18 sal berê, di sala 2007´a da dema min bloga xwe Hindik-Rindik çêkir*, min texmîn nedikir ezê 18 salan bidomînim û îro vê nivîsa xwe ya dehhezarî(10.000)îro binivîsînim.
Belê we şaş nexwend, bi vê nivîsê, jimara nivîsên bloga min Hindik-Rindik bû deh hezar(10.000)nivîs.
Di sala 2007´a da dema min dest bi blogeriya kir, min qet bawer nedikir ezê dehhezar(10.000) nivîsîs binivîsînim. Lê qederê ew kir nesîbê min.
Vê yekê bala kesî nekişandiye û bi texmîna min tu qîmeteke wê jî ji bo kesî tuneye.Min dehhazar meqale nivîsîye, sedhezar nivîsîye kes muhîm û balkêş nabîne.
Ez bawer nakim rojnameyek, malperek, lêkolînerek hêja bibîne du rêzan li ser binivîsîne ya jî di medyaya sosyal da qalê bike.
Civata me ev e, însanên me bi piranî mirîhez in, di saxiyê da qedir û qîmetê nadin însanan, kar û xebatên wan. Piştî gurrî dimre dibe gulîsor…
Ez viya zanim, lema jî xwe qet aciz nakim. Ji bo min ya muhîm karê ez dikm e, ez ji karê xwe hez dikim, lema dikim. Kî qedir dide kar ez dikim, kî nade ji xwe ra nakim derd.
Matamatîka min pir xerab e, heger hesabê min kir rast be, meriv dehhezar nivîs li 18 salan parve bike, salê dike 555 nivîs.
Salê 555 nivîs, mehê teqrîben dike 46 nivîs.
Di 18 salan da ez gelek caran nexweş ketime min nenivîsî ye, bi heftan, bi mehan çûme seyahetê min ninivîsîye.
Lê dîsa jî gava meriv 10.000 nivîs li rojên 18 salan parve bike, rojê dike nivîs û nîvek.
Yanî ev jî tê wê maneyê di van 18 salên borî da min her roj nivîsek li blogê bar kiriye.
Heger min bikanîbûya minê ya hemû nivîs, ya jî li bêjingê xista jê çend cild çap bikira. Di blogê da nema baş dibû.
Ya jî hinekên zana ew li derekê, li kitêbxaneyeke kurdî arîşîv bikirana. Di mesela teknîkê da ez yekî pir nezan im, heger yek alî min bike, ji min ra li derekê, di arşîva dîgîtal a kitêbxaneyekê da arşîv bike ezê minettar bim.
Di blogê da piştî ez mirim ewê wenda bibin.
Lê ez dixwazim di saxiya xwe da jê çend cildan çap bikim.
Mesela her kêm hezar(1000) pêkenîn hene, weşanxaneyekê xwe bida ber, minê
bidayê, bira çap bikira.
Lê ez bawer nakim kes çap nivîsên min çap bike. Çimkî ji bo ku kitêbeke çap
bikin dibê torpîla te hebe, ya jî bizanibe ewê di berhemê da karê bike. Ya jî
tu yê bi perê xwe çap bikî. Çapkirina bi perê xwe jî zor e, qeweta min lê nayê.
Lê kî zane, surprîzên diyanyê pir in, belkî mûcîzeyek çêbibe, belkî Xwedê
derîyekê xêrê li min veke, weşanxaneyek bixwaze bi kêmanî hin nivîsan çap bike.
De ez û şansê xwe…
*Min bi xwe çênekir, hevalê minê ezîz Nîhat Saganda ji min ra çêkir. Ne ev
alîkariya wî bûya belkî Hindik-Rindik nuha tunebûya, ya jî minê derengtir dest
pê bikira. Min dixwest çêkim lê ji heq dernediketim. Dawiya dawî, Nîhat Saganda
hat gazî û hawara min. Mala camêr hezar carî ava be. Gerek vê çêya wî ji bîr
nekim, bibêjim.
bixêr be mamoste. demdrêj be. em nivîsên te ên 100,000'an biwxînin înşalla.
SvaraRaderaGelek sipas û mala te ava be. Ezê binivîsînim hela ka hetanî kînga kanim dewam bikim.
Radera