25 april 2009

Seyaheta hevalekî û mirina zimanê kurdî

Hevalê min ê ku ew jî weke min ev 30 sal bûn mahkûm û qaşxûnî roma reş û bêbext bû ji serê nîsînê û virda ye li Kurdistanê lotikan davêje û kul û derdên dilê xwe dihelîne, hesret û kedera kevn û nuh li ser hev derdixe.
Weke qehremanê helbesta seydayê Cegerxwîn, camêr xurîniyê li Diyarbekrê, navrojê/firavînê li Belîsê, şîvê li Tetwanê û paşşîvê jî li Wanê dixwe.
Û li her dera ku lê molayê dide jî ji bo ku agirê bêrîkirinê di dilê min da hinekî din jî gurr bike û min weke mûmê bihelîne tim telefonî min dike, dibêje ”ez nuha li Belîsê li filan aşxaneyê biryanê dixwum”, nizanim li Wanê li otêla Axtamarê, bi filan û filan hevalî ra çi dikim” û nizanim li Meraşê, li Mêrdînê û li Entabê çi kêf û zewqê diqewitînim…
Ji kesên wisa bi siûd û talih ra kurd dibêjin ”quzê gur pê ra ye”.
Ji heywanên herî bêtalih û bextreş yek jî ker e, însan him barê xwe lêdikin û him jî di ser da lê siwar dibin.
A yê min feqîrê Xwedê ne ”quzê gur”, ez bi quzê vê kera bargiran jî razî me, lê ew jî min ra tunye.
Lê dinya bi dor e, qey rojekê ewê kabê min jî mîr were.
Feleka xayin qey ewê rojekê bi dizî bi min ra jî bibişire.
Ez ji ”ax û bajarê sebrê me”, bîna min fire ye, ez tu carî bêhêvî nabim, çimkî tiştê hêz û moral dide min ev hêvî ye.
Heger ez vê jî wenda bikim tam û xuya jiyanê namîne.
Li xerîbiyê hêvî enerjiya jiyanê ye, meriv pê sebra xwe tîne.
Ev 30 sal in min ev hêvî weke pitikekê di kûrayiya dilê xwe da hêjandiye û mêjandiye û heta roja îro aniye.
Xwedê bibêje ”yuru qûlim”(bimeşe qûlê min), salê tê van çaxan emê jî weke hinekan li Kurdistana şîrîn û nazenîn xwe li bak in û fortan bidin xwe…
Helbet hevalê min tenê qala tiştên xweş nekir, qala hin tiştên ku meriv pir diêşîne û xemgîn dike jî kir.
Ji van tiştan yek jî çavdêriya wî ya mirina zimanê kurdî ye.
Li gor hevalê min li Kurdistanê kurdî êdî ketiye qomayê û niqiska dawiyê davêje, yanî li ber mirinê ye.
Hevalê min got, Zinar li tu derê tîcaret, kirîn û firotin bi kurdî nabe, ziman tirkî ye.
Û ev jî elametekî pir û pir xerab e.
Dibêjin xwediyê miriyan kor in, piştî mirinê dikin ax û of û dibêjin me çawa ferq nekir?Xwezî me wiha, wiha bikira... Lê piştî ku mirî mir, êdî tu feydeya ax û ofê tuneye.
Çimkî mirî ji goran ranabin.
Îş pir cidî ye, li Kurdistana bakur kurdî ketiye prosesa mirinê.
Û ji bo ku meriv vê rastiyê bibîne jixwe ne hewceye ku meriv here Kurdistanê, dema meriv ne kerr û kor be ji dûr va jî meriv vê rastiyê dibîne.
Di derbarê mirina kurdî da tiştê îro hin kes dibêjin, tam 30 sal berê min li siyasetmedaran dikir gazî û hawar û digot, heger hûn dev ji asîmîlasyona miletê xwe bernedin piştî 30 salên din hebûna kurdî ewê têkeve tahlûkeyê, weke gelek zimanên din ewê jî bimre.
Îro, bi saya pêşketina telewîzyonê, siyaseta dewletê ya nuh û xemsariya siyasetmedarên kurd mirina kurdî roj bi roj nêztir dibe.
Ji bo jiyan û pêşketina zimanekî bazar û perwerde esas e. Perwerdeya bi zimanê kurdî berê jî tunebû, lê li gelek bajaran zimanê bazarê kurdî bû. Bi xêra vê bazarê, hebûna gundan û hin medreseyên kurdî, ziman zindî dima, baş xerab bi pêş diket.
Lê îro, tu qad û bazareke ku zimanê kurdî lê hakim be û were peyivandin nemaye, medreseyên dînî rabûn, êdî hemû di mektebên ”Îmam Xetîban”da perwerde dibin.
Û meleyên berê jî giş bi derewan kirine ”profesor” û misyonerên zimanê tirkî û bera bedena miletê kurd dane.
Berê kesên xwenda, hêzên çep û rewşenbîrên kurd milet asîmîle dikirin û karê dewletê hêsantir dikirin.
Dera ku dewlet nikanîbû têketayê, kesên ku destê dewletê nedigihîşte wan, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ev kar ji dêlî dewletê va dikirin.
Mesela hemû zarokên kurdan yên ku ji bo azadî û serxwebûna wealatê xwe bûn çep hemû hatin asîmîlekirin.
Sebebê hebûna komele, sendîka û partiyan xizmeta ji milet ra. Xelk komele û partiyan çêdikin ji bo ku feydeyekê bigihînin miletê xwe, lê yên me ji feydeyê bêtir zirar dane miletê kurd.
Ji ber ku kî bûye endamên wan kurdî bi wan dane jibîrkirin û tirkî fêrî wan kirine.
Bi vî rengî, meriv dikane bibêje ku zirara ku rêxistinên kurdan dane miletê kurd ji yên dijmin ne kêmtir e.
Problema esasî li bazarê kurd bi hev ra bi kurdî napeyivin. Kurdê herî zane dema diçe bazarê bi sebzefiroş ra, bi qesab ra, bi beqal ra, bi berber û nizanim bi kîjan dikandarî ra bi kurdî napeyive.
Li gel ku ew jî û qesab û sebzefiroş jî bi kurdî dizaninin.
Di virda dewlet tuneye, mesele tunebûn û jariya zanîn û hestên netewî ye.
Ji ber ku zanîn û şuûrê netewî li ba ekseriyeteke kurdan ya mezin kêm e.
Ne li ba kesên nezan tenê, li ba xwendevan, siyasetmedar, nivîskar, mamoste, rojnamevan û rewşenbîrê kurd jî ev şuûr tuneye.
Heger hebûya zimanê kurdî îro ne li ber mirinê bû.
Siyasetmedar e, ji bo azadiya miletê kurd fedekariyên mezin dike, nivîskar û rojnamevan e, heroj li ser giringiya axaftina kurdî dinivîse, mamosteyê kurdî ye, kampanyeya axaftina zimanê kurdî dimeşîne, lê ew bi xwe bi zarokên xwe ra, bi sebzefiroş û beqalê traxê ra, bi dost û hevalê xwe ra bi tirkî dipeyive.
Rojekê bi kurdî dinivîse, dike qîjewîj û hawar, dibêje kurduno bi zimanê xwe bipeyivin, zimanê me hebûna me ye, lê tu hew mêze dikî roja din camêr dîsa dest bi tirkiya xwe kiriye.
Yanî dîsa vegeriyaye ser normalîteya xwe. Nivîsandina bi kurdî haletê wî yê anormal e, loma jî piştî demekê vedigere ser tirkî, yanî rewş û halê xwe yê normal.
Em kurdên nezan û bîrnebir bidin aliyekî, piraniyeke pir mezin ya kurdên bîrewer, ronakbîr û siyasî di teoriyê da kurd û kurdîparêz in, lê di praktîkê da tirk û tirkîparêz in.
Û jixwe gelş û dijayetî jî di vir da ye, praktîkeke li gor teoriyê tuneye, gotin tema e lê kirin sifir e.
Baş e, li hember vê rewşa kambax û reşbîn qet tiştekî ku em bikin tuneye?
Bêguman heye.
Tiştê nuha em dikanin bikin, divê bi lez û bez hemû partiyên kurdan, lê bi taybetî jî PKK û DTP û hemû ronakbîrên kurd li hember raya giştî sozê bidin ku ji nuha û pê va ewê kurdî bikin zimanê xwe yê danûstendinê.
Di vî warî da heger Ocalan bixwaze dikane roleke pir pozîtîv û girîng bilîze. Kurdên di nava PKK-ê û DTP-ê da ku vê tahlûkeyê dibînin dibê vê daxwazê ji PKK-ê, DTP û Ocalan bikin.
Bi çend stran û çend malperên kurdî, kurdî ji mirinê xelas nabe, heger em dixwazin weke miletekî kurd bimînin û bijîn dibê em kurdî bikin zimanê bazarê, zimanê danûstendinê û zimanê malê.
Heta ku kurdî nebe zimanê bazar û malê, heta ku weke berê zarokên me bi vî zimanî mezin nebin, kurdî ji mirinê û wendabûnê xelas nabe.
Li Wanê hevalê min ketibû gewriya zebzefiroşekî ku bi tirkî bersîva wî dabûyê. Divê meriv ne tenê têkve gewriya dikandarê bi kurdî dizane lê napeyive, dibê meriv jê nekire.

4 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Xwedê jî bash dizane ku kurdî di sala 2025an da hêdî miriyê di gorê da ye. Ne tenê însan (ji derî kurdan!), lê heywan jî ji bo berjewendî u heyînên xwe bi dîn u îman li ber xwe didin. Hêdî ez jî shash mame.

    Wellahî ez dibêm bila lanet li me kurdan were u wesselam. Bila dinya alem ji vî mehluqatî xelas bibe.

    Hercarê ku ez vê rewsha kambax tînim bîra xwe, hecuc mecuc têne serê min.

    Partî u ronakbîrên kurdan jî di destên dagirkeran da bune lîstik. Bi taybetî jî partiya herî mezin ya li Bakur, ango ne Pkk u ne jî Apo îflah nabin. Kompleksa ku ji tirkan bêtir bibin tirk, di bin ala "biratî"yê da herroj bi hezaran kurdan asîmîle dikin. Ev jî "hishmendokiya neolîtîk" ya tomatês u kartofan e.

    Min dirêj kir, her milet u kes misteheqî tishtê ku dike ye. Heger weha nebuya, ne partiyeke mîna PKKê u ne jî kesekî wekî Apo dikariya derketa. Kurdan PKK u Apo derxist, u PKK u Apo jî karê xwe ji bo tirkbunê anî cî.

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Ma chima Evdo carekê jî bo zimanê kurdî cezeya hucrê nagire?! Chima Duran Kalkan-ê aqilsivik di van sî salan da hînî hevokeke kurdî nebuye?! Ma chima Cemîl Bayik bi kurdî du peyvan nikane rast bi lêv bike, lê di kushtina xortên kurdan da dewleta tirkan li pash xwe dihêle?! Halê RojTV ya tasherontiyê li ber chavan e...
    Ez dibêjim, heta ku hêzeke kurdistanî dernekeve u van shexs u sazgehên tirkperest tarumar neke, pêsheroja kurdan tenê tunebun e. Lê heta ku ew hêza jî derkeve, di kurdan da ti mecal namîne.

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Ewen ku bi zimane tirki dirabin u dirunin; Wan malik li kurda sewitand.Çima tirk bi zimane kurdi siyasete nakin; le çima kurd bi tirki siyasete dikin . Wey xweliya heft tifika li sere wan kurde ku bi zimane tirki kurdayatiye dikin be.
    Silav u rez birez Zinare Xemo
    Midyadiye

    SvaraRadera
  4. Wellahî bi diyîna min dewleta Danîmark-ê bi zanetî deriyên RojTVeya tirkperest nagire. Ji ber ku dewleta tirk di rastiyê da vê naxwaze, her chiqas li pêsh raya gishtî radibin ser tapana jî. Dewleta tirk pir bash dizane ku, vê gavê ti tisht li ser erdê ji kurdan asîmîlekirinê girîngtirîn nîne! Ev tishtên siyasî, mirina chend eskeran, xirabuna chend erebeyan, sazgehan u herwekî din qasî guyê pisîkê jî bi qîmet nîne. Tishtê muhîm pishtî deh yan jî bîst salan ji kesên kurdîaxêv xelasbun e. Wê gavê êdî xwedê jî were nikare mirovekî "esil-kurd" li dijî dewletê rake ser piyan! Gelo dê ji bo chi rabe?! Ya rast dewlet bê sebir li benda vê demê ye, zêde tishtekî nake, ji ber ku kurd xwebixwe bi char gavî berbi tunekirina zimanê kurdî dibezin, u bergirtin jî bê îmkan e. Êdî ji xwe ra kirine "dîn u îman!".

    Kurd misteheqî dijun u lomeyên herî xirab in. Lê ya rast ev jî têrî nakin!

    Lawkê Cholemergê

    SvaraRadera

PARVE BIKE