07 maj 2009

Rapora NY-ê ya Kerkûkê li gor dilê Tirkiyê ye

Berdevkê wezîrê derve yê Tirkiyê Burak Ozugergîn, îro di civîneke çapemeniyê da got, rapora ku Neteweyên Yekbûyî di derbarê Kerkûkê da hazir kiriye bi gelemperî bi dîtinên Tirkiyê yên derbarê Kerkûkê û herîmên din da li hev dike û Tirkiyê ne li dijî raporê ye.
Ev jî tê wê maneyê ku rapora nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura hazir kiriye li gor dilê Tirkiyê ye.
Heger ne li gor dilê tirkan bûye, berdevkê wezîrê derve yê Tirkiyê Bûrak Ozugergîn hewqas sakin û nermik qala raporê nedikir.
Û dema rapor li gor dilê tirkan be, wê demê sedîsed li dijî dîtin û daxwazên kurda ye.
Li gor beyana Burak Ozugergîn, Neteweyên Yekbûyî, him di pêvajoya hazirkirina raporê da û him jî berî ku raporê pêşkêşî berpirsiyarên Îraqê bike bi wan ra ”îstîşare” kirine û dîtina wan girtine.
Neteweyên Yekbûyî bi teref û nûnerên qewmiyetên Îraqê, yanî bi kurd, ereb, asûrî-suryanî û tirkmenan ra, bi sûnî û şîiyan ra hevdîtinan pêk bîne, li dîtin û pêşniayarên wan guhdarî bike rast e û meriv fêm dike.
Lê ”îstişareya” bi tirkan ra min qet fêm nekir.
Tirk çawa dikanin mafekî wiha bidest xin û kurd jî çawa tiştekî wiha qebûl dikin ez fêm nakim.
Hevdîtina bi tirkan ra tê wê maneyê ku Neteweyên Yekbûyî, Tirkiyê jî li Îraqê weke terefekî gelşên Îraqê dibîne.
Heger ne wisa bûya bêguman berî teslîmkirina raporê dîtinên tirkan nedigirtin.
Ev yek jibo kurdan têkçûneke mezin e û ji bo dewleta tirk jî serkeftineke nedîtî û bêhempa ye.
Ozugergin dîtinên xwe yên derbarê raporê da wiha domand:
”Piştî ku rapor eşkere bû emê dîtinên xwe yên derbarê raporê da dûra bibêjin, lê bi kêmanî bi vî şiklî, rapora ku qala wê tê kirin, em dikanin bibêjin ku rapor bi giştî ne li dijî dîtinên me yên li ser Kerkûkê û herêmên din e. Û heger hertişt normal here, em difikirin ku rapor ewê alîkariyê bigihîne çareserkirina gelşan.”
Meriv ji van gotinên camêr jî fêm dike ku rapor tam li gor dîtinên dewleta tirk hatiye amadekirin.
Di mesela Kerkûkê, Xaneqînê, Şengalê û hin herêmên din da heta nuha ereb û tirkmen mixalifên kurdan bûn, lê ji nuha û pê va waye Tirkiye jî li van zêde bûye.
Yanî li ciyê rehetiyê, ji ber siyaseteke şaş kurdan dijminekî din jî li xwe zêde kirin.
Û ev dijmin ji tirkmen û ereban jî pir û pir xerabtir û tahlûketir e. Sebebê vê yekê jî bêguman kurd bixwe ne, wan rê da ku tirk hetanî vê nuxteyê werin û li Îraqê bibin terefek.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE