06 januari 2008

Cahil, kerê tac li serî ye

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do li Walîtiya Diyarbekirê bi berpirsiyarên 15 rêxistinên sivîl ra hat ba hev. Li gor çapemeniya tirk dinivîse, civîn ji çapemeniyê ra girtî bûye û di atmaofereke bi hêrs da derbas bûye.

Berpirsiyarên rêxistinên sivîl dema qala teqîna li Diyarbekirê û PKK-ê kirine gotina terorê bikar neanîne, gotine ”şîdet” û ”bikaranîna şîdetê”.

Ji vê şêla berpirsiyarên rêxistinên sivîl, Erdogan gelkî aciz bûye û xwestiye ku her kes bibêje ”teror”.

Erdogan gotiye:

”Ji ber ku şîdet tiştekî basît e. PKK-ya ku dibêje li ser navê kurdan ez derketime rê kurdan dikuje. Divê berî her kesî kurd reaksiyênên xwe nîşan bidin.”Piştî van gotinên Erdogan, serokê baroya Diyarbekirê Sezgin Tanrikulu ji Erdogan ra gotiye, divê Tirkiye hin gavan bavêje. Û wek nimûne jî divê rê li ber perwerdeya bi zimanê kurdî veke.

Erdogan ji vê daxwaza Tanrikulu xwe gelkî aciz dike û dibêje:

”Li Tirkiyê ne tenê kurd hene. Çerkez, laz jî hene, ewê jî vê daxwazê bikin.”

Li gor ku hin rojnameyên tirk nivîsandine, diyaloga di nabêna Sezgîn Tanrikulu û Erdogan da wiha derbas bûye.

Sezgin Tanrikulu:

-Şidet ji aliyê hin terefan ve meşrû tê dîtin. Ji bo ku şîdet nemîne divê di pirsa kurdî de hin gav bên avêtin. Demokrasî û azadî di serî da divê hin gav bên avêtin…

Li ser van gotinên Tanrikulu, Recep Tayyip Erdogan wek cahilekî zirzop dibêje:

-Heger tu serokwezîr bûya, tu di cihê min da bûya te yê çi bikira? Ev gav ewê çi bûna?

Li ser vê bersîv û û pirsa Erdogan, Sezgin Tanrikulu jî bi uslûbeke kibar û medenî dibêje:

-Wekî perwerdeya bi zimanê kurdî û avakirina beşên edebiyata kurdî li unîversîteyan, mafê bijartina zimanê kurdî, wekî derseka bijare…

Lê ev bersîva Sezgîn Tanrikulu, serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganê lûmpen û bê mistewa gelkî aciz dike û bi hêrs wiha bersîvê dide Tanrikulu:

-Li Tirkiyê ne tenê kurd hene. Sibe gava çerkez jî, laz jî daxwazê bikin ewê çawa be? Her kesê bixwaze. Hingê emê çawa yekîtiya xwe biparêzin? Gotin hêsan e. Li ba me gotinek heye. Dema tu ne li mewqiya berpirsiyariyê bî berdan/avêtin serbest e! Ji aziban ra jinberdan hêsan e!

Erdogan, merivekî bi lumpenî û cahiliya xwe meşhûr e. Her tim dikane bersîveke ku meriv ji serowezîrekî hêvî nake jê bibihîze.

Wek tê zanîn, meriv nizane merivê cahil, kînga ewê çi bike?

Bêguman heger Erdogan ne mrivekî xalis muxlis cahil bûye ji serokê Baroya Abûqatên Diyarbekrê ra nedigot, ”ji ber ku tu mesûliyeteke tuneye tu rehet davêjî yanî tu berdidî !”

Ev ne gotinên serokwezîrekî û merivekî bi kultur û bi edeb e. Ev bersîva merivekî zirzop e.

Bi nezanînê tenê meriv ne cahil, cahiliya bêedebî, bêtoreyî yanî ya dinyanedîtî jî heye.

