Do bi şev di kanala Haber Turkê da bi tesadufî ez rastî programeke li ser kurdan hatim.
Dema di proramê da çavê min bi Ahmet Turk ket, min bîstekê li programê guhdarî kir.
Program li ser kurdan bû, bêyî Ahmet Turk 3 kesên din jî hebûn.
Ez bawer dikim min li dora 15-20 deqîqeyan li Ahmet Tukr guhdarî kir, piştra min hew tehamul kir, min telewîzyon girt.
Ji ber ku min baş fêm nekir Ahmet Turk ji bo kurdan çi dixwaze?
Gotin dibir û dianî, li bin guhê hev dixist, dirêj dikir lê konkret weke partî ji dewletê çi dixwazin nedigot.
Dipeyivî, dipeyivî, qala biratiyê, qala şansê îro peyda bûye, qala hezar sal jiyana bihev ra, qala neheqî û zulma dewletê dikir, digot divê dewlet hin gavên demokratîk bavêje, rê li ber diyalogê veke û gelek tiştên wiha…
Lê nedigot em viya, viya û viya dixwazin.
Weke yekî xerîb, weke abûqatekî dipeyivî, tu carî negot dev ji PKK-ê berdin, ez kurd im û ez viya û viya dixwazim.
Dirêj dikir lê naverok tunebe…
Ji dîtin, fikir û daxwazên xwe bêtir, weke abûqatekî PKK-ê û kurdan dipeyivî, qet negot em weke DTP van tiştan, van tiştan dixwazin.
Ji dêlî ku raste rast daxwazên partiya xwe rêz bike, bibêje weke partî em van tiştan dixwazin, digot dibê dewlet rê nizim li ber çi veke, nizanim şer xerab e, nizanim Îtalyayê, Belçîkayê û Îngilîstanê ev mesele çawa hel kirine û gelek gotinên din yên bêfeyde.
Li ser vê, min telewîzyon girt û ez ji ber rabûm.
Bîstek berê, min kompîtora xwe vekir û weke hertim dîsa çavê xwe li hin malperên kurd û tirk gerand.
Di malpera ”iyibiligi.com” da sernivîsekê bala min kişand. Min nivîs xwend. Tiştekî pir balkêş e, di dereke nivîsê da li ser axafina Ahmet Turk ya di kanala Haber Turkê da wiha ev şiroveya jêr hatiye kirin.”Do êvarî di programeke Haber Turkê da dama ji serokê DTP-ê ahmet Turk hate pirsîn, ”hûn çi dixwazin hûn dikanin ji me ra di 10 madeyan da rêz bikin”, di bersîva xwe da Ahmet Turk gelkî zahmetî kişand.
Bêyî ku derî tiştên heta nuha dubare kiriye tiştekî nebêje, madeya çarem jî nedît. Perwerdeya bi zimanê dê, di qanûna esasî da hemwelatîtiya weke hev û divê herêm di îdareyên mehelî da gelşên xwe çareser bike. Vana baş in, xerab in, dibin, nabin mewzûyeke din e lê li ser hev hemû 3 heb in. Û di serda jî Turk dûra îqaza, serî da rêzkirina van madeyan ne rast e, ji ber ku ewê merheleyê sabote bike, têxe zorê.” jî lê zêde kir.
Bi vî hawî li ortê, li ser fersendê tu tiştekî ku meriv bipeyive nema."Weke tê dîtin, mêrikê tirk ji serokê DTP-ê pirsiye, gotiye, bira tu dikanî daxwazên xwe di 10 madeyan da ji me ra topî ser hev bikî, li hember vê pirsê yê me şaşomaşo bûye, piştî gelek zor û zahmetî kanîbûye tenê 3 tiştan li dû hev rêz bike; perwerdeya bi kurdî, qebûlkirina masnameya kurdî û zêdekirina selahiyeta îdareyên mehelî.
Ma ne kes nizanibe dibê Ahmet Turk weke serokê DTP-ê bizanibe ku ew çi dixwazin?
Ji ber ku ew serokê partiyeke xwedî program e, loma jî dibê daxwzên xwe bizanibe.
Û dema jê hat pirsîn jî devê wî li ber hev nekeve. Evy ek gelkî girîng e, dibê dewleta tirk bizanibe DTP çi dixwaze.
Ev yek ji bo PKK-ê jî derbas dibe. Dibê PKK daxwazên xwe baş zelal bike û bi hemû kadir hevalbendên xwe bide fêrkirin.
Loma jî berî ku kurd bi tirkan ra şer bikin dibê bizanibin ji bo çi şer dikin û ji tirkan çi dixwazin?
Dema xelk ya jî weke do yekî tirk pirsî, got ji kerema xwe ra hûn dikanin daxwazên xwe yek bi yek rêz bikin, dibê devê meriv kilît nebe, zimanê meriv li hev negere, dibê meriv weke mêran daxwazên xwe li pey hev rêz bike.
Dema meriv nikanibe daxwazên xwe bibêje dibê meriv şer jî neke û nebe serokê partiyan jî.
Mixabin do Ahmet Turk tenê kanîbû 3 daxwazên kurdan bibêje, lê nikanîbû bikira çar. Loma jî îro tirkekî henekê xwe pê kiriye, gotiye ew 3 daxwazên kir jî dûra paşda girt, netîce tu "fersenda" û tiştekî ku em li ser bipeyivin tuneye.
Bi rastî xelk ne neheq e...
Gelo ev kêmasî tenê ya DTP-ê û Ahmet Turk e ya jî piraniya kadir û serokên kurdan jî di rewşa wî da ne, rojekê ji wan jî were pirsîn, weke Ahmet Turk, ewê jî nikanibin daxwazên xwe di 10 xalan da kom bikin.
Kesên ku destê xwe li sînga xwe dixin û dibêjin "ez bavê Elo me!", bira ji kerema xwe ra 10 daxwazên xwe rêz bikin ku em jî û dewleta tirk jî bizanibin ku kurdên derî PKK-ê û DTP-ê ji dewleta tirk çi dixwazin…
Xalo,
SvaraRaderaEz dibêm Ahmed Türk shoresheke mezin kiriye. Binêrin, camêr heta hejimara sêyan hatiye u li wir sekiniye. Gelo îro li cîhanê chend heb kes dikarin heta sêyan bihejimêrin? Lê pashê jî ewqas nefsbichukiyê bikin u bibên "dibe ku me xeletî kiribe". Jê ra aqilê aqilan tê gotin.
Wellahî, bi navê kerê meleyê gundê me bikim, heger ez shuna dewleta bênamus ya tirkan bibim, ez ê ti heqî-meqî nedim kurdan.
Nod sal sher, (sê-char mîlyon kushtî), pênc hezar gundên wêran kirî, pênc mîlyon surgun, pêncî hezar mirî, bi sed hezaran merivên nîv mirî, hê jî nikare di devê Ahmed Türk u PKKeya tasheron ra du hevokên bîhndayî derbixe. Bila lanet li van sextekaran u sazgehan were.
De bila nod salî din miletê kurd xwe bo zirzopên weha qurban bike.
Li ba miletên din, kushtina kerekî dibe mebesta azadiyê. Carê li mehluqatên me binêrin. Ne kerek, miletekî pêncî mîlyon u welatekî herî kevnar bi tevî zimanê wan xistin chalê. Hey tifuuuuu li we!
Ker ji we bashtir siyasetê dikin u wesselam. Cînsiyeta xwe biguherînin babam.
Merivê ku pashnavê wî "Türk" be ti xêr jê nayê. Encax li ber deriyê tirkan nermik-nermik "shamar oxlanî" dilîze.
Silav
Tîrê Qers-ê
Kek Zinar,
SvaraRaderaVa ye berî chend rojan "sayin" Ehmedê Türk ji bo dewleta tirkan digot: "Hê jî projeyeke dewletê tune!".
Êêê, ka ya DTPê u PKKê? Hê jî hun bi rijandina xwîna miletê kurd têr nebun? Ma hun dibên miletê kurd careke din bi mîlyonan xwîna xwe birijîne, da ku hun bikaribin ji tirkan pîzavekê bixwazin?!
Kesên baqil u zana ji ber kushtina kesekî cîhanê radike ser tapanan. Lê yên me "sayin" DTPeyiyên "qardashlix" kor bune qet tishtekî nabînin. Hê do li Mêrdîn-a Kurdistan-ê 44 kes, jinên ducanî, zarok, kech bi barbarî hatin kushtin. We chi kir? Ma xema we ye ku kurd mirine. Chiton be ji kîsa bavê we nechuye! Hun bêrikên xwe bi xwîna miletê kurd germtir u shîrîntir bikin!
Îcar doh PKKê li qirixên Amed-ê rehmat da xwandin u rabu dewleta Kirgizîstan-ê da ber topên tirrokî. Yaw we li Kurdistan-ê chi danî serhev ku aniha jî wekî serxweshên beredayî xwedîtiyê li wan kurdan dikin. Ev chima?! Ma qurbanên we yên mirinê êdî bi hêsanî nayên dîtin? Ez ji kurdên wan deveran rica dikim. Bila ti carî destê xwe nedin PKKeya tirk-î-perest u xeraker. Xususiyeta PKKê ya herî mezin wekî dagirkeran wêran u talan kirin e! Ewê tenê xwîna we bo "resmê serokokekî" birijînin u propagandeya herî ehmeq u erzan ya cîhanê bikin.
Rêz u rêzdarî
Beranê Meletî-yê
Bash e!
SvaraRaderaEz êdî ji van gotinên "pêvajoyeke hessas e" pir aciz dibim u dibe ku biteqim!
Va ye bîst sal in ku PKKê bi duvika tirkan pêgirtî ye, bêyî ku ji vê polîtîkaya fêlbaz qasî gramekê fahm bike, dixwaze hemî nezaniyên xwe di bin gotina "pêvajoyeke hessas e" da bincil bike.
Ev taktîkeke kesê bê hay u nezan e.
Ma chima Ahmed Türk gava mijar heq u mafên kurdan dibe, ziman u nasname kurdan dibe derdikeve pêsh, ewqas ji bo "pêvajoya hessas" serê xwe diêshîne?! Lê gava mijar Apo be, xem nake, bi sed hezaran kesan dajon ser kolanan u davêjin ber gulleyên tirkên xwînxwar.
Gava ku "qasho" roja chêbuna Apo dibe, bi hezaran kesan, zar, jin u kalik nabêjin, davêjin ber polîsên qetîl u didin kushtin.
Du ra jî siyaseta xwe ya gemar dimeshînin. Binêrin, ne DTPê u ne jî PKKê ji bo mafên kurdan yên mîllî ti chalakiyeke weha bi xwîn li dar nexistiye u kesek jî qurban nekiriye.
Lê dema ku mijar Apo be, yan jî meseleyên hizbî bin, chav bi xwîn in, hezar kes hatine kushtin, qet problem nîn e. Chawa be "shêhîd"ê ehmeq e.
Van rojan camêran dîsan dest bi propagandaya zimanê kurdî kirine. Payîza chuyî jî eynî tisht ji bo hilbijartinê kirin u milet li shuna xwe dan runishtandin.
Gelo kê dîtiye ku DTP u PKK bikaribin tishtekî "zanistî u kulturî" bikin. Di kitêba wan ya herî zanyarî da jî ji "sayin Öcalan, bijî serok Apo" u gelekî gevendetiyên din pê va ti tishtekî din tune.
Kezeba Mêrdîn'ê
Dewleta tirk u apoci/pkke.
SvaraRaderaKurd kustin,zindan kirin,izyet dan u kurdistan wern u qera kirin.
Xwede mala zalima xerake.Le heta niha xwede ji havale zalimaye.
Silav u raz jibo mamustaye heja zinare xemo
Midyadiye
Kek Zinar,
SvaraRaderaTu jî dibînî. Dewleta tirkan Ehmed beg xistiye nav psîkolojiyeke chawa bê xîred. Li ciyê ku tirk xwe bikevin vê psîkolojiyê, em xistinê. Miletên din, taybetî jî dagirkerên Kurdistanê, wilo mirov manîpule dikin ji bo berjewendiyên xwe.
Ehmed Türk, DTP, PKK (u yên din ên ku navên wan hene lê xwe tunin!) chi dibêjin bila bibêjin, di rastiyê da li gorî siyaseta tirkan dilîzin. Heger ewqas baqil in, bila tirkan manîpule bikin.
silav
Chavreshê Sêvasê
Xwendevanên ezîz,
SvaraRaderaBi van dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe yên ji guzîn tûjtir û ji gurzê Rustemê Zal girantir hûn ezm û şewqeke mezin diidin min. Bi van nivîsên xwe yên ku gelek caran ne bi dilê min e hûn dibin cimata şevbêrka min, bi saya we cimat fire digere û şêwr germtir dibe.
Îşev rojbûna lawê min Serhat e, me zikê xwe têr kiriye û şêwir jî germ kiriye.
Îşev li qusûra min nenêrin, ez nikanim tiştekî binivîsim.
Bixêr sibe çi di tûrikê min da hebe ezê vala bikim.
Xalocan,
SvaraRaderaEz jî tevlî gotinên te u yên hevalên din dibim.
Ya ku Ehmed "Türk" dike, ne siyaset e, koletiyeke bê rumet e. Qîmeta koleyan jî li ba pashayên tirk qet tune.
De bila rojbuna kekê me Serhat pîroz be! Ji bo te u malbata te, ji bo we tevan kêf u bextewariyê dixwazim.
Silav u hurmet
Zarayê Kurdîjen