Herçiqas Rojînê dev ji TRT6-ê berda be jî lê minaqeşeyên li ser sebebên veqetandina wê hîn berdewam in.
Rojnamevanekî tirk ê bi navê Cuneyt Ozdemir jî di nivîsa xwe ya do da li ser vê meselê rawestiyaye û qala bûyereke pir ecêb, lê tam li gor mentalîteya tirkan kiriye.
Li gor Cuneyt Ozdemîr di nivîse, rengên “firingiya xayin, leymûna cudakar” û îsota kurdperwer “îşê Rojînê qedandine”, yanî bûne sebebê veqetandina wê.
Ji ber ku aşpêjê Rojînê di dema çêkirina xwarinê da firingî/şamik, leymûn û îsot dane kêlek hev û ev jî ne bê mane ye…
Li gor berpirsiyarê programa Rojînê, ev hersê sebze bi zanetî û bi mane danîne ba hev. Çimkî rengê van hesê sebzeyan(firingiya sor, leymûna zer û îsota kesk)dema tê kêlek hev dibe rengê ala kurd.
Li Tirkiyê kesên paranoyak jî dibin berpirsiyar.
Ozdemir bi rengekî tîrajî-komîk gotiye firingî, leymûn û îsot ”Li ser maseyê bi rengekî masûm li bendî hûrbûna xwe ne. Bîstek din ewê têkevin beroşa li ser êgir. Li studyoyê herkes li tarîfa vê xwarina ku bi kurdî tê kirin guhdarî dike. Di vê nabênê da ji hundur berpirsiyarek bi hîdet bazdide û dikeve studyoyê. Kişandin radiweste. Di cîda dawî li vê yekîtiya cudaxwaz ya firngiya sor, îsota kesk û leymûna zer tê anîn. Li studyoyê temeşavan şaşmayî ne, mîvan şaşmayî ne, Rojîn şaşmayî ye…
Ev tiştê min qal kir ne pêkenîn e. Bûyereke ji TRT6-ê ye, ez bibêjim karguzarî, hûn bibêjin sansor, yekî din bira bibêje çîrokeke bûdelayî yê. TRT-ê kanaleke muazem ya kurdî vekiriye û 24 saetan weşana bi kurdî dike. Lê nikane rê li ber bûyereke wiha bigre. Berpirsiyarekî xwenezan qebûl nake ku firingî, îsot û leymûn werin kêlek hev, ji vê yekê maneyekê derdixe û TRT6 jî nikane rê li ber vî kesî bigre.”
Dema meriv van rêzan dixwîne meriv naxawze bawer bike, lê mixabin rast e, çimkî li Tirkiyê nîjadperestiya tirk û dijminatiya li hember kurdan êdî sînorên îfradê jî derbas kiriye.
Meriv nikane xeyal bike, merivekî wiha nexeş çawa dikane di dezgeheke wiha da bibe berpirsiyar?
Ciyê însanên wiha ne TRT, dibê tîmarxane be.
Lê mixabin li Tirkiyê kesên wiha pir in û bi taybetî jî di TRT-ê da gelkî zêde ne. TRT bûye weke hêlîna faşîst û kemalîstan.
Tiştê xuyaye di meseleya vekirina TRT6-ê û avêtina hin gavên din da di nava dewletê da yekîtî tuneye û hukûmet jî hîn dudil e.
Heger ne wisa bûya piştî bihîstina vê bûyerê dibê ew kesê ku di nabêna firingî, leymûn, îsot û ala kurdî da têkilî dîtibû tavilê ji kar bihata avêtin û teslîmî tîmarxaneyê bihata kirin.
Lê em dibînin wiha nebûye, ne ev dînê zirzop, devjêberdan Rojînê hatiye qebûlkirin.
Bêguman ev yek jî şêla TRT-ê û heta dereceyekê şêla hukûmetê ya siyasî jî nîşan dide.
Rojînê piştî veqetandina xwe beyaneke nivîskî belav kir û di wir da got,
tu pêşniyareke wê qebûl nedikirin, gelek gotinên wê sansor dikirin, midaxeleyî her karê wê dikirin û bi çavê ”sûcdareke potansiyel” lê dinêrin.
Bêguman vana îthamên pir cidî ne, kesên xwedî şexsiyet dibê sansor û midaxeleyeke wisa tu carî qebûl neke.
Lê dema meriv nivîsa Cuneyt Ozdemîr dixwîne, meriv fêm dike ku Rojînê kêm gotiye zêde negotiye.
Ji ber ku qumsêrê dewletê mêrik tehamulî rengê firingiyê, leymûnê û îsotê nekiriye, gotiye ev kombînazyon ala kurd tîne bîra meriv.
Lê tiştê herî balkêş heta nuha bêyî Nîlufer Akbalê ji tu kesekî din deng derneket, li ser îthamên Rojînî kesî tiştek negot.
Tenê Nîlufer Akbalê çend gotin got û ew jî bi rengekî sergirtî îdîayên Rojînê red dike.
Akbalê li ser pirsa rojnamevanekî gotiye di kanalê da tu sansor tuneye û wiha domandiye, ”Herkesê ku em dixwazin em dawetî programa xwe dikin û her mijarê jî digrin programa xwe. Azadiya me bi tu rengî nayê astengkirin.”
Pir ecêb e, mêrikê tirk dibêje berpirsiyarê TRT-ê tehamul nekir ku firingî, leymûn û îsot werin kêlek hev, lê Akbal jî dibêje ”sansor tuneye, azadiya me nayê astengkirin.”Nuha em ji kê bawer bikin?
Em bibêjin Rojînê hinekî ”mezin” kiriye, le emê ji îdîaya Cuneyt Ozdemîr ra çi bibêjin?
Kurdiya Rojînê gelkî baş bû û di karê xwe da jî gelkî serkeftî bû. Rojîn meriveke ne cilq bû û dizanîbû çi dike û çi dibêje, ji bo ku xwe têxe çavê dewletê û qumsêrê li pişt perdê şelafî nedikir.
Bi taybetî di sohbetên xwe yên bi mîvanan ra weke mamosteyeka zimanê kurdî hereket dikir, gotinên tirkî û kurdiya şikestî bi şiklekî pir xweş rast dikir.
Ya din naveroka programa wê jî ne tenê muzîk bû, perçeyên civakî û siyasî jî tê da hebûn. Vê yekê jî rengek û tameke din dida programê.
Lê diyar e berpirsiyarên TRT-ê ji vî aliyê programê aciz bûn. Û li alî din jî ji însanên jêhatî û sergiran bêtir, li kesên cilq û şelaf digerin.
Piştî veqetandina Rojînê qala Berdan Mardînî hate kirin, gotin TRT-ê bi wî ra peyman çêkirye.
Lê ev xeber rast derneket, nuha dibêjin bi Guler Işikê ra li hev kirine, di demeke nêz da ewê dest bi programeke bi navê ”Gula Çiyan” bike.
Ev herdu nav jî nîşan dide ku TRT Şeş li elemanên ”mêşinî” û ne siyasî digere. Û dixwazin naveroka programê jî ji kurdayetiyê dûr bixin, bikin arabesk.
Helbet kanal ne ya kurda ye, ya dewletê ye, dewletê weşaneke li gor hesab û menfeeta xwe bike.
Lê li gel vê jî dibê li hember hin şaşiyan, hin tahrîf û lîstikên siyasî meriv bêdeng nemîne.
Ji ber ku TRT Şeş kanala dewletê ye nayê wê maneyê ku çi tevlihevî û xerabiyê bike emê bêdeng bimînin…
Xalo,
SvaraRaderaRast e ku TRT6 televîzyona tirkan e u ne ji bo xêra kurdan e.
Dîsan jî dewleta tirkan chiqas bi kurdî weshanan bike, ewqas jî ji bo "hebuna" zimanê kurdî bashtir e.
Lê mesela Rojîn xanimê ne zimanê kurdî ye. Rojîn jineke bi kaprîs e. Ez bawer dikim sebebên wê yên shexsî ne. Kesa ku ji bavê xwe ra bêheq bêje "fashîstekî kurd e", mirov her tishtî jê dipê.
Te gotiye navê programê kirine "gula chiyan" u ne siyasîbuna vî navî rexne kiriye. Wellahî ez nizanim ka chi siyaset di navê "rojiname" da heye. Ez dibêjm navê "gula chiyan" hezar carî ji yê "rojiname" kurdewar u siyasî ye. Jixwe chiya sembola Kurdistan'ê ne. Lê "rojiname" tenê sembola vê jinikê ye u ev xatun di programên xwe da carek jî bibe bi kurdistanî neliviyaye...
Silav u rêz
Beranê Meletiyê
Xwarziyê delal, baş xerab li ser navê programê min tiştek negotiye, min tenê gotiye navê programê "Gula çiya" ye.
SvaraRaderaEz hêvî dikim ku programa Guler xanimê jî baş be.
Lê dibê em li siyaseta dewletê baş miqate bin.
Helbet hin kêmasiyên Rojînê jî hene, lê li gel vê jî ji gelekan çêtir e.
Ji bo wê gotina wê ku ji bo bavê xwe ra gotibû "ew faşîstekî kurd e" min jî ew rexne kir.
Lê dema tiştên baş bike jî dibê meriv bibêje baş e.