Erdogan, ne tenê nezan e, ew merivekî bêmistewa, bêedeb û bêexlaq e jî.

Her merivê cahil ne tiredîn e, lê her tiredîn cahil e.

Gotineke şairê mezin yê edebiyata farisî Sadiyê Şîrazî heye, gotiye:

-Merivê cahil, dişibe defa herbê, deng pir e, hundur vala ye.

Voltaîre jî wek Sadiyê Şîrazî serê xwe bi cahilan ra pir êşandiye, wî jî cahil baş nas kirine û li ser wan ev gotine wecîz gotiye:

-Cînayetên mezin ji bal cahilên mezin va hatine kirin(Voltaîre)

Hz. Elî jî gelkî hevza xwe ji cahilan kiriye û wiha gotiye:

-Aman bi cahil ra henekan neke. Ji ber ku zimanê wî bi jahrî ye ewê dilê te birîndar bike.(Hz. Alî)

Û pêşiyên înlîzan jî li ser kesê cahil gotineke gelkî xweş gotine, wan jî gotiye:


-Cahil, kerê tac li serî ye.

Erdogan gotiye, heger em mafê kurdan bidinê, çerkez, laz û miletên din jî ewê doza mafên xwe bikin. Û dema wiha bibe jî, ewê çawa yekîtiya Tirkiyê biparêzin?

Divê Sezgîn bigota, (belkî gotibe jî) çerkez, laz û miletên din dixwazin ya naxwazin ewne derdê me kurdan e, lê em kurd dixwazin. Mesela tu gurcî yî, tu naxwazî, lê ez kurd im ez dixwazim.

Yanî ji bo ku hûn mafên netewî nedin miletên din, divê hûn nedin me jî?

Û ya din jî, jixwe divê mafê her miletî were dayin. Heger milet hebin divê mafên wan jî werin dayin.

Çi gava ku kurd doza mafê xwe bikin, durreyên Kafkasan û Balkanan ewê bibêjin, dema em mafên we bidin, ewê miletên din jî yên xwe bixwazin û dû ra jî ewê Tirkiye nemîne.

Bi vê bersîvê ra derewa "miletê Tirkiyê tirk e" derdikeve ortê. Heger bêyî kudan her kes tirk e wê demê hûn ji çi ditirsin?

Dêmek derew e, ne kurd tenê, gelek miletên din jî hene ku we bi darê zorê ew kirine tirk, hûn naxwazin kurd rê li ber wan vekin. Mesele ev e.

Bi gotneke din, jixwe êdî her kes dizane ku gelên li Tirkiyê ji sedî 90-ê wan ne tirk in. Mahcirên Balkan û Kafkasan yên bêwelat mabûn û ji ber xelkê reviyabûn xwestin bi dare zorê miletekî bi navê “tirk” bînin meydanê, lê kurdan ev projeya wan di nîvê rê da xera kir, nehîşt bi ser Kevin.

Yanî ji nuha û pê va êdî dereng e, hûn nikanin kurdan bikin tirk. Kurd, miletekî esîl e, xwedî kok û esalet e, rehên kultur û medeniyeta wan wek rehên dara çinarê, xwe pir kûr bera erdê dane. Mahcir û bermayiyên ber devê şûrên xelkê nikanin kurdan bihelînin, bikin tirk. Dîrokê ev yek îspat kiriye. Medeniyetên wek yên ereb û farisan nikanîbûne kurdan bihelînin, îcar hûn mahcirên rebenên Xwedê, hûnê kurdan bikin tirk.

Dev ji van gotinên tewşo mewşo berdin, kurd ne çerkez, çeçen û laz in, kurd ne mahcir in. Kurd li welatê xwe, li ser axa bav û kalên xwe ne.

Şeb û şekir tev hev nekin. Hûn xwe dikin pêkenîn cîhanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE