01 maj 2008

Nûrettîn Demîrtaş çima teslîmî tirkan bû?

Hevserokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaş piştî girtîmayîna 5 mehan di girtîgeha leşkerî da du roj berê ji alî dadgeha leşkerî va hate texliyekirin.

Lê ev berdan(texliye) nedihat maneya serbestberdan û azadayi Demîrtaş.
Piştî berdanê Demîrtaş, wek êsîrê di destê dewleta tirk da bi darê zorê birin leşkeriyê.

Nurettîn Demîrtaş di 18-ê kanûna 2007-an(18/12-2007) da dema ji Almanya vedigeriya Tirkiyê bi hinceta ku wî ji bo neçûna leşeriyê rapora sexte yanî ”ne saxlem e, nikane leşkeriyê bike” girtiye hatibû girtin.

Demîrtaş, di 29-ê mehê da ji alî Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Lojîstîk a Hêzên Hewayî ve derengê şevê xwedêgiravî ”serbest” hate berdan.

Piştî berdanê bêyî ku bihêlin ew yek rojê jî malbata xwe bibîne, bi rengekî girtî ew teslîmî Şûbeya Leşkeriyê ya Cebeciyê kirin û ji wir jî ew birin 116-emîn Alaya Perwerdeya Leşkeran a li Navçeya Safranboluya Karabukê, ciyê ku ewê lê leşkeriyê bike.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, dibêjin ew alaya ku Demîrtaş birinê, ciyê tîm û komandoyên ku li hember PKK-ê tên perwerde kirin.

Yanî ewê serokê DTP-ê Demîrtaş, ji bo şerê li dijî PKK-ê perwerde bikin!

Miletê tirk miletekî zalim e, bêûjdan, bêmerhemet û bêedalet e, dixwazin xwîna kurdan vexwin, her tirk(%99) amadeye ku bibe celad û qesabê kurdan. Çi zulmê li kurdan dikin jî dilê wan rehet nabe. Loma jî wek gurên har li Demîrtaş kom bûne û dixwazin wî bixun.

Êdî pir eşkereye ku li kurdan zulmkirin kêfxweşî û aramiyekê dide miletê tirk. Loma jî, ji bo ku Demîrtaş wek kurdekî ”pîs” bikin, ”biçûk” bixînin him bi zor wî îcbarî leşkeriyê dikin û him jî dikin wî wek komandoyekî bişînin şerê li hember gelê wî, yanî ji bo ku here bav û birayên xwe bikuje.

Dewleta tirk bi vê bêedaletî û biryara xwe ya nemirovî dixwaze him zalimî, kîn û nefreta xwe nîşanî kurdan bide û him jî di şexsê Demîrtaş da hinekî din jî kurdan ”pîs” bike û ”biçûk” bixîne.

Ev aliyê meselê yê zalimîya dewleta tirk e, lê aliyekî meselê yê din jî heye, divê meriv li ser wê jî raweste.

Wek tê zanîn piştî ku Demîrtaş bû hevserokê DTP-ê di çapemaniya tirk da tavilê êrîş birin ser û gotin Demîrtaş ”terorîstekî” PKk-ê yê kevn e û dûra jî ema meseleya ”rapora sexte” yanî rapora ku bertîlê, bi peran girtiye derxistin. Li ser vê, mahkimeyê emrê girtina Demîrtaş da, lê Demîrtaş wê demê li Almanyayê bû.

Demîrtaş dema ji Almanya vegeriya dizanîbû ku li wî digerin û gava here ewê wî bigrin. Dikanîbû îltîca bikira û venegeriya. Û ya rast jî ew bû. Piştî razana 9-10 sal hevfs, divê wek êsîr xwe teslîmî tirkan nekira û neçûya leşkeriya wan. Divê wî baş bizanîbûya ku tirk li hember kurdan çi zalim û ne mirov in.
Lê li gel vê jî vegeriya.

Bibê nebê meriv meraq dike, çima?

Gelo biryara vegera xwe, bi rengekî azad wî da ya jî ”hinekan” ew mecbûrî vegerê kir?

Meriv nikane bawer bike ku Demîrtaş bi xwe bixwaze vegere û xwe têxe vê rewşa xerab. Piştî hewqas serpêhatî û tecrûbe bi rastî jî heger ew bi îrada xwe ya azad vegeriyabe wê demê ew merivekî pir kêmaqil e.

Na ku ”hinekan” ew mecbûe kiribin, ya jî bi soza ewê were berdan ew xapandibin, wê demê jî divê ev yek eşkere bibe û hesab ji wan kesan were pirsîn.

Heger Demîrtaş bixwesta biçûya leşkeriya tirkan ewê berê biçûya, bi dehhezaran dolar bertîl nedida çeteyên svîl û leşkerî yên dewleta çete û ”rapora çurûk”, ji leşkeriyê ra ne misaîd e nedigirt.

Loma jî pir ne dûrî aqilan e ku Demîrtaş li ser daxwaz û emrê Abdullh Ocalan mecbûrî vegerê bûbe.

Wek tê zanîn Ocalan, berê jî çend hevalên xwe di bin navê ”grûbên aşîtiyê” û nizanim çi da ji Ewrûpa û ji çiyê wek berxên tu bavêjî nava keriyên gurên hara, mecbûrî teslîmbûna dewleta tirk ya dirinde û zalim kiribû û bi salan di zindanên tirkan da dabû rizandin.

Loma jî li hember dewleta tirk ”jestên”(!) wiha ji Ocalan pir ne dûr e, dikane Demîrtaş mecbûrî vê felekatê kiribe.

Lê meriv hêvî dike ku ev texmîn ne rast be û ev ”kêmaqilî” ya Demîrtaş bi xwe be.

Hukûmeta AKP-ê bi guhertina nuh ya qanûna 301-ê girî û gazin jî li kurdan yasax kirMeclîsa tirk do xala 301-ê ya Qanûna Cezayê, ku gelek rewşenbîr û siyasetmedar, lê bi taybetî jî gelek kurd(çimkî ev madde ji bo kuradan e) jê dijhatin mahkemkirin guhart. Lê li gor ya berê, qanûn gelkî xirabtir û girantir kirin. Li gor qanûna berê, kesî nikanîbû rexne li ”tirkîtiyê” û ”komara tirk” bigirta, her rexne dikanîbû wek ”heqaret” bihata qebûlkirin.

Lê bi vê guhertina nuh, êdî tu kesê nikanibe tu rexneyekê li ”miletê tirk, li dewleta tirk, li hukûmet û meclîsa tirk û dezgehên dewletê” jî bigre, ev yek dikane wek heqaret were qebûlkirin û ji 6 mehan heta bi 2 salan meriv têxin zindanê.

Yanî mêrikan bi vê guherandina nuh ya madeya 301-ê devê kurdan baş didirûn, ji nuha û pê va êdî kurdên nikanibin bibêjin pûlis ya jî leşker zulmê li me dikin, terorê li hember me dimeşînin. Ev yek dikane wek heqaret li dewleta tirk were webûl kirin.

Bi kurtasî tirk dibêjin emê li xin, we bikujin lê divê hûn nebêjin ay! û gazinan jî nekin.

Her tişt ji zaliman tê. Ma dewleta meleyên Îranê jî dema kurdekî gullebaran dikin naçin heqê guleyên xwe ji malbatên kesê dikujin nagrin! Zalim, him qanûnnenas û him jî Xwedênenas in, loma jî her babet nemirovî û wahşet ji wan tê.

Tirk, ji xêrê ra silavê jî li kurdan nakinJi do da ye şandeyeke hikûmeta Tirkiyê di bin serokatiya Ahmet Davûtoglû da li Bexdayê ye û bi serowezîr Malikî, serokkomar Talabanî û bi serokê Kurdistanê Nîçîrvan Bazanî ra hevdîtina dike.

Bi qasî ku mriv ji beyanên Erdogan û wezîrê Tirkiyê yê karûbarê derve Alî Babacan fêm dike, mêrikan çûne rû bi rû careke din kurdan tehdît bikin.

Babacan pir eşkere dibêje, heger hukûmeta Kurdistanê wek em dibêjin li dijî PKK-ê şer neke ewê buhayekî gelkî zêde bidin û mesûlê vê yekê jî ew in. Yanî dîsa gef û gurrên berê ne.

Babacan, ji ber ku sîrketa petrolê Statoilê bi hukûmeta Kurdistanê ra hin peynan îmzekirine xwe gelkî aciz kir û ji hukûmeta Norwecê xwest ku ew hemû peymanên bi kurdan ra yên ku bêyî destûra Bexdayê hatine îmzekirin îtal bike, ya na ewê rê li ber hemû transportên wan bigrin. Yanî dîsa gef û tehdîdên berê ne. Ev siayset, siyaseta dijminatiyê ye.

Ya din jî di bin navê “hevdîtina bi hemû hêzên îraqî ra” dixwazin xebatên xwe yên sîxurî yên di nava tirkmenan da legalîze bikin. Divê kurd tu carî baweriya xwe gotinên tirkan yên “dostanîyê” neynin, tim şiyar, bi hazirî û tedbîr bin.

Çimkî tirk ji bo xêrê silavê jî li kurdan nakin, divê em wê baş bizanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE