tiştekî bi me bike.
Garantiya me tenê aqlîselimîya birêvebirên dewletê ye, em hêvî dikin ku dewlet ewê dev ji siyaseta xwe ya şer, înkar û îmhayê berde û hin gavên berbî çareseriyê bavêje.
Lê dema çerx bike, poşman bibe em nikanin dewletê bisekinînin.
Siyaset ew e ku dibê meriv qeweta xwe û ya dijmin baş bizanibe û li gor wê hemleyan bike.
Mesela wa ye berpirsiyarên dewletê dibêjin ku kesên hatine dibê li gor qanûnan herin leşkeriya xwe bikin.
Baş e, dema bi rastî jî dewlet sibe here bi gewriya van kesan bigre û wan bibe leşkeriyê PKK û DTP ewê çi bike û dikane çi bike?
Ma tiştekî wiha ne sosireteke mezin e?
Gotineke Deng Xiaopîng ya gelkî meşhûr heye, dibêje, ”pisik reş e sipî ye pir ne girîng e, ya girîng ew e ku mişk bigre.”
Dibê ev yek ji bo PKK-ê jî wiha bûya, pêşwazîkirin bûye ya nebûye, deh kes çûne pêrgî ya yek milyon însan çûne pir ne girîng e.
Ya girîng ew e ku çi feydeyê digihîne nêt û armanca me kurdan?
Di siyasetê da carnan meriv dikane bi yek derbê ”nakawt” jî bibe, lê heger meriv jîr û biaqil tevbigere meriv dîsa jî dikane maçê qezenc bike…

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di heypeyvîna xwe da gotiye ku wî berê bangî serokê PSK-ê yê berê Kemal Burkay û serokê DEP yê berê Yaşar Kaya kiriye, lê ew nehatine...
Erdogan, di hevpeyvîna xwe ya bi Murat Yetkin ya di rojnameya Radikalê da gotiye, ”min berê bangî wan kiribû. Min gotibû ku deriyê. Min got ez li benda wan im...”Erdogan, li ser vegera Burkay, Kaya û hin kurdên din yên li diyasporayê jî gotiye, ”pêwîst bû ew berî 34 kesan bihatana…” fîlan û bîvan.
Diyar e Erdogan xwe pir biaqil û xelkê jî kêmaqil dihesibîne.
Ji Burkay û Kaya ra dibêje bira vegirin, ”deriyê wî ji wan ra vekirîye…”Tu dibêjî qey dawetî mala bavê xwe şîvê dike.
Lawo te çi daye gelê Kemal Bûrkay û Yaşar Kaya ku ew vegerin û bibin "mîvanê" te?
Burkay jî û kurdên din jî doza azadiya miletekî dikin, te kîjan qanûn, kîjan heq daye miletê kurd ku tu ban Bûrkay û kurdên din dikî, dibêjî werin...?
Di şiklê bankirina te da "teslîmiyet" heye, tu dibêjî doza tiştekî nekin, vegerin û werin li welatê xwe bijîn.
Viya ne hewceye tu ji me ra bibîjî heyran, ji xwe em dizanin, dema em dev ji doza serxwebûna miletê xwe berdin û weke hinekan bibin mamûrê dewleta te û bi dû çend qurişan kevin helbet tu yê me bidî ser serê xwe û ”derêyê te hertim ewê ji me ra vekirîbe…”Lê te bê wê derê gotiye, kurdên bi xîret û heysîyet ewê tu carî dev ji doza miletê xwe bernedin û weke merivên têkçûyî û qediyayî xwe teslîmî dewleta te nekin, nebin ”mîvanê” we…

24 oktober 2009

Sal bi sal heft xwezî bi par...

Ez îro him hinekî meşxûl bûm û him jî pir dereng hatim mal, loma jî haya min baş ji dinyayê û ji halê kurdan û teşxela tirkan tunye.
Ji ber vê yekê jî ez newêrim xwe tevî siyasetê bikim.
Esas rahmetiyê Mahmût Baksî digot, ez naxwînim, ez dinivîsim.
Lê ji ber ku ew jîriya Xwedê nekiriye qismetê min, lema jî heta ku ez baş nexwînim ez newêrim binivîsim.
Lê li gel vê jî ez wisa texmîn dikim ku halê me kurdên bakur yê îro ewê ji do xerabtir e.
Yanî wek dibêjin, sal bi sal xwezî bi par...
De kerem kin îşev jî qîma xwe bi çend pêkenînên şîrîn û manîdar bînin...
Tu weke kûçikan diricifîYê erzeromî cara pêşî bû çûbû xirbetê Stenbolê. Kibarî û nezaketa mêr û jinan ya li hember hev gelkî bala wî kişand. Di vegerê da ji jina xwe ra qala kibariya jinên stenbolî kir, got gava mêr êvarê ji kar diçin mal, jinên wan li ber derî pêşwaziyê li mêrê xwe dikin û bi evîneke mezin jê ra dibêjin:
-Delaliyê min wey tu bi xêr hatî, nuha tu qefilî ye, tu westyayî ye...
Yanî bi rengekî sergirtî ji jinikê ra dibêje ji nuha û pê va dema ez hatim mal, dibê tu jî ji min ra wiha bibêjî, filan û bêvan...
Roja din êvarî dema diçe malê sar e, serma ye, berf e, tozan e, ji serma diricife. Jina wî derî lê vedike û fibêje:
-Wîîî mahrûmo, hela zû were hundur, tu weke kûçikan diricifî...

Hema ruhu min bistîne çêtir e
Yê gundî cara pêşî bû ku ji xwe ra cotek solên nû kirîbû. Rabû sola xwe ya nuh kir pê û berê xwe da nav zadê xwe.
Piştî ku gihîşt nava erd baraneke bi zirp dest pê kir, sola wî şil û pil bû, di gerekê geriya. Pir li ber sola xwe ket, nizanîbû çi bike û çawa ji çamûrê xelas bike.
Rabû bi halekeî bêçare destê xwe berbî ezmanan bilind kir û got:
"Xwedêo, ez nuha bêjim bira baran nabare, zadê min ewê neyê, ewê malik li min xera bibe. Û ez bibêjim bira baran bibare sola min a nuh û top ewê bilewite û heram bibe. Hema ya çêtir ew e ku tu ruhê min bigrî û min ji vî halî xelas bikî çêtir e…

Tu bi tirkî dizanî dibê tu fêm bikîQumandarê qereqola gund û Hecî Emîn ne li hev in. Qumandar tim li Hecî û maneyan digere.
Rojekê Hecî Emîn di ber qereqolê ra derbas dibe, tam di wê nabênê da nêzî qereqolê dizire. Qumandar bi tinaz ban Hecî Emîn dike, dibêje:
-Hecî, ma ev kera han çi dibêje?
Hecî Emîn berê xwe dide qumandar û jê ra dibêje:
-Weleh qumadar beg ez bi tirkî baş nizanim loma jî nizanim çi dibêje. Tu bi tirkî baş dizanî, dibê tu jê fêm bikî…

23 oktober 2009

Dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin

Malpera Netkurdê, li ser hewildanên hukûmeta AKP-ê ya çareserkirina mesela kurd ji nûnerên hin dezgeh û rêxistinan, siyasetmedar û ronakbîrên kurd dîtinên wan pirsiye.
Netkurdê gotiye, ”eger wezîr Beşîr Atalay ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxan de kîjan daxwazên kurdan bên cîbicîkirin” hûn ê çi daxwazan pêşkêş bikin?”Netkurdê, ev pirsa jor ji min jî kiribû û min jî bersîva li jêr di 17-ê cotmehê da ji berpirsiyarê Netkurdê ra şandibû.
Nivîsa heta nuha nehat weşandin. Dibe ku jî neweşînin, hêjayî weşanê nebînin.
Ez nizanim.
Loma jî min biryar da ku îşev bersîvên xwe li vir biweşînim, bira zêde tirş nebe.
Heger hat û Netkurdê di pêşerojê da weşand jî tişt nabe, li vir bi xwendina çend kesan tu zirar nagihîje weşana Netkurdê.

Bersîva pirsa Netkurdê:Kurdistan, welatê kurdan derî îradeya miletê kurd û bi darê zorê hate perçekirin û kurd ketin bin destên çar dewletên zalim û dîktator.
Ji bo ku welatê xwe rizgar bikin û weke her miletî ew jî bibin xwedî dewleteke serbixwe kurd ev 150 sal in ku têkoşîneke bênanbên didin.
Di vê têkoşîna dûr dirêj da kurdan li her çar perçên Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dane û gelek eziyet û cefa kişnadine.
Weke her miletî kurd jî dixwazin azad û seribixwe bijîn, pêşeroj û qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Avakirina dewleteke serbixwe bi qasî ereban, tirkan û farisan, mafê miletê kurd e jî.
Dibê kurd ji xwestin û bilêvkirina vî mafê xwe yê avakirina dewleteke seribixwe tu carî netirsin û weke daxwazeke neheq û li cî nebînin.
Zeîfiya kurdan, xurtbûna dijmin û nemisaîdbûna şertên der û hundur dibê tu carî nebe sebeb ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî dev ji daxwaza vî mafê yê rewa beridn.
Li her çar beşên Kurdistanê jî ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinênê kurd dibê her tim bi şiklekî vekirî bibêjin ku azadî û avakirina dewleteke seribxwe weke her miletî, mafê miletê kurd e jî, ev sûc e û ne jî qebhet e…
Lê ji ber ku zora kurdan îro li dijmin nayê, şert ne misaîdin, kurd nikanin vî mafê xe yê rewa têxin praktîkê û ji ber vê jî li dijî bidestxistina hin mafên hindik dernakavin ew tiştekî din e.
Dijmin îro çi ”mafî”, çi tawîzî dide me bira bide, bêguman dibê meriv li dij dernekeve.
Ya girîng ew e ku em dev ji îdîal û hedefa xwe ya dewleteke serbixwe bernedin û vê daxwazê ji hedefa xwe dernexin, bi ”pakêtên” dijmin neyên serî.
Nuha jî ez werim ser pirsa we.
Di pirsa xwe da we gotiye ku hukûmeta AKP-ê nuha li ser “Vebûna Kurd” ku dûra navê wê kirin “Vebûna Demokratîk” kar dike.
Hukûmet dibêje ku ”ev ne pakêtek e, proseseke, ê di sê qonaxan da(nêz, navîn û dûrûdirêj)bê cîbicîkirin.”
Û ji bo meşandina vê projeya hukûmetê, ”wezîrê karûbarê hundur Beşîr Atalay weke koordînator hatiye tespîtkirin.”
Atalay, di vê çarçewê da ”bi derûdorên cuda ra rûdine, fikir û daxwazên wan yên li ser vê Vebûnê dipirse.”
Piştî van agahiyan we gotiye, ”Eger wezîr Beşîr Atal bê ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxên nêzîk, navîn û dûr de çi daxwazên kurdan bê bicîhkirin” hûnê madde bi madde kîjan daxwazan pêşkêş bikin?”
Heger Beşîr Atalay were fikrê min yên ji bo çareseriya mesela kurd ji min bipirse, ji ber ku ew wezîr e ezê jê ra tu ”tenzîlatê” nekim, weke ez ji kurdan ra dibêjim, ezê ji wî ra jî bibêjim ku bi ya min çareseriya herî baş û herî maqûl serxwebûna miletê kurd e, bi qasî tirkan mafê kurda ye jî bibin xwedî dewleteke serbixwe û dibê hûn viya qebûl bikin.
Lê heger hûn dixwazin bi kurdan ra bijîn û baweriya we ew e ku ev dewleta mişterek ewê li kara me herdu miletan be, wê demê divê em jî weke xwedî eynî maf û deshilatê bin.
Û navê vê jî federasyon e. Yanî dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin.
Û herçî mesela ”qonaxan e” jî ezê bibêjim, dev ji ”qonax monaxan” berdin û mafê kurdan bidin.
Çima 3 qonax?
Dîtinên min ji bo ”hersê qonaxan jî” eynî ye, dewleteke federatîv e, yanî federasyon e.
Her wisa ezê jê ra bibêjim, bi dîtina min dirêjkirina meselê ne çareserî ye û zirarê dide herdu aliyan jî.
Heger bi rastî jî hûn dixwazin kurd û tirk di nava aştiyê da bi hev ra bijîn, dibê hûn mafê kurdan jî qebûl bikin, hertiştê me dibê mişterek û bi qasî hev be.
Nimûneyên vê yekê li cîhanê pir in.
Atalay nûnerê dewleta tirk e, pir normal e ku ew bixwaze serî li kurdan bigerîne, bi navê ”qonax monaxan” demê dirêj bike.
Lê ezê jê ra bibêjim, tu sebeb tuneye ku hûn serî li xwe bigerînin, demê dirêj bikin û vî mafê kurdan yê rewa ”piço piço” bidin.
Heger heqê kurdan ne heq e bibêjin ne heq e û em nadin.
Lê na ku heq e wê demê li ser hev, bi carê da bidin.
Çima ”qonax” bi ”qonax” û piço piço?
Dana bi ”texsîdan” ne çareserî ye û dibê tu carî nebe daxwaza kurdan.
Dibê kurd tim qala mafê xwe yê tam û rewa bikin û dana dijmin ya bi ”texsîdan” jî red nekin, lê bes jî nebînin û ji ber vê dirêjkirininê jî rexne bikin.
Lê dibê kurd bixwe nebin alet û pêşengên vê siyaseta dewleta tirk ya bi ”texsîdan.”

22 oktober 2009

Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne

Ez fikirîm, min ji xwe ra got îro dinya pir tevliheve û bîna min jî hinekî teng e, ez çi binivîsim dikane şaşomaşo be û bibe sebebê teşxeleyê.
Loma jî ya herî baş ew e ku îşev ez xwe tevî tu meseleyên siyasî miyasî nekim, dev ji teşexeleyên DTP û AKP-ê berdim û ji we ra çend pêkenînên kurdewarî binivîm ewê çêtir be.
Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne...

Her der welatê min e…Temelê laz li leşkeriyê pir serkeftiye, hemû qumandarên wî jê hez dikin. Di wexta daxitimê(belavkirina piştî dewreya ecemîtiyê)da ji ber vê jêhatîbûna wî qumandarê wî dixwaze çêyiyekê pê bike.
Ban Temel dike, jê ra dibêje.
-Temal lawê min, dilê te kuderê bixwaze emê te bişînin wir. Fedî neke, daxwaza xwe bibêje
Temel dikeve hazirolê, xwe dike tîr û bi rengekî ji xwe bawer dibêje:
-Her dera ku ala min lê hêl dibe welatê(niştimana)min e.
Qumandar dibêje:
-Erê rast e, lê lawê min tu zanî hin der hene bêtir tehlûke ne. Tu zanî teror heye, dûrî heye û wesaîre. Derekê bixwaze ku nêzî bajarê te be, ji bo ku tu kanibî dê û bavê xwe bibînî, herî werî…
Temel xwe hinekî din jî pik dike û dîsa dibêje:
-Her dera ku ala min lê hil dibe welatê min e.
Li ser vê, qumandar dev jê berdide û qur e tê kişandin. Ji Temel ra Culemêrg Çelê derdikve. Dema çavê Temel li Çelê dikeve hinavê wî diqete, di ber xwe da hêdî hêdî dibe piste pista wî, dibêje.
-Wey min di dê û jina wî kesê ku al li wir daçikandiye ki…

Dema çênebû emê bikin çaySofî tem li xanimê xera kiribû, dilê wî pir dixwest lê rebeno ji taqet da ketibû, mêranî jê nedihat, sileha wî nedixebitî, dikir nedikir ji mehê carê jî nikanîbû guleyek bajota dev û ”kafirek” bikuşta.
Wek dibêjin, beden kal bibe jî dil kal nabe, loma jî Sofî ban xanimê kir, got:
-Xanim, hela rabe ji kerema xwe ra avekê germ bike, ku çê bû çê bû û çênebû jî tişt nabe, emê ji xwe ra bikin çay û vexwin…


Tirsonek
Jinikê pir neheqî li mêrik dikir, zilma jinikê dabû dilê wî. Ji bo ku bizanibe hela her kes weke wî ji jina xwe ditirse li qahwê ji kesên derûdora xwe re got:
Yên ku ji jina xwe ditirse bira rabe ji pê!Yek ne tê da her kes rabû ser piya.
Xwediyê pirsê ji yê ranebû ra got:
Wisa xuyaye ku tu ji jina xwe natirsî?
Mêrik bi dengekî fedyok got:
Na wele, jinikê vê sibê darek li kulêmeka min xistîye pişt ketiye ber min, ji êşa wê ez nikanim rabim ser xwe.

21 oktober 2009

Em çi pîroz dikin?

Do hesabê min ê mal û bajêr li hev derneket û loma jî min pê ra negîhand ku nivîsa xwe ya rojê binivîsim.
Hevalekî min ê ku hinek jê ra dibêjin ”rebê zilaman”, lê ez jê ra dibêjim ”rebê zaliman” ji welêt hatibû, dibê min biçûya xêrhatin bidayê.
Hesabê min ew bû piştî hinek sohbet, ezê zû herim mal, lê weke gelek caran hesab tevlihev bû û ez mam heta nêzî donzdê şevê. Heta ez gihîştim mal saet dihat yekê şevê.
Min xeber girt êvarî ewê biçe çayxaneya Heciyê bedlîsî. Jixwe ciyê me yê hevdîtinê jî bi piranî wir e.
Welhasil…
Piştî kar ez çûm wir, me hevûdu dît, mirç mirç em çûn lep û ruyên hev û dûra jî lêpirsîna ”tu çawa yî, baş î” dest pê kir.
Berê min li halê wî pirsî, dûra wî li halê min pirsî, yek ji wî, yek ji min, wext herikî û şev zîz bû.Cimat geriye, sohbet germ bû, çay, qahwe û helbet bîra mîra, şerab merab jî çûn û hatin, kêfa serê min geş bû.
Dema ez gihîştim mal nîvê şevê ji zûda qulubîbû û tu hêza ku min bikanîbûya tiştek binivîsiya bi min ra nemabû.
Min ji xwe ra got, Zinar, sibe tê xêr vêra û min çû serê xwe danî.
Ji ber ku do bi şev min serê xwe zêde germ kir, loma îşev jî ez hîn westiyayî me û bala min lêye ez pir ne li ser hişê xwe me…
Ez bawer dikim di derbarê rapora do da hewqas agahdarî bes e.

Nuha jî ez dixwazim li ser hatin û şiklê pêşwazîkirina ”qasidên aştiyê” çend tiştan bibêjim.
Wek tê zanîn do her 34 endamên gurûbên aştiyê yên ji Kampa Maxmûr û ji çiyayê Qendîl hatibûn serbest hatin berdan.
Piştî serbestberdanê hemû endamên gurûbê li otobosa DTP-ê siwar bûn û li Silopiyê ji aliyê girseyeke pir mezin va hatin pêşwazîkirin.
Piştî Silopiyê, li Cizîrê, Nisêbînî û îro jî li Diyarbekrê bi sedhezaran kurd bi
Kêf û coşeke mezin çûn pêşwaziya endamên gurûbê.
Ev du roj in li wê herêmê û li hin bajarên din kêf û şahiye, bi sedhezaran însan rabûne ser nigan û vê serbestberdana ”qasidên aştiyê”(ev gotin cara pêşî di 17-ê mehê da min bi kar anî. Bala min lê ye gelek malper û telewîzyon ji do da ye ew jî gotina ”qasid” bikar tînin.)bi coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan rizgar bûbe, miletê kurd gihîştibe serxwebûn û azadiya xwe pîroz dikin.
Bi baweriya min ev şêl pir ne rast e, dibê meriv hinekî bi temkîn be.
Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.
Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...
Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
Yanî erê ji bo vê ”serkeftinê” kêfxweşî normal e, lê ne bi vî rengî, ji ber ku miletê kurd hîn tiştek bi dest nexistiye, dewletê tenê di çarçeweya plana xwe da îro girtin rast nedîtiye û loma jî kes negirtiye.
Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.
Sibe dema dewlet hewce bibîne ya jî mecbûr bimîne ewê ”qasidên”me bigre û tewqîf jî bike…
Ji xwe waye dibêjin dozgeran dest bi lêpirsînê kirine jî.
Diyar e li bendene ku dinya hinekî kês û fês bibe, dûra ewê dest pê bikin, belkî jî bigrin jî...
Ji bo ku dewlet sibe nikanibe tiştekî wiha bike di destê me da tu peyman û garantî tuneye, em tenê hêvî dikin ku dewleta tirk siyaseta xwe biguherîne, tiştekî wiha neke.
Kurdan mafekî herî biçûk jî bi dest nexistiye, dewlet bi kesî ra rûneniştiye û peyman îmze nekiriye.
De îcar hewqas qerepere û qelebalix ji bo çi ye?
Me ji dewletê çi stendiye ku em hewqasî kêfxweş û dilşa dibin, bi coşeke hewqas mezin û bi sedhezaran pîroz dikin?
Tiştê bûye dewletê tenê negirtiye û tewqîf nekiriye, hew...
Sebebên “Qasidên aştiyê” derxistibûn serê çiyê hîn yek jî ji ortê ranebûne, do gerîlla ji bo kîjan sebeban derketibin serê çiyê, îro jî hîn eynî sebeb mewcûd in.
Me hîn tu mafekî xwe bi dewletê nedaye qebûlkirin û nexistiye bin garantiya qanûnan.
Tenê me hin “mafên” fiîlî xuluqandiye û dewlet jî îro dengê xwe nake, çavê xwe digre.
Ya jî tê hesabê dewletê nuha dengê xwe neke, lê ev nayê wê maneyê ku ewê sibe jî dengê neke.
Netîce dibê em ji xwe bipirsin, bi vê vegerê me çi bidest xistiye û em çi pîroz dikin?
Em destvala derketin çiyê û destvala jî vegeriyane...
Em çi pîroz dikin?
A ji ber van sebeban, bi baweriya min dibê meriv serbestberdan “qasidên “aştiyê” zêde mezin neke...

19 oktober 2009

Ez hêvî dikim ku ev fîlm wek yê berê xerab neqede

Esas min nedixwest ez qala teslîmbûna "gurûbên aştiyê" bikm.
Ji ber ku "teslîmbûn" hema tiştekî ne xweş e, bi min zor tê.
Û ev jî ne bes e, di ser da qurretiyên tirkan meriv dibehejîne, meriv dîn û har dike.
Lê li gel vê jî min xwe ranegirt, min xwest çend gotinên nermik û bêzirar bibêjim. Ji bo ku kes nebêje di rojeke wiha da Zinar newêrîbû dengê xwe bikira.
Ez zêde dirêj nekim, du grubên ”aştiyê” yên ku li ser daxwaza Ocalan, ji Kampa Mexmûrê û Qendîlê birê ketibûn, vê sibehê ji deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Tirkiyê bûn û xwe teslîmî dewleta tirk kirin.
Herdu gurûb li ser hev 34 kes in, 8 kes ji Qendîlê û 26 kes jî ji Kampa Mexmûrê ne.
Van herdu ”gurûbên aştiyê”, nameyeke ji 9 madeyan pêk tê ku ewê bidin serok û birêvebirên hukûmet û dewletê bi xwe ra anîne.
Tê gotin ku endamên gurûbê name li ser sînor teslîmî raydarên tirk kirin.
Gurûb, li ser sînor ji alî bi dehhezaran kurd ve bi zilxit û coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Fena ku serkeftineke pir mezin bi dest xistibin û gel jî bi coşeke mezin ev zafer pîroz dikir.
Piştî derbasbûnê, endamên herdu gurûban jî birin qereqola cendirmeyan. Li vê qereqolê ji alî 4 dozgerên ku ji Diyarbekrê hatibûn tayinkirin dest bi girtina îfadeyên wan hate kirin.
Hêvî û daxwaza PKK-ê, DTP-ê û hin kurdên din jî ew e ku hemû ferdên gurûban serbest werin berdan.
Lê di vî warî da hîn tiştekî zelal tuneye, dewletê şêla xwe hîn diyar nekiriye. Belkî jî qanûnê nîşan bide.
Bibêjin qanûn çi be dibê ew were kirin.
Û qanûn jî em dizanin ku girtin e, hefs e...
Lê îhtîmal heye ku kesên di gurûba Mexmûrê da serbest berdin, lê rewşa 8 gerîllayên di gurûba Qendîlê da hewqasî ne rehet e.
Dewlet dixwaze ew bibêjin, ”em xwe teslîm dikin û dixwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Heger wiha bikin, bêguman dewleta tirk ewê gelkî kêfxweş bibe, lê ewê bibêje ”ev têr nake, dibê hûn hemû werin xwe teslîmî edaleta tirk bikin…”
Lê di beyan û nameya gurûban da tê gotin ku ”ew ji bo poşmaniyê xwe teslîm nakin û naxwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Ev şêl jî ne li gor dilê dewletê ye.
Heger li pişt vê ”teslîmbûnê” sozek, lihevkirinek tunebe pir xerab e, tu feydeya kurdan tê tuneye.
Di zindanên dewleta tirk da ji bo kurdan hertim cî pir e, weke yên berê ewê van jî têxin qulikê û 10-15 salan tê da birizîne.
Jixwe 2-3 kesên ji gurûba 1999-an hîn jî di hefsê da ne, hinek tê da mirin.
Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne Ocalan be, hin hêzên din li pişt vê gavê bin.
Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...

18 oktober 2009

Don Kîşot*

Li cîhanê hin gotinên wisa hene ku ketine her zimanî, di her zimanî da tên bikaranîn û hema hema her kesî bihîstiye û bikar tîne.
Ji van gotinan yek jî gotina ”Don Kîşot/ Don Quijote” û Don Kîşotî ye.
Weke tê zanîn Don Kîşot, navê romana meşhûr ya Miguel Cervantesê îspanî ye. Romanê navê xwe ji navê qeheremanê xwe girtiye.
Ez bawer dikim gotina ”Don Kîşot” û Don Kîşotî” ewê bi riya zimanê tirkî ketibe zimanê kurdî yê rojane.
Di zimanê tirkî yê rojane û siyasî da maneya gotina ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” negatîv e.
Don Kîşot(Don Quijote)kesê xeyalperest, dîn, heyranê navê xwe, qure, kêmaqil, merivê bi siya xwe ra şer dike, bêyî ku hewce be xwe nîşan dide û li pey qehremaniya erzan e.
Di zimanî tirkî yê rojane da dema yek qala armanc û îdîaleke mezin bike, jê ra dibêjin, ”Don Kîşotiyê neke”, yanî tiştê ne mimkûn, tiştê derî aqilan nebêje, neparêze…
Lê ez îro fêr bûm ku di ziman û lîterarura îspanî da gotian ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” ne negatîv e, pozîtîv e.
Vê danê sibehê dema ez diçûm ser qanala TRT6-ê riya min bi qanaleke TRT-ê jî ket, nuha nayê bîra min kîjan kanal bû, dikane TRT Int be.
Min dît jineke tirk li meydana dîrokî ya bajarê Cervantes, li Alcalá de Henares xwe daye kêleka heykelê Don Kîşot û Sancho Paza û qala Cervantes û romana wî Don Kîşot dike.
Ji axaftinên xanimê bêtir, mîmarî û dîmenên bajêr bala min kişand û min qanal neguherand, min bîstekê lê guhdarî kir.
Xanima tirk li wê meydana bajêr ya meşhûr çû çayxaneyê rûnişt û bi nivîskareke ciwan ya îspanî ra li ser Cervantes û Don Kîşot hinekî sohbet kir.
Ji xanima îspanî ra qala meşhûriya gotina Don Kîşot kir, got, li Tirkiyê kesên Don Kîşot nexwendibin jî navê Don Kîşot bihîstine û di jiyana rojane da jî pir tê bikaranîn.
Got, mesela ji kesên xeyalperest, macaraperest, ne biaqil, dîn ra dibêjin ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotiyê” neke.
Jinika îspanî got, di zimanê îspanî da maneya Don Kîşot, û Donkîşotiyê ne negatîv e, pozîtîv e.Di zimanê îspanî da Don Kîşot, qehremanekî xwedî îdîal e, li pey avakrina cîhaneke xweş û adil e, merivekî xêrxwaz û dilbirahm e.
Bi van gotinên xanima îspanî ra mejiyê min çelqiya, min got law hela bala xwe bidinê, van tirkan Don Kîşot çawa belovacî kirine, çawa herimandine.
Don Kîşotê xwedî îdîal, heqnas, adil, dilbirahm û qehremanê li pey avakirina dinyayeke hîn baştir, kirine merivekî dîn û macarapereset, yekî ku li pey nav û şohreta xwe ye.
Û me kurdan jî gotina Don Kîşot, di eynî maneya negatîv da tirkan girtiye û em jî di vê maneya negatîv bikar tînin.
Tirk, miletekî ne serîhildêr e, ne têkoşer e, ne li pey guherandinê, şoreşê û îdîalên mezin e.
Ji wê bêtir tirk miletekî ”esker e”, ji emir û bindestiya artêşê û dewletê hez dike, naxwaze li dijî zulm û neheqiyên artêşê û dewletê derkeve, têkoşîne bide, guherandinê bixwaze.
Loma jî ji kesên xwedî îdîal, xwedî wîzyon, kesên şoreşger hez nakin, ji wan ra dibêjin Don Kîşot, yanî dîn, kêmaqil û xeyalperest…
Û loma jî rabûne Don Kîşotê qehremanê armancên mezin li gor felsefa tirk ya oportunîst, pasîvîst û emirqûlîtiyê guherandine, kirine tiştekî din.
Ji xwe ji ber vê felsefeya emirqûlîtiyêye ku di sedsala bîstûyekê da jî tirk bi milet û siyasetmedarên xwe ve hîn emireriyên artêşê ne, li gor generalan Tirkiye hîn qişlayeke leşkerî û miletê tirk jî hîn hemû leşkerên wan in, hîn bi vî çavî li milet û siyasetmedaran dinêrin.
Û ronakbîr û edîbên miletekî hewqas reben û ruhê koletiyê helbet ewê Don Kîşot tahrîf bikin, îdîalîzmê bikin xeyalperestiyeke vala û qeheremaniya ji bo cîhaneke hîn baştir jî bikin dînîtî û şerê bi aşên bê re…
Li gor tê gotin, kitêba Miguel de Cervantes Don Quijote, li cîhanê kitêba herî zêde tê tercumekirin.
Û hinek rexnegir Don Kîşot, weke romana pêşî jî qebû dikin.
Loma jî min xwest ez bizanibim gelo cara pêşî, bi temamî û ji eslê wê, Don Kîşot kînga tercumeyî tirkî bûye?
Li gor agahiyên di Googlê da min bi dest xistin, beşê kitêbê yê yekem di sala 1605-an da li Îsipanyayê çap bûye, di 1612-an da tercumeyî îngilîzî, di 1614-an da tercumeyî fransî, di 1888-an da tercumeyî swêdî û ji orjînala wê û bi temamî jî cara pêşî di sala 1996-an da yanî piştî çapa Don Kîşot ya pêşî bi 391 salî tercumeyî tirkî bûye.
Çapên berî 1996-an ne bi temamî û ji zimanên din bûne.
Yanî Don Kîşotê ku tirk hewqasî qalê dikin û tahrîf kirine, hîn 13 sal berê bi şiklekî temam tercumeyî tirkî bûye.
Wey mala Xwedê ava be…
De îcar hûn ji xwe ra hesab bikin.
Cervantes merivekî pir enteresant e, pir dîtiye û pir jî kişandiye. Di sala 1575-an da ji alî keleşên(korsanên)deryayê yên cezaîrî va tê girtin, dikeve destê osmaniyan û weke kole tê firotin.
Tam 5 salan, heta 1580-î li Cezaîrê weke kole dijî. Çend caran dixwaze bireve lê tim tê girtin û dûra bi pereyekî zêde tê kirîn û diçe Îspanyayê.
Û dûra jî vê berhema xwe ya nemir ji însaniyetê ra dihêle.
* Don Quijote

PARVE BIKE