Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di forûma Davosê, di panela Gazzeyê da bi serokkomarê Îsraîlê Şîmon Perez ra ket minaqeşeyê û dûra jî bi hêrs panel terikand, weke ku meriv texmîn dikir, bûyerê li Tirkiyê olaneke gelkî mezin da, ji kêf û heyacabê milet xwe wenda kir.
Pêncî hezar tirk, alên wan di destên wan da çûn ber balafirxaneyê û Erdogan weke serleşkerekî ku cengeke pir mezin qezenc kiribe pêşwazî kirin.
Ev sê roj in ji heyecana qehremanî û egîdiya Erdogan gelê tirk rabûye pêdarê û ”mêraniyên” xwe yên rojên borî, yê dema osmaniyan bibîr tîne.
Ev sê roj in li Tirkiyê di nava milet û di çapemeniyê da mijara sereke ev ”qehremaniya” Erdogan e.
Xeyda Erdogan û terikandina wî ya panelê ne tiştekî dûrî aqilan e, bi vê yekê dinya feth nekiriye, normal e ku di minaqeşeyekê da însan ji hev aciz bibin, dilê hev bihîlin, heta rabin hev jî.
Di nivîsa xwe ya berê da min bi xwe jî ev protestoya Erdogan”teqdîr” kiribû.
Lê tirkan weke hertim îcar jî ev şêla Erdogan gelkî mezin kirin, ji adetê û usûlê derxistin.
Li hember vê ”qehremaniya” Erdogan herkes matmayî ma, ”şok bû”, ji kêf û heyecanê ”giriya”.
Her tirk ji xwe ra matmayî ma ku Erdogan çawa ev mêranî kir?
Bi hezaran tirk daketin kolanan û bi heyecan, bi ruhekî di cuzbê da gotin:
-Tirkiye bi te îftîxar dike.
-Erdogan ”ruhê zafera Çaneqeleyê” bi paşda anî.
-Erdogan Şîmon Perez sîle kir.
-Şok…Şok…Şok… Nuha ez diricifim… Me serokekî din yê wiha nedîtiye…
-Ez di nava heycanê da me.
-Ez nizanim ezê çi bibêjim.
-Lîderiye Cîhana Îslam kete destê Tayip Erdogan.
Erdogan jî yekî ji vê civatê ye, yekî weke wan e. Loma jî li hember van halanên miletê xwe bêguman ew jî hat heyecanê, wî jî girt û berda, wî jî dest bi pesindan û mêraniya bav û kalên xwe kir û piştra jî mesele anî ser xwe û got:
-Tiştê li Davosê qewimî we temaşe kir. Emê destûrê nedin kesî ku li hember serokwezîrê Komara Tirkiyê bêhurmetiyê bike.
-Tirkiye dewleteke mezin e.
-Ez weke serokwezîrê Komara Tirkiyê li wir bûm. Em ne reîsê Qabîleyekê ne. Em serokwezîrê Komara Tirkiyê ne.
-Yên li der jî û yên li hundur jî dibê hêza Tirkiyê baş fêm bikin û dibê li gor wê hereket bikin.Ji bo ku bi Erdogan ra hevpeyvînekê bikin û ya jî du sê gotina ji devê vî hûtê heftserî bigrin telewîzyon û rojname xwe di ber hev ra dikin, hemû rojname bi gotin û rismên wî xemilî ne.
Dibêjin û dibêjin, lê dîsa jî dawî li destana Erdogan nayê.
Mesele çi ye, çi bûye?
Erdogan li hember Şîmon Peres "rabûye" û panel terikandiye…
Civata tirk civateke bi kompleks e, li hember ewrûpiyan xwe gelkî biçûk dibîne. Li gel ku Tirkiye xwedêgiravî welatekî Ewrûpa ye û tirk jî xwe "ewrûpî " dihesibînin, lê dizanin ku ewrûpî ne ji wan hez dikin û ne jî wan weke miletekî ewrûpî qebûl dikin.
Li Ewrûpayê miletê herî paşdamayî, herî nezan, herî cahil, herî bêsinet û marîfet û nekalîfiye tirk in. Loma jî li Ewrûpayê miletê herî jê nayêhezkirin jî tirk in, her welat dixwaze ji tirkan xelas bibe.
Tirkiye ev 57 sal in ku endamê NATO-yê ye û 66 sal in jî ji bo endametiyê serî li Yekîtiya Ewrûpayê daye, lê ewrûpî hîn jî nahêlin ku Tirkiye li vagona Yekîtiya Ewrûpa ya dawî jî suwar bibe. Tirk xwe diçirînin lê dîsa jî nikanin bilêteke klasa sêyem jî bidest xin...
Bira suwarbûn li wir bimîne, nahêlin Tirkiye ji der da jî xwe bi trêna Yekîtiya Ewrûpayê ve daliqînin.
Kesên herî optîmîst dibêjin dibêjin ancax piştî 30 salên din Tirkiye bikanibe bibe endam. Yanî piştî 99 salan û ew jî ne garantî ye. Ji ber ku gelek welat tirkan ewrûpî qebûl nakin.
Yanî netîce, ji ber ku tirk di her warî da ji ewrûpiyan paşdatir û nezantir in, ji ber ku di her warî da mihtacê wan in, vê yekê tesîreke pir xerab li ser şexsiyeta mirovê tirk kirye.
Ev yek bûye sebebê şexsiyeteke netebitî, ji xwe nebawer û bêîstîkrar. Ji tirkê herî sade bigre, heta bi serokwezîr, her tirk xwedî şexsiyeteke bi kompleks e. Di vê bûyerê da meriv vê kompleksa tirkan ya xwebiçûkdîtinê baş dibîne.
Kesên xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ji bo ku vê rewşa xwe veşêrin ji hedêxwe zêdetir xwe dinepixînin, xwe qure dikin, pesnê xwe didin. Xusûsiyeta van kesan ya herî esasî tehemula wan ji rexneyan ra qet tuneye, dema yek j iwan ra bibêje hilê bilê, rexneyeke herî biçûk jî li wan bigre dîn dibin, reaksiyonên wisa nîşan didin ku meriv matmayî dimîne.
Dema meriv bala xwe dide reaksiyonên tirkan yên piştî bûyerê, meriv bi hêsanî dibîne ku civata tirk, civateke çiqasî jixwenebawer û bi komplek e.
Ez gotnên milet û hin nivîskaran didim aliyekî, di vî warî da nimûneya herî baş Erdogan bixwe ye.
Erdogan dema vegeriya Tirkiyê di axaftina xwe da got,” Emê destûrê nedin kesî ku li hember serokwezîrê Komara Tirkiyê bêhurmetiyê bike.”Weke şexs xwe tiştekî nabîne, lê ji ber ku ”serokwezîrê Komara Tirkiyê” ye dibê însan jê bitirsin û hurmetê nîşanî wî bidin. Yanî ji şexsê wî bêtir, hurmetê nîşanî rutbeya wî bidin.
Ya jî gotina wî ya, ”Em ne reîsê Qabîleyekê ne. Em serokwezîrê Komara Tirkiyê ne…”Ev gotinên jorîn îspat dikin ku Erdogan tam wek ”serokê qabîleyekê” difikire û wisa hereket dike.
”Serokê qebîleyekê” ya jî serokê mafyayê ancax wisa bêtehamul be, sîrek neçe eyarê wî, divê kes wî rexne neke, neêşîne, li hember wî herkes bihurmet be.
Çimkî ew ”serokê qabîleyekê” ya jî serokê mafyayê ye. Loma jî dibê herkes li gor wê qedir û qîmeta wî bizanibe.
Erdogan jî ji însanan viya dixwaze.
Di felsefeya ”serokê qabîleyê” û serokê mafyayê da ciyê gotinê, guftugoyê, îqnayê tuneye, ji wê bêtir hêrs e, zirt e, gef û tehdît e û ku ew jî têr neke kuştin e.
Erdogan jî di dawiya axaftina xwe da eynî wisa kiriye, ji dijminên Tirkiyê yên der û hundur ra(hundur kurd in)gotiye:
”Yên li der jî û yên li hundur jî dibê hêza Tirkiyê baş fêm bikin û dibê li gor wê hereket bikin.”Yanî tam weke ”serokê qabîleyekê” û mafyayê peyivî ye.
What's up, its nice article regarding media print, we all understand media is a great source of data.
SvaraRaderaFeel free to surf to my webpage; laser cellulite treatment