Berê di nabêna partiyan da, komeleyên partiyan û hêzên siyasî da reqabetek hebû, ji hevdu didexisîn, her partiyê, her komeleyê dixwest ji ya din pirtir bixbebite, kar û barên baştir bike.
Qirşî ji qirşîyê neqehere, avî ji avîyê neqehere kes kar nake, kar û bar li
erdê dimîne.
Ji bo meriv kar û barê xwe baştir bike dibê meriv piçekî ji hev biqhere, bidexise,
qayişê bi hev ra bikşîne.
Reqabeta siyasî suretê dide xebata însên.
Partiyên me, komeleyên me, tevgerên siyasî hema hema giş ji
pertav da ketine, lema di nabêna wan da dexs û reqabet jî nemaye.
Meriv newêre viya bibêje, gava meriv viya dibêje hinek diqeherin, dibêjin heger
tu pir jêhatîye fermo were tu baştir bixebite, em jî bidin dû te.
Berê me devê kesî bi vî hawî nedigirt, me xwe û hevalên xwe rexne dikir, me
digot gerek em baştir bixebitin.
Lê îro dewran, kultur guherî ye, êdî yê partiyên siyasî rexne bike, gazinan ji
wan bike, dibê tavilê zend û bendên xwe vemalin, partiyekê ava bikin.
Rast e şertên welêt pir giran e, xebata ji bo kurd û Kurdistanê pir talûke ye,
her gav her tişt kane were serê meriv.
Kurdayetî, xebata ji bo Kurdistanê bûye
wek erdekî mayinkirî. Dibê meriv viya bibîne, ev rast e. Lema jî hurmeteke min a mezin ji hevalên welêt ra, ji xebta wan ra heye.
Lê yên di van şertên giran da baştir dixebitin, hin karên baş dikin jî hene.
Yanî şertên giran dibê nebe sebebê kes kesî rexne neke, kes kêmasî û şaşiyên
partiyan, siyasetmedaran nebêje.
Her însanê partiyekê rexne bike, gazinekê ji berpirsiyarên wê bike ne mecbûr e
bibe siyasetmedar û endamê partiyekê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar