13 augusti 2009

Kurmê darê ji darê ye

J ber ku serokkomar Abdullah Gul di axaftina xwe ya navçeya Nûrşînê da navê Nûrşînê yê rast hilda û got ”Nûrşîn”, ev çend roj in serok û berdevkên MHP-ê û CHP-ê keviran li Gul dibarînin, dibêjin te çima navê rast yê bajêr, yanî yê bi kurdî bi kar anî, dibê te bigota ”Guroymak.”Lê bi taybetî jî berdevkê MHP-ê Oktay Vural gelkî xwe diçirîne, ji bo ku Gul gotiye ”Nûrşîn” qiyametê radike, li hember Gul û miletê kurd zimandirêlî û bêedebiyeke pir mezin dike,
Gotineke heye, dibêjin ”yê ji dînê min ra xeber dide nuha misilman bûya”, qey nedikir.
Nuha Oktay Vuralê şîrheram û xwefiroş bi xwe tirk bûya, me yê bigota te tişt nabe, sûtal û faşîstekî tirk e, cahil e, xwenezan e, ji ber cahiliya xwe gotinek berradayî kiriye tişt nabe, dibê meriv bide xatirê ”tirkîtî” û faşîstiya wî.
Lê ne wisa ye, ”gurxenêqê” me li Diyarbekrê hatiye dinê û bixwe ji Sêrtê, ji Tilloyê ye.Di teşbîhê da xeta nabe, yanî camêr “seyê me ye lê li ber deriyê MHP-ê direye.”
Vural,
ji bo bikaranîna navê ”Nûrşînê” êrîşê dibe ser Gul, wî bi perçekirina tirkiyê îtham dike, lê dema ji wî tê pirsîn, dibêje ”ez ji Tilo me”, ”ez tiloyî me.”Lê dewletê weke navê Nûrşînê, navê Tilo jî gihertiye, navê Tilo yê nuh ”Aydinlar” e.
Oktay Vural
, ji rojnamevanan ra negotiye ez ji ”Aydinlarê” me, ji ber ku navê ”Aydinlar” navekî sûnî ye, weke însanên din ew jî nizane.

Loma jî gotiye ez "tiloyî" me.
Di hin rojnameyên îro da heye, di nufûsa gelek kesî da ciyê jidayikbûnê Nûrşîn dinivîse.
Lê li gor cahilekî wekî Oktay Vural, dibê însan ciyê jidayikbûna xwe jî nebêjin.
Piraniya nîjadperest û faşîstên tirk, bi eslê xwe ne tirk in, hemû dewşîrme ne. Dewlet di destê van kesên heramzadeyan da ye û Vural jî yek ji van kesan e.
Ew ya kurd e, ya jî ereb e.
Tiloyî hema hema hemûyên wan sunetçî ne, dibe ku ev şîrheram jî ji sunetçîtiyê terfî berdevkiya MHP-ê kiribe.
Yanî rutbeya wî hinekî bilind kirine.
Ji bo ku di rojên wiha da bi riya bav û kalên xwe bigre û weke gurê har êrîşî însanên qewmê xwe bike.
Dewletê, ji bo ku şopa kurd û Kurdistanê nehêle bi barbariyeke pir mezin navê gund û bajarên kurdan guherand.
Guherandina navê gundan, bajaran û herêman li hember ziman, kultur û meletekî êrîş û hovîtiyeke pir mezin e.
Însanên diz, însanên dinya nedîtî tehamulî ziman, kultur û navên miletên din nakin, wan diguherînin.
Lê ev dewrana hovîtiyê hêdî hêdî emrê xwe temam dike, kurd hemû mafên xwe bi faziya wan ra ewê paşda bigre.
Êrîşî û zirzopiyên kesên weke Oktay Vural ewê tu netîceyê nedin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE