Kalê kakayî rojeke Remezanê çûye mizgeftê nimêja xwe kiriye. Lê nimêjke bêserûber kiriye, hema rabûye û rûniştiye û çûye secdê.
Yê li kêlekê jê ra gotiye:
-Ma ev çawa nimêj lo? Tu bi lez radibî û rûdinî. Hîn serê te
negihîştiye erdê, tu radibî qametê…
Kalê kakayî gotiye:
-Ev hîn ne tiştek e, te ez di xortaniya min da bidîtama, bi
tekbîrê ra min silav dida…
Zorbatî
Mêrik bêrojî bû, eşkere tiştek dixwar. Yekî bi rojî gava dît
mêrik rojiya xwe dixwe jê ra got:
-Birako, meha Remezanê ye!
Mêrik got:
-Çi ji min ra.
Yê din vê carê hinek bi hêrs got:
-Ma tu ne misilman î?
Yê bêrojî got:
-Çi ji te ra !
Xwezî sihor danê nîvro bûya
Ji kalê elewî pirsîne, gotine:
-Ma tu di heqê meha Remezanê da çi difikirî?
Kalo gotiye:
-Wele ez ji fitarê ra tiştekî nabêjim, lê sihor jî danê
nîvro ba ewê gelkî baştir bûya.
Vî nigê xwe rake hewa !
Xoce Nesredîn li mizgeftê suneta nimêja nîvro dikir, bi
delingê şelwerê yê li pêş xwe va necasetekê(pîsiyekê) dibîne. Ji bo ku bi
cimatê nimêjê bide kiririn gava berbî mîhrabê diçe, hêdîka ji mêrik ra dibêje:
-Vî nigê xwe rake hewa. Dibê tu li ser nigekî nimêja xwe
bikî.
Mêrik matmayî dimîne, dibêje:
-Ji bo çi Seyda?
Xoce necaseta(pîsiya, nepakiya)delingê şelwerê wî nîşan
didê, dibêje:
-Binêre ev nigê te bê avdas e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar