05 januari 2008

Bersîva kalê kurd

Îro bi serokwezîr Erdogan ra gelek giregirên hukûmet û dewleta tirk li Diyarbekrê bûn.

Serokerkanê artêşa tirk general Buyukanit, qumandarên hemû ordiyan jî dabû kêleka xwe û fena ku here cepheya şer, bi kincên xwe yên herbê li ciyê bûyerê bîstekê quretî kirin.

Piştî wî, Erdogan û heyeta xwe jî bejn û bala xwe ya bi hêl û mêl nîşan da û dîsa gelek quretî kir.
Him leşkeran û him jî hukûmetê dîsa eynî meqam lêxistin, yanî qala zalimî û xerabiya terorîstan kirin û dû ra jî gotin bûyerên wiha nikane me di şerê li dijî terorê da dudil bike, emê şerê xwe bi rengekî bênabên bidomînin.

Lê xerîb e, hîn jî PKK-ê tiştek ne gotiye. Di çapemeniya wan da jî bêdengiyeke kûr heye, wek pisika şîr rijandibe, gelkî mahcûp xuya dikin. Ev bêdengî jî nîşana dide ku wan kiriye.

Di vê nabênê da tiştekî din yê balkêş, piştî teqîna Diyarbekrê pûlisên tirk do du wasiteyên(mînubus)bombebarkirî, yek li Wanê û yek jî li ser riya Bûrsayê girtin. Îro jî bombeyek li Meletyeyê teqiya, mirî û birîndar tunene lê zirara maddî heye.

Ev her sê bûyer jî meriv dide fikirandin. Piştî teqîna Diyarbekrê pûlis hema tavilê du munîbusên tije bombe û sîleh digre.

Çawa dibe?

Wek ku tiliya dewletê di vî îşî da hebe.

Nexwe çawa dibe hema diçin bi serê du wasiteyên tije bombe digrin?

Kê ev agahî da wan?

Diyar e yên ku bombe xistine munîbusan û bi rê xistine, dû ra jî xeber dane wan, yanî merivên wan in. Loma jî dikane di bûyera Diyarbekrê da jî tiliya dewletê hebe. Ji ber ku bûyerên wiha bêtir xwînê dide van qatilan.

Barzanî û Talabanî jî bûyera Diyarbekrê şermezar kirinLi alî din serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iarqê Celal Talebanî jî îro li havîngeha Dukanê bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistin û teqîna Diyarbekirê şermezar kirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro teqîna li Diyarbekrê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Daxwiyaniya Nêçîrvan li gor gotinên Mesûd û Talabanî gelkî sert bû, bûyer wek êrîşeke terorîstî mahkûm kir.

Di vê civînê da serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser posta serokwezîriyê jî agahdarî da û got, biryar hatiye dayin ku Nêçîrvan Barzanî ewê serokwezîriya hukumeta Kurdistanê berdewam bike. Lê belê ewê mafê YNK-ê hebe her dema ku bixwaze ewê bikanibe postê serokwezîriyê bigre.

Jixwe berê jî hin sinyal hebûn ku Nêçîrvan du salên din jî wek serokwezîr bimîne. Di nava YNK-ê da hin kesan digotin gava dewra pêşî posta serokwezîriyê têkeve destê Partiyê êdî kes nikane ji destê wan derxe. Loma jî Yekîtiyê dixwest cara pêşî ew vê postê bigrin. Heta nuha diyar nebûye gelo PDK-ê di berdewamiya Nêçîrvan da israr kiriye yan jî YNK-ê nexwestiye. Çimkî li gor hin îdîayan di vî warî da di nava YNK-ê bi xwe da jî gelş heye. Yanî li ser şexsan li hev nakin.
Lê heger bi rastî jî bêyî problem, bêyî dilmayin li hev kiribin tişt pêva tuneye. Nêçîrvan karê xwe baş dimeşîne.

Xebereke din, piştî civîna polîtburoya YNK-ê ku ev du roj bûn li Silêmaniyê dom dikir, hat diyarkirin ku endamê polîtburoya YNK-ê Mela Bextiyar ji îro û pêva êdî berdevkê fermî yê YNK-ê ye.

Kêfa min ji Mela Bextiyar ra tê. Ez bi vê yekê kêfxweş bûm.

Girtina Kerkûkê ketiye tahlûkeyêDi heqê madeya 140-î û Kerkûkê da jî Mesûd Barzanî hin agahdarî dan û got, beşdarbûna Neteweyên Yekbûyî di vê prosesê de meşrûiyeteka navdewletî dide meseleyê. Barzanî wiha got:

-Ez xelkê Kurdistanê dilniya dikim ku ne mimkin e ku madeya 140-ê neyê bicihanîn. Ev made heta şeş mehên dî ewê were bicihanîn.

Lê Celal Talebanî di heqê madeya 140-î da tiştekî hîn balkêştir got:

-Hikûmeta Iraqê 210 milyon dolar ji bo vê madeyê destnîşan kiriye. Em li hêviya qanûna milkdariyê û çareserkirina problema milkiyetê ne. Behsa wê yekê nehatiye kirin ku madeya 140-î êdî ne qanûnî ye. Hatiye gotin ku heger made bicih nebû hingê baştir e ku Kerkûk midetekê wekî herêmeka serbixwe bimîne.

Ji van gotinên Celal Talebanî jî meriv fêm dike ku Kerkûk dikane bi Kuridstanê va neyê girêdan, weke herêmeke serbixwe bimîne. Lê vê planê ji nuha da eşkere nabêjin. Diyar e tiştê kurd jê ditirsiyan ewê were serê wan. Tirkan jî dixwest Kerkûk ya bi Bexdayê ve were girêdan ya jî statuyeke serbixwe bidinê. Heger wiha be ev yek li gor dilê tirkan e jî.

Ji leşkerê kurd ra cezayê muebedê
Di îdîanameya bûyera Oramarê(Daglica)da dozgerê leşkerî yê Wanê ji leşkerên dîlgirtî Ramazan Yuce yê kurd ra cezayê muebetê dixwaze. Dozgerê leşkerî dibêje, Yuce di bin ra hevalê PKK-ê bûye û loma jî divê ji maddeya ”parçekirna yekîtiya welêt” bi cezayê muebetê were cezakirin.

Gerîllayên PKK-ê di 21-ê cotmeha 2007-an da girtibûn ser qereqoleke tirkan. Di êrîşê da 13 leşker hatibûn kuştin û 8 heb jî dîl girtibûn. Piştî ku PKK-ê leşker berdan, dewletê ew tewqîf kirin û di heqê wan da doz vekir. Remazan Yuce yek ji van leşkeran e, dewleta tirk dixwaze cezayê muebetê bidê.
Di îdîanameyê de di heqê leşkeran da tewanbariyên wiha hatin kirin:

"Bi awayekî aşkera pesnê sûc û sûcdar dane.",
"Di bicihneanîna emrê ku hatiye dayîn da îsrar kirine û zirar dane dewletê"
"Alîkarî dane sûcê xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê",
"Bi riya fîrarê derketine derveyê welêt."
"Bi berdewamî bi riya çapemenî û weşanê propagandeya rêxistina terorê ya cudaxwaz kirine."
"Bi riya çapemenîyê û weşanê daxuyaniyên ku dilê milet ji leşkeriyê sar dike dane û "Propaganda kirine."

Li gor çapemeniya tirk, îro 6 sîteyên PKK-ê hatine hackkirin. Malperên tirkan bi serbilindî dibêjin, “grûbeke millîyetçiyên tirk” 6 malperên ku alîgirên PKK-ê ne xerakirine û ala tirkî pêva kirine û dû ra jî li ser nivîsîne, gotine:
“Li ser navê miletê tirk, me dest danîye ser van malperan”
Lê navê malperan negotine. Mêrikan wek mûriyan dixebitin, her yek ji derekê êrîşê dibe ser kurdan.

Dewlet dest bi "weşana kurdî" dike
Li gor agahdariya ku wezîrê dewletê Mehmet Aydin daye CNN TURK'ê, dewlet di TRT-ê da haziriya weşana kurdî dike. Kanala nuh erebî, farisî, kurdî û êrmenî jî di nava da ewê bi 7-8 zimanan weşanê bike. Wezîr Mehmet Aydin gotiye, “weşana bi kurdî ewê nigekî têkoşîna li dijî terorê pêk bîne.” Lê ewê cî bide muzîk û filman jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE