20 februari 2016

Dawiya dawî TAKê êrîşa Anqerê girt ser xwe


Ji xwe tiştê dewleta tirk dixwaze jî ev e.
Diyar e dewletê bi TAKê da qebûlkirin êrîşî bigre ser xwe.
Ya jî ev beyan li ser navê TAKê ji teref dewletê ve hatiye belavkirin.
Ev TAK navekî tarî ye.
Ez dibêjim rêxistineke, navekî KONTRA ye…
Çimkî bi beyanên xwe yên heta nuha tim zirar daye PKKê, kurdan û feyde gîhandiye dewletê, qozê destê dewletê xurt kiriye.
Yanî mesala TAKê qet nakeve serê min, ez dibêjim ev beyana dewletê ye.
Heger êrîş bi rastî jî TAKê kir çima sê rojan pa?
Ya jî em qebûl bikin ku TAK bi rastî heye, ”rêxistineke kurd” e û ev êrîş jî ji alî wê ve hat kirin.
Çima digre ser xwe?
Te derba xwe li dijmin xwestiye, çima tu dibêjî min kiriye?
Di vê qebûlkirinê da kara kurdan çi ye?
Cî li hukûmetê teng bûbû, bîn li Erdogan çikiyabû, bi vê beyanê TAK gihîşt hawara Erdogan û Davutoglu, ji bo ku Emerîka û dinya li hemberî PKKê piştgiriyê bide dewleta tirk.
Bêyî vê, ez tu feydeyeke vê beyana TAKê nabînim.
PKKê got me nekiriye û haya me jî jê tuneye.
Dibê PKK xwe ji vê beyana TAKê jî bêrî bike û bibêje têkiliya me bi TAKê tuneye, ev beyan vir e.

XXX
Emerîkayê Çavuşoglu derewkar derxist: Baweriya me bi YPGê heye
Wezîrê karên derve yê Trikiyê Mevlut Şavuşoglu îro got, wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kerry di telefonê da ji wî ra gotiye:
”YPG ne hêza ku meriv baweriyaxwe pê bîne”
Piştî vê îdîeya Çavuşoglu be çend saetan berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê Mark Toner, ev îdîa Çavuşoglu tekzîp kir û got:
”Heta eksê wê were îspatkirin baweriya me ya bi YPGê ewê dom bike.”
Lê li ber xwe nakevin, hal û karê wan derew e. Rojê bi sedan derewa dikin, siyaseta wan li ser derewan ava bûye, tazwîrat, bêbextî ji xwe ra kirine sinet.

XXX


Yê bela xwe di xelkê bide zû dereng ewê bela xwe bibîne.
Tirk ewê bela xwe bibînin, çimkî agir kirine dawa û zulmeke nehatiye dîtin li tevayiya miletê kurd dikin.

19 februari 2016

Tirkiyê him merivên xwe dan kuştin û him jî derewa xwe bi kesî neda bawerkirin



Tirkên me yên totikvala ji bo ku êrîşî YPGê bikin bi teqînekê gelek zilamên xwe kuştin. Û Erdogan dû ra jî got, “a ji we ra îspat”, ma hûn hîn jî çi dixwazin?
Lê ya xerab dîsa jî dostê wan yê herî nêz Emerîka bawer nakir. Ji ber ku dereweke pir beloq bû...
Emerîka got heval, tiştê hûn dibêjin qet nakeve serê me û li gorî me “ne diyar e êrîş ji alî kê va hatiye kirin.”
Di zimanê dîplomasiyê da ev tê maneya dikane hûn jî bin...
Ma YPG dîn bûye tiştekî wiha bike, ma çima li Kurdistana bakur kurd neman PYG merivê xwe bişîne?
Sabotaja pir xwe xweşik û mikemel kirin, çend kes kuştin, lê xwîna wan bi avê da çû, rebanan nikanin çî bidin derewa xwe.
Ji wan ra van roja hinekî xerab hatiye...
Van rojan tiştê xêrê û pir baş dibin, hêvî dikim Emerîka li van zebanî û faşîstên kafkas û balkanî were xezebê...

XXX
Berdevkê wezareta karên derva yê Emerîkayê John Kirby gotiye, ”wan ji Tirkiyê ra gotiye êrîşî kurdên rojava nekin, topbarana xwe rawestînin” û ewê vê ”balkişandina xwe bidomînin”.
Lê belê Tirkiyê heta nuha guh nedaye Emerîkayê.
Ji ber ku tirs û kîna tirkan ya ji kurdan bi qasî têkiliya xwe bi Emerîkayê ra xera bikin mezin e.
De hêvî dikim têkiliyên wan xerabtir bibe…
Heta hûtên wek Rûsya û Emerîkayê jî nekevin şer, em bi tena serê xwe nikanin zora van faşîstan bibin.

XXX
 Şêwirmendê Erdogan Şeref Malkoç, resta Emerîkayê jî xwend û got:
“Ew dikanin balafirgeha Încîrlikê bigrin” û “Emerîka bi terorê ra ketiye nava eynî lihêfê” yanî Emerîka û “teror” di himêza hev da ne.
Û gelek gotinên giran yên din jî ji Emerîkayê ra kiriye, gotiye ew û Rûsya dixwazin Tirkiyê perçe bikin û heta tirk li vir bin kesê nikanibe Tirkiye perçe bike...
Beyaneke pir baş e, hêvî dikim birêvebirên Tirkiyê vê siyaseta xwe bidomînin.



Tirkiye agir bi ser kurdan da dibarîne serokê Kurdistanê PKKê şermezar dike



Tirkiyê li hemberî kurdan herbeke pir mezin û pir hovana daye destpêkirin. Cizîr wêran kir, bi sedan însan lê înfaz kirin. Û dewlet hîn jî li Cizîrê teroreke mezin dimeşîne, miameleya êsîran li gel dike.
Diyarbekir û Sûr jî di bin êrîş û topbaraneke mezin da ye û kes nizane li Sûrê çi qetlîam û wehaşet dibe!
Ev ne bes bû nuha jî dest bi topbarana Efrînê kirin, ev sê çar roj in wer agir bi ser Efrînê û gelek gundên din da dibarînin.
Do li Efrînê du kes kuştin û gelek jin û zarok jî birîndar kirin. Efrîn û gundên wê di bin êrîşeke pir mezin da ye.
Li hemberî van êrîşên dewleta tirk yên hovane yên li hemberî xelkê sivîl, hukûmeta Kurdistana federe, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî qet dengê xwe dernexistin, xwe kerr û lal kirin, yek carî jî êrîşîn dewletê, kuştina xelkê sivîl şermezar nekirin, dewleta tirk rexne nekirin. Di nava van çend mehên dawîda dewletê, li gorî ew dibêjin bi sedan kurd qetil kirin. Serokê Kurdistanê heta nuha tu beyan neda û ev teror û qetlên dewleta tirk rexne nekir.
Lê do teqîna Anqerê û ya Diyarbekrê wek du êrîşên terorîstî rexne kirine.
Hadê em bibêjin me mahkûmkirina teqîna Anqereê fêm kir, lê belê ya Diyarbekrê ya li dijî leşkerên tirk çima wek êrîşeke ”terorîstî” tê mahkûmkirin?
Ev cara pêşî ye serok Barzanî beyanek wih dide.
Ez bi xwe vê beyanê neheq û gelkî şaş dibînim.
Dewleta tirk li ber çavê wan her roj kurdên bakur û rojava qetil dike, gund û bajarên wan kirine gola xwînê dengê xwe nekin, lê kuştina leşkerên tirk wek ”terorîzmê” dibînin, ev siyaseteke şaş û neheqiyeke mezin e.
Tirk çiqasî neyarê kurdên bakur û rojava ne, hewqasî jî neyarên we û kurdên başûr in jî, lê hîn dora we nehatiye.
Ji bo dewleta tirk kurdê baş û xerab tuneye, tirk we dost nabînin û heta ku kurdên bakur bindest bin ewê tu carî jî we tost nebînin.
Gava li bakur û rojava bi ser kevin, ewê eynî tiştî bînin serê we jî.
Ma we ji bîr kir Tirkiyê çi anî serê we?
Baweriya bi dewleta tirk û tirkan şaşiyeke mezin e, lê hûn di vê şaşiyê da israr dikin.
Formulärets överkant



Tirsa perçebûnê bi tirkan ra bûye nexweşiyeke paronoîd



Ahmet Davutoglu di twitta xwe gotiye:
”Tirkiye yek perçe ye, em 78 milyon xwediyê wê hêz û qudret ne vê zoriyê li pey xwe bihêlin. Em li vir in, li ser van erda ne, emê ebediyen li vir bimînin.”
Ev psîkolojî ne ya merivekî normal e, ya nîjadperest û panturkîstekî paranoyak e.
Fena ku hinek ji wan ra dibêje ji Tirkiyê derkevin. Me tiştekî wiha negotiye, em tenê dibêjin ji Kurdistanê derkevin.
Tirk ketine panîka ewê ji vê herêmê werin qewitandin û hinekê wan paş da bişîne Asya dûr û Mogolîstanê.
Xwediyên vê psîkolojiya paranoîd dikanin her wahşetê, her dînîtiyê bikin.
Ji xwe lema li Cizîrê ew wahşet kirin, tirsa ewê ji vê herêmê werin qewitandin pir tahlûk e…
Siyasetmedarên tirk motajî terapiyê ne.

"Türkiye bir bütündür, 78 milyon bu zorluğu da aşacak güce, kudrete sahibiz. Biz buradayız, bu topraklardayız, ebediyen burada kalacağız. "
///Ahmet Davutoglu

XXX



Erdogan û Davutoglu nikanin cî bidin derewa xwe, bextê xwe davêjin lê dîsa jî her kes zane derewan dikin, bêbextiyê dikin.
Kes ji wan bawer nake.
Çimkî dereweke wisa dikin meriv zane derewe e, lema jê nayê bawerkirin.
Ma qey merivên PKKê nema çû yek ji PYD ê deyn kir?
Bi hezaran gerîla û canfîdayên PKKê hene, çima ewê vî karî bi yekî YPGê bide kirin?
Esebebî mûcîbeya vê deynkirina ji YPGê çi ye gelo?
Serokwezîrê welatekî, sorokkomarê welatekî dibê hewqasî jî ne virek be, hewqasî jî ne alçax û namerd be. 

18 februari 2016

Em şer naxwazin lê belê tirk dixwazin

Em şer naxwazin, lê gava hat,
emê bibêjin ber Mihemed selawat.
Balafirên tirk yên şer di ser Sûrê re ji nizm ve difirin. Dikanin bombebaran jî bikin. Ji ber ku kurd in.
Li Qendîlê didin.
Efrînê û gelek derên din jî bombebaran dikin.
Tirk mêraniya xwe nîşanî me didin, dixwazin me teslîm bigrin, dixwazin em li Tirkiyê û li Sûriyê bindestiyê qebûkl bikin.
Ev dewlet zulm û bêbextiya li kurdan neke tuneye, wa ye dibêje teqîna Anqerê YPGê kiriye. Min zanîbû ewê wiha bibêjin.
Û bi rengekî cidî propagendeya vê bêbextiya xwe jî dikin.
Ji xwe ji bo ku vê propagandeyê bikin ev teqîn kirin, dan kirin.
Nuha dewlet û medya bi hemû hêz û îmkanên xwe ewê vê bêbextiya xwe belav bikin.
Ma li dinyayê bêbextiyeke, buhtaneke, vireke, bênamûsiyeke ji viya mezintir dibe?
Dewletê li hemberî kurdan herbeke mezin daye destpêkirin. Dibê em kurd viya bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Heta tirk di şer da têk neçin rehet nasekinin. Tiştê hat serê Seddam dibê were serê Erdogan jî.
Ez bawer dikim dawiya dawî ewê wisa jï bibe...
Em şer naxwazin, lê gava hat,
emê bibêjin ber Mihemed selawat.

XXX


Li gorî xebera Reutersê, Tirkiye li dora 2 hezar şervan şandiye aîkariya çeteyên Nusra û Daîşê yên li qeza Ezazê hatine dorpêçkirin.
Tirkiye ne 2 hezaran, ewê 20 hezaran jî bişîne. Û heger ew jî têrê neke ewê 20 hezar leşker jî bişîne.
Di viya da dibê şikna me tunebe.
Artêşa tirk êdî bi qatilên Daîşê û Nusrayê ra mil bi mil şer dikin. Ma ji xwe Erdogan û Davutoglu gotin, ji bo Ezaz nekeve destê YPGê ewê her tiştî bikin.

Texmîna min rast derket

Wek min texmîn dikir û do jî piştî teqînê min nivîsî, dewleta tirk ewê vê teqîna ku wan bi xwe kiriye, dane kirin, têxe hustuyê PKKê û heta PYDê.
Texmîna min rast derket, wa ye Davutoglu gotiye PKKê YPGê bi hev ra kirine.
PKK ne bes bû YPG jî pêve kirin.
Ev tirk merivên pir namerd in, ji bo ku bela xwe di kurdên rojava bidin elelecele ev teqîn kirin û çend kes dan kuştin. Ez dîza dibêjim sedîsed ew bi xwe ne.
Dibêjin 28 kuştî lê ez bawer nakim, min navê 28 kutiyan nedît. Dibê meriv ji hejmara kuştiyan jî û ya birîndaran jî bawer neke. Ji bo ku bûyerê mezin bikin dikanin hejmara mirî û birîndaran zêde nîşan bidin, ji wan tê. Çimkî ji exlaq û însaniyetê ji binde bêpar in.
Û gava bibêjin YPG ye wê demê bi rastî jî dewletê kiriye, bi merivekï xwe dane kirin.
Tiştê Davutoglu gotine hemû vir in, hemû buhtan in, ez bawer dikim navê dide jî vir e.
Îstîxbarata dinyayê ya herî xurt jî nikane piştî du saetan navê sûcdarê bûyerê tespît bike, lê tirk her tim tespît dikin.
Heger rast be wê demê qatil merivên wan wan e, ew qatil berê nas dikin.
Piştî bûyerê bi du sê saetan di nava 28 bedenên perçebûyî da tespîtkirina sûcdar ji mucîzeyê jî wêdatir e.
Carê ev yek yek bi serê xwe nîşan dide ku ya tiştê polîs dibêje ji bin da derew e ya jî sûcdar merivê dewletê ye, lema jï hewqasî zû navê wî eşkere kirin.
Ya na meriv vê buhtanê li YPGê nake.
PKK ne bes bû îcar dest avêtin YPGê.
Heger PKK bike çi hewceyî YGGê ye, ma qir ketiye kurdên nakur ewê here yekî ji Amûdê bînin?
Vana hemû bahaneyên gur e.
Însan çawa dikane hewqasî namered û bêşeref û virek bibe meriv fêm nake!
Ev dewlet heta hûn bibêjin namerd û bêşref e.
Meriv ne namerd û qebrax be dereweke wiha naken û nabêje YPG ye.
Lê ji birêvebirên dewleta tirk û hukûmeta AKPê ra êdî sînorê namerdiyê tuneye, ji însaniyetê dûr ketine, heya bi wan ra nemay. Lema jî her derewë, her buhtanê dikin.
Nêta wan heye êrîşî YPGê bikin. Lê ji bo tiştekî wiha ne hewceye hûn qetlê û buhtanên wiha bikin.
Ev dewlet nayê rê û dev ji bênamûsiyê bernade.



Ev karê "dewleta kûr" e



Tirkiye ji bo ku êrîşî PYDê û kurdên Sûriyê bike li Anqerê sabotajeke bi bombe da kirin û ket xwîna 28 kesan. 
Îro li Enqereyê teqînek çê bû û 28 kesan jiyana xwe wenda kirin û gelek(61) jî birîndar bûn. Tabî li gorî gotina wan, jimarên mirî û birîndaran dikane ne rast be. Ev dewlet, ji bo ku bela xwe di kurdan bide  her derewê, her bêbextiyê dike.
Me ev fîlm berê gelek caran dîtiye.
Tirkiyê wek her tim teqîn di cî da xist hustuyê PKKê. Belkî têxin hustuyê PYDê û YPGê jî. Ji bo ku êrîşî wan bikin. PKKê heta nuha tiştek negotiye.
Lê heger PKK be jî dibê negre ser xwe, ne hewce ye bigre ser xwe..
Ev teqîn karê MITê ye, sedîsed MITê bi hinek zilamên xwe da kirin, ji bo ku bikin bahaneya êrîşa ser kurdan.
Van faşîstan xwîna xwe kirine çavên xwe, miheqeq ewê êrîşî kurdên rojava bikin.
Ev sedîsed e...
Lê bira bikin, ewê poşman bibin.
Heger ev cînayet têrê neke, ewê yeka hîn mezintir bidin kirin. Yanî ji bo ku êrîşî kurdan bikin û nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf ewê her qetlîamê bikin
Piştî teqînê bêyê ku lêkolînek were kirin, bêyî ku kes were girtin, bêyî ku delîl û îspateke hebe tavilê gotin PKK ye.
Ji xwe ji bo ku têxin hustuyê PKKê ev cînayet dan kirin, ketin xwîna hewqas însanî.
Heta tiştê hat serê Enwer Paşayê Îttîhatçî, Seddam Husên, Hîtler û Mîlosewîç neyê serê Erdogan, ew dev ji kurdan bernade, dibê di şer da hinek wî têk bibin. Heta Tirkiye, ev dewleta faşîst di şerekî da neşikiyê biaqil nabe…
2016-02-17

XXX
Hukûmeta AKPê terorîstên Daîşê îcar li Kurdistana bakur bi kar tîne.
Derket ortê dewleta tirk li Sûrê, li Bismilê, li Farqînê, li Cizîrê û li gelek derên din terorîstên Daîşê bi navê ”Tîmên Esedullha” li hemberî kurdan bi kar tîne.
Baş nayê zanîn ev hêza faşîst, irqçî û çete çi hêz e, girêdayî kê ye û ji kîjan miletî ye.
Li gorî agahiyên gel çeteyên hêzê bi hev ra bi erebî dipeyivin û bi îhtîmaleke mezin qatilên Daîşê ne, hukûmeta AKPê wan li Kurdistanê li dijî kurdan bikartîne.
Her tişt ji vê hukûmetê tê, tiştê bi Daîşê ü çeteyên din li Sûriyê û Kobanê anî serê kurdan, dixwazin li Kurdistana bakur jî eynîtiştî dubera bikin.



17 februari 2016

Gefên Davutoglu ji bo ku YPG riya nabêna wan û Daîşê negre

Ji bo ku Ezaz nekeve destê kurdan Davutoglu û Erdogan xwe perçe dikin, gefê li ser gefê li kurdan dixwin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li ser girtina Ezaz û Til Rifar gotiye:
”Ne mudaxeleya Tirkiyê bûya Ezaz û Til Rifar nuha girtibûn.Dema kîlometreyekê, yekûnîvê nêzîkî lê kirin me bala wan kişand. Me bala YPGê kişand. Me got hûnê derbasî rojavayê Ferêt nebin, hûnê nêzî Ezazê nebin. Nuha jî em dibêjin ewê nêz nebin.”
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê û tirşikçiyê hukûmeta AKPê Abdulkadîr Selvî jî li ser van gotinên Davutoglu yên li ser muhîmiya Ezazê  û Til Rifarê gotiye:
”Ez dixwazim gotina serokwezîr, ”emê destûrê nedin ketina Ezazê” hinekî vekim. Heger nabêna Ezaz û Til Rifar were girtin têkiliya Tirkiyê bi muxalefetê ra ewê bi temamî qut bibe.
Heger Ezaz û Til Rifar têkevin destê YPGê ewê hemû tamarên me yên jînê ji kok da qut bibin.
Baş e tahlûkeyeke wisa heye?
Heye. Him jî tahlûke gihîştiye ber deriyê me.”
Wek tê dîtin hukûmet û dewleta tirk pir giringiyê din Ezazê, dixwazin wê qorîdorê miheqeq di destê xwe da bigrin.
Ji ber ku bi wê riyê xwe digihînin çeteyên Daîşê, Nusrayê û faşîstên li wir bi cî kirine.
Heger YPG wê korîdorê jî ji destê çeteyan bigre, wê çaxê bînê li wan û Tirkiyê dibire û wek Selvî jî gotiye, ewê ”tamarên wan yên jînê” werin qutkirin.
Berpirsiyarê YPGê yê leşkerî Rêdûr Xelîl, li ser tehdîdên Davutoglu gotiye:
”Emê Ezazê bigrin. Bira Davutoglu wek ku Sûriye malê wî yê bi tapûye nepeyive. Heta jê tê bira xwe rake û li erdê xe, emê Ezazê bigrin û têkiliyên wan yên bi çeteyan ra bibirrin. Bi vî hawî ewê li Sûriyê bingeha huzûrê were avêtin. Çimkî ji bo ku li Sûriyê huzûrê bicî bibe dibê  meriv Tirkiyê ji nabênê derxîne, ev şert e. Her roj ji Tirkiyê bi dehan TIRên tije sîleh û cebilxane dixin Sûriyê. Ji hedefên me yên acil yek jî gerek em rê li ber vê sewqîyatê bigrin.”


Nuha meriv fêm dike bê Davutoglu çima naxwaze Ezaz ji çeteyan were stendin û  têkeve destê YPGê. Ji ber ku bi di ser Ezazê ra alîkariyê dişînin ji çeteyên Daîşê ra.
Ji ber ku ji xeta Ezazê terorîstan tim takwîye dikin.

Êdî zarok jî dizanin Tirkiye çima dixwaze şerê YPGê bike ?



Heger were bîra we, çend meh berê Erdogan got:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Ma ji viya vekirîtir axaftin dibe?
Hûn dibîn Erdogan çima li dijî PYDê ye? Ne ji bo ku PYD nêzî PKKê ye û "terorîst" e, ji bo ku li bakurê Sûriyê dewletek çênebe, ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet li dij e.
Û bo vê jî Erdogan, bi gotineke hîn rasttir dewleta tirk û hukûmeta AKPê(di nava vê da kurd jî pir in)dibêje bedelê wê ci be jî ewê nehêlin li Sûriyê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, federasyon ya jî otonomî.
Hewqas vekirî!
Baş e Tirkiye çima hewqasî li dijî azadiya kurdên Sûriyê ye, mesele çi ye?
Sebebê vê dijminatiya Tirkiya ya hewqasî mezin ya bi PYD, YPGê ra çi ye, çima Tirkiye naxwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û desthilat?
Sebebê wê pir basît e.
Ji bo ku mafekî nede kurdên xwe.
Ji bo ku ji kurdên bakur ra pişt çênebe dixwaze kurdên Sûriyê bifetisîne, PYDê û YPGê ji navê bibe.
Ji ber ku nêta AKPê û dewleta tirk ya di heqê kurdên xwe da pir xerab e, plana dewletê domandina şer û tirkkirina kurda ye.
Li gorî tirkan xelasiya kurdên Sûriyê ewê xelasiya kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)bi xwe ra bîne, bi kêmanî ew ê nêz bike, ewê kurdên bakur jî bitahmijîne azadiyê û daxwaza wa nya rizgarbûnê xurt bike.
A ji ber vê, tirkan mirina xwe kirina çavê xwe û bela xwe ji kurdan venakin.
Û ewê tu carî nekin jî.
Bi îhtîmaleke mezin ewê têkevin Sûriyê û êrîşî YPGê bikin.
Bi vê êrîşê ra ewê HDPê û kurdên bakur jî pir biêşînin.
Belkî dest bavêjin kurdên ne nêzî, li dijî PKKê jî…
Çimkî dewleta tirk û hukûmet rizagarbûna kurdên rojava wek destpêka rizgarbûna kurdên Kurdistana Tirkiyê dibînin.
Lema jî dibê YPG, ENKS û hemû kurd ji êrîşeke Tirkiyê ra xwe hazir bikin û xafil neyên girtin.
Mesele ev e….
Meriv dikane bibêje şerê Sûriyê û derketina kurdan ya sahê hemû dek û dolab û planên Tirkiyê yên antî-kurd deşîfre kir.
Ji bo her kesî baş eşkere bû ku nêt û plana Tirkiyê di heqê kurdan da pir xerab e, di ajandeya Tirkiyê naskirina kurdên bakur tuneye, belovacî wê ûnkar û îmha hîn siyaseta dewletê ya esasî ye.
Derdê Tirkiye ne PKK, HDP û filan û bivan e, ew li dijî xelasbûna kurda ye, tu nêteke dewletê û hukûmeta AKPê tuneye tu mafî bide kurdên xwe.
Lema jî bi hemû hêza xwe dixebite rê li ber azadbûna kurdên Sûriyê jî bigre.
Û piştî vê saetê kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, maneya xwe ew jî wek Erdogan dibêje:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Kurdê wiha nafikire, kurdê li dijî van gotinên Erdogan e dibê tavilê ji AKPê, ji mebûsiyê û ji wezîriyê îstîfa bike. Yê neke piştgiriyê dide van gotinên Erdogan û şirîkê êrîş û qetlîamên dewleta tirk e…