Ev çend roj in ku li hember “Çeteya Ergenekonê” operasyon li ser operasyonê tên kirin. Di van operasyonan da heta nuha ji zabit, generalên teqawit û mamûrên dewletê yên bilind bigre, heta bi rojnamevanên meşhûr, abûqatên faşîst yên bi nav û deng, yanî gelek giregirên dewletê di nava girtiyan da hene.
Li gor xebereke îro di çapemeniyê da belav bûye, bi operasyoneke nuh îro darbeyek mezin li “Ergenekona Duduyan” jî xistine. Di operasyona îro da li çend bajaran li dora 30 kesî giritne. Ew jî wek yên berê dîsa bi piranî leşkerên teqawit, abûqat, rojnamevan û brukrat in.
Yanî meriv dikane bibêje ku şerê di nabêna çeteyên dewleta tirk da gelkî gur xuya dike.
Li gor tê gotin di van operasyonên îcar da pûlis ji plana darbeyeke leşkerî bigre, heta bi kuştina serokwezîr Erdogan, gelek belge bi dest xistine. Ji “Çeteya Ergenekonê” ra bi gelek riyên cuda ji derveyî welêt 50. milyon dolar hatiye şandin. Bi van pereyan qatil girtine û pê insan dane kuştin.
Merivên ”Çeteya Ergenekonê” bi navê ”dewleta kûr” gelek sûc û fêilê xerab kirine, însan tehdît kirine, sabotaj kirine, însan dane kuştin,(navê Velî Kuçuk di çînayeta Hrant Dînk da jî derbas dibe) ji xelkê xûg girtine. Teror kirine. Jixwe Serdozgerê Stenbolê ji bo ”Çeteya Ergenekonê”gotiye rêxistina ”terorê”.
Yanî ji bo ku tevliheviyê, teşxele û kaosê peyda bikin çi ji destê wan hatiye kirine. Û ev belge jî nuha hemû di destê pûlis da ne. Çimkî yên hev in, di nav hev da ne, loma jî hevûdu nas dikin. Her tim yek dikane yê din bigre. Ji ber ku hemû jî di sûc û bûyerên bêqanûnî geriyane.
Li gor belgeyên heta nuha ketine destê pûlis “Çeteya Ergenekonê” xwestiye bi serokerkan Yaşar Buyukanit ra îsal darbeyekê bike, lê Buyukanit xwe nedaye ber û loma jî darbe hîştine sala 2009-an, heta ku serfermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Îlker Başbûg bibe serokerkan. Di nivîsa xwe ya di 23-ê mehê da(şerê çeteyên dewleta tirk berdewam e)min gotibû:
”Ev çeteya bi navê “Çeteya Ergenekonê” ne çeteyek nuh e, berê jî wek kadirên “dewleta kûr” tevî gelek bûyeran bûne û gelek kurd kuştine. Yanî ev ne cara pêşîye ku biryara kuştina kurdan didin.
Lê dibêjin ku dewletê îcar nehîştiye.
Helbet bixwaze nexwaze meriv vê pirsê ji xwe dike:
-Ji bo çi nehîştin û ev operasyon kirin?
Gelo bi rastî jî AKP dixwaze “dewleta kûr” ji ortê rake û Tirkiyê bike welatekî demokratîk?
Ez bi xwe qet bawer nakim. Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.”
Texmîna min rast bûye, bi rastî jî derket ortê ku ne ji bo ku kurdan nekujin ev operasyon kirine, ji bo ku dixwestin hin merivên AKP-ê jî bikujin, lê ji wê jî mezintir ji bo ku haziriya darbeyeke leşkerî kirine, Erdogan jî di nav da xwestine gelek kesên din jî bikujin, loma ev operasyon kirine.
Baş e, kî vê ”dewleta kûr” sewq û îdare dike?
Bêguman çend zabitên teqawit bi serê xwe nikanin darbeyekê bikin.
Divê hin zabit û generalên hîn li ser kar li pişt wan hebin. Dema çend general di nava vî îşî da tunebin ne hedê çend leşkerên teqawit e ku ji bo darbeyekê bixibitin.
Jixwe di hin îfade, axaftinên telefon û belgeyên din da derketiye ortê ku ”merivê yekê” ne avakarê JÎTEM-ê general Velî Kuçuk e. Heta nuha wer dihat zanîn. Lê nuha diyar dibe ku yên ji Velî Kuçuk mezintir jî hene. Û divê hebin jî. Generalekî teqawit nikane bibe ”merivê yekem”, dive yekî jê mezintir hebe. Heta qala heyeteke bilind tê kirin.
Helbet dewlet jî û hukûmet jî vê yekê dizane. Dizane lê heta nuha tenê dest avêtiye çend “qatil” û tetikçiyên sivik, serokên mezin, ”merivê yekê” hîn li ser karê xwe ne.
Ji bo ku meriv ji cidiyeta operasyona li hember ”Çeteya Ergenekonê” bawer bike divê generalên li pişt perdê, yên nuha hîn jî li ser karên xwe ne werin girtin, wan bigrin bin kilîtê û derxin hember mahkimê.
Ji wê jî girîngtir, divê dest bavêjin ”Çeteya Ergenekonê” ya Kurdistanê, divê vê grûba Kurdistanê jî bigrin. Heta ku beşê Kurdistanê jî dernexin ortê vala ye. Wê demê maneya wê ew e ku di kuştina kurdan da di nabêna AKP-ê ”Çeteya Ergenekonê” da tu dijayetî tuneye, şer li ser parkirina îktîdarê ye.
AKP-yî hin adetên nuh tînin gundê kevn. Ev yek bi leşkeran zor tê. Berê serokkomarî tim ji leşkeran bû, tim serokerkanekî kevn dibû serokkomar. Ev maf ji wan stendin, gotin bira yekî sivîl bibe. Leşkeran ev yek bi zor qebûl kir.
Dû ra gotin bira serokwezîr “meleyekî bi qapqap” be û serê jina wî jî girtî be. Artêşê bêdil, ji mecbûrî ew jî qebûl kir.
Dû ra gotin, bira serokkomar jî mele û jina wî jî sergirtî be. Milet ev jî bi zor bi artêşê da qebûl kirin.
Erê Erdogan û Gul bûne serokwezîr û serokkomar lê nayê wê maneyê ku artêşê bi rastî jî ew qebûl kirine. Artêşê hîn îktîdara AKP-ê hezim nekiriye. Evy ek bi wan gelkî zor tê. Û ev şer jî şerê wê ye. Yanî di kuştin û terorîze kirina kurdan da dubendî di nabêna wan da tuneye. Şer, şerê kursiyê ye.
Abdulkadir Aygan di sala 2004-an da wek endamekî JÎTEM-ê di çapemeniya kurd û tirk da bi dehan bûyerên ku ew bûbû şahid îfşa kiribû, cî, war, tarîxa bûyeran û navê Velî Kuçuk jî tê da, navê bi sedan endamên JÎTEM-ê û cînayetên wan yek bi yek eşkere kiribû. Lê ji ber ku yên hatibûn kuştin kurd bûn heta nuha kesî negot çima?
Di operasyona nuh da jî qala van cînayetan nayê kirin.
Heger AKP bi rastî dixwaze Tirkiye bibe welatekî demokratîk û siyaset jî ji bin wesayeta leşkeran derkeve, divê JÎTEM û Ergenekona Kurdistanê tasfiye bike, heta ev yek neyê kirin ne demokrasî dikane were Tirkiyê û ne jî siyaset ji bin emrê leşkeran derdikeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar