Do êvarî me rojbûna xortê me Serhat pîroz kir. Loma jî min fersend nedît ku tiştekî binivîsim.
Li Swêd pîrozkirina rojbûnê gelkî girîng e, nabe meriv pîroz neke. Ji mecbûrî em jî tabiê cimatê dibin.
Weke seydayê Xanî gotiye, “Da xelq nebêjitin ku ekrad bêmarîfet in, bêesl û bunyad in..”
Di dema min da li welêt adeteke pîrozkirina rojbûnê tunebû. Bira adet li wir bimîne jixwe kesî nizanîbû ew kîjan salê hatiye dinê.
Ez bixwe nizanim ez kîjan salê, kîjan mehê û kîjan rojê hatime dinê.
Weke yê gelek kurdî yê min jî “0101” e...
Diya min li gor hin bûyeran û wefata kalikê min dibêje tu filansalê hatiyî dinê. Heger sal rast be jî, lê meh û roj tenê Xwedê dizane.
Ez nizanim nuha li welêt rewş çiye?
Gelo êdî kurd jî weke ewrûpiyan rojbûnên zarokên xwe pîroz dikin ya na?
Piştî ku hewqas tişt hatibin guhertin bi îhtîmaleke mezin dibê êdî ev edet jî di nava kurdan da rast bûbe, yanî êdî ew jî rojbûnên xwe pîroz dikin.
Wek min got, dê û bavê min nizanîbûn zarokên wan kîjan, sal, meh û rojê hatine dinê.
Lê ez rojbûna hemû zarokên xwe bi cî û war dizanim; ez dizanim kîjan salê, kîjan mehê, kîjan rojê, saetê û deqîqeyê hatine dinê.
De îcar bifikirin ku kurd çuqasî bi pêş ketine...
Ev pêşketin ne tiştekî hindik e.
Do derengê şevê min bîstekê li telewîzyonê temaşe kir, ez çûm ser kanala Ruhayê, ez yekcarnan riya xwe pêdixim.
Yekî ruhayî mîkrofona wî di dest da û di nva bajêr û li dora gola Îbrahîm Xelîl digeriya, ji turîstan pirs dikir, gelo ew di heqê Ruhayê da çi difikirin?
Ez matmayî mam, rastî kê dihat, digot ”ez turîst im” û hatime Ruhayê bibînim.
Lê ne turîstên ji welatên din hatibûn, hemû jî ji Tirkiyê û ji Kurdistanê bûn.
Ji Wanê, ji Yozgatê, ji Stenbolê, ji Anqerê, ji Meletyê û ji gelek derên din hatibûn dîtina Ruhayê.
Di dema min da fenomenek wiha tunebû, ji bo gerê, ji bo dîtinê meriv nediçû bajarekî din.
Lê xelkê û him jî jinan digotin ew ji Yozgatê û ji Anqerê hatine dîtina Ruhayê û tawsiye dikirin ku kesên din jî werin.
Diyar e di nava van 30 salên dawî da kurd û tirk pir guherîne, kultura gerê û turîzmê pir bi pêş ketiye.
Nizanim hema di telewîzyonan da ez çi dibînim bi min gelkî xerîb tê. Dema ez li xelkê guhdarî dikim devê min hirinekê ji hev dihere, ez jixwe ra dibêjim gelo ez xewnan dibînim ya jî bi rastî welat û însan hewqasî guherî ne?
Tiştê bala min dikşîne, bajarên Kurdistanê hemû jî xweştir û paqijtir bûne, kultura bajarvaniyê û turîzmê li ba milet çêbûye û bi pêş ketiye.
Bala min lêye êdî li Kurdistanê jî herkes weke rêberê turîstan dipeyive, reqlama bajarê xwe, reqlama gundê xwe dike.
Min bi çi nêtê des bi nivîsê kir ez li ku derketim...
Nêta min ew bû ku piştî çend gotinên li ser ”rojbûnê”, ezê qala kampaniya zimanê kurdî bikim.
Lê waye ez ji meselê dûr ketim. Di nivîseke din da ezê li ser ”Cejna Zimanê Kurdî” û çalakiyên TZPkurdî û Kurdî Derê rawestim.
Ev du sê roj in çalakiyên ji bo zimanê kurdî tên kirin tiştên pir baş in. Dibê xebatên wiha bênabên bidomin.
Ev meseleyek û ya din jî biryara hukûmetê ya paşdedana navên gundan ez dixwazim dûra li ser rawestim. Ji ber ku gelkî girîng in, divê kurd li ser van herdu meseleyan jî xwedî biryar û pir aktîv bin û xebatên xwe sist nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar