Axê bala xwe dayê ku xulam di kar û bar da qelpiyan dike. Bang kirê, di guhê
wî da got:
-Kûçik !
Kêfa xulêm gelekî ji vê xebera axê re hat. Çimkî ji bo wî ya girîng ew bû ku axa pê ra bipeyive, jê ra dibêje kûçik ya jî merheba qet negirîng e.
Ya tirkan jî bûye ev mesele, piştî ku Bush di van demên dawî da ji Erdogan ra gotiye ”merheba” û destûra kuştina çend kurdan da wan, gelkî kêfa wan hatiye, ji kêfan dikin bifirin, gav û seetê qurretiyê li serê kurdan dikin, dibêjin sebra Emerîka bêyî me nayê.
Erdogan dema qala têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê dike, gelkî fortan dide xwe, wek dansozên profesyonel xwe li ser kursiyê vir da û wê da çerx dike û dibêje Tirkiye welatekî pir mezin e, Emerîka nikane dev ji me berde. Fena ku jineke qahpik, bibêje ez zanim, yarê min heft jinan jî bîne lê dîsa jî dev ji min bernade, çimkî gelkî ji min hez dike, dinya jî xera bibe ewê dîsa vegere himêza min.
Dewleta tirk jî eynî bi vî rengê dîlbazekê xwe pêşkêşî Emerîka dike. Berdevkên hukûmetê û hin qelemşorên xwe firoş, xwe harac û mazat dikin, dibêjin erê Emerîka yekcarnan poz bi me neke, ji me bixeyide jî lê qet terka me nake
Li ser êrîşa tirkan ya hewayî û beyana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê vê êrîşa da, rojnamevanan dîtina Erdogan pirsîn. Erdogan bi qurretiyeke çeqelan, bêyî ku navê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bigre ser zimanê xwe got:
''Hukûmeta Îraqê ya merkezî mixatabê me ye. Em bi serokê hêzên pirnetewe Emerîka ra peyivîne. Bêyî ku em têkevin kompleksa qehremaniyê em welatê xwe diparêzin. Mixatabê me hukûmeta merkezî û Emerîka ye. Bûyer ev e.''
Yanî mêrikan him gundên kurdan bombebaran dikin û xelkê sivîl dikujin û him jî dibêjin, “ em we ra napeyivin”, em bi “axayê xwe ra” peyivîne, me destûr jê stendiye.
Do, dema Emerîka rû nedida wan û nedihîşt êrîşê bibin ser kurdan, Emerîka pir xerab bû, lê dema destûra kuştina kurdan dide wan, Emerîka gelkî baş e û bi vê mitefîkiyê jî gelkî xwe dinepixînin.
Yanî heta ku dewletek alîkariya wan bike ew dewlet baş e, lê dema alîkariya kurdan bike xerab e û li herêmê nerindiyê dike.
Heta do, ji ber ku Emerîka wek mêrê poz bi dostika xwe neke, rû ne dida wan dikra dîn û har bibûna, digotin Emerîka çawa dikane dev ji me berde û bibe dostê kurdan. Lê îro bi ramûsan û evîna Emerîka ya nuh gelkî kêfxweş in.
Kurdan heta nuha gelek bêbextî, dijwarî û badîreyên wiha dîtine û derbas kirine, ev rojên deng jî ewê derbas bin.
Kurd çawa ku heta îro li herêmê bi saya Emerîka li ser nigan nemane, ji îro û pê da jî ewê bi saya wan ne nemînin. Gelê kurd berî her tiştî ewê hêza gelê xwe, bi saya yektî û têkoşîna xwe ya qahremane têkoşîna xwe bidomîne û welatê xwe rizgar bike.
Rojek ewê were tirk ê ji vê şalûziya xwe ya bi Emerîka ra gelkî şerm bikin. Lê miletê kurd bi şêla Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya li hember Emerîka û rûneniştina bi Rîce ra ewê gelkî serbilind be.
Ehmeq ew ez im
Satilmişê tirk dema cixareyek ji qutya xwe ya bi neynik derxist çavê wî bi neynikê ket. Hevalê wî Dîlbaz li kêleka wî bû, neynik dirêjî wî kir û got:
-Law Dîlbaz, ev merivê hanê bi min xerîb nayê.
Dîlbaz neynik ji destê Satilmiş girt û bi dîqeteke mezin îcar wî bala xwe dayê û dû ra jî ji Satilmiş ra got:
-Ehmeq, helbet ewê bi te xerîb neyê, çimkî ew ez im.
Ne xwezî û ne jî perê te qîm dike
Dibêjin li Anqerê cezayê tûkirina erdê pêncsed lîrayê Tirkiyê bûye. Yekî kurd bi rê de rastî zabîteyê belediyê hat, jê ra got:
-Bibore, minê tiştek bipirsiya. Li gor ku min bihîstiye cezayê tûkirina erdê pêncset lîra ye, gelo cezayê tûkirina ruyê “însanan” ,cuqas e?
Zabita keniya û got:
Li vî bajarî merivên ku tu tû yî ruyê wan bikî hewqas pirr in ku ji bo karekî wiha ne xwezî û ne jî perê te qîm dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar