07 juli 2018

Dîtina dost û havalan meriv rûgeş dike



Ez û xanim îro (do, 6/7) çûn şahiya qedandina zanîngehê, (unîversîtê) ya keça Dr. Celadet Çelîker Dr. Evîn xanimê. 

Şahiyeke pir xweş bû, gelek kurdên Kurdistana Bakur û Rojhilat hatibûn. Me gelek dost û heval dîtin û bi hinekan ra jî sohbet kir. Me bi hev ra çend saetên xweş borand.

06 juli 2018

Darên me îsal xwe baş xemilandine





Hewqas fêkî îsal ezê bidim kê ?

Di hewşa me da sê darên me yên fêkî hene; dara sêvê, dara giryazê(gêlaz, qeresî) û dara/mêwa tirî.

Sala çûnî(par) dara giryazê pir hindik û ya tirî jî çend gûşiyên hebhûrik girt. 

Kovara ZAREMA ji xwendevanên xwe xatir xwest





Kovara Zarema di 30ê hezîranê da bi twittekê ji xwendevanên xwe xatir xwest û got ewê êdî wek kovareke kaxetî neyê çapkirin, ewê  jiyana xwe wek kovareke elektronîk (E-kovar) bidomîne.

Agahiya li ser navê kovara Zarema hatiye belavkirin wiha ye:

05 juli 2018

Hevaltiya bi xortan ra xweş e lê rîskên wê jî hene



Ji bo xatiré Enwer Karahan û Berfìn Dicle xanimé min îcar gore nekir pê û stîla xwe ji kok da guhert.

Tiştekî din ji min nexwazin. Hewqas guhertin bes e!
Sera pîra min gore jî nekir pê...

Ji vê wêdetir ez tu guhertinê qebûl naklim, dibê hûn biznibin...

Ji edebîyata kurdên Qoçgirîyê kitêbeke pir hêja



Di nava weşanên Avestayê da kitêbeke bi navê ”Rû û Kûr” deketiye. Nivîskarê kitêbê Alî Topuz e. 

Alî Topuz ji Qoçgiriyê ye. Qoçgirî bi tarîx ûş serîhildanên xwe, bi urf û adetên xwe, bi folklor, zargoton û devoka xwe herêmeke Kurdistanê ya pir muhîm e.

04 juli 2018

Li Tirkiyê meclîsa derewîn jî êdî nema



Berê li Tirkiyê meclîseke derewîn hebû, Erdogan ew jî rakir. Êdî ewê bi tenena serê xwe qanûnan derxe û Tirkiyê û Kurdistanê îdare bike.

Yanî mêrik êdî hakimê mutleq yê Tirkiyê û kurdên bindest e.
Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne, rejîmeke tam layiqî tirka ye. Ji miletekî mirîşk ra dîkekî wek Erdogan lazim e. Heta ji dîk were ewê bi vî miletê mirîşk da fisa bike.

Ajanên Tirkiyê û Îranê rojê depoyeke leşkerî diteqînin



Ajanên dagirkeran îro jî(3/7-18) li Duhokê depoya sîleh û cebilxaneyên Leşkerên Roj teqandin.

Do jî li Silêmaniyê teqandin.
Ev sosireteke giran e, ibret û felaketeke mezin e !

Dibê wezîrê karên hundur, berpirsiyarên leşkerî, heta serokwezîr jî îstîfa bikin!

Bi golê zavayê kurdan Swêd bilêta çarîk fînalê girt

Daweta  Şengê Husên û Emil Borsbegê gol avêt ji Îswîşreyê da.
Emil Forsberg bi keçeka kurd ra zewicîye.

Ez û xanim li maça Swêd-Îswîçreyê(Schweiz)temaşe dikin. 
Wek kurdekî Swêd ez dixwazim Swêd, welatê minê duyem û welatê zarokên min qezenc bike.

Û kurdên Îswîçreyê jî dixwazin Îswîçre bi ser keve.
Ji ber ku em bêwelat in em hatine hemberî hev, ji me her yek piştgiriya welatekî dike. 

03 juli 2018

Ziman dayik e û dayik jî êdî bûye tirk




Faruk Devliken Denlî li ser asîmîlasyonê û tirkbûna kurdan  teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye ”ziman dê ye û dê jî êdî tirk e.”

Metaforeke mikemel e, halê me xweş îzah dike.

Bi baweriya min ev muşahadeya Faruk Devliken Denlî  rast e, piraniya jinên kurd êdî bûne dayikên tirk û zarokên xwe ne bi kurdî, bi tirkî mezin dikin. Viya ji zûda gelek kes dibêje.