08 mars 2008

Mam Celal tirk gêjomêjo kirin

Ziyareta Talebanî ya dîrokî, ku ev serê 3 salan bû ku kurd li hêviyê bûn nîhayet do wek ”ziyareteke bi zor û bêdil” pêk hat.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî do ji bo “serdaneka xebatê” bû mîvanê serokkomarê tirkan Abdullah Gul.

06 mars 2008

Peymana Cezaîrê

Şahê Îranê Riza Pehlewî û serokê dewleta Îraqê Seddam Husên, bi teşwîq û alîkariya Tirkiyê, Emerîka û Sovyeta wê demê di sala 1975-an da li Cezaîrê, li dijî kurdên başûr û tevgera Mista Barzanî ya netewî peymana bi navê ”Peymana Cezairê” îmze kirin.

05 mars 2008

Mixalefet ji leşkeran bêtir laşan dixwaze

Li Anqereyê şerê leşker û mixalefetê ranaweste. Serokerkan û mixalefet bi beyanên li hemberî hev gotinên gelkî giran ji hev ra dibêjin û hevûdu bêminet dikin.
Her çiqas mixalefetê li gor leşkeran îro hinekî nerm kir û dibêje rexneyên me ne ji serokerkaniyê, ji hukûmetê ra bû jî lê dî sa jî netîceyê naguhere. Wek dibêjin tas ha cingiya, ha şikiya, herdu jî eynî tişte e.
Serokerkaniyê çi gotibû?

04 mars 2008

Leşker û sivîl li ser derewan bi hev ketin

Kurd bi rastî jî miletekî ecêb in. Kî ji wan ra bibêje ”merheba”, hema di cî da dibêjin, kerem ke were ser kurk û eba!

Ne be ku yek bi şaşî ya jî bêhemdî gotineke ”baş” di heqê wan da bibêje, tavilê ya navê wî/wê li kolanekê dikin ya jî li bajarekî dikin reîs, ya jî dikin serokê xwe û dişînin meclîsê.

03 mars 2008

Nuha dora siyaseteke baş e

Artêşa tirk fedî dike ku li hember gerîllayên kurd şikestina xwe qebûl bike. Ji bo ku vê rastiyê bincil bike, hezarûyek derewan li hev tîne, têkçûna xwe wek serketineke mezin bi gefan û bi darê zorê difroşe tirkan û çapemeniyê.

Serekerkan Buyukanit, îro wek gelek caran, dîsa li Anqerê brîfîngeke xapandinê li dar xist. Di vê brîfîngê da Buyukanit, bi fortên vala gelkî pesnê operasyonê da û wiha got:

01 mars 2008

Serketin li hemû kurdan pîroz be !

Serketina li hember artêşa tirk ya hov û zalim li hemû gelê kurd pîroz û bimbarek be!
Ez naxwazim gav û seetê qala nexweşiya xwe bikim. Lê bi rastî jî min bi zor xwe kişkişandiye ber kompîtorê ji bo ku hema bi çend gotinan be jî vê roja bimbarek, vê serketina mezin û dîrokî bi hemû kurdan ra pîroz bikim.
Ez bawer dikim ku roja 29-ê sibata 2008-an di dîroka kurdan dan ewê wek rojeke pir girîng û pir watedar ciyê xwe bigre.
Kurdan di vê rojê da artêşa tirk ya zebeleh û zalim şikand û ew por û paşman paş da şandin wargehên wan.
Kurdan nîşan da ku "destê wan çiqasî giran e", sîleyekê li kê xin, wan di cî da kerr û gêj dikin. Çimkî kurd neviyên Rustemê Zal in û destê wan jî wek gurzê kalikê wan Rustemê Zal giran e, li ku derê xin heft tebaqan dibin binê erdê.
Tirko vê sîleya kurdan zû bi zû ji bîr nake.
Erê min dizanîbû artêşa tirk ne ew hêz e ku li hember gerîllayên kurd li serê wan çiyayên Kurdistanê demeke dirêj li ber xwe bide.
Lê min qet texmîn nedikir ku gerîlla ewê di demeke hewqas kin da qûşê li wan biqetîne.
Lê helbet di vê reva tirkan da rola Emerîka ya esasî ye. Dibê meriv viya înkar neke. Ez bawer dikim heger kurdên başûr mesele hinekî din jî sist bigirtana û gotina xwe ya dawî ji Emerîka ra negotata tirkê wiha zû venekşiyana. Yanî şêla Emerîka tesîreke pir mezin kir.
Piştî ku Bush jî pir zelal ji tirkan ra got, em ne ew hêza xapandinê ne ku hûn me bixapînin, divê di zûtirîn wext da hûn axa Kurdistanê terk bikin, êdî ji bo tirkan tenê rev mabû. Mayina zêde tu feyde nedida wan.
Û wan jî biryara herî rast girt û ji ber gerîlla zû reviyan.
Lê nuha jî bi vê reva xwe pesnê xwe didin, dibêjin di dema revê da me tu zayiat nedaye, em bi silametî gihîştine ciyên xwe.
Emerîka dît ku mesele ciddî ye, bi vê siyasetê dikane kurdan wenda bike û li Kurdistanê jî bibe sebebê kaosê.
Loma jî Emerîka şaşiya xwe zû dît û ji tirkan ra got”STOP”!, zû vegerin mala xwe.
Di nivîsa xwe ya roja şer da min gotibû, çawa ku çare li mirinê nabe, bi libergerê jî tirk dev ji kurdan bernadin, dibê ”carê deqên xwe li hev xin”, bira dinya bibîne hela ka kî boxe ye û kî beran e!
Min gotibû tirk li belaya xwe digerin û zû derng ewê bela xwe bibînin.
Nîhayet wa ye dîtin. Kurdan û Bush dersek baş da wan.
Bi baweriya min ev netîce bi her awayî ji bo kurdan baş bûye.
Berî her tiştî bi vê şikestinê pozê tirkan hate firikandin û qurretiya wan ji wan ra nema. Ev têkçûn ji wan ra bû derseke mezin û ewê careke din jînewêribin zû bi zû xwe li gerîlla rakişînin.
Dudu, kurdên başûr jî bi zirar û ziyaneke pir hindik ji vê belaya tirkan xelas bû. Vê têkçûnê nîşanî wan da ku bicîbûna li başûrê Kurdistanê hewqasî ne hêsan e.
Sisê, dîsa bi vê bûyerê kurd û emerîkiyan jî sînorên hevalbendiya hevûdu hîn baştir nas kirin, nuha kurd baştir dizanin ku Edmerîka heta ku derê dostê wan e.
Ya çarem jî, tirkan fêmkirin ku ne Kurdistan Qibris e û ne jî kurd rûm in.
Wek seydayê Cegerxwîn gotiye:

Kî me ez ?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pêt im
Sor im wek êtûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir Dijmin dikujî
Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Kî me ez?

Gelek dost û hevalan bi telefon û mesajan li halê min pirsîn û ji min ra şîfa xwestin. Ez li vir sipasiya hemûyan dikim.
Ez dermên li ser dermên dixum ji bo ku zû werim serê hêza xwe.

28 februari 2008

Ez xemgîn im...

Ev du roj in vê bapêşa malkembax bi carê da ez ji hêz û pertav da xistime. Dengê min ji bin da ketiye û serêşek mezin ez ji pertav da xistime. Mecala min tuneye ku li ber kompîtorê rûnim û tiştekî binivîsim.
Ez nuha xwe wek gerîllayê ku ji qada şer "fîrar" bike his dikim.
Min bi dil û can dixwest ku di rojeke wiha da li gor hêza xwe ez jî çend "xîçikan" di zalimê tirkan û artêşa wan ya dagîrker werkim.
Lê bi rastî ez nuha wê taqetê di xwe da nabînim.
Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin da ezê werim ser hêza xwe û dîsa dest bi nivîsên xwe bikim.

26 februari 2008

Nêta Tirkan ya paş da vekişandinê tuneye

Berdevkê hukûmeta AKP-ê Cemîl Çîçek, îro di civîneke çapemeniyê da nêta hukûmeta xwe ya veşartî da der û bi hawayekî sergirtî got, di demeke nêz da ewê ji axa Kurdistana azad venekşin. Çîçek wiha got:

-Dema ev operasyon gihêşt hedefa xwe yekîneyên me ewê vegerin baregehên xwe. Em hêvî dikin ku ev, di demeke herî kin da bibe. Lê ev îş bi temeniyan nabe. Di micadeleya me ya li wir da nuxteya em dixwazin bigihîjinê ewê vê midetê tayin bike.

Maneya van gotinên Çîçek jî ew e ku nêta wan heye ji Kurdistana başûr dernekevin, bi kêmanî demeke dûr û dirêj li wir bimînin.

Çîçek, qala ”hedef û nuxteyên ku ew dixwazin bigihîjinê” dike. Her kes dizane ku bi kuştina 100-200 ya jî hezar kesî PKK naqede. Ji ber ku hêza li pişt PKK-ê yanî gelê kurd doza mafê xwe yê rewa, doza azadiya xwe ya netewî dike, di dixwaze ew jî wek her miletî bi navê welat û nasnameya xwe were qebûlkirin. Yek PKK-yî jî li Qendîlê nemîne meseleya kurd dîsa heye û ewê her hebe.

Çareserî ne qedandina PKK-ê, lê dayina mafên kurdan yên rewa û netewî ye. Û ev daxwaz jî bi kuştina çend gerîllayan ya jî vekişîna PKK-ê ji Qendîl ê careser nabe. Çareserî dibê dewleta tirk were îmanê, were ser riya rast û hemû mafên kurdan yên demokratîk û netewî qebûl bike.

Çi mafê yekî tirk hebe, dibê yê kurd jî ew hebe. Bi vî rengî meriv dikane bi hev ra bijî. Lê dema di her warî da wekhevî tunebe kurd mecbûrin veqetin û vê daxwazê bidin pêş.

Tiştê xuya ye heger mimkûn be û ji wan ra bidebire, tirk dixwazin heta dema referandûma Kerkûkê û belkî jî demeke hîn dirêjtir ji axa Kurdistana azad venekşin. Çimkî ew dixwazin bi hebûna hêza xwe ya leşkerî him rê li ber bicîana maddeya 140-î bigrin û him jî desthilatiya kurdan têk bibin. Heger nêta tirkan ne ev bûya ewê heta nuha hukûmeta Kurdistanê û statuya kurdan nas bikirana.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê beşeke ji dewleta Îraqê ye û ev yek di qanûna esasî ya Îraqê da hatiye qebûlkirin. Lê tirk dîsa jî qebûl nakin, Maneya xwe dixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin. Bi kêmanî nêt û hedefa Çîçek qal dike ev e.

Û dibê em kurd jî li gor vê nêta tirkan tevbigerin û hesabê xwe jî li gor vê yekê bikin.
Yanî heger tirk neyên mecbûrkirin ewê bi rehetî venekşin.

Mala Xwedê ava!

Piştî şeş rojên dagîkirina axa Kurdistana Federe ji bal artêşa tirk ve Parlamentoya Kurdistanê nîhayet îro bi civîneke awarte civiya. Parlamenteran rexneyên gelkî dijwar li Tirkiyê girtin û meclîsê bi yekdengî xwest ku ne tenê eskerên tirkan yên ku nuha ketine Kurdistanê lê yên berê li wir in jî zûtirîn wext werin derxistin.

Parlamentoyê bi biryarekê êrişên hêzên artêşa tirk yên ser axa Kurdistana Federe wek dijminatiya Kurdistanê bi nav kir û Tirkiye bi dijwarî şermezar kir. Di beyanameyeka heyştxalî da parlamentoyê got bila leşkerên tirkan yên berê jî ji Kurdistanê derkevin û bila Iraq jî hemû peymanên xwe yên bi Tirkiyeyê ra betal bike û peymanên nûîmzakirî jî aşkera bike.
Ev şêleke pir baş e û herî rast e. Dibê kurd vê daxwaza xwe bibin ji hêzên hevpeyman û ji Neteweyên Yekbûyî ra.

Ew hêzên tirk ku ji bo fesadî, gelacî, xerabî û nerindiyê li wir in divê bi vê dagîrkirina wan ra were girêdan û miheqeq ji wir werin avêtin. Dibê kurd vê îmkanê ji dest bernedin.
Gerilla heta nuha bas li ber xwe daye û darbeyên mezin li ordiya tirk xistine. Li Kurdistana bakur û basur protestoyên girseyî cêdibin û gel bas li ber xwe dide. Heger hukûmeta Kurdistanê û ya merkezî vê siyaseta xwe ya mahkûmkirina dagirkirinê bidomînin tirk zû bazdin. Yanî man û nemana wan di destê têkosîna kurdan da ye.

Mêraniya Bulent Ersoy
Bulent Ersoyê dengbêj û qûnek di programa zindî da got, heger lawekî min hebûya minê ew neşanda leşkeriyê.

Li ser van gotinên Ersoy, hin beşadarên programê êrîş birin ser Ersoy û mesele mezin bû. Ersoy got, "dibêjin nîştiman ê perçe nebe, nizanim çi nabe, lê zarokên ku dayikan anîne dinê li ber çavan tên kuştin. Ma ji bo ku têxin bin axê ew anîn dinê?

Ev gotên Ersoy dîrokî ne. Di rojeke wiha da wêrîna gotnên wiha cesareteke medenî dixwaze. Ev cara pêşî ye yekî ne kurd diwêre tiştekî wiha bibêje û him jî di rojeke ku her roj cenazeyên leşkerên wan ji qada şer tên.

Mixabin li welatekî 50 milyonî da kesên biwêribin şêleke wiha deynin hîn ne zîdeyî çend kesan e.
Lê heta ku li welatekî kesên bi namûs ji kesên bênamûs ne wêrektir/cesûrtit bin ne heq û ne jî edalet tê wî welatî.

Û jixwe ji ber kêmbûna kesên binamûs yên bi cesaret e tirkiye bûye welatekî çeteyan.

25 februari 2008

Di hesêb da nexweşî tunebû

Min nizanîbû di hesêb da nexweşî jî heye.
Ji do da ye ez bi bapêşê ketime(min serma girtiye), bawer bikin halê min tuneye. Laşê min wek meriv xistibe conî û kuta be, hewqasî jan dide.
Serêşekê ez girtime hey hawar, min hemû hebên piyasê xwarin lê dîsa jî pere nekir. Ji mecbûrî îro çûm ezexaneyê û babebetek heb û du şurûb kirî.
Yê malik li min şewetindiye kuxuk e, kuxukeke zuha û janeke kûr dide gewriya min. Tu dibêjî qey gewriya min terîkî ye, her cara ez dikuxim malik li min dişewite.
Esas do jî min nikanîbû binivîsîya lê ji ber hurmeta ji we xwendevanan ra min çend rêz li dû hev rêz kirin.
Bi hêviya ku ez sibe wer ser xwe û wek miqlaciyekî(joêrekî)îngilîz bikanibim xwe bavîjim ji ser caniya xwe ya xam, nazik û nazenîn da.