17 september 2016

Dîroka Kurdistanê di çapemeniya swêdî da

Ji Rohat Alakom, kitêbeke din ya hêja ”Dîroka Kurdistanê Di Çapemeniya Swêdî da”
Nivîskar û lêkolînerê hêja Rohat Alakom, îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ya dawî ya bi navê ”Dîroka Kurdistanê di çapemeniya Swêdî da” da nasîn.
Rohat Alakom, di danasîna xwe ya kin da li ser naveroka kitêba xwe agahiyên gelkî hêja da, qala lêkolîn û lêgerîna xwe ya salan kir.
Alakom, wek hemû berhemên xwe yên din, di vê berhema xwe da jî dîsa dest avêtiye dîroka kurd û Kurdistanê ya di çapeniya Swêdî da.
Mijareke pir balkêş e. Bi saya vê lokolîna Alakom, meriv fêr dibe di sedsala 19 û 20a da çapemeniyê li ser kurdan çi nivîsîne qala kîjan tiştan kirine.
Gelekên van bûyeran haya me kurdan qet jê tuneye. Bi xêra vê lêkolîna Alakom meriv fêrî gelek tişt û bûyerên nuh û muhîm dibe.
Di nabêna sedsala 19 û bîstan da di çapemeniya Swêdî da li ser kurdan û Kurdistanê çi hatiye nivîsîn, bi çi hawî qala kurdan kirine, li ser kurdan kîjan risim û karîkator hetine weşandin, Alakom yek bi yek bi rengekî kronolojîk girtiye berhama xwe û raxistiye ber çavên xwendevan.
Xwezî kurdên din jî li her welatekî Ewrûpa lêkolînên wiha bikirana.
Bi xebetên wiha, meriv him têkiliyên kurdan û biyaniyan û agahadariyên neyarên me li ser me belav kirine û him jî tarîxa xwe fêr dibe.
Gava meriv li kesên wek Rohat Alakom guhdarî dike, meriv bi nezanî û rebeniya xwe dihese, meriv dibîne ku bindestiyê kurd çawa kirine xerîbên dîroka xwe.
Partiyên me yên siyasî ji dêlî ku giraniyê bidin dîroka kurd û Kurdistanê û bi endam û bi mirevên xwe bidin fêrkirin, Marksîzm-Lenînîzm, Maoîzm didan fêrkirin, wexta xortan bi çîrokên Lenîn, Stalîn û Mao diborandin, serê wan bi van îdeolojiyên bêfeyde dişuştin.
Ji dêlî ku em bav û kalên xwe, pêşiyên xwe, serîhildanên xwe nas bikin û fêr bibin, bibin xwedî zanîn û şiûrekî netewî, me dîrok û serpêhatiyên Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û mucadela wan dixwend û ezber dikir, wexta xwe bi van îdeolojiyan dikuşt.
Meriv dibêje wisa nebûya, xwezî aqilê me yê îro 30, 40 sal berê jî bi meriv ra hebûya.
Ji ber ku min kitêb nexwen diye ez nikanim qala naveroka wê bikim . Lê ji naveroka kitêbê meriv dibîne Alakom di xebet û lêkolîna xwe ya nabêna salên 1835-1925a da rastî gelek tiştên muhîm hatine.
Lema jî mala Rohat Alakom ava be, bi vê berhema xwe ya hêja ji dîroka kurd û Kurdistanê ra xebateke giranbuha kiriye û li ser gelek malûmatên hêja rawestiya ye.
Di vê nabênê da dibê ez spasî Alî Çîftçî, xwediyê weşanxaneya Apecê jî bikim. Ew jî bi weşandina kitêbên wiha ji bo kurd û Kurdistanê xizmeteke mezin dike. Spas ji bo APECê jî.
Di civînê da surpîzeke din ya xweş, şairê bi nav û deng Mueyed Teyip, ji min ra dîwana xwe ya bi navê ”Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” îmze kiriye û şandiye.
Ez pir kêfxweş bûm. Di rojên pêş da ezê bi kêf û zewqeke mezin bixwînim.
Gelek spas ji bo vê diyariya hêja û gelek spas ji bo Îsmaîl Nacî Ozturk ku ev diyarî gîhand min.
Mala herduyan jî ava be…

Binsetiyê û asîmîlasyonê kurd gêj kirine

Bindestiya salan û asîmîlasyonê kurd seqet kirine, şiûr û hestên wan yê netewî û aqilê wan pûç kiriye, şexsiyeta merivê kurd ne saxlem e, dejenere ye, deform bûye.
Kurd bûne nîvtirk, nîvkurd. Ne tam kurd in û ne jî tam tirk in, miletekî di orta tirk û kurda da ye.
Kurd, bi dev kurd in lê bi hest û aqilê xwe zêdetir tirk in, derî îradeya xwe wek tirkan difikirn...

XXX
Yekî ku ji meriv, ji miletê meriv hez neke, di rojên herî xerab da dijminatiya miletê meriv bike, li dijî azadî û serxwebûna meriv be, piştgiriyê bide qatilên zarokên meriv, irqçî û faşst be meriv jê hez nake, bi başî qala wî nake û gava mir jî rahma Xwedê lê nayne, ji malbata wî ra sersaxiyê naxwaze.
Lê hin kurd tam jî wiha dikin, pesnê dijminê xwe didin, qala mezinahiya wî dikin, jê ra dua dikin.
Tu tiştekî me ne wek yê xelkê ye, ne bi îstîkrar e, bindestiyê, asîmîlasyonê em ji hev da xistine, hişê me ji serê me biriye…

XXX
Yekî ku ji meriv, ji miletê meriv hez neke, di rojên herî xerab da dijminatiya miletê meriv bike, li dijî azadî û serxwebûna meriv be, piştgiriyê bide qatilên zarokên meriv, irqçî û faşst be meriv jê hez nake, bi başî qala wî nake û gava mir jî rahma Xwedê lê nayne, ji malbata wî ra sersaxiyê naxwaze.
Lê hin kurd tam jî wiha dikin, pesnê dijminê xwe didin, qala mezinahiya wî dikin, jê ra dua dikin.
Tu tiştekî me ne wek yê xelkê ye, ne bi îstîkrar e, bindestiyê, asîmîlasyonê em ji hev da xistine, hişê me ji serê me biriye…

XXX
Hîn 3 hezar û 200 kurdên êzdî di destê faşîstên îslamî da êsîr in
Bi minasebeta hilbijartina keça Kurda Êzidî Nadiye Murad, weke Balyoza Niyetpakiya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî , ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mon ra nameyek şand û spasiya wî kir.
Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe da gotiye 3 hezar û 200 kurdên êzdî hîn di destê qatil, çete û faşîstên îslamî da êsîr in.
Ev barbarî û wahşeteke pir mezin e, sûcekê ji yê faşîstan û nazîztan jî girantir e. Dibê kurd vê bêşerefî û bênamûsiya faşîstên îslamê ebeden ji bîr nekin.



16 september 2016

Weleh min nizanîbû hewqas zulm li min kirine



Mêrikê gundî çû bajêr ji bo ku li başçawîş û cendirmên qereqola gund gilî bike. Li qereqolê lêxistibûn, gelek zulm û nehqî lê kiribûn.
Çû ba erzûhalciyekî, derdê xwe ji serî heta dawî jê ra got. Wî çi got yê erzûhalcî nivîsî.
Erzûhalcî piştî nivîs qedand kaxet ji daktîloyê derxist û tiştê nivîsîbû jê ra xwend, tercume kir.
Gava erzûhalcî gilînameya(erzûhala)wî jê ra xwend, mêrik dest bi girî kir, kûr, kûr giriya…
Erzûhalcî matmayî ma, got:
-Ez xulam, te çi got min ew nivîsî. De îca tu çima digrî?
Yê gundi kesereke kûr kişand û got:
-Bi Xwedê min nizanîbû hewqas zulm li min kirine, hewqas tişt anîne serê min, min nuh fêmm kir. Lema jî ez li hale xwe digrîm…
Wek vê meselê, bi xwedê kurdan hîn fêm nekirine dewleta tirk çi anîye serê wan.
Dibê erzûhalciyek gilînameyekê binivîse û dû ra ji kurdan ra bixwîne. Wê demê ewê fêm bikin dewleta tirk ya faşîst çi aniye serê wan…

XXX
Bêhêvî nebin, Kurdistan ewê çê be
Emerîkayê jî û Ewrûpayê jî êdî baş fam kirine heta kurd jî wek ereb, tirk û frisan nebin xwedî dewlet li herêmê rehetî, îstîkrar û aştî ne mimkûn e. Sed salên borî îspata vê yekê ye.
Bindestiya kurdan berdewamiya şer û tevliheviyê ye. Kurdên bindest ewê tu carî nehêlin tirk, ereb û faris wek mîran bijîn.
Emerîkayê ev fam kiriye, lê tirkan hîn fam nekiriye. Lê ewê jî fam bikn, mecbûr in fam bikin.
Lema li Sûriyê jî kurd ewê wek kurdên başûr bibin xwedî federasyon. Kes nikane kurdan wek berê bindest bihêle.
Emerîka ewê kurdan mecbûrî yekîtiyê bike. Di pêşerojê da Kurdistana başûr û rojava ewê bibin yek û dû ra jî ewê perçên din tevê bibin.
Bêhêvî nebin, dujminatiya hev nekin, Kurdistan ewê çê be.



15 september 2016

Ev risim îspata faşîzma tirk e

Ev risim îspata faşîzima tirk e, îspata neyartiya miletê kurd e. Îspata bindestî û koletiya kurda ye...
Bi taynkirina qeyûman û li Kurdistanê daliqandina van alên bi paçeyên belediyên kurdan ve dewleta tirk ji me kurdan ra dibêje, Kurdistan mustemleka dewleta tirk e û hûn kurd jî koleyên me ne…
Erdogan, Yildirim û Soylu di heqê kurdan da çi difikirin vekirî dibêjin, fikir û hestên xwe yên di heqê kurdan da qet venaşêrin. Dibêjin kurd dijminên me ne û lema jî em muamela dijminan bi we dikin.
Û ji xwe rastî jî ev e, wan welatê me îşxal kirine û em jî ji xwe ra kirine xizmetkar, emele û kole.
Kurdê xwe jî wek tirkekî azad û dwleta tirk jî wek dewleta xwe bibîne xêv e, bêhiş e, kor e ya jî cahşekî dewletê ye….
Gava meriv bêdewlet be, ala meriv tunebe, xelk ala xwe wiha dike rohniya meriv...

XXX
-Dibê meriv ji ber şaşiyên xwe şerm neke. Biwêribe bibêje ez îro ji do biaqiltir im.



XXX
Ez dixwazim ji dil tiştekî ji te ra bibêjim: Ez ji te hez dikim û min gelkî bîriya te kiriye.
Ez bawer dikim tu jî zanî, haya te jî ji vî dilî heye.
Çimkî sal çuqasî derbas bûbin û mesafa nabêna me çuqasî dûr be jî, dîsa jî rê ji dila diçe dila…
Lê dîsa jî min xwest ya dilê xwe ji te ra bibêjim.

Birano kurd xayino !


Bilbilê Kurdistanê û şahê dengbêjan Kawis Axa, di naqarata dawî ya strana xwe ya li ser Şêx Mehmûdê nemir, Şêxê Zirav da dibêje, ”birano kurd xaiyno” !
Ji ber ku naçin gazî û hawara Şêx Mehmûd.
Di nava gel da jî gotina ”kurd xayin e” heye…
Bêguman di vê gotinê da qesta Kawis Axay ne ew e ku hemû kurd xayin in.
Na, di nava kurdan da xweşmêr û egîdên wek Şêx Mehmûd, Simko Axayê Şikakî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî û bi hezaran yên weke wan egîd û kurdperwer jî hene.
Bi gotina ” birano kurd xayino”, Kawis Axa dixwaze bibêje di nava kurdan da xayin pir in.
Ev gotineke sedîsed rast e.
Li Kurdistana bakur bi hezaran kurd bûne paşmêr, şûrkêş û çaqokêşên dewleta tirk û hukûemta AKPê û her roj wek gurên har yên devbixwîn êrîşî kurdan dikin, şûrê dewleta tirk dikşînin.
Bi rastî jî xayinên kurdan pir in.
Û him jî ne li Kurdistana bakur tenê, li hemû beşên Kurdistanê heta hûn bixwazin pir in.
Ji xwe heger xayinên me hewqasî ne pir bûna nuha em ne bindest bûn, em ji zû da em xelas bûbûn.
Lê piraniya xayinan zora kurdperweran biriye, em dikin nakin, em nikanin wan ji nokeriya neyaran dûr xin.
Wê rojê şairê hêja Bedirxan Sindî got, di dema şoreşê da li hemberî her pêşmergeyekî 10 cahşên kurd hebûn û tivinga xwe dixistin sînga pêşmergeyan.
Ev yek îro li Kurdistana bakur jî wiha ye. Çimkî bindestiyan salan, asîmîlasyonê bi sedhezaran kurd kirine hevalên neyar û dijminên qewmê xwe.
Îro tu kîjan telewîzyona tirk vedikî miheqeq yek du cahşên kurd tê da xwe pik kirine û abûqatiya dewleta tirk dikin, ji tirkan bêtir êrîşî kurdan dikin.
Axir li gel hebûna gelek egîd û xweşmêran, çi heyf ku xayinên kurdan jî pir in. Ev jî rastiyek e.
Hema bîstekê çavên xwe li telewîzyon û rojnameyên tirkan bigerînin, hûnê bibînin bê çiqasî pir in…

XXX
Serokê, siyasetmedarê aqilê kesî neecibîne, xwe ji her kesî mezintir, jîrtir û biaqiltir bibîne û tim û tim bibêje ez û ez, ew serok û siyasetmedarekî ne baş e, xwediyê aqil û xusûsiyetên dîktatorekî ye.



XXX
-Fonksiyona lîderekî ya esasî, dibê hêviyê zindî bigre.
Ji me ra îro ew lazim e. Siyasetmedar û serokên me di van rojên giran da dibê gel bêhêvî nekin.
Helbet ez nabêjim bira derewan bikin û optumîstiyeke bêbingeh belav bikin.
Siyasetmedar û serokên mezin di rojên hertî teng da jî bêhêvî û qudûmşikestî nabin.

14 september 2016

Miletê bêdewlet wek bazê bêbask e


Miletê bêdewlet wek bazê bêbask e, erê baz e, lê wek hemû bazên din nikane bifire û per û baskên xwe bi asîmanan xe. Tim li erdê ye, wek kêzik û gêrikan di bin nigên xelkê da dipelixe…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirm, ji walîyan, dadgehan û hêzên ewlekariyê ra gotiye:
”Tu îş bêyî çewtiyên usûlî û şiklî nabe, dibê hûn viya ji bîr nekin. Ez wek merivekî xwedî tecrûbe viya dibêjim. Heger hûn bixwazin her tiştî li gorî usûlê, şikil û bêkîmasî çêkin, hûnê nikanibin kar bikin. Hûnê tercîhekê bikin. Emê îş bikin, ya jî mewzûatê biparêzin? Heger mesele menfeeta gel e şaşiyê bikin lêbelê xayintiyê nekin.”
Mêrik ji dadgehan ra, ji hêzên ewlekariyê ra vekirî dibêje gava hewce be guh nedin qanûn manûnan, bêqanûnî be jî, sûc be jî netirsin bikin...
Û vê bêqanûniyê û sûcî jî bi ”menfeeta gel ve girê dide”, dibêje ”heger mesele menfaeta gel be” hertiştî, her sûcî, her bêqanûniyê bikin.
”Menfeeta gel”, yanî tiştê hukûmet dixwaze, emrê hukûmet dide, dibê meriv wer fêm bike…
Demakê ji merivên Gulen ra jî eynî tişt gotin, lê dû ra gotin we sûc kiriye, nuha hemû di zindanan da ne.
Bira şika kesî tunebe, rojekê ewê dor were ser Bînalî Yildirim jî…


13 september 2016

Xwedîdewletan nehîştin Hatîp Dîcleyê bêdewlet here şirnexê û cejna şirnexiyên di çandiran da pîroz bike…



Leşkerên dewleta tirk li Şirnexê riya hevseroka HDPê Fîgen Yuksedagê û serokê DTKê Hatîp Dîcle birîne û nehîştine herin cejna şirnexiyên li welatê xwe û li bajarê xwe bûne mahcir û di çandiran da dijîn pîroz bikin.
Fîgen Yuksekdag parlamenter e, lê leşkerek nahêle ew here Şirnexê.
Helbet tiştê leşkeran kirine teror û zorabtiyeke mezin e, meriv gelkî diêşîne.
Lê bi baweriya min baş kirine, çimkî Hatîp Dîcle û Fîgen Yuksekdagê ji zû da ye ev muamele, ev heqaret heq krine.
Çimkî ew dewleteke kurd naxwazin, dibêjin ji kurdan ra dewlet nelazim e.
Gava meriv dewletê nexwaze û ”fikrê dewleta kurd bavêje ser sergoyê dîrokê” ewê netîceya ev be.
Yên xwedî dewlet nahêlin yên bêdewlet li welatê xwe bigerin û cejna hev jî pîroz bikin.
Çimkî dewlet ya wan e.
Mafê yên bêdewlet tenê koletî ye.
Û kole jî mecbûr in rîayetî emir û fermanên kesên xwedî dewlet bikin, kesên bêdewlet dibê hedê xwe bizanibin.
Hatîp Dîcle wek tirkekî ne xwedî maf û azadî ye, ew wek merivekî bindest kole ye û lema jî dibê bindestî û koletiya xwe tu carî ji bîr neke û xwe wek tirkekî azad nebîne…
Heger piçek meju û xîret bi Hatîp Dîcle û hemû kesên dewleteke kurd naxwazin ra hebe, mabe, ev heqareta leşkerên tirk, ev çavsoriya tirkên xwedî dewlet besî wan e.
Dibê ji vê heqaretê, ji vê çavsoriya tirkan îbret û dersekê bigrin û careke din jî nebêjin ew dewleteke kurd naxwazin.
Ji ber ku nexwestina dewleta kurd qebûlkrina bindestiyê û koletiya tirka ye.
Yên dewleta kurd nexwazin û bibêjin ji kurdan ra dewlet ne lazim e, "me fikirê dewleta kurd ji zû da ye avêtiye ser sergoyê dîrokê", dibê xwe ji vê heqareta tirkên xwedî dewlet xwe aciz nekin.
Ev îş wiha ye, gava meriv bindest û bêdwlet be, azadiya meriv ne di destê meriv da ye, di destê kesên xwedî dewlet da ye
Diyar e Hatîp Dîcle îro ev qaîde ji bîr kiriye…



Dawiyê li vê komediya dewletê bînin



Piştî sal û nîvekê Erdogan destûr da malbata Ocalan here serdana Abdulah Ocalan.
Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan ra gotiye:
” Ew amadeye. Heger dewlet jî amadeye bira 2 mirovên xwe bişîne emê çareser bikin. Heger dewlet qebûl bike ezê di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim...”
Mesela kurd dozeke netewî ye, çareseriya wê daxistina mistewa du mamûrên dewletê şermeke mezin e. Meriv vê doza netewî hewqsî jî cilq neke û naxe bin nigan.
Dibê meriv xwe û hevalên xwe neke pêkenînên tirkan.
Bi rastî şerm e, dibê PKK êdî dawiyê li vê lîstik û komediya dewletê bîne. Hewqasî jî ne xweş e…

XXX
Bivik dîtin çerx kirin
Wezîrê karê hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser mesela daxistina tabeleya kurdî gotiye:
”Mesela me teror e. Wek tirkî, kurdî jî zimanê me ye. Tabeleya belediya Diyadînê tavilê ewê were bi dardekirin.”
A ev dîtin jî îspat dike ku tirk kurdî wek zimanê miletekî cihê qebûl nakin. Qey wek devokeke tirkî dibînin.
Mêrik gotiye, ”wek tirkî, kurdî jî zimanê me ye”!
Kurdî çawa zimanê we ye?
Hûn tirk, em kurd.
Zimanê we tirkî, yê me kurdî.
De îcar çima ewê kurdî jî wek tirkî zimanê we be?
Lê çerxkirina wan baş e. Diyar e bala xwe danê reaksiyon zêde ye lema gav paş da avêtin.
Desthilanîn tim fereca xêrê ye. Li hemberî tu neheqiyê û zulmê dibê meriv bêdeng nemîne.



12 september 2016

Qeyûmê dewleta tirk roja ewil û di karê xwe yê pêşî da tabeleya kurdî rakir

Qeyûmê dewleta tirk li Giyadînê roja pêşî û di karê xwe yê pêşî da tabeleya bi kurdî rakir
Dewleta Tirk do bi qeyûman yanî bi tayinkirina mamûrên xwe dest danî ser 24 belediyên kurdan.
Qeyûmê, yanî qaymeqamê belediya Giyadîna Agiriyê îro di karê xwe yê pêşî da tabelaya bi kurdî ya navê belediyê rakir û tabeleya tirkî tenê hîşt.
Yanî ji kurdan ra, ji kurdên dewletê û xulamên Erdogan ra, ji parlamenter û wezîrên xwedêgiravî kurd ra got, ”kurdî yasaxtir ulan !”
Li ser deriyê hewşa belediyê bi kurdî, ”Şarederiya Giyadînê” û bi tirkî jî ”Giyadîn Belediyesi” nivîsî bû.
Qaymeqamê dewleta tirk teksta kurdî rakir, da xerakirin.
Bi vê îcraeta qeyûmê Giyadînê jî xuya dibe dewleta tirk hîn ne hebûna kurdan qebûl dike û ne jî zimanê wan.
Di zanîngehan da beşên kurdî, di TRTê da programên kurdî hemû taktîkên xapandinê ne, sextekarî û durûtî ye.
Bi van tawîzên xapandinê jî armanca hukûmeta AKPê xapandin, serîlêgerandin û qezenckirina wextê bû. Gotin belkî bi van bertîlan PKK belav bibe û piraniya kurdan bibin zilamên dewletê.
Lê gava dîtin hesabê wan ev netîce neda, îcar dest bi şer kirin.
Di rojên pêş da ewê di zanîngehan da beşên kurdî jî bigrin.
TRT, ji xwe êdî ji kanaleke kurdî ya serbixwe derketiye, bi piranî bûye platformeke cahsan û neyarên kurdan. Yanî dewlet propagendeya xwe ya antî kurd bi kurdî dike.
Bi kurtî dewlet hebûna kurdan qebûl nake. Heger ne wisa bûya qeyûmê Giyadînê ewê di roja pêşî da tabelaya kurdî xera nekira.
Wê demê ev dewlet, ev hukûmet li dijî zimanê kurdî ye, hîn zimanê kurdî qebûl nake.
Dewleta zimanê kurdî qebûl neke, kurdan jî qebûl nake. Çimkî kurd bi zimanê xwe hene.
Wa ye dibêjin li belediya Culemêrgê jî  eynî tişt kirine, li wir jî tabeleya kurdî rakirine. Yanî mesele bêtehamuliya li hemberî kurdan û zimanê kurdî ye.



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî serokwezîr û emirberê Erdogan, Bînalî Yildirim beg, li ser beyana konsulê Emerîka ya li ser qeyûmên ser belediyan xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
”Bira her kes li karê xwe binêre. Em zanin li welatê me qanûn û qaîde ewê çawa werin bicîanîn. Tirkiye dewleteke huqîqî ye. Di vî warî da hewcedariya Tirkiyê bi dersê tuneye!”
Ji bo ku meriv bibêje ”Tirkiye dewleteke huqîqî ye” yanî li Tirkiyê huqûq û edalet heye, dibê meriv virekekî rûşuştî be.
Tirk û huqûq?
Tirk û demokrasî?
Li Tirkiyê îro ne huqûq û demokrasî, rejîmeke îslamî-faşîst li ser hukim e, rejîmeke antî-kurd e.