Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1996-09-22
*Apociyan li Kolnê festîwaleke pir mezin, muhteşem çêkirin. Telewîzyona Medê şahiyên
festîwalê zindî dida.
Telewîzyonên Tirkiyê gotn 40 hezar kes, Apocî jî dibêjin
60 hezar kes beşdarî festîwalê bûne.
40 hezar be jî ne hindik e, muhteşem e. Tirk ji qahra dîn dibin, diteqin.
*Min û Mûrad Ciwan hevdu dît. Me li ser kitêba wî ya li ser Ehmedê Xanî, hîn jî li
ser dixebite, hinekî sohbet kir. Ji min xwestibû ez fikrê xwe bibêjim.
Got rast e, bi plomekên wiha kane di van çewtiyên xwe da zêde israr bike. Lema ez zêde neçûm ser.
XXX
1999-09-22
Abdullah Ocalan îro bi riya abûqatê xwe beyanek nuh û pir
ecêb daye. Ji abûqat ra gotiye bira çend gerrîla werin teslîm bibin.
Gotiye bi vî hawî ew dixwazin him baweriyê bidin Tirkiyê, him jî nîşan bidin di
biryara xwe da ew çuqasî cidî ne.
Bi baweriya min Abdullah ji nişka ve, bi serê xwe vê beyanê
nade. Miheqeq ew û dewlet û hevalên xwe berê di bin ra bi hev ra peyivîne, li
hev nekirine.
Bi texmîna min pirr ne dûr e dewletê rê dabe ew û hevalên xwe bi telefonê bi
hev re bipeyivin.
Çimkî gerek ew û hevalên xwe li ser vê meselê li hev bikin. Ji bo ku yê gerîlla
bişîne hevalên wî ne, dibê ew bibêjin erê.
Heger li hev nekiribana, heger di vî warî da negihîştibana hin netîceyan wî ev
beyan nedida.
Lema jî piştî çend rojan emê di telewîzyon û rojnameyên tirkan da ref bi ref
teslîmbûna gerîllayan bibînin.
Bi min pir zor tê. Çimkî li meydanê peymanek, lihevkirineke resmî tune ye,
tiştê tê gotin teslîmbûn e.
Bi texmîna PKK ewê vê daxwaza Ocalan qebûl bike. Ez bawer nakim di nav PKKê da
yê biwêribe li hemberî Oclan rabe hebe.
XXX
2013-09-22
Sabah Kara li ser
hevalên Nûbiharê tiştên gelkî ne xweş dibêje. Min sebebê çima wiha dike ji
Bengîn Botî pirsî.
Bengîn Botî
Merheba birayê Bengîn, Birayê ezîz, ma ev Sabah Kara çi pê hatiye, çima hewqasî
bêedeb bûye û ji hevalên xwe yên berê û miletê kurd ra xeberên wiha adî û giran
dide? Min got belkî tu wî nas dikî, hela ji te bipirsim.
Gelek silavên biratiyê
Bengîn Botî gotiye ew Sabah Kara nas nake û nizane çima wiha dike. Heger fêr bû ewê min jê agahdar bike.
"Mala te ava biayê ezäz, ji bo bersîva te. Min digot belkî tu
wî wek şex nas dikî. Ji xwe pir jî ne muhîm e, kî çi dike ji xwe die. Gelek silavên
biratiyê."
Ji Celîlê Celîl ra
1983-09-22
Mamostê delal, hogirê hêja!
Nameya te ya şîrîn û giranbiha min do girt. Tu bawer bike ez dijwariya bêjan
dikşînim ji bo ku kêfxweşiya xwe ji te ra binivîsînim. Ger min kokima diya
xwe(ez ji wê wek ronaiya çavên xwe hez dikim)ev serê çar salan e di xewnên
şevan da jî nedîye bidîta ezê ji vê bêtir kêfxweş nebûma.
Mamosteyê hêja!
Piştî min name ji te ra şand her roj çavê min li riya nameya te bû. Her cara
posta min dihat ez li nav li nama te digeriyam. Dawiya dawî ew roj hat û hêvîya
min bi rast gerîya.
Min nameya te du caran xwend û dûra jî li nivîsên din mêze kir. Tiştên te
şandine bi rastî jî gelkî xweş in. Ji bo Hêlînê wek dermanê çavên kul in.
Min tavilê rê Mûrad(Mûrad Ciwan)û Malmîsanij dan. Ew jî pê kêfxweş bûn. Ewên
yek bi yek di Hêlînê da bên weşandin.
Lê ew pirtûka(kitêba)te qal kiriye û di heqê wê da te nameyek ji zarokên kurd
ra nivîsîye hîn neketiye destê me. Dema têkeve destê me emê him di Armancê da,
him jî di Hêlînê da bidin naskirin. Ji bo vê yekê dibê tu bêqesawet bî.
Te gotiye bêyî hejmarek Hêlînê û Armanc jî ji jimara 38a û vir da tu tişt
neketiye destê min.
Min ji hevalan pirsî, dibêjin me jimar hemû jê ra şandine. Jixwe di kartotekstê
da jî xuya dibe şandine. Ez bawer dikim navnîşan çewt nivîsînî. Lê belê ne xem
e, ez bi vê nama xwe ra hemû weşanên derketine(Armanc û Hêlîn jî di nav da)ji
te ra dişînim. Hêvî dikim vê carê bigihîjin destê te.
Te gotiye Armanc dertê ya na?
Armanc jiyana xwe dide domandin, mehê carê dertê. Hêlîn jî mehê carê dertê.
Me nuha kompîtorek(makîna nivîsê bi meju)kirîye. Ewê ji îro pêda weşanên me hîn
baştir derên.
Wek te di nama xwe da nivîsîye, tu dixwazî nivîsekê li ser dîroka kurdan a
sedsala 19a û 20a ji Armancê ra binivîsîne.
Ev pirs wek meriv ji mîvên ra bibêje, ”mîvano ma tu yê şîvê bixwî, ya jî ji
pîrê ra bibêjî, pîrê, ma tu dixwazî mêr bikî?”
Ez heyran, ma em çawa naxwazin !
Û bes ne ew tenê, em hîn gelek tiştên din jî dixwazin. Ger ji me bê em tûrê te
ji bin da vala bikin.
Ev yek daxwaza gelê me ye. Vî gelî hatanî îro gelek tişt daye me, lê me çi
dayê?
Ya din jî me çapxaneyek bi navê ”Çapxana Hêlîn” daniye, em kanin kitêban jî çap
bikin. Heger pirtûkek(kitêbek) ya jî tiştên wisa hebin em kanin çap biweşînin.
Di hejmara Armancê ya 39a da nivîseke min bi navê ”Di dîroka Kurdistanê da
Serîhildana Şêx Seîd” hat weşandin.
Ger li ser Tevgera Şêx Seîd hewcedariya te ji hin çavkaniyan ra hebe ez kanim
ji te ra bişînim. Hemû bi tirkî ne. Lê ez kanim ji wan hin tiştan wergerînim
kurdî jî.
Te li Malmîsanij pirsî ye. Heval gelekî baş e. Nuha li ser ferhengek zazakî
dixebite. Bi qasî(qederê)16-17 hezar peyv qedandiye. Di ber ra jî di Berbangê
da jî nivîsên wî derdikevin. Ez bawer dikim Berbang dikeve destê te.
Hogirê hêja, heger tu dixwazî ji Kurdistanê hin nûçeyan
bibihîze, bi kurtayî rewş wisa ye: Wek hûn jî zanin li Kurdistana Îran û Îraqê
rewş ne baş e, şer berdewam e. Li gel şerê bi dijmin ra, şerê xwe bi xwe jî dom
dike.
Li Tirkiyê rewş gelekî xerab e. Bi taybetî di girtîgeha Diyarbekrê da girtî
hemû nêzî mirinê dibin. Lewra girtiyan di 2ê meha îlonê da dest bi grewa mirinê
kirine. Ev serîhildan hîn dom dike.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar