Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-09-23
*Orhan Mîroglu nemiriye hîn sax e. Dibêjin îfade daye, gotiye hedîse çawa bûye. Qatil li pey kuştina Apê Mûsa bûye, nexwestiye Mîroglu bikuje. Heger bixwesta ewê temam bikira. Diyar e emrê kuştina wî negirtibûye, ew bêhemdî ket nabênê.
*Li Kurdistanê kuştina kurdên siyasî berdewam e, her roj yek, duduyan direvînin û dikujin. Li gorî xebera BBC îsal jimara kesên qatilên wan nehatine girtin gijîştiye 220 kesan.
XXX
1996-09-23
*Lutfî Baksî îro telefonî min kir, ji bo wan klasorên çend roj berê min bi
Vîldan Tanrikulu ra jê ra şandibûn sipas kir, got ez pir kêfxweş bûm.
Min got li ba min pir in, kînga ji te ra lazim bû, ji min ra bibêje, ezê
hinekên din jî bidim te.
Wê rojê li ciyê karê min hinek klasorên kevn hebûn, min navêtin, Lutfî Baksî
hat bîra min, min bir da Vîldan, min got bide wî.
Çimkî ew tiştên li ser kurdan arşîv dike. Min got bira fêda min bigihîje wî.
Ji bo wê jî camêr îro telefonî min kir, sipas kir.
Di vê nabênê da got di 28ê vê mehê da Şerefetîn Elçî û Nazîf Kalelî ewê werin Swêd û li Tenstayê li avahiya SSU(Federasyona Xortên Sosyaldemaokrat)civînekê çêkin. Ez jî dawetî civînê kirim, got tu jî were.
*Rojnameya Ozgur Polîtîkayê gotiye 90 hezar kes beşdarî Festîwala Kolnê bûne. Heger rast be reqemeke pir mezin e.
XXX
1999-09-23
Tiştê do min texmîn kir îro rast derket, Serokatiya Konseya
PKKê îro bi beyanekê gotiye ewê daxwaza serokê xwe Abdulah Ocalan a teslîmbûna
hêzeke gerîlla bi cî bînin.
Gotine li ser vê daxwaza A.Oclan, wan hêzeka gerîlla bi nameyekê ve xistine rê,
ji bo ku herin teslîm bibin.
Giriyê meriv tê.
Peymaneke resmî, tiştekî berbiçav li ortê tune ye. Teslîmbûneke bê qeyd û şert
e.
Min zanîbû ewê wiha bibe, ewê daxwaza A. Ocalan qebûl bikin.
Rojnamevanan ev mesele ji serokwezîr Bulent Ecevît pirsîn.
Wî jî got:
”Ji xwe ji berê da ye em hewil didin van hêzên çekdar ji serê çiyê
daxin û ji bo vê yekê jî me qanûneke poşmaniyê hazir kiriye. Îcar tên bi çekên
xwe ve teslîm dibin ev tiştekî baş e.”
Meriv ji qahra dibehice. Gava gotina ”poşmaniyê” ji devê tirkan dibihîzim dîn
dibim.
Yanî tiştê bi salan nikanîbûn bi cî bianiyana û heta nikanîbûn xeyal jî bikirana,
nuha bi saya serê A. Ocalan waye tê cî, rast digere.
Wer xuya dike vana ewê ne tenê teslîm bibin, belkî dezgehên xwe yên hene jî,
telewîzyon û meclîs jî tê da gişan tasfîye bikin. Tiştên dikin, bûyerên heta
nuha bûne vê îhtîmalê xurt dike.
Heger tiştekî wiha bikin ewê mala xwe bişewitînin. Tirk ne A. Ocalan berdidin, ne
jî tu mafî didin kurdan. Armanca hukûmetê, dewletê ne lihevkirin e,
teslîmgirtina PKKê ye, ew li dû viya ne…
Serîhildana kurdan ya herî mezin, herî domdirêj û bi îhtîşam gav bi gav berbî
pûçbûnê va diçe.
XXX
2012-09-23
Qelema Cemal Ozçelîk jî pir xurt e. Tu dibêjî belkî ev Ozçelîkan giş nivîskar,
wek qelemên xurt ji diya xwe bûne. Qelema Fadil Ozçelîk, Osman Ozçelîk jî pir
xurt e. Belkî çend hebên din jî hene ez wan nas nakim. Lê Cemal pir dirêj
dinivîsîne, çend meseleyan bi hev ra dinivîsîne. Ev yek xwendinê zahmet dike.
Min got ez viya jê ra bibêjim û bi çend gotinan hinekî teşwîqî kurmancî bikim.
Lê zêde ne bi hêvî me. Kesên wiha dibê bibin nivîskarên kurmancî.
"Cemal merheba!
Cemal, min nuha nivîsa te ya di Kurdînfoyê da xwend. Wek hemû nivîsên te, ev
nivîsa te jî pir baş e, tu gelek tiştên rast pir xweş dibêjî û pir bi hostayî
dibêjî. Qelema te pir xurt e û roj bi roj xurttir dibe. Xwezî qelemeke wiha xurt
bi kurdî jî hebûya.
Lê ev nivîsa te jî pir dirêj e, ew dikanîbû bibûya 3-4 nivîs. Bi dîtina min
heger tu dixwazî nivîsên te pir werin xwendin, kin binivîse, çar pênc mijaran
tevlihev neke. Bira her nivîsek te li ser mijarekê be. Wisa baştir e.
Gelek silavên biratiyê"
XXX
2018-09-23
Sulêman Sulêvanî li ser namzediya Berhem Salih ya serokkomariya Îraqê nivîsek
rexnegirî nivîsîye. Berhem Salih rexne dike, dibêje ji bo kurdan ne namzedekî baş
e. Bi baweriya min jî Berhem Salih ne namzedekî baş e, dibê yekî ji wî
nasyonaltir bidîtana. Lê rewşa Kurdistana Başûr ya siyasî dibe sebebên tiştên
wiha.
Sulêman Sulêvanî xwestibû ez nivîsa wî bixwînim û dîtina xwe li ser bibêjim.
Min nivîs xwend û ev bersîv dayê:
Merheba birayê ezîz!
Min nivîsa te ya li ser Berhem Salih xwend. Dîtin û tespîtên te yên li ser
Berhem Salih hemû rast in.
Ez bi xwe jî li dijî namzediya wî me. Dibê kurdan li ser şexsekî baştir,
netewîtir li hev bikirana. Lê ji dêlî wiha bikin, yek bi yek diçin Bexdayê û
gorra hev dikolin.
Ez ji hemû partî û seokên kurdan xeyalşikestî bûme. Tiştê li başûr dibe tenê
min xemgîn dike. Hêvî dikim dîna min şaş be û rewş baş bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar