26 januari 2008

Ken îro bû nesîbê me jî

Şikir ji rahm û kerema “Xwedayê mihriban û dilovan ra”, hunermendê bi nav û deng Mûrat Batgî îro li Stockholmê em bi ken û henekên xwe xenê kir.

Di van 28 salên xwe yên sirgûniyê da ez bawer dikim ev cara pêşîye ku ez hewqasî ji dil keniyama û dilşa bûme.
Ji şans û siûda xerab ra îro min kar dikir. Seet ji heftê(07.00) sibê heta 14.00-an ez li kar bûm. Programê jî li Sollentuna Bîbliotekê(kitêbxaneya Sollentuna)seet di 15.00-an dest pê dikir.

Min û xanimê me li hev kiribû, me yê li semteke li ser riya Sollentunayê hevûdu bidîta û emê biçûyana. Heger trên û otoboz di wexta xwe da bihatana em bi 5-6 deqîqe derengî digihîştin ser programê.

Bêxwediya Stockholmê jî mezin e, lê li gel vê jî destpêka rêwîtiya me baş çû. Yanî etaba pêşî ya rêwîtiya min û xanimê bi serfirazî derbas bû. Ne ez xalifîm û ne jî ew.


Xwedêgiravî min ciyê şevê nas dikir. Ez berê carê çûbûm şeveke helbestan ya Fatma Savcî û Selwa Gulî xaniman. Ji şansê xerab ra ez ji deriyê çewt derketim. Axir wek kurd dibêjin bi pirsê meriv diçe xursê, ez jî bi pirsê 15 deqîqeyan bi dereng gihîştim ciyê şevê.


Wek min texmîn dikir, şevê hîn dest pê nekiribû. Qala hin ”gelşên teknîkî” kirin. Ji xwe her tim ya balafir, ya trên û ya jî erebeya kesê hunermend xera dibe ya jî ”gelşeke teknîkî” derdikeve.


Axir îcar gelş pir ne mein bû, problem tenê ”teknîkî” bû.

Here were programê tenê nîv seetê dereng dest pê kir. Lez û beza min jî ji min ra kar ma.


Mala Mhabad Arda ava be, cî ji me ra veqetandibû, bi saya vê çêyiya wî em li ser nigan neman.

Min heta nuha çend caran di telewîzyon û di vîdeoyan da li hunermendê hêja Mûrad Batgî temaşe kiribû, lê zindî ev cara pêşî bû min ew li ser sehnê didît.


Min bixwe gelkî ji henekên Mûrad hez kir. Çend henekên tirkî jî tevê nekira minê bêtir jê hez bikira. Tirkî bi wî nakeve. Yên vî karî bi tirkî dikin pir in.

Berî her tiştî hakimê karê xwe û ji xwe bawer bû. Bêyî ku dirêj bike dizanîbû xweş henekan bike. Lê ya hîn jî girîngtir, henekên vala, henekên ji bo henekan nedikir. Hemû nimûne û henekên wî manîdar û bi naverok bûn.


Ez wisa bawer dikim ku piştî guhdarîkirina Mûrat Batgî, yekî xerîb jî dikane bi hêsanî fîlozofî û mentalîteya kurdan nas bike. Ji ber ku her henek û nimûneyeke wî qerekterê mirovê kurd radixist ber çavê meriv.


Çimkî henek û nukteyên milatan jî ne wek hev in, her miletek li gor xwe hin taybetiyên xwe hene. Tiştê ku ji bo kurdan henek e û kurd pê dikenin miletê din pê nakenin.

Ma bêyî yekî kurd kî dikane ji serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr ra bibêje, ”başkan(serok) başkan, çareyekê ji vê serma û berfê ra bibîne !”

Ez bi qurbanî wî devî bim !

Ma byî yekî kurd kî dikane vê axwazê ji serokê belediyê bike?

Loma jî henek û nukteyên kurdan jî tenê dişibin kurdan, meriv dikane wan henek û nukteyan tenê li ba yekî kurd bibîne.

Ji ber ku hunermendê hêja Mûrat Batgî îşev ev xêr bi serê me xist û ev şeva henekên bi kurdî kir nesîbê me sirgûniyên li xerîbîstanê, ji vir heta bi Diyarbekra xopan mala wî ava be.

Mûrad Batgî bi vê serdana xwe hinekî dilê me jî şa kir û ken û henekên welêt anî bîra me. Bi hêviya ku gelek carên din jî temaşekirina Mûrad Batgî bibe qismetê me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE