24 december 2007

AKP dixwaze bi sedeqeyên tirkan kurdan bikire

Bi minasebeta Cejna Qurbanê ez li Kurdistanê û li Tirkiyê(Mêrsînê) bi malbat û birayên xwe ra peyivîm.

Li ser van bûyerên dawî, êrîş û dijminatiya li Tirkiyê li hember kurdan tê kirin min ji hemûyan hin pirs kirin.
Min ji hemû kesên ku ez pê ra peyivîm pirsî, gelo van êrîşên artêşa tirk yên ser Kurdistana Federe, bombebarankirina Çiyayê Qendîl û kuştina gelek kesên sivîl, êrîş û heqaretên di çapemeniya tirk da li kurdan tên kirin, qurretî û çavsoryên Erdogan û siyasetmedarên tirk yên din ku her roj li kurdan dikin, çi tesîrê li milet dike, çi tesîr lê kiriye?

Dijminatiya li Tirkiyê li hember kurdan tê meşandin, lînckirinên ku li kolanan kurd her roj dibin şahid, gelo çi tesîr li ruh û hestên kurdan dike?

Gelo ev bûyerên han kurdan bêtir nêzî hev dike ya jî dibe sebebê tirs û çewisandinê, dibe sebebê ku bêtir xwe veşêrin û kurdayetiya xwe înkar bikin?

Ew kurdên ku di 22-ê temûzê da bi hêviya ku îktîdara Erdogan ewê rê li ber aşîtîyê û demokrasiyê veke, ewê rê li ber êrîşa leşkeran ya ser Kurdistana Federe bigre ray dabûn AKP-ê, îro li hember vê êrîşkarî û şerxwaziya AKP-ê çi dibêjin, reaksiyona wan çi ye?

Li gor dîtin û mişahadeyên kesên ku ez pê ra peyivîm, kurdên metropolan li hember van êrîşan bêtir nêzî hev dibin, bêtir dibin kurd.

Yanî êrîşên tirkan, hestên kurdan yên netewî yên jar, yên mirî bêtir disû, bêtir geş û gurr dike.

Kesên berê digotin, ”kurd, tirk fereq nake, em hemû bira ne, heger ne ji xerabiya siyasetmedaran be kurd û tirk ewê bikanibin wek birayan bi hev ra bijîn”, îro êdî wiha nafikirin, dibêjin kurd û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, divê ji hev biqetin. Çimkî tirk ji kurdan hez nakin, wan wek dijmin dibînin.

Lê li alî din, di nava kurdên metropolan da(mesela li Mêrsînê)bêkarî, xizanî û hejariyeke pir mezin heye. Ji ber vê rewşa xerab gelek keç û xortên kurdan dikevin kar û riyên xerab. Dewlet jî vê rewşa koçberên kurd bi hosteyî îstîsmar dike, bi hin xêr û sedeqeyan wan mihtacî xwe dike, bi xwe va girê dide.

Û hêzên kurd jî ji bo başkirina rewşa van kurdên koçber qet tiştekî nakin, tenê wexta hilbijartinan diçin li wan dipirisin. Ev yek jî dibe sebebê gilî û gazinên pir mezin.

Lê tiştê herî balkêş û girîng xebata dewlet û AKP-ê ya li Kurdistanê ye. Dewlet jî AKP jî baş dizanin ku tenê bi zorê, bi girtin, zindakirin, kuştin û şer nikane zora kurdan bibe, bi vê sîlehê tenê nikane kurdan biqedîne. Loma jî li gel êrîş û teroreke sîstematîk, giranî dane pêşkêşkirina alîkarî û menfeetên şexsî. Alîkariyê didin malbatan û zarokên wan.

Mesela berî Cejna Qurbanê AKP-ê pênc hezar(5000) karsaz û dewlemendên tirk şandiye hemû bajarên Kurdistanê ji bo ku xêr û xêratên xwe li kurdan belav bikin. Her bajarekî Kurdistanê li dora 200-300 kesî şandinê û van kesan boraqên xwe li wir şerjêkirine û dû ra jî birine mal bi mal li feqîran belav kirine. Bêyî goştê boraqan şekir, birinc, rûn û tişt miştên din jî li dane feqîran û ew bi vî hawî dilşa kirine. Diyarbekir jî di nava van bajaran da ye.

Mesela dîsa li Diyarbekrê bi sedan qursên Quranê vekirine û di bin xêliya van qursan da dest davêjin kesên feqîr û nezan û bi çend quriş pere, bi zikat û fitreyên xwe, wan dikin dijminê qewmê wan, dikin hevalê dewletê.

Yanî kurdan berê bi darê zorê, bi riya terorê ji erd û avên wan derdixin û mecbûrî jiyana getoyên bajaran dikin. Di bajaran da jî zarokên kurdan dixin kuçan, dikin diz, dikin qahpik, birçî û tazî dihêlin, wan dikin parsekê pariyek nan û çêniyek goştê xwe.

Û tiştê herî xerab jî li hember vê xebata dijmin ya pir tahlûka û pir bi hînî partiyên kurdan, hêz û rêxistinên kurdan yên li Kurdistanê tu reaksiyonê nîşan nadin, tu xebat û deşîfrekirneke berbiçav nakin.

Min bi xwe heta nuha di çapemeniyê da li ser vê meseleyê tu xebateke hêzên kurdan nedîtiye.

Esas ev xebata AKP-ê ya sinsî ji şerê dewletê yê çekdarî jî tahlûketir e.

Dema yek, zilmê û neheqiyê li meriv bike, li meriv xe, meriv bikuje normal meriv jê hez nake, meriv pê ra nabe dost. Bi vacayî merivê jê nefret bike û pê ra bibe dijmin.

Û ji xwe heta nuha tiştê di nabêna kurd û tirkan da bûye jî ev e.

Tirkan zilm li kurdan kiriye, kurd kuştine.

Û kurd jî tim li dijî vê zilmê derketine, şerê dewleta tirk kirine.

Lê dema bi ”dostiyeke xayinî ”, bi dana hin alîkariyan nêzî hejar û xizanên kurdan bibin (ku ev xizan jî berhemên wan in), ev xetereke gelkî mezin e, divê hêzên kurd yên siyasî vê siyaseta dijmin eşkere bike.

Bêdengî û sistgirtina li hember vê siyaseta AKP-ê di rojên pêş da dikane gelek netîceyên xerab bi xwe ra bîne; dikane li Kurdistanê belediyên gelek bajaran ji destê DTP-ê derxe. AKP, bela sebeb nabêje di hilbijartinên mehelî da emê Diyarbekrê û gelek bajarên din ji destê kurdan derxin.

Bi kurtî dewleta tirk tiştê ku bi şer û çekan nikane bi dest xe, dixwaze bi sedeqeyên tirkan feqîrên kurdan bikire û bi vê riyê jî li Kurdistanê bibe xwedî hêz.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro berî civîna Heyeta Wezîran bi telefonê bi Serok Bush ra peyivî û rapora xwe ya heftê pêşkêş kir. Wisa diyar e ku Erdogan berî civînê xwestiye bizanibe ku di civînê da ewê ji wezîran ra çi bibêje û çi mesajê bide wan.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Bush gotiye, dijminatiya me ya li hember PKK-ê hîn berdewam e.

Tirk bi vê mizgîniya Erdogan îro jî gelkî kêfxweş bûn. Çimkî wan jî êdî baş fêm kiriye ku bêyî alîkariya Emerîka ew ne tiştek in, ne tayê kurdan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE