04 september 2008

Divê kurd Îbo boykot bikin

Îbrahîm Tatlisesê dengbêj, bi minasebeta ”Cejna 30-ê tebaxê”(30/8-08) ya dewleta tirk li Qibrisê li otêla Kaya Artemîsê konserek daye.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse Tatlises, piştî pûrozkirina ”cejna” guhdaran, wek amîgoyekî dewleta tirk dîsa dest bi qeşmerî û şalûziyan kiriye û gotiye:

”Heger hinekên ku Cejna me ya Zaferê pîroz nakin hene bira herin welatekî din! Heger nikanin bibêjin, heft xwezî bi dilê wî kesê ku ji xwe ra dibêjie ez tirk im, (ne mutlu turkum diyene)oxir be ji wan ra, bira herin welatekî din.”

Ji ber ku cahil cesûr in û bayê wan jî pir gurr e, loma jî Îboyê me yê zirzop jî ji bo ku ji tirkan ra hinekî din jî şelafiyê bike û aferîmekê ji wan bigre camêr hinekî din jî xwe berdaye û gotiye:

”Heger ne Mustafa Kemal bûya navê min ewê Abraham Sweetvice bûya.”
Bela sebe negotine, benîşt nezana tim ji lîtirê ye.

Îbo dikane hertiştî bibêje. Çimkî hertiş li bejna wî tê.

Ji bo camêr ya girîng ne namûs e, fulûs e. Bira ”fulûs/pere” kêm nebe, tiştên din çi kêm dibe bira bibe, pir ne mihîm e.

Axir Îbo Îbo ye, mêrik li şabaşa xwe mêze dike, kî şabaşa wî zêde bidê bêguman ewê pesnê wan bide, ewê defê li ber wan bigurmîne, ewê halanê di wan hil de.

Di vir da tiştekî xerîb û anormal tuneye.

Loma jî meriv nikane gazinan ji Îbo bike û tiştekî jê bixwaze.

Lê ez dixwazim ji kurdên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in, ji kurdên welatparêz û kurdperwer ra tiştekî bibêjim û bixwazim.

Heger ev gotinên Îbrahîm Tatlises, bi rastî jî bi we ne xweş tê û hûn pê diêşin wê demê divê hûn kasêt û CD-yên wî nekirin, neçin şevên wî û li muzîka wî guhdarî nekin.

Reaksiyon û bersîva herî baş ya ku kurd bidin ev e.

Divê Îbo bi rehetî nikanibe ji kurdan ra bibêje”herin welatekî din.” Divê bedeleke vê çavsoriya wî hebe.

Bedel jî boykot e, divê kurd wî boykot bikin.

Îbo kurd e ne kurd e ez nizanim, heta nuha bûye hertişt. Bi îhtîmaleke mezin ewê ereb be.

Lê axir ji Kurdistanê ye û pir hindik dizane bi kurdî jî bistirê. Loma jî mişterî û guhdarên wî kurd in.

Dema kurd neçin konserên wî, kasêt û CD-yên wî nekirin ewê careke din nikanibe bêterbîyetiyeke wiha bike.

Ewê hesabê kurdan bike.

Ji bo çi nikane li hember tirkan tiştekî wiha bibêje?

Ji ber ku ji tirkan ditirse.

Divê ji kurdan jî bitirse. Ne ji lêdanê, divê ji bazara xwe bitirse, divê bêterbîyetiyên wî yên wiha di warê aborî da zirarê bide wî.

Kesê ku li miletê meriv heqaretê bike divê meriv jê hez neke, li muzîka wî guhdarî neke.

Divê kurd fêrî nîşandana vê hesasiyetê bibin.

Di malperan da çend rêz nivîs, rexne û çêr tesîrê li Îbo nake, ji bo rexneyên wiha çermê ruyê wî debax bûye, ji çermê gê jî qalintir e.

Loma jî bersîva herî baş boykotkirina wî û muzîka wî ye. Dema kurd viya bikin ne Îbo û ne jî yekî din ewê newêribin heqaretên wiha li kurdan bikin.

Gava xelk ji meriv şayişê neke tep tu carî ji ser serê meriv kêm nabe, çare divê meriv bêdeng nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE