25 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -246-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-09-25
Di hefsa Diyarbekrê da di nabêna pûlis, leşker û girtiyan da şer derket. Li gorî xeberên tên dibêjin 7 girtî hatine kuştin, gelek jî birîndar in.

Hetanî dereng jî şer berdewam bûye.

Ji serokwez Necmedîn Erbakan û vir da dewlet bi carê da har bûye, li kurdan hatine xezebê.
Li Diyarbekrê her roj du sê heban direvînin, dikujin.

Teror, revandin û kuştina kurdan pir zêde bûye, her kurdê welatparêz ji ruhê xwe ditirese. Dewlet bi çeteyên xwe eşkere direvîne û wenda dike. Her ku PKK di nava milet d axurt dibe, dewlet jî terora xwe û kuştinê zêde dike.

Nuha ez tu ronahiyekê nabînim, her ku dihere rewşa me xerabtir dibe.

Min berçavka xwe bir ser da optîkerê xwe, ewê cama wê biguere. Cama kevn êdî nabe. Sibe saet di 17a da ezê herim bigrim.
 

XXX
1999-09-25

Min ji Mûrad Ciwan ra got, em li ser beyana Ocalan ya dawî ku dibêje bira grûbek gerîlla were teslîm bibe belavokekê belav bikin.

Got baş  e ezê tiştekî hazir bikim û ji te ra bişînim. Min ji Heyder Diljen ra jî qala vê axaftina xwe ya bi Mûrad ra kir û fikra wî jî pirsî.

Li dij pêşniyara min derneket, lê got tu dixwazî em bihêlin piştî teslîmbûna grûba gerîlla.

Ez li dij derkertim, min got tu sebebek tune ye meriv li bende wan bimîne. Me li hev kir. Got lê dibê meriv heqaretê neke, di rexneyê da maqûl be. Min got rast e. Dema hat emê li ser bipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